‘’Divê oryantalîzm di wateya fikrên feylesofên Avrûpî yên di der heqê şaristanî û civakên Rojhilata Navîn de neyê pênase kirin. Oryantalîzm, di derbarê xwezaya civaka xwe de li cihê fikrên zanistî pêş xistin û ronakbîriya xwe ava kirin de xwe bi hegemonyaya birdozî ya modernîteyê ve girêdan û pêkhateya wî ya ilmî esas girtin e.’’

Rêber Apo

Oryantalîzm paradîgmayekî 400 salan e. İnşaaya zihniyetê ye. Kesayetiyekî wiha ava dike ku xwe li hember Rojvayê cihanê biçûk dibîne. Ji xwe bianî dibe, texlîta rewşenbîr, zanyar û pêlên ciwanan yê Rojavayê cîhanê dike.

Oryantalîstên  Rojavayê cîhanê Rojhilata Navîn biçûk dibînin. Îddîaya wan ewe ku Rojhilat paşde maye û cahil e. Van îddîayên xwe jî di esas de li ser rexne û êrîş kirina Îslamê ve binesaz dikin. Lewra divê bê zanîn ev nêzîkatîkî pir bi zanist e û di bingehê wî de mêtirsiyên birdozîk hene. Ji xwe ya bê zanîn ku Rojavayê cihanê bi van qaliban ve, hegemonyakî li ser zêhn daye ava kirin. Li gorî van qaliban Rojava navenda cihanê ye û her tişt li vir despê kiriye. Lewra ev rastî berovajî kirin e. Dayika her tiştekî Rojhilata Navîn e, hemû pêşkatinên mirovî tevî şoreşa neolotîkê ya ku xwediyê şoreşa ziman û çandiniyê  li Rojhilata Navîn pêşketiye. Ango mirov despêkê xwe li Rojhilata Navîn pênase kiriye. Ji zihniyeta anîmîst hetanî mîtolojî û felsefe di giştiyan de hewildana xwe pênase kirinê berbiçav e. Lê em binêrin, rojavayê cihanê van pêvojayan mîna pêvajoyên hov, paşverû, barbar dide nîşandan. Gelo serdemekî ewqas dewlemend ya ku lêgera mirovbûyinê tê de veşartiye mirov dikare ji nedîtî ve bê û bêje ku ev serdem ya hov û barbaran e? Ev bi zanebûn tê kirin. Ev şaristaniya ku ji Sûmeran ve heta roja me wekî modernîteya kapîtalîst tê jiyîn mîna pêşketin dayina nîşandan û serdema ku ji mirovatiyê re dayiktî kiriye wekî hov dayina nîşandan wateya wî çiye? Mirov li xisleyê şaritaniyê binêre pir vekîrî wê bibîne ku xisletê oryantalîzmê jî heman tişt in. Şaristanî li ser esasê çînayetî pêşketiye. Têkîlî hîyerarşîk in. Taybetmendiyên ku me ji bo oryantalîzmê rêz kirin yek bi yek heman demî de taybetmendiyên şaristaniyê ne jî.

Oryantîlîzm têgehekî ji aliyê Edwar Saîd derketiye holê ye. Saîd Oryantalîzmê wiha pênase dike; ‘’ Orîent di zaningehên Ewrûpî de dîsîplîn, sazî û faaliyetên di derheqê rojhilat de ye. Di aliyê din de di navbera Occident ango Rojava de cûdawaziyên bingehîn pênase dike. Wekî tê pênase kirin oryantalîzm epîstomolojî û ontolojiyekî xebatên Rojhilat dide meşandin e’’.

Lê ya girîng Oryantalîzm di bin binkede bal dikşîne ser nexşeya Rojava û di vir de Rojhilat li derva dihêle. Bi gotinekî din Rojava navendî dike. Oryantalîzm bi mantalîteya ‘EM’ û ‘EW’ tegînên xwe pêş dixe. Xeteriyên herî mezin jî li vir despê dikin. Ji ber li vir, ‘EM’ dibe, kirde, ‘EW’ jî dibe subje. Ya biryar dide kirde ye, ya ji biryarê bandor dibe ango di bin bandora biryarê de dimîne subje ye.

Oryantalîzm di alîkî de mîna ku lêkolînên di derheqê Rojhilat de ye. Di aliyê din de xwenasiya Rojava ye. Oryantalîzm pênaseya Rojhilat dike. Mafê pênase kirinê di destê xwe de digire. Bi zanist, felsefe û gelek lêkolînan dide nîşan dan ku tenê ew dikare her tiştî pênase bike. Ev jî cûreyekî despotîzmê ye. lewra bi feraseta ya min di  derheqê te de pêş xistiye rast e, dide afirandin. Ji xwe mafê pênase kirinê di destê kî de be ewe serwer, ewe hêz û desthilatdar. Ya balkêş eve ku oryantalîzm rêbazekî avakirina feraseta Rojhilat e. Ango ewê Rojhilatê cihanê di derheqê xwe de çawa bifikire wê dide diyar kirin.

Xusûsiyetekî din yê oryantalîzmê jî eve ku mêze kirina Rojhilat ji Rojava re dide diyar kirin. Di çand, wêje û hûnerê de xwe dide der û nêrînekî biçûk ditinê di xwe de dihewîne. Îddiaya oryantalîsta ewe ku Îslamiyet li pêşiya şaristaniya Rojhilat astengî dide ava kirin. Di bin qilifê ku Îslamiyet girtiye, mûhafazakar û dogmatîk de ye di esasê xwe de Rojhilat wiha pênase dike. Li gorî wan; Rojhilat paşde maye û sedemê wî jî dogmatîzma misilmantiyê ye. Oryantalîzm beşekî ji emperyalîzmê ye û wekî emperyalîzma çandî, dagirkirina zihniyetê tê bi nav kirin. Pêla oryantalîzmê piştî sedsala 17. bilind dibe. Belavbûna Îslamiyetê ya li Ewrûpa wekî xeterîkî tê dîtin û li hember wî gelek nîvîskar, lêkolînvan, seyyah berê xwe didin Rojhilat da ku rihê fethê yê İslamê fêm bikin. Bi vî ve kûlliyatekî mezin yê Rojhilat li Rojava kom dibe. Di wênesazî, wêje û endezyariyê de oryantalîzm wekî pêlekî bilind dibe.

Oryantalîzm despêkê li Ewrûpa bilind bûye. Armanç mezin kirina hegomanyaya Ewrûpa û biçûk kirina nirxên Rojhilatê cihanê ye. Ger yekî Rojhilatî nirxên civaka xwe nas neke, lê derketinên li Ewrûpa hemûyan bizanibe ew kes occisdîst e. Yên li ber pêla oryantalîzmê heliyane, civaka xwe biçûk dibînin, dayika xwe biçûk dibînin. Jê şerm dikin. Bi cil û bergên Rojavayî, bi ziman û çanda wan jiyan kirinê wekî pêşketin dibînin. Mem û Zin nizanin lê pasajên Romeo û Jûliet ezbere dikin. Zimanê xwe ji bîr dikin, li pey fêr bûna Îngîlîzî dikevin. Vana hemû nîşaneya bandora paradîgmaya oryantalîzmê ye. Lewra her çiqas kesên di vê karê de ked dane, keda wan bi nirx be jî di encam de hemû danehevên wan kom kiriye ketiye bin xizmeta emperyalîzmê û mîna diziya nirxan mora xwe daye li binê dîrokê.

Ji bo dagirkirinê hincet dayina ava kirin, jê re erd zemînekî çêkirin yek ji armancên paradîgmaya oryantalîzmê ye. Li gorî oryantalîstan Rojhilat li lêviya fetha Rojava ye. Ji ber ya pêşketî Rojava ye. Vê jî bi têgehên demokrasî, wekhevî û hwd dike. Lê di encam de tenê sed salîn dawîn mirov binêre wê bîbîne ku Rojava tenê êş û azar, şer û dagirkeriyê ji Rojhilat re aniye.

Ger hûn jî di tesîra van qaliban de bin, divê hûn bizanibin tarzê we yê fikrandinê ‘oryantalîst’ e.

  • Bi paradîgmaya dewlet, desthilatdarî, nîjatperest, zayendperest, hîyerarşîk fikrandin.
  • Aborîyê wekî pêşketinên endûstriyalîzmê dîtin.
  • Netewdewletî wekî diyardekî bingehîn xistina binkeyê azadiya civaka xwe.
  • Li şûna pîvanê exlaqî, bi cih kirina zagonên hûqûqê.
  • Çemka dîroka zilam ango feraseta his-story serwer kirin. Dîrokê wekî çîroka zilamekî, malbatekêi, qralekî dîtin û li gorî wî dîrokê şîrove kirin.
  • Çinayetî wekî bingeha pêşketinan dîtin û tekoşîna çînan mîna dîrok dîtin.
  • Feraseta meteryalîzma dîrokî. Wekî ku dîrok ji koletî, ewê ber bi feodalîzmê û kapîtalîzmê ve biçe ve şîrove kirin û vî wekî esasekî bingehîn dîtin.
  • Zordarî û dewlet wekî pêşketî-paşketî dabeş kirin.
  • Feraseta nakokiyan ku wekî hev tine dikin dîtin.
  • Bi çemka zanista pozîtîvîst tevgerandin.