Bila çavên te li pey te nemîne delalê

Bila dilê te xemgînî bar neke li ser pişta te

Berbanga sibê re te berê xwe da Zagrosan,

Berbanga sibê de, bi xweşikbûna te xemilî deşt û zozanên welatê min,

Hilhatina rojê bi xwe re anî rûkeniya dilan

Ev diyariye ji bo te û hevreyên te yên delal re…

Stêrkên geş dîsa hêlin dineqşînin nava dilê zarokên çiyayî de. Ew stêrkên geş de dibin mêvanê şîvereyên dûv û dirêj. Şevên bê heyv û çûyînên bê xatir pir cara dibe para wan. Dirêje rewîtiya wan. Çend sal, çend meh, çend demsal li pey xwe de dihêlin nayê zanîn. Pir caran pêra nagihije ji bo hejmartinê. Çavên me zehf li rê man şîverêyên bê dawî de bi heskirin û bi hêvî man. Pir caran dibin çavdêrên şîverêyan. Rê dirêj, çav li bendê… Ji axa xwe ya qedîm qewitandibûn xwedayên qirêj. Dergûşa mirovahiyê de dibûn rênas, rêzan û rêwî… Ji bo wan herdem rê dûr bû. Ne rêyêk kin e ne jî rêyek jê veger. Ne rêyek wiha bû dev jê biqerî û navber bidî. Herdem û herdem bê rawestandin di bin stêrkên geş de dimeşin bê gazin û bê gilî…

Meşekî wiha bi rûmet, rêyek wiha bê dawî de min nas kiribû Sorxwîn a dil mezin. Ew jî mîna ciwanek Kurd li hemberî dagirkeriya welatê xwe bêdeng nemabû û wek kesek xwedî hestên mirovî berê xwe dabû meşekî wiha bi heybet û bû meşvanekî xurt a vê pîroziyê.

Sorxwîn Aram ango bi navê xwe ya malbatê Medîne Ûnvar, li Mêrdîn Mîdyadê di nava malbatek welatparêz de tê dinê. Medîne wek ciwanêk Kurd hemberî êrîşên Rojavayê Kurdistanê nikare bêdeng bimîne, ji bo vî şerî de cih bigre xwe berpirsiyar dibîne û tevlî tevgera azadiyê dibe. Hezîrana sala 2014’an de tevlî refen gerîla dibe. Heman salê de derbasî herêma Garê dibe û wê derê perwerdeyên xwe yên bingehîn dibîne. Ji bo jiyana gerîlatî zû fêr bibe û bibe gerîlayek jêhatî, pêşniyara çûyîna qadên pratîkê dike. Ser vê xwestek û peşniyara xwe berê wê dide qadên Zagrosan. Heman salê derbasî qadên Zagrosan dibe, kar û xebatan de cih digre.

Sorxwîn Mîna Heyvê Her Ronak Bû

Sorxwîn qadên pratîkê de bi awayekî aktîf cih digre. Her karê heyî de bi xwestek û bi moralek pir mezin tevlî dibe. Karê giran, barê giran, rewşên giran dide li ser milê xwe. Şîvereyên dirêj ên Zagrosan de mîna xezalek dimeşe. Ew jî mîna gulên welatê me, mîna beybûn û sosinên welatê me bêhn dide û berbanga sibê ve serê xwe radike û dest bi roja xwe dike. Bi hevreyên xwe re li ser axên pîroz a Zagrosan di bin roniya stêrkan de kulîlkên xwe av dide bi ava keviyên pîr. Her karekî bi eşqêk mezin, bi heskirinek mezin pêk tîne Sorxwîn. Herdem rûken e, rûkeniya wê mîna heyva çardeh şevan şewq dida derdora xwe û roniyên siberojê ava dikir. Sorxwîn rûkeniyek li ser rûyê hevreyê xwe bû, Sorxwîn nava hevreyên xwe de dilxweşiyêk herî mezin dijîya û dida jiyîn. Sorxwîn xwedî dilek mîna Zagrosan dûr û dirêj, mîna Zagrosan kûr û asî, mîna Zagrosan pak û xweşik bû. Sorxwîn ji xweşikî û asîbûn, ji pakbûyîn û ji hestiyariya Zagrosan ji her tiştê Zagrosan para xwe girtibû.

Zanabûna wê de bû, ew aîdê van dera ye.

Hezkirina Wê û Girêdanbûna Wê Seknekî Fedaî Ava Dikir

Sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker şerê xwe yê qirêj dide despê kirin, dagirkirina li ser welatê Kurdan bi awayek topyêkûn destpê dike. Bi gelek amûrên xwe yên şer dema ku berê xwe didin welatê Kurdan, Sorxwîn jî mîna parazvanê vê xakê rextê xwe li pişta xwe digerîne, destê xwe davêji çeka xwe, keziyên xwe dihûne û berê xwe dide cenga giran. Navê vê cenga girane, ji ber cenga fedaiya ne. Wekî ku dojeh dibare ji devê neyaran. Lê mîlîtanên fedaî baş dizaniya dijminê xwe bikin nava dojêha wan bi xwe de. Gerîlayên Apoyî nava vê dojehê de bêgûman berê xwe didin neyaran. Bêdûdilî xwe berdidin nava zozanên Zagrosan. Bi çek û rextê xwe bi bîr û baweriya xwe bê navber dimeşin li ser neyaran de. Lewra sozdarin wê welatê xwe ji dagirkeran pak bikin, wê wan li ser axa kevnar a gelê xwe biqewitînin. Sorxwîn di nava vê şerî de mîna xezalek ji wê eniyê berê xwe dide eniyek din, ji wê karî derbasî karekî din dibe. Mîna gerîlayek ciwan nava şerê giran de dibe hevreyek qedîm. Mîna şervanê Rêber Apo dibe dilsozê welatê xwe, dilsozê axa xwe û dilsozê hevreyên xwe.

Piştî sê salan a ku bi pratîka tîr û tijî dagirtî li qada şer diqedîne, Sorxwîn ji bo dilsoziya xwe, ji bo girêdanbûna xwe, ji bo jêhatîbûn û ji bo keda xweya bê hempa ji bo tevlî kar û xebatan dibe. Sorxwîn li vê derê jî demek pir kurt de hemû hevreyên xwe re dibe yek û gelek tê heskirin. Jiyana ku pê re girêdayî ye herdem berê wê dide rastiyan ev e. Ji bo ku jiyanê gelek hez dike, ji bo ku heskirina xwe nîşanê jiyanê û hevreyên xwe dide lewra ji bo hevalên xwe dibe hêz û moralek mezin. Sorxwîn bi wate jiyan dike. Keliyê ku tê de ye nirxê wê dizane û her kêlî bi wate jiyan dike. Cihê ku Sorxwîn lê ye li wir coş û moral kêm nabe, cihê ku Sorxwîn lê ye li wê derê hezkirin kêm nabe, ji ber ew navê herî xweşik a hezkirin û wateyê ye.

Sorxwîn Aram sala 4’ê Îlonê sala 2017’an di encamê erîşên dewleta Tirk a dagirker de bi hevreyên xwe Gûlan Dîren, Adir Azad, Egîd Gabar, Îsyan Brûsk û Reşîd Andok re digihîje asta şahadetê.

Em mîna hevreyên wan a tekoşînê ti caran rêhevalên xwe ji bîr nakin. Emê her dem li pey şopa wan bin û emê bibin hêrsa tolhildana wan. Emê mîna rêheval Sorxwîn ji hevreyên xwe re bibin roniya stêrkên şêvan û dijminan re dojeha herî kûr û bê binî…

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê