Ger ku jiyana PKK’ê bi deryayê re were şibandin, mirov dikevin nava lêpirsînên ku ewê bi çi rengî cihê xwe di nav de bigirin? Li ezmanên deryayê, ewrên şîn, li ser rûyê wê keştiyên zîvîn, di hundirê wê de masiyên zer û di binê wê de kevzên kesk hene. Gelo ez bibim ewr, an keştî, gelo bibim masî, an jî bibim kevz. Bi bersivên cuda cuda ve her kes cihê xwe diyar dike. Lê ger ku jiyan ji kuranî ve were fam kirin û mirov wêrek bin ewê bibêjin ezê bibim derya, bi ewr, bi keştî, bi masî û kevzên wê ve. Yek ji van kesên ku biryara bûyina deryayeke ku jiyana PKK’ê bi her tiştê wê ve di hundirê xwe de bihewîne daye rêheval û fermandara kedê Axîn Seydo ye.

 Ew ji Botana dîrokî û dilê Kurdistanê ye. Botana ku malxweyî jî gelek împeratorî û mîrnişîniyan re kiriye û xwedî mîrateyeke dewlemend e. Bi deşt û çiyayên xwe, bi gel û çanda xwe ve, ew warê berxwedanî û serhildanê ye, warê cengên girane, ew cihê ku şoreşa me ya çekdarî lê destpêkiriye ye, ew malzaroka guleya yekemîne ku mejiyê dagirkeriyê perçe kir û bi roja 15 Tebaxê ve mizgîniya rizgariyê û hatina cejna vejînê daye gelê Kurd e. Çi serbilindiyeke ku mirov di bajarekî bi vî rengî de ji dayik bibe û mezin bibe. Belê di sala 1989’an de caneke nû bi ruh dibe û bi navê Menfiyet Elçîçek mizgîniya hebûn û hatina xwe dide gelê Botanê. Li ber ronahiya find û çirayan bi kilçîva kildanka hêviyê ve çavên wê kil dikin. Ew ji eşîreta welatparêz ya Sorî ye. Menfiyet weke pîvokeke zozanan bi çanda Kurdîtî di nava jiyana koçeriyê de mezin dibe. Ew weke her koçerekê, dilpak û zaroka xwezayê bû. Li zozanan weke xifşeke nûgihayî li ser lat û zinaran dibeziya, jiyan nas dikir. Ew xwedî dilekî tije hezkirin bû û bi kedê mezin bibû.

Ji ber welatparêziya malbatê, Menfiyet ji zarokatî ve partiya azadiya Kurdistanê nas dike. Partiyê ji nêz ve nas dike û xwe weke perçeyeke ji wan dihesibîne. Ev mezinbûna li ser çand û exlaqê Kurdî her wiha ji sîstemê dûr, di çiyayan de jiyan kirin, dihêle ku hîmê jiyana xwe bi awayekî saxlem deyne.

Bihara Jiyana Xwe Bi Haveyna Azadiyê Ve Meyand

Her roja ku Menfiyet mezin dibû bêhtir bi hevalan ve dihat girêdan. Her wiha di malbata wê de gelek tevlîbûn çêdibûn, ev li ser wê bandoriyek ava dikir. Lê tevî temenê xwe yê ciwan jî xebatê milîstiyê dikir û kedeke pir mezin dida. Wê jiyana xwe bi kedê dida rêsandin, weke ku pêşiyên me dibêjin ‘’Heya ku kefa dest reş nebe tama dev jî xweş nabe’’ Felsefeya jiyana Menfiyet jî bi ked dayinê, jiyan xweşik kirin bû. Êdî hatin û çûyîna hevalan bibû perçeyek ji jiyana wê. Lê dema ku cara yekem şehadeta hevalên ku wana nas dikir û dihatin gel wan dibihîze, di kûraniya dil û mejiyê xwe de pê dêşe û bandor dibe. Ev şehadet dibe nuqteyek li pêşiya jiyana ku heyanî wê demê jiyan kiribû û dihêle ku bi şêweyekî nû hevoka jiyana xwe ya nû binivîse. Şehadeta hevalan kîna wê li hember dijmin pir mezin dike û biryara ranewestandinê ta ku tola wan rake, dide. Bi vî rengî bi haveynê biryara bûyina gerîlayeke azadiyê ve bihara jiyana xwe dimeyîne.

Wê Carekê Berê Xwe Dabû Germahiya Tavê, Pê Re Keniya Bû û Pê Re Bibû Yek

Menfiyet di rojeke pîroz de, roja 15’ê Tebaxa sala 2011’an de bi navê Axîn Seydo ve tevlî nava refên gerîla dibe û vejîneke nû pêk tîne. Her çendî ji jiyana li çiyan ne dûr be jî, lê niha ne weke koçerekê li ser wan çiyayan jiyan dike, êdî ew şoreşger e. Heval Axîn di her rojeke ku derbas dibe de, dixwaze Rêbertî ji nêz ve nas bike, ji ber ku wê xwe gihandiye wê qinyatê û di ferqa vê de ye ku ancax bi naskirina Rêbertî ve dikare bibe ya xwe, dikare bibe pêşengeke rasteqîn û kesayeteke serkeftî. Di jiyanê de her dem di nava ked û hewildana qezenc kirina vê rastiyê de ye. Ji ber ku wê berê xwe dabû germahiya tavê û dixwest pê re bibe yek. Heval Axîn di dibistanên pergalê de nexwendibû, di vê mijarê de xwe pir bi şens didît. Ji ber ku di asteke pir jor de mejiyê wê neketibû bin nîrê dibistanên sîstema faşist û di devê keftarên sîstema lîberalîzmê de nehatibû cûtin. Wê weke zarokekê bi çavên tije meraq û hêvî ve dest bi xwendina xwe ya bingehîn di dibistana PKK’ê de kir. Ji xwe jiyana PKK’ê bi her kêliyeke xwe ve ji bo wê mamoste û fêrkera herî mezin bû. Heval Axîn her roja ku tiştekî nû fêr dibû, dixist nava jiyana xwe û bi vî awayî kesayeta wê bi taybetmendiyên zêrîn ve teşe digirt. Taybetmendiya ku herî zêde di heval Axîn de bi awayekî berbiçav derdiket û her kes jê bandor dibû, kedkariya wê bû. Kê bidîta wê bigota qey ev bi salane tevlî bûye, lê ji ber ku ew keçeke koçer bû, her tişt bi kedê bi dest xistibû. Yek ji felsefeya jiyana wê jî ev bû ku çêja jiyanê kede, ked jî hezkirin û mezinkirina jiyanê ye, jiyana mezin jî buyîna xwedî armanceke mezine, armanca mezin jî xwe gihandina azadiyê ye. Li ser vî esasî tevlî civata pkk dibû.

Ramanên Xwe Bi Destara Felsefeya Azadî û Xwebûnê Ve Hêrand û Li Bêjinga Heqîqetê Da

Rêheval Axîn piştî ku tevlî bû, Mawayê sê salan li qada Botanê gerîlatî kir û di nava pratîkê de pijiya. Êdî şitla wê hinekî din mezin bibû û dixwest ku hîn xurtir û geştir bike. Ji bo ku koka dara wê bi berfirehî xwe berde nava axê û berheman bide, di sala 2014-2015‘an de berê xwe dide herêmên Parastina Medyayê û derbasî akademiya Şehîd Bêrîtan a jina azad dibe. Bi tevlîbûneke xurt ji tevahî hevalan re dibe mînak, her wiha xwe di gelek lêpirsînan re derbas dike, da ku bikaribe di şerê gelê şoreşgerî de rolê pêşengtiyeke rast hilgire ser milên xwe. Wê bi xwendina pirtûkên Rêbertî ve ramanên xwe di destara felsefeya azadiyê de hêrand, li bêjinga heqîqetê da û bi vî rengî bi awayê jina azad xwe ji nû ve vejand. Bi girtina bawernameya xwe ya fermandartiyê perwerdeya xwe bi dawî kir. Ew ne tenê fermandara jiyan û şer bû, esas ew çavkanî û avzema manewiyatê bû, di nava dil û mejiyê her rêhevalekî xwe de bi leza xezalekê cih digirt. Wê bi xwe jî herdem ev tişt tanî ser ziman ku di nava PKK’ê de tişta ku herî zêde wê bandor dike û dihêle ku bi benên tu carî nayên qetandin ve were girêdan, mijara rêhevaltiya di nava partiyê û hezkirina hevaltiyê ye. Ji ber vê yekê, herdem weke rêhevalekê dûv re jî weke fermandarekê tevlî dibû. Rêheval Axîn di nava salên tekoşîna xwe de bi erka pêşengtiyê ve rabû û li alanên Botan, Garê, Qendîl, Zap û Şengalê gerîlatî kir û şerê bi dagirkeriyê re bi awayekî hostane da meşandin .

Ew Abîdeyeke Kedê Bû

Piştî tekoşîneke çend salan, Axîn dixwaze careke din berê xwe bide Botanê û xeyalên gelek rêhevalên xwe pêk bîne. Bi pêşniyara xwe ve di sala 2017’an de, dibe xwedî wî şensî ku careke din bikeve ser riya Botanê û xeyalên xwe hembêz bike. Ewqasî kêfxweş dibe ku wê careke din reşkên çavên wê bi dîtina zozanên Feraşînê ve xwe ronî bikin û dilê wê li ber bayê çiyayên Gabarê azad lêbide. Rêheval Axîn çûyîna xwe wisa pênase dikir ‘’Raste çûyina Botanê xeyalekî mine, lê esas xeyalê gelek rêheval û pêşengên me bû, ew hogirên ku nebûn xwedî şensê ku di Botanê de gerîlacîtî bikin, ez jî şopdareke riya wanim û dixwazim bibim bilêvkirin û pêkanînera xeyalên wan ’’Her wiha her dem digot’’ Ezê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikim û emê hêviyên tevahî zarokan pêk bînin, da ku di Kurdistaneke azad de bijîn’’.

Di wan salan de li Bakur êrîşên dijmin pir zêde bûn, gel koç dikrin, ev êrîş, careke din hestên tolgirtinê ku tu carî di dil û mejiyê wê de kêm nebibû, hîn zêdetir kûr dikir gur dikir. Êdî di çavên wê de alavên agir geşbibû û li her devera ku dijmin tê de didît de, bi wî agirî ve bi ser de diçû û dişewitand. Ji ber wê asta êrîşan, rêxistin di sala 2018’an de li Qadê pêngava şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besta’yê da destpêkirin. Di vê pêngavê de gelek derbeyên giran li nava qereqolên dijmin hat xistin. Fermandar Axîn jî bi awayekî aktîf tevlî van şeran bû, di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe girt û di 15 Îlona sala 2018‘an de li qada Kato Marînos ya girêdayî navçeya Beytûşebabê, di nava pevçûnên bi dijmin re li gel hevalên xwe heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer kirin û gihîştin mertebeya şehadetê. Ew jineke azad bû ku bi keda xwe, bû abîdeya jiyana bi wate.

Rêhevala Wê ya Têkoşînê