Ji çapemenî û raya giştî re

Di van rojên ku tevgera me ya azadiyê bi êrîşeke dijwar re rû bi rûye, di serî de qada Dêrsimê, li hemû çeperên berxwedanê şerên giran diqewimin. Li hember van êrîşên dijwar gerîla berxwedanî û qehremaniyeke bêhempa raber dike. Li qada Dêrsimê ku hêjî lê pevçûn û şerên mezin diqewimin, di 27-29’ê Nîsanê de rêhevala me Hindîstan Penaber, tevî grûbeke hevalan bi wêrekiyeke mezin şer kir tevlê kerwanên şehîdan bû. Bi vê boneyê wek xebatkarên çapemeniya YJA Star’ê em di şexsê hevrêya xwe Hindîstan de tevahî şehîdên Dêrsimê bibîrtînin û birêzdarî bejna xwe li hember qehremaniya wan ditewînin.

Rêheval Hindistan salên dirêj li Navenda Çapemeniya YJA Star’ê bi rengek aktîf kar û xebat da meşandin. Di çapemeniya me de kedeke wê ya pir mezin çêbû. Li kuderê pêdiviya xebatê hebû, heval Hindîstan bê teredût û bêhesap beriya me hemiyan berê xwe dida wê qadê.

Dibe ku pir kes jiyan nekiribe. Lê piraniya wan ji bernama Herdem Gerîl Jin ew nas kirin. Hinekan jî bi riya nivîsên wê yên cûr be cûr ve naskir. Hindîstan bi kar û xebatên xwe, bi deng û rengê xwe tevahî sînor derbas kir û di dilê her mirovek azadîxwaz de cihê xwe girt. Hindîstan bi van xebatên xwe her li gel rêhevalên xwe yên gerîla bû. Dixwest hevrêyên xwe yên gerîla bi rengê wan ê herî xwezayî bi herkesî bide nasîn. Ji bo wê gerîla bi kenê xwe bedew bû. Her digot; “Gerîla bi kenê xwe bedewtir dibe, ji ber di nava wî kenî de êş, jan, bêrîkirin û hesreta azadiyê veşartiye.” Ji ber wê di tevahî dîmen û wêneyên wê de, di nivîsên wê de gerîla bi rûkeniya xwe ya herî bedew ve derdiket pêşberî me.

Hevala me Hindistan ji tevahî karên şoreşê re bi rengekî cidî nêz dibû û heya ku bi ser nexista teqez dev ji wî karî bernedida. Bi vî rengî di hemû kar û xebatan de bi jêhatîbûn, zindîbûn, coş û kelecana xwe, cihê xwe di civata rêhevalên xwe de digirt. Ji bo Hindîstan hemû qadên jiyanê qadên cengê bû, bi vê zanebûnê bi tevlêbûna xwe ya aktîf herdem serkeftin esas digirt û bi ser jî xist.

Rêheval Hindistan bi qasî ku rojnamevaneke serkeftî bû, gerîlayeke ku di hemû qadên jiyan û çalakiyê de xwedî tevlêbûneke serkeftî bû. Ji ber wê bû ku piştî ked û fedekariya ku di xebatên çapemeniyê de daye, berê xwe da qada cengê ya herî dijwar. Bi israreke mezin berê xwe da sewdaya xwe Dêrsimê. Bi salan ji bo berê xwe bide vê qada zor û zehmet pêşniyarên xwe ji rêxistinê re ragihand. Ev pêşniyara wê di sala 2014’an de hat qebûlkirin. Wekî ku dinya hemû bûbû ya wê, hêvî, hesret û heskirina rêhevalên xwe xiste dilê xwe û dest bi vê rêwîtiya xwe ya watedar kir.

Heval Hindistan 3 salên xwe li Dêrsimê tije tije derbaskir. Her roja li wir derbas dikir weke ku hêjî deynê xwe yê li hember şoreşê nedaye, bi rengek aktîf û bê hesap berê xwe dida her erka rêxistinê. Herî dawî, tam jî bi rengekî layîqê vê tevlêbûn û keda wê ya bi salan, bi qehremanî û wêrekiyeke mezin singe sing bi dijmin re kete nav pevçûneke dijwar û heya guleya xwe ya dawiyê şer kir û tevlê karwanên şehîdan bû.

Bêgûman wek rêhevalên heval Hindistan li hember vê sekna wê ya qehreman, em bi serbilindî şehîdbûna hevrêya xwe pêşwazî dikin. Em di wê zanebûnê de ne ku di van rojên ku şerên dijwar li tevahî qadên gerîla diqewime, barê me ji herdemê zêdetir giran bûye.

Bi vê zanebûnê emê bi tempo, bi tevlêbûn, fedekarî û qehremaniya hevala xwe Hindistan berê kadraja xwe herdem bidin qadên cengê. Emê berxwedanî, wêrekî û fedekariya ku hevrêyên me yên gerîla li her qadê didin ji tevahî mirovahiyê re raghînin. Mîna Hindistan emê jî herî zêde kenê gerîla yê ku hemû wateyên jiyanê di hembêza xwe de radike, nemir bikin.

Bi vî awayî di serî de Malbata me ya welatparêz, malbata Yûksek, malbata heval Bedran Cûdî, malbata heval Zozan Botan, em ji tevahî gelê Mexmûrê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din li hemer rastiya gelê xwe yê Botanê yê qehreman, em soza xwedî derketina li van nirxên giranbiha didin. Emê bi kar û xebatên xwe, bi tekoşîna xwe ala berxwedanê ya hevrêyên xwe yên şehîd bighînin serkeftinê. Bi vî rengî jî wê ti carî pênûs û çeka hevrêya me Hindîstan a ku bû şopdara Gurbet Ellî, Arjîn, Denîz û Nûjiyan’an li erdê nemîne.

Navenda Çapemeniya YJA Star

9 Gulan 2017