Em roja 18’ê Gulan’ê mîna roja şehîdane bi bîrtînin. Şehîdê mezin yê yekemîn rêhevalê Hakî Karer û li pey wê agirê çaran û hîn zêdetir ew rêhevalên bi berxwedanî û lehengiyê xwe gihandiye roja me ya îro, di dîroka me ya partiyê de cihekê xwe yê bi wate girtiye. Şehîd, têgehên herî zor yên ku mirov derxîne zanabûnê û pewîstiyên wê bi cih bîne ye. Şehîd fêm kirin, mafê wan dayîn, li gorî wesiyetên şehîdan jiyan kirin, berpirsyarî û wezîfeya her şoreşgerekê ye.Wezîfeya yekemîn a ku şoreşgerekê bigire dest, bide jiyan kirin û ti carî ji tekoşîn û girêdana wana gav şunde ne avêje ye.

Hîna jî di bîra min deye, dema ku min got; ‘em bi çi rengî dikarin bîranîna rêhevalê Hakî Karer pêşwazî bikin’?

Hinek hevalan got; ‘em êrîşê polêsekê bikin, em ê bi vî rengî bikaribin bîranîna rêhevalê Hakî Karer pêşwazî bikin’. Ev fikir qet neketibû serê min. Temam, em ê rojekê wî qatilî bigirin, em ê sezayê wê provakatorê bidinê. Ev ya dibe, lê bes me vê ya baş dît ku ev ya wê nikaribe bîranîna wî rizgar bike. Piştî fikrandineke demdirêj ku hate çêkirin, di heman salê de me bernameya partiyê di qonaxa ku rêhevalê Hakî Karer têde şehîd ketiye de pênûsê girte dest û ez di wê baweriyê deme ku me li gorî xwe bi awayekê lihêtî bîranîna rêhevalê Hakî Karer pêşwazî kir. Ew fikir em ji grubekê hêsanî a ciwanan, berbi biryardariya rewşa grubekê de dan herikandin.

Wê dîrok jî rojekê ji vê keda me ya dîrokê re bibêje, we sedsalekê qezenç kir û we di dîroka netewî de weke kevirekê bingehîn cihê xwe dît. Şehîdê yekemîn yê partîbûnê rast fêm kirin, pêwîstiyên wan bi cih anîn, bûna xwedî rolekê pir girîng e. Di bîranîna şehîdan de israr, pêwîstiyên wê bi cih anîn, di kesên ku jiyan dikin de anîna rewşa xeteke bi mîsogerî a jiyanê ye. Ev xet jî wekhevî xeta şer e û heya xeta şerê gel jî bi xwe re dide herikandin. Yên ku nizanibin bi vî rengî girêdayî şehîdan bin, weke ku bi mîsogerî bêhurmet in, wê ti carî jî neyên asta kesayetên bi nirx û bi hûrmet.

Yê ku mafê şehîdan nede, yên ku bîranîna wan esas negire û nexe bingehê xwe ê jiyanê, di rastiya partiya me de wê neyên asta milîtanên bi têkûz. Di xeta tekoşînê de dawî anîna ji hemû kêmasiyên xwe re, mirov wê bikaribe girêdayî bîranîna şehîdan bimîne. Yên ku şehîdan bi vî rengî bi wate neke, bi devê xwe çûka jî bigire di vê dozê de wê qet wate û nirx îfade neke.

Hemû pêwîstiyên demê hatin esas girtin. Hîna nîv sal li ser şehîdan re derbaz nebibû, me got pêwîst e bibin partî. Ji ber ku rêbaza pêşwazî kirina bîranîna şehîdan a herî rast ev bû. Me got pêwîst dike ku yekser bi ser hêzên tarî û yên ku rast e rast dijmin in de biçin. Me çalekiya xwe a yekemîn bi bîranîna rêhevalê Hakî Karer re li darxist. Bi qasî ku ji bîranîna şehîdekê re maf neyê dayîn bi çi rengî berbi tarîbûnê de diçe, di heman demê de ger ku mafê wê jî were dayîn, di cihekê ku qet neyê bi hêvî kirin de rê li ber pêşketinên mezin vedike.

Şoreşgeriya çep a Tirkiyê, di roja me ya îro de pir bi awayekê belengaz û lewaz e. Ya rastîn dema ku ev pêngava şoreşgerî destpê kirin jî, bi ruxmê darbeyeke mirinê jî xwarin, cardin jî bi hêz bûn û em jî dibin bandora wê germahiyê debûn. Bê guman ger ku şoreşgeriyeke bi vî rengî dibin bandora darbeya mirinê de bimîne, pêwîst dike ku di bingehê wê de li hinek lewaztî û kêmasiyên şoreşger û pêşengê wî de bigere.

Şoreşgeriya Tirkiyê, di salên 1970’an de bi qasî teorîk bû, di meriyetê de pir bi kêm û kûrtî ya herî girîng jî bê amedekarîbûn û kêmasiyan digirte nava xwe. Lê belê baweriya wan a bi şoreşê, biryarbûyîn di hinek kesayetan de heya di rêxistinbûyîna wana de di asta lehengiyê debû. Di astekê bi wî rengî de bûn ku di pir waran de em jî bi bandor kirin.

Tekoşîna ku îro em didin meşandin, ketiye qonaxekê xwe yê mezin û di rojhilata navîn de bûye xwedî bandorekê mezin. Ji bo ku bûrjuwazî leqebê xwe bi şoreşgeriya Tirkiyê bike digire devê xwe. Şoreşgerên kevin çawa li beramberê karekê hêsanî ji bo xwe xizmetê dikin? Ji bo ku bîranînên xwe zindî bikin, ji bo ku bi coş bikin didin bikaranîn. Şoreşgeriya ku xwe dixe rewşekê bi vî rengî, şoreşgeriyekê ku mirov hem pê bikene û hem jî ji hêrs bibeye. Pêwîst dikir ku ew berxwedanî, ew şahadet û ew êşkence bê bersiv nema baya. Li ser wan xwînên sor, binavê ku partiyeke ya evîn û şoreşê daye ava kirin, di encam de çiqasî partiyeke a evîn û şoreşê ye bi gumanên mezin dagirtî bû.

Encamên çeyreka sedsalê anîna berçav girîngiyekê bi xwere digerîne. Îro di Tirkiyê de tevgerên şoreşger hene. Lê belê ew qasî lewaz, ji naveroka bîrdozî, pêngavên şoreşgerî yan jî herî kêm kesên ku xwe bi rengê ku bi tecrûbene didin nîşandan, ji pergalê re ewqasî stûyê xwe xwar kirine ku serkeftina 1970’an hêvî kirin xeyal e. Şoreşgeriya 1970’an di rastiyê de bi ruxmê hemû kêmasî û şaştiyên xwe bi lehengî bûn, xwedî bawerî bûn, bi qasî ku di hate xwestin li himberî pergalê serî radikirin û pir baş dixwestin fêr jî bibin. Lê belê dem nedîtin û ya herî girîng jî zemînên ku kesayeta xwe gihandîbûnê, wana teşvîkê kêmasiyan dikir. Li ser wî zemînê dikaribûn şer jî mezin bikin, lê belê ne şereke serkeftinê bû.

Di vê wateyê de bi mîsogerî em wan lehengan gunehbar nakin. Bi ruxmê wê zemînê, ew serî rakirina mezin bêhempa ye, ji mejî wê ti carî neyên ji bîr kirin. Di dîroka tekoşîna me de, serî rakirinekê di hemû kêliyan de bi hûrmet û minnet were bi bîranîne. Lê bi ruxmê vê di demekê kin de tesfiyebûna wan, di tarîtiya dîrokê de jî navên wan ne hate bîranîn.

Li ser wê jî pir partiyên birjûwazî yên bi rengên cuda, bi awayên herî faşîstane ji misilmaniyê jî hesap xwestin. Xwarina vê mîrateyê xemgîniyê dide û ya herî girîng jî bê cîdiyetbûn, xistina mijarekê henek pêkirinê, li ser vê mîrateyê jî ewqas leyîstok dayîna meşandin, ew qasa jî bi hêrs dike. Ew zemînê xwe dispêre vê serî rakirina bi lehengî û ger bi israr in ku wê bi serbixînin, wê demê serkeftina wê girêdayî çi tiştî ye, pêwîst dike ku were nîşandan.

Di tehlîlatên şoreşgeriya PKK’ê de jî tiştên ku derdikevin, li himberî pergalê çiqasî bi îsyanî serî radikin bila rabikin, kesayetên ku dibin bandoriya pergalê de mane, wê nikaribin xefkên pergalê bi bin bixin. Şerê milîtaniyê, ger ku li himberî hemû bandoriyên pergalê bi awayekê bê eman neyên meşandin, herî dawî jî wê têkevin xefka pergalê. Li ser vê yekê wê nikaribin bawerî û armancên xwe ji wê xefkê rizgar bikin. Wê nikaribin xwe ji çarçor kirina mîrateya xwe rizgar bikin.

Em vêna bi awayekê vekirî dibînin. Di ceribandina yekemîn a PKK’ê de diviya bû xwe di sedan pêşketinên neyênî de pozber bikiraya, lê belê hem meriyeta me a bi înad tehlîl kirî, asta wê me aniye rewşa şerê me yê bingehîn. Şerê me yê ku kesayetan tam xistiye kesayetên ku bi şoreşgeriyê re bûye yek, di zemînê van lewaztiyan û bi taybetî jî di şênbera Tirkiyê de bûye bersivekê mezin. Ev bersiv di bingehê serkeftinê de radize.

Aqilê zilam ê ku şaristaniyê bi cinawir kiriye ( bi hezaran hileyan, derewan, cinawirên şer, berovajoya bîrdozî, bi kinasî aqilê ku civak û derûdora xwe dirûxîne, ji dengê teneke pêştir ti dengî nade, aqilê analîtîk) ji jina bê wê nikarê re piştî ku pêkanîna van guncav dibîne, ma ji civaka mirovan re û derûdora xwe re wê çi neke? Ev aqil rawestandin, encex civaka exlaq û polîtîk a ku rûxandiye ji nû ve were bi cîh kirinê re gengaz e. Ya herî rast, encex li ser vê bingehê dikare destpêke nû bike. Tenê sedema ku hêmanên aqilê analîtîk girtine, beramberî pergala şaristaniyê careke din pêşxistina pergala şaristaniya demokratîk girîngiya xwe bi şewat weke erkekê li pêşberî me disekine. Ji aqil re nirxeke mezin dayîn a eslî ye. Aqilê civakî rastiyek e. Civak bi xwe qada ku aqil lêhûr dibe ye. Çi wateya bêhêvîbûnê tine ye. Dengeke din a ji tevayî pîroziya diherike heye ku, dibêje; ‘me aqil da we, bes di riya şer de na, di ya xêrê de bikarbînin. Wê demê hunê her tiştê ku ji we re pêwîst e dest bixin.’ Bi rastî jî divê em vî dengî hem bigirin û hem fêm bikin. Hişyariya civakê jî dengê wijdana tê gotin û dengê exlaqa nayê berdan jî vê dibêje. Pêwîstiya bihîstina hunera azadiyê ya tiştên dixwaze bi cîh bîne jê re polîtîka civakî tê gotin jî ev deng e. Xebatên civaka demokratîk pratîka vî dengî ye. Pergala şaristaniya demokratîk teoriya vî dengî ye.

Divê jin ji bona siyaseta demokratîk bixebitin. Akademiyên ku min pêşniyar kirine de jin dikarin bigihin û xwe bigihînin. Di heman şêwazî de divê di akademiyên din de jî bi hezaran mirov bêne gihandin. Xebatên akademiyê pir girîng e. Di vê akademiyê de ji werzîş heta siyasetê, ji hukuk heta felsefeyê, heta xebatên kargehan, xebatên çand û huner jî di nav de dikarin her cure xebatên xwe birêve bibin. Dîsa divê xebata vê akademiyê her derûdoran bigire nav xwe. Mînak xwendevaneke zanko jî, jineke malê jî divê di nava vê xebatê de cîh bigire. Demekê enstutiyên gundan hebûn. Hewl didan ku heman xebatan bikin. Lê akademiya ku ez pêşniyar dikim, enstutiyan derbas dike. Nav ne girîng e. Dikare akademî jî, enstutî jî bê gotin. Di der û dora malbat û jinê de ava dibe. Jin hilberîner in. Dikarin bi hilberînên xwe re pirsgirêkên aborî çareser bikin. Mesela dikarin bi kirêkirina rezekê ve çandiniya organîk bikin. Bi vî awayî dê çareserkirina pirsgirêka bêkariyê de tevkariyeke wan çêbe. Xebata jin heyecanê dide min. Jin dikarin bi xwe bawer bin. Ger di azadiyê de lêhûr bibin, tişteke ku ser nexin tine ye. Divê bi Akademiyên Siyaseta Demokratîk ên Jina Azad re zanebûna jinê pêş bixin û bi dehan jina perwerde bikin. Hîna ku di civakê de ti pirsgirêk ne hatine çareserkirin, pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka jin, pirsgirêka perwerdeyê, pirsgirêka bêkarî li holê ye, diçin behsa zewacê dikin. Lê jin bi zewacê van pirsgirêkan hezar qetî zêdetir dijî. Bi navê namûsê tê kuştin, lê tê xistin, dujîn têne kirin. Dîsa jî jinek dernakeve nabêje ‘em van pirsgirêkan nîqaş bikin û çareser bikin.’ Ev pêwîstiya welatpareziyê ye. Divê jin saziyên xwe ava bikin. Divê jin di vê mijarê de qiyametê rabikin. Ger akademî saz bibe dê pirsgirêka jinê jî rojev bibe.

Bi dehan, hezaran pirsgirêkên jin hene. Ev encex bi akademiyê ve dikare çareser bibin. Dikarin qehwexaneyekê, malekê, qadekê bigirin û divê li wê derê bikaribin bi rojan nîqaş bikin û çareseriya biafirînin. Ev e di van deran kuştinên namûsan hene, li wan tê xistin, dujîn ji wan re têne kirin, divê em ji vê re çareseriyê ava bikin, bibêjin. Bila tim di akademiyan de bêne gel hev nîqaş bikin, tiştek jî nebe dê zihnê wan vebe. Siyasetmedar ji van deran derdikevin. Perwerdeya akademiyan naşibe perwerdeya asayî ya dibistanên dewletê. Buyera ku jê re civaka vekirî tê gotin, bi xwe ev e.

Divê ji bo demokratîkbûna civakê nêzîkbûneke ekolojîk, azadiya jinê, aboriya civatan û ji bo azadiya jinê jî azadiya jinê ya zayendî, ji bilî van divê jina azad û zilamê azad bê avakirin. Jin, Konferansa Jinên Nav-neteweyî û Rêveberiyên Herêmî saz dikin. Ev tiştên girîng in. Lê kombûn û axaftin têrê nake. Dema ku bi pratîk nebe, jin neyên perwerdekirin, serwext nebin ev zêde ti wateyê rave nakin. Ez nabêjim bila ev neyên kirin, lê ya girîng e lêhûrbûna wan ya azadiyê û azadbûna wan e. Divê jin girîngiyê bidin xebatên çand û huner. Divê xwe pêş bixin, di her qadê de werzîşê bikin, taximên werzîşê saz bikin û xwe bi awayeke bedenî ve jî bihêz bikin. Pêşkeftina wan a fîzîkî û ruhî girîng e.

Divê tevî dewletê civak bê demokratîk-kirin. Riya vê jî di her mijarê de di tevayî qadên civakê de bi pirsgirêkan ve eleqeder rêxistinbûne. Ew rêxistinên ku li Konyayê jê re dibêjim komîn van rave dikin. Ev e bi pirsgirêka jinê ve eleqeder, bi pirsgirêkên derûdor ve eleqeder, kêm netewan ve eleqeder û hwd. ên ku bêne bîra me bi bûyer û diyardeyên civakî ve eleqeder bi şêwaza komînan, divê rêxistin bêne avakirin. Komînên çandiniyê, komînên gundan, komînên taxan û hwd. dikare bê zêdekirin. Dîsa dibe ku weke mînakeke biçûk bê dîtin, lê mînak, dikare komalayên parastin û zêdekirina darên berû bêne sazkirin. Di her gundî de bi sedan darên berûyan çandin pir girîng e û dê sud bide. Em dikarin tevayî xwezaya xwe bidaristan bikin. Tevayî ev rêxistinên sivîl dema ku di bin sîwana Konfederasyona Civaka Sivîl û Komînalîzma Demokratîk de kom bibin, dê hêzeke pir mezin a demokrasiyê derbikeve holê.

Divê Kurd bêyî hedefkirina desthilatdariyê, hedefa civaka demokratîk pêk bînin. Pêşniyara min ji Kurdan re bila di her qadên siyasî, civakî, aborî û çandî de, rêxistinên sivîl ên demokratîk saz bikin. Divê van ji dewletê hêvî nekin. Divê em vana bi hêza xwe ya cewherî ve ser bixin. Komalayên derûdor, komalayên derdorên-femînîst, rêxistinên kedê, saziyên şêwirdariyê û hwd. bi hezaran komalabûn, rêxistinbûn dikare pêk were. Bi sazbûna derdorên-femînîst ve berfirehbûn û gihiştina gel de dikarin pêşiya kuştinên kevneşopiyan û namûsê bigirin. Divê di vê mijarê de civak û jin bêne zanekirin. Encex wê demê dikarin azad bibin.

Min hewl da ku civak jî çawa qasî jinê hatiye çewsandin û dagirkirin vebêjim. Yanê min di paraznameyên xwe de jinik-kirina civakan dahûrandiye. Nexasim di roja me de em di demeke wisa de ne her ku diçe jiyan bê wate dibe. Min hewl da ku Ji bo derbaskirina bê watebûna jiyanê, hedefkirina azadiyê û xwe girêdana bi azadiyê ve girîngiya tê xwestin vebêjim. Nexasim ji bo derbaskirina ew rewşa bê watebûna ku jin di nav de dijîn, divê jiyaneke bi îdia ya ku rewşa wan a heyî derbas dike hedef bigirin û xwe bi azadiyê ve girê bidin.

Civakên herî kevin civakên dayîksalarî ne. Nêzîkbûnên min ji pirsgirêka jinê re tên zanîn. Ji bo bigihin azadiya xwe ya ramanî, siyasî û felsefî min kedeke pir mezin raber kir. Min bîrdoziya azadiya jin ji bo azadbûna wan pêşxist. Bi kurtasî dixwazim vê bêjim. Min di mijara azadiya jinê de pir baş xwe gihandiye. Ez di mijara jin û azadiya zayendî de, bi awayeke felsefîk li cîheke pir girîng im. Ez dixwazim ji bo tevayî jinan vê bêjim. Ji hêla rizgariya jin a ji bin serdestiya pênç hezar salî derbikeve divê xebatên pir girîng bêne kirin û xwe baş pêş bixin. Divê pir bixebitin û pir rêxistin bin.

Jin û keçên ku diyar dikin bi min ve girêdayîne hene. Ger bi min ve girêdayî bin, an jî di riya azadbûnê de cidî bin, divê şoreşa siyasî û hişmendiya jinê pêk bînin. Ango ez dixwazim bêjim ku azadiya zayendî bi tena serê xwe têrê nake. Ev mijareke baweriyê ye. Azadiya jinê ne kareke hêsan e. Ez ê her demê tevkariya wan bikim.

Ez şervaneke azadiya jinê me. Di vê mijarê de pir radîqal im. Ji bo min jin pir girîng e. Min di asta xwedawend de nirx da jinê. Dahûrînên min ên di der barê jinê de têne nasîn.

Divê di her qadên ku bê bîra we de hun xwe birêxistin bikin. Dikare di mijarên koperatîfên çandinî û aborî û pirsgirêkên der û dor de komala bêne sazkirin. Dikare di mijarên rêxistinên civaka sivîl ên bi pirsgirêkên jin ve eleqedar û ji bo pêşxistina çand û zimanê Kurdî komala werin saz kirin û xebat bêne kirin. Xweseriya demokratîk wisa di her qadê de birêxistinkirinê ve wê jîndar be.