Dîrok di nava hembêza xwe de, zarokên axa pîroz mezin dike. Ji bo dîrok rast were jiyan kirin, ji bo bi tîpên zêrîn heqîqetê li ser were neqişandin, zarokên welatê rojê ji bo wê her fedekartiyê dikin. Ji bo her ciwaneke Kurd ku di oxira heqîqetê de canê xwe dikin mertal, serfiraziyek û rumeteke mezine. Bi hemû hêza xwe  ve şer dikin û xwe feda dikin. Di vê gerdûnê de mirovên wiha bedew ku ji bo jiyaneke bi rumet xwe feda dikin û her tiştê xwe dikin qûrban di oxira wê de, tenê li ser axa zêrîn a Kurdistanê hene. Yek ji van mirovên bedew jî Arîn Bargiran e.

Riskiye Çakar li bajarê Sêrtê çavê xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welatparêz û koçer de mezin dibe. Wê dibistanên sîstemê nexwendiye ji bo wê jî xwe bi çanda Kurdewarî ya kevnar ve xwe dixemilîne. Riskiye ji jiyana sîstemê ya qirêj her xwe dur dihêle û her dem xwe nêzî jiyan û çanda dayik û xwedawendan dike û xwe di nav de dihelîne. Keça Kurd ya bi çanda berxwedanê ve mezin bûye her diçe mezin dibe û hîn zêdetir dikeve zanista dagirkeriya li ser welatê xwe. Bi çavên xwe êrîşên li ser gelê xwe dibîne. Ji bo derketinên nû di jiyana xwe de bike dikeve nava lêgerîn û hewildanan. Bi dest pêkirina şerê Kobanê û Şengalê ve nema dikaribû xwe li hember kiryarên dijmin yê hovane bigre, bê dudilî di sala 2014’an de li Gabarê berê xwe dide nava refên azadiyê, da ku jiyaneke bi rumet û azad ji gelê xwe re mîsoger bike.

Bi tevlîbûna xwe ve rûpelek nû di jiyana xwe de vedike û dikeve nava hewildanê ku bibe gerîlayeke serkeftî. Dema ku Riskiye beşdarî nava tevgera azadiyê dibe navê xwe dike Arîn Bargiran. Perwerda xweyî bingehîn li Metîna dibîne. Metîna bi heybeta xwe dibe warê destpêkê ku Gerîla Arîn têde gavên xwe yî yekem davêje, ev gavên wê yî destpêkê jê re dibe bingeh ji şoreşgertiya wê re. Fêrî çanda gerîlatiyê dibe û dibe gerîlayeke serkeftî di hemû kar û xebatên xwe de. Xwe wiha di gerîlatiyê de kûr dike dema ku mirov lê meyze dike dibêje gerîlayeke kevn a sala ye.

Gerîlaya azadiyê û dildara welatê xwe, li Metîna pratîka xwe yî destpêkê dide meşandin. Di nava alana Metîna de bi naskirina hevalan re dikeve nava jiyanê de û dibe perçeyeke ji jiyana hevalên alana Metîna yê re. Arîn xwedî hewesa fêrbûna her tiştekî girêdayî jiyana gerîlatiye ye, ji bo wê di serî de pirtûkên Rêbertî dixwîne û nasdike, xwe di warê leşkerî de jî pêşdixe. Ew bi zanisteke bilind ve tevdigere, ji bo wê di her gaveke xwe de dibe xwedî taybetmendiyeke din ya Apo’yî. Ruxmî nûbûna xwe dibe xwedî gelek tecrûbe û danehevên mezin. Bi hevalên xwe re heval e, çawa dema nû tevlî bû hevalên wê destê wê girtin niha jî ew bi destê hevalên xwe digre û di yek rêkê de ji bo yek armancê dimeşin.

Gerîlayên azadiyê heybeta xwe, hestên xwe, cesareta xwe, vîna xwe û qehremantiya xwe ji çiyayên bedew, ji çiyayên bilind û asê digrin. Çiya jî di her gavê de xwedî li hezkiriyê xwe derdikeve û di nava himbêza xwe de diparêzin. Gerîla jî ji bo welatê xwe biparêze çiya ji xwe re dikin mesken. Gerîla Arîn jî yek ji van gerîlayan bû ku hemû çiyayan ji xwe re çavkaniya hêzê û pêşketinê didît. Arîn mîna zinarên çiyayê Kurdistanê asî ye. Bi asîbûna xwe ve dihate naskirin. Di sala 2016’an de Arîna ber bi Heftenîn ve dikeve rê de, diçe li wir bi pratîkeke nû û hevalên nû re tekoşîna xwe xurtir bike.

Her ku diçe dipije û dibe gerîlayeke wêrek ku êdî ji bo her şert û mercî amade ye. Arîn her di nava hewldanên bûyina milîtaneke Apo’yî de ye, ji bo wê her dem bê navber parêznameyên Rêbertî dixwîne û xwe di ramanên Rêbertî de kûrtir dike. Di gelek çalakiyan de cihê xwe digre, bi şerkeriyeke mezin û wêrekiyeke bê hempa diçe ser dagirkeran de. Ew tola salan ya êşa gelê xwe radike. Dema ku Arîn di çalakiyekê de bi ser dijminê bêbext de digre û tola hevalên xweyî şehîd radike, birîndar dibe. Lê ruxmî birîndariya xwe şerê xwe dewam dike.

Warê ku Arîn lê pijiya ye û ked daye, ji bo wê pir cuda ye. Bi vegera xwe re, bi heyecaneke mezin ve diçe gel rêhevalên xwe. Careke din bi heman cesaret û îradê meşa xwe didomîne û hîn zêdetir dibe xwedî tecrûbeyên jiyanê û şer. Bi heman heyecanê ve tevlî jiyanê dibe û tekoşîna xwe didomîne. Ew mîna Egîd bi şerkeriya xwe ve, mîna Zîlan bi fedayitiya xwe ve û mîna Bêrîtan bi cesareta xwe ve dihate nas kirin.

Dema ku dijmin êrîşên xwe li ser Heftenîn vedugherîne operasyona dagirkeriyê, gerîlayên azadiyê yek kêliyê di cihê xwe de seknandin ji xwe re qebûl nakin. Her di nava liv û tevgerê de ne, çalakiyek li pey çalakiyekê dikin. Dijmin tar û mar dikin. Li ser hatina wî, wî poşman dikin. Ji ber derbên gerîla dijmin nikare yek kêliyê ji cihê xwe ve tevbigere. Weke her dem Arîna dilpola di nava her çalakiyê de cihê xwe digre û derbên giran li dagirkeran dide. Arîn û rêhevalên xwe derfet nedidan dijmin ku bersiv bidin û yek kêliyê rê nedan ku axa Kurdistanê ya kevnar were dagirkirin. Bi fedekarî, cesaret û vîneke mezin ve şer dike. Di her çûndina çalakiyekê de kiryarên dijmin ya li ser gelê Kurd tanî bîra xwe û bi wê hêrsê ve berê çeka xwe dida dilê dagirkeran. Her dem ji çalakiyên xwe ve serkeftî vedigeriya. Arîn êdî ew hêrsa ku ji dijmin girtibû bi ser serê dijmin de diçû.

Piştî operasyonê, ji bo van danehevên xwe mayinde bike, di xeta jina azad de xwe kûr bike û bibe fermandareke ku ji her demî zêdetir bibe xwedî serkeftinên mezintir berê xwe dide akademiya jina azad ya Şehîd Bêrîtan. Di perwerdeya xwe de her xwedî tevlîbûneke xurt bû. Him di warê îdeolojîk de xwe kûr dike û dibe xwedî zanist, him jî di warê leşgerî de xwe xurtir dike. Dibe şopdarek ji xeta jina azad re, li ser şopa gelek lehengan ve berê xwe dide Metîna yê.

Li Metîna yê ji bo perwerda ku dîtiye xwedî lê derkeve û di her gaveke xwe de di nava pêkanîna vê de be, di pratîka xwe ya li Metîna yê de bi hemû hêza xwe ve diçû ser her kar û xebatî. Bi zîrekbûna xwe û fedekariya xwe ve dihate naskirin. Li Metîna yê jî xwedî sekneke mînak bû. Li vir jî bi heman ruhî tevdigere û di her çalakiyê de cihê xwe digre. Bi heman şerkeriya xwe ve û heman fedaiytiya xwe ve bi ser dijmin de diçe. Weke her dem bi serkeftinên mezin ve ji çalakiyan dizîvire. Arîna şerker kesayeta xwe bi taybetmendiyên mîna cesaret, fedekarî, mitewazîtî, ji xwe bawerbûn, şerkerî û xwe di fedaytiyê de kûr kirin dixemilîne. Ew xwe bi ruhê Apo’yî re dike yek û li ser şopa şehîdan de dimeşe. Gerîlaya azadiyê di 19 Nîsana 2022’yan de bi sê rêhevalên xwe re di encama êrîşeke dewleta Tirk ya dagirker de digîjin lûtkeyên herî bilind û tevlî karwanê nemiran dibe.