Ji bo gelê me yê welatparêz û raya giştî!
Em di salvegera 30. pêngava 15’ê Tebaxê ya bişan de, di şexsê rêheval Egîd yê ku fermandarê mezin ê tekoşîna me ya gerîla ye, rêhevalên me yên pakrawan ên ku van rojên bi rumet afirandine û ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirine bibîrtînin bi minetdarî bejna xwe li hember wan di tewînin.
Em cejna vejînê li aferînderê tekoşîna gerîla û xulikarê vejînê Rêber APO û gelê Kurd yê berxweder pîroz dikin.
Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de vegotina derbas bûyînekî dîrokî dike. Ji bo gelê Kurd yê ku bi nîjadkujî yê re rûbirû ma bûn, bû despêkirina vejîn, berxwedanî û jiyanekî bû rûmet. Mîras û ruhê ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re hatiye afirandin her rojê ku derbas dibe hên zêdetir pêşdikeve. Tekoşîna gerîla yê 30 salî de rastiya tekoşîna ku bûye civakî û feraseta azadiyê yê ku tevahî gelan bandor dike derxistiye holê. Şerê me dinava tekoşîn û berxwedaniyek awerte de û bi dayîna bedelên pir mezin re di her çar perçeyê Kurdistanê de rastiya gelê ku di her çar perçeyê Kurdistanê de ji bo serkeftinê di meşe derxistiye holê. Tekoşîna 30 salî, di Kurdistanê de demên ku pel jî di Kurdistanê de ne di hejiya û nîjadkujî ber bi encam girtinê ve di çû û tevgerekî gel derxistiye holê. Li  hember modernîteya kapîtalîzm tekoşîna gel yê demokratîk, wekhev bûyînê pêş xist û îflasa polîtîkayên pergala deshilatdar pêşxist.
Tekoşîna gerîla yê 30 salî, serî rakirina jin ya ku li hember pergala zilam yê bênç hezar salan û tekoşîna wan yê bi heybet di çiya de daye afirandin. Artêşa jin ya ku garantî ya azadiya jina ne pêşxist. Jinên Kurd ji guleya yekemîn heya niha hemû çiyayên Kurdistanê de, newalên wê de û qadê ku herî zêde şer lê ger me cîhê xwe girtiye. Di heman demê de ruhê fedayî û qehremantî yê bi mînakên ku kêm tê dîtin derxistiye holê. Tekoşîna me ya 30 salî şahidî yê pir qehremanên jin re kiriye.  Hêza herî bingehîn yê ku derxistiye holê jî di rêya jiyana azad de heya dawî yê şer kirin û berxwedanî kirine.
Zemînê tekoşîna demokratîk ya ku li Tirkî ye û Bakurê Kurdistanê pêşdikeve jî bi rêya mîrasê ev pêngavê re hate jiyan kirin. Di tekoşîna me ya 30 salî de ruhê fedayî yê ku derxistiye holê, destanên lehengtî yê û asta azadîyê yê ku di çiya yên Kurdistanê de derketiye, çiqasî di qada civakî re hete diyar kirin, rastiya gelê Kurd yê azad di be derxistiy holê. Li Tikiyê encamên ku di hilbijartinan de jî derdikeve holê, tekoşîna Rêberê me encam girtiye û tekoşîna gerîla serkeftinê afirandî ye. Pêvajoya ku biştê pêngava şerê  gel ê şoreşgerî re pêşketiye her çiqasî di milê hukûmet û asta dewletê de astengî hatibe çêkirin jî û mijul kirin hatîbe destgirtin jî, lê di milê eniya civakê de bersiva xwe dîtiye. Ev tablo tê wateya zemînê tekoşînekî pir mezin û tê wateya hêza wekhevî  yê. Bêguman ev tablo kedê tekoşîna ku di çiyayê Kurdistanê de tê meşandin û mîrasê şoreşgerên mezin yên ku bi xwe Tirk bûn û mîrasê şerê gel bû. Îro rêya serkeftin û azadî yê hatiye vekirin û destê aşitî yê yê ku gelê me vekiriye di milê gelên Tirkiyê ve hatî ye girtin. Lê belê ger ku dewleta Tirk û hukûmeta AKP ev zemînê çareseriya demokratîk ne veguherîne pêvajoya mûzakere di polîtîkayên xwe yê mijul kirinê de israr bike, ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo gelê ku di heremê de jiyan dikin di pêşengtiya YJA Star de wê tekoşîna me mezin bibe û derbasî serkeftinê bike.
Şoreşa Rojava ya ku di 19 Tîrmehê de pêşketiye li ser zemînê tekoşîna ku pêngava 15’ê Tebaxê ava kiriye pêşketiye. Di roja me ya îro de hêza ku li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li ser erdnîgariya Rojhilata navîn tirs li ser gelan dide avakirin şer dike jî gerîlayê Kurdistanê ne. Gerîlayên HPG, YJA STAR û YPG, YPJ ye. Ev çeteyên mirinê yên ku bûne bela li serê gelan û jinan, di milê hêzên modernîteya kapîtalîst ve ji bo ku ew polîtîkayên xwe yên li ser Rojhilata navîn jiyanî bikin hatine avakirin û bi hêz dikin. Ev çeteyên ku di serî de şoreşa Rojava û azadiya gelê Kurd xistine hedefê xwe li hember vane li Kobanê, Şengalê û Maxmurê û tevahî qadan de parastina gelê me û jinan dike jî gerîla yê Kurdin. Li hember van çetane tu kes li berxwe nade lê hêzên me yên gerîla li her cîhê gelê me û jinan di parêze û darbeyên pir mezin van çeteyên DAÎŞ’ê dide. Pêwîste raya giştî û tevahî gelê Kurd li hember ev berxwedaniya ku di Rojhilata navîn de pêşketiye bi ruhê  serferbertî yê tevlê bûyîn bidin çêkirin. Bi taybet jî ciwanên Kurd û jinên Kurd bila bizanin ku tenê yek rê ji bo rizgarî û azadî yê heye ew jî mezin kirina gerîlayê Kurdistanê ye. Ev hem weke erkekî welat parêzî jî ji me tê xwastin. Ji bo wê ji bila her kes bi ruhê seferbertî yê tevlê bibe. Ji bo ku ev tengazerî û qeyran dawî bi be yek çareseriya alternatîf heye, ev jî ne perçe bûyînê kur kirin, yekitî û tekoşînekî navend pêşxistin û ev erdnîgariya qedîm ji leystokên modernîteya kapîtalîst xilas kirin e.  
Bi ketina sala 31.de em ji herdeman zêdetir bi hêz û dinava berxwedaniyek bi rûmet dene. Her wiha îro tekoşîna azadiya gelê Kurd di her çar perçeyê Kurdistanê de berbi serkeftinê ve dimeşe û bûye hêviyê Rojhilata navîn. Li hember her cûrê deshilatdarî, paşverû, nûkertî û koletî yê bûye alternatîfê gelan. Şerê gerîla yê di Kurdistanê de di hûndirê xwe de alternatîfa jiyana azad derxistiye holê, di heman demê de hilbjêrka modernîteya demokratîk û pêşketinên ku derheqê azadiya jin de derketiye holê encamê tekoşînekî pir dijwar yê şerê 30 salî ye.
Soza me ji bo gelê me ewe ku emê bi ruhê 15’ê Tebaxê û bi lehengtiya rêheval Egîd re rastiya gelê Kurd yê bi rûmet bi parêzin û tekoşîna azadiya jin pêşde bibin. Ji bo ku em layîqê xeta lehengtî yê, rêhevalên xwe yê ku bi Bêrîtanan, Zîlanan despêkiriye û bi Arjînan, Binevş, Çîçek, Rozerîn, Rojîn, Rûken, Rêvan, Evîndar, Berfîn, Silava, Warşîn, Ruksen, Jiyan û Ronahî ya berdewam kiriye  layîq derbikevin û bi xeta rêhevalên xwe de soza bilind kirina tekoşînê didin gelê xwe.
Em carekêdin, salvegera cejna vejînê yê 30.tevahî gelê me, mirovahiya demokratîk re û gelên ku li ser erdnîqariya Rojhilata navîn de jiyan dikin pîroz dikin. Em cardin di bêjin wê berxwedanî ya me bi ruhê 15’ê Tebaxê re berdewam bike.
bijî Rêber APO!
bijî azadiya gelê Kurd yê bi rûmet û cejna vejînê 15’ê Tebax!
bijî rêhevalên me yên şehîd ê ku em di şopa wan de di meşin û xulikarên xeta fedaî ne!
bijî artêşa me ya gerîla a ku garantiya serkeftinê ye!
Bimre deshilatdarî, zordestî, zilim û her cûrê paşverûtî!
14 Tebax 2014    
Fermandariya biryargeha navendî ya YJA Star