Ma em bi hestên xwe re di têkiliyê de ne? Di hestên me û têkiliyên me de kîjan fikir diyarkerin? Ango fikrên ku van hestan tine dihesibînin, înkar dikin, ji rê derdixin, bi tirs digirin dest hene? An jî fikra ku van hestan dibîne, nas dike, penase dike, bi rêxistinkirinê hedef dike hene? Bi qasî qebûlkirina hestên me û ew penasekirinê, çawa bidestgirtina van hestan jî mijareke girînge. Ev diyarbûna hestan di jiyana me de ye. Di tercîhên me de, biryarbûna me de, çalakiyên me de û bi awayeke giştî di her kêliya jiyana me ya şoreşgerî de ya ku xwe dide hîs kirin ev e. Em tine jî bi hesibînin, em înkar jî bikin cardin diyarker e. Em nepixandî, werimandi jî bidest bigrin, xwe bi xapînin jî, bi awayeke ne li rê bidest jî bigirin cardin diyarkerin. Lê di vê destgirtinê de bi awayeke neyênî nebaş diyarker dibin. Lê heger em guhdarî hîsên xwe bikin, em li ser hestên xwe yên xemgînî, acizî, kelecan hakim bin her wiha em bi hestên xwe re di nava têkiliyeke bi pîvan de bin, em vê bi ser bixin, em li qiraxa û qoziyan belav nebin ev hest dikarin di aliyên baş de jî rist bilîzin. Heta dikarin di aliyê başiyê de jî diyarker bin. Li gor nêzîkatiya xwe ya baş û bi tendurustî em hestên xwe û nêzîkatiyên xwe yên ji hestan re di jiyana xwe de li gor zeman û mekan bidin rûnişkandin em ê sûda erênî ji wan bigirin. Di aliyên pozîtîf de wê encam bidin. Bi baldariya van mijaran em bi hestên xwe re têkiliyên erênî daynin, wan di ber çavan re derbas bikin, em zindîbûna hîs bikin wê her roja derbas bibe bi me re fêrbûnên hosta bide pêşxistin.

Rêber APO têkiliyên xwe bi hestan re wiha dinirxîne; “Min hest-fikrandinên xwe, ya herî girîng jî keda xwe, hewildana xwe bi pîvaneke gelek zirav sazûman kir û gihand asta vê sazûmaniya zirav… Mîlîtaniyek partîbûnê dikarim pir eşkere bibêjim ku xwe paqijkirina ji hest û fikrên bi qasî spiyekê ne. Her tim xwe dawerandin e. Ez her roj xwe paqij dikim. Niha ez bibêjim ez rojê çend spiya dikujim dibe ku hûn loma ji min bikin, lê ez her roj dikujim. Ev paqijiyeke û kesên wiha xwe paqij kirine bilind bûne, yên bilind bûne bi serketine… Fesadî ketiye nava hest û fikrên we. Pir kirêt- nexweşike, zêde ne tûj û zelalin… Li fikir û hestên xwe yên rojane mêze bikin, we di keritînin… Hestên we heta radeya dawiyê ku we bi zêdehî ji hêzê dixin… Ev heqaretek mezin e!.. Divê hestên mezin, fikrên mezin, çalakiyên mezin li we werin, yê we bin. Yê min ji bo min besin. Pêwîstiya we heye, ji bo girtina mezinbûnên wiha hûnê çima di nava înkara de bin, hûnê çima bê xîret bin? Hûn pir feqîrin. Di her aliyî de hûn feqîrin. Feqîrê hestane, feqîrê xweşikiyan, feqîrê pîvanan, feqîrê hîsan, feqîrê aliyên siyasî, leşkerî, feqîrê terz, tempo, uslub in. Ev hemû bi were pir zêde ne. Wan fetîh bikin. Ya herî girîng jî feqiriya pîvan û terbiyê ye. Ev di asta herî jor de û bi lez derbas bikin. Dûbare diyar dikim, ez van çekan pir baş bikar tînim. Mînak ez jî însana hestiyar dikim. Ev hêza hestên gel yê niha dijmin qehr dike. Li derdora min bi hest bûyîn, ez hertim bibîr anîn, ez hertim anîna ser ziman tê wateya lêdana dijmine. Ji min hezkirin li dijmin dayîne. Herkes vê dizane ku min hestên xwe, heskirina xwe anîye vê astê. Min ev çawa pêşxist min çiqasî bi nazikî pêş xist? Ji bo avakirina van hestan min salên xwe dan. We dersa hestan qet ne dîtiye. Lê ev çil sale ez vê dersê dibînim.”

  ‘‘Dersa Hestan’’ terbiyekirina hestan, naskirin wan ji bo me dibe perwerdeya heya dawiya jiyana me. Heya însan dijîn hest jî dijîn. Ji ber vê perwerdekirina hestan, terbiyekirin, bi pîvankirin jî weke hûnerekê heya dawiya jiyanê berdewam dike. Qada hestan qada herî zehmet ya ku mirov dibêje; “min xwe perwerde kir, min xwe nas kir, min xwe tehlîl kir, naskir” bi xwe ye. Heger ne wiha bûna Rêber APO ne di got “Ev çil sale waneya ku ez dibînim eve”. Têkiliyên me bi hestên me re pêş dikevin. Em çiqas di ferqa wan de bin, wan perwerde bikin, em ê xwe baştir nasbikin. Heger hertim têkiliyên me bi hestên me re, parvekirina me bi wan re tine be û em hestên xwe zindî nehêlin em nikarin wan bi wate bikin. Heger em nikaribin hestên xwe bi wate bikin em nikarin wan perwerde jî bikin. Em wan perwerde nekin em nikarin polîtîk jî bikin.

Hest çiqasî bi tendurustî bin, aqil herikbar dibe û biberhem dibe. Xetimandina hestan, di kêliyê de eliqî mayîn, aloziyan jiyan bike, dibe sedema kesê xwediyê van hestan bibe wek gêjan. Çiqasî bi aqil û zekî be jî xwediyê van hestan dibin wek gêja. Ev hest mirov dikarin bibin berbi fikrên bi nexweşî. Ji ber vê guhdarîkirina hestan gelek girînge. Lê wek mîlîtanên azadiyê yên serkeftî, azadîxwaz, têkoşervan divê em bikaribin dengê hestên xwe, gotinên hestên xwe, çi didin hîs kirin, bi aqlê xwe bi vîna xwe bi zekaya xwe ya analitik û hestiyar guhdar bikin û binirxînin. Pêwîstiya hestan jî bi paqijkirin-dawerîn, safîbûn û zelalkirinê heye. Em bikaribin bi çavê dil, bi hîs û sezgiyên xwe yên hindirîn, bi dîtina hindirîn di aqil û vîna xwe de dawerînîn û li wan mêze bikin. Dema em wiha bikin em ê bibin însanê bi tewazun. Lê em hestên xwe bêserûber, serberdayî, bê pîvan, bê zanîn bihêlin bi hinek deman re teng bigirin dest an jî hestên xwe zêde bi werimînin û xwe werimî nîşan bidin, an jî em hestên xwe bi têkiliya zekaya analîtîk û hestiyar negirin dest û terbiye nekin dibe ku em, hem hestên xwe hem jî tendurustiya aqlê xwe wenda bikin.

 Di hinek kêliyan de tenê hestên me serwerin. Aqil di van kêliyan de ne li pêşe ji ber em li hay ji xetayên xwe nînin. Bi bîranîna van xetayan em dikarin li ser van kêliyan rawestin. Bi vî awayî em bi ceribandinên xwe yên xwebûnê tecrûbeyan digirin. Her wiha di kêliyên ku êş û çoşên pir mezin jiyan dibin de herî zêde hestên xwînsariyê pêwîstin. Çima? Ji ber ev herdû hest dikarin mirovan bibin berbi aliyên dijber jî. Di vê mijarê de şert û merc, mekan jî li ser hestan tesîr dikin. Hest jî dikarin şert û mercan diyar bikin. Şert û merc jî dikarin hestan tesîr bikin. Divê em van herdû aliyan hertim li ber çavan bigirin. Bi mêzekirinek dîroka me ya şer em dikarin xwe di perwerdeya hestan de derbas bikin. Em dikarin “dersa hestan bibînin”.

Rêber Apo dibêje; “Bi qasî ku têra hemû jiyanê bike û di her kêliya jiyanê de derbasdar be ji hestên sînorkirin û bes dîtinê re firsend ne dayîn. Rê nedayîna van hestan… Serkeftin heye, lê ketina hewaya serxweşiya vê serkeftinê bi vebirî nabe. Heya niha jî derûniyeke wiha ku li ser min heye ez ji we re bêjim. Dema ez bi ser dikevim ez nakevim hestên serxweşiyê lê nerehetiyek pêş dikeve. Ango azwerî, zewq û ked bi temamî ji bo afirandina serkeftinê pêş dikeve û ez xwe di nava pêvajoya qezencan de dibînim. Piştî ez tiştekî bidest dixim êdî ew ji ya min bûnê derbas dibe. Ew dibe ya herkesî.”

Weke vê em dikarin gelek ceribandin û biwêjan zêde bikin. Ji van ceribandina dersa hestan ya ku em bigirin bi gotina Rêbertiya me “yên hestên herî mezin bi armancê re bidin girêdan, pêwîst bike dikarin dijmin jî di nava van hestan de bicih bikin.” Rêber APO di gelek dahûrînên xwe de pratîkên me yên şer, ceribandinên me yên partiyê, têkiliyên me yên jiyana civakî, têkiliyên jin-zilam bi berfirehî bidest girtine û nirxandine. Em dikarin kurteyek ji van nirxandinan wiha parvebikin.

…Hûnê xweşikiyê bidest bixin, azwerî û hestan jî pêş bixin. Ji bo vê ez dibêjim hûnê hinekî lêbikolin û zanibin têbikoşin. Têkiliyeke hestan ya bê tekoşîn nabe. Dema ez behsa têkoşînê dikim ez nabejim hûnê çavê hev dû derxin. Divê mijarê de bi tu awayî ez hinekî ji we re nabim hêvî. Hûn di famkirina nakokiyê de û ya herî girîng jî di derbaskirina nakokiyan de bi terzê bi pîvan nizanin têbikoşin. Di têkiliyên we yên heskirin û hestan de, di bertekên we de bêpîvanî heye. Ger di hestên min de jî bêpîvanî hebûna ma wê têkiliya Kurdan çawa bûna? Weke min got, wê bifetisiyana, biçûna û ti pêşketin jî çênedibûn. Ev tehlûke ji bo we gelek berbiçave. Hinek bibin xwedî wîjdan.”

Ji bo ku têkiliyên me yên hestan berbi aliyên başiyê de biçin divê em bi têkiliyên xwe re di nava parvekirineke bi tenduristî de bin. Encax bi vî awayî em dikarin encamên bi tendurustî bigirin. Di biryarên me de, şekilgirtina tevgerên me, tevlîbûna me ya şoreşê de, erkên ku em bicîh tînin de rista hestên me hene. Em çiqasî van hestên xwe bi awayeke kûr û bihêz bidest bigirin û bizanibin em ê ewqasî encamên mezin jî bigirin. Eksî vê jî dikare jiyan bibe. Aqilê ku bi hest û hîsan berbi biryaran ve naçe, hîs û hestan guhdar nake, ji van biyanî bûye her wiha aqlê bê rûh jî bûyereke din ya girînge. Ma çima em di gelek kêliyan de hîs-hestên xwe guhdar nakin, şens nadin ajoyên xwe yên hindirîn û hestên xwe? Em wan guhdar nakin, cîdî nagirin her wiha rêya rast ku nîşanî me didin nabînin û şens nadin wan. Dibe ku tesîra zanistperestiya Ewrûpa û pozîtîvîzmê li ser hest û zîhniyeta me jî kiribe. Ji ber vê em nikarin van rengan bibînin. Ev tesîra aqlê pozîtîvîst ku li rovaja zanistperestî pêşxistiye wiha ye; “aqil û hest du diyardeyên dijberî hevin. Hêza aqil ji ya hestan zêdetire. Aqil ji hestan çiqasî were paqijkirin û xwerû be ewqasî zelal û sexlem di xebite. Lê heger hêza aqil li ser hestan kêm bibe wê demê wê kar tevlîhev bibin.” Dibe ku ev fikir tesîr li ser me jî kiribe. Divê em ji xwe bibirsin. Ne zekayek tenê bi hestan bi xebite, ne jî aqilekî tenê bi mantiqê hişk û zuha bi xebite me polîtîk dike. Ango di avakirina pergalek demokratîk û azad de me nake kesayeta azad ya bi tendurustî.

Heger têkiliya me bi hestên me re di asta ne pênasekirin, ne naskirin, ne girîng dîtinê de be û tine hesabkirinê de be ev rewşeke gelek bi tehlûke ye. Rewşa însaneke ku hestekî bi hêz û kûr jiyan neke jî cardin wiha ye. Ev bêhestbûne û pir bi tehlûke ye. Divê însan li ser hestên xwe yên ku aqil tesîr dikin, ji rê derdixin, di fetisînin jî hakim be, ji wan rizgar bibe, bi awayeke tendurustî ji wan dûr bikeve. Hevberdana ji van hestan pêwîste. Li hemberî hestên însan bê hişyarî, bêrêzî, girîngî nedayîna hestan jî kêmbûna ji însanbûnê eşkere dike. Heger ev neyên derbas kirin wê însan berbi sînorên tehlûkeyan ve bibe. Rêber APO berî niha bi salan bal kişandiye ser tehlûkeyên vê mijarê; “Ya herî xerab jî hûn bêhestbûneke muthîş jiyan dikin. Faşizm bi rêbazên şerê taybet, bi şerê derûnî ajoyên heywanî yên didin kolekirin bi derfetên kolekirinê ve dide girêdan û însan ji cewherê wê dide valakirin. Bi vê rêbazê pir bi tehlûke însanan birêve dibe. Ajoyan bi enaniyetê didin axaftin. Herkes bi awayeke tirsnak enanî bûye. Herkes dikare ji bo berjewendiyeke xwe ya besît bibêje “bila cîhan hilweşe, bila hemû civak bi dawî bibe”. Ev encam wan kesan jî nade jiyan kirin. Lê ev wek bîrdoziyeke faşîst hatiye pejirandin. Bê heste, ji xwe hestên faşîzmê tine ne. Faşîzm însana dike celad. Piştî ku faşîzm însana bêhest dike, ji dagiriyê re vekirî dihêle, bi kar tîne û her karî dide kirin”. Ji bo kes neyê van sînorên bi tehlûke divê mirov hay ji hestên xwe hebe, wan bizanibe, bi nav bike, mezin bike bi hêza fikir û felsefê bilind bike û polîtîk bike. Ev bûyerek jiyanî ye.

 

Komîteya Jineolojî Ya PAJK’ê