ZOZAN ÇEWLÎG 

Fermandariya jin di asta pêk anîna şoreşa jin de xwedî girîngîkî dîrokî ye. YJA Star, bi mîrasekî pir mezin yên artêşbuyina jin, xeta fermandariya jin da afirandin. Niha li çar perçê Kurdistanê, mirateyekî jin yên fermandarî heye. Dibe berê ev nebû, em îddîakî wisa jî nakin, lê niha heye û pir jî xurt e. Asta dîrokê mêze bikin, yê ku herî zêde bê parastin hatiye hêştin jin e.  Ji bo wî jî artêş buyina jin û di asta meşandina artêşê de fermandariya jin, ji bo azadiya jinê armancakê jê ne veger e. Li ser vê esasê naskirina dîroka jina azad, di heman demî de xwedî derketina artêş buyin û parastina xeta fermandariya jin, erkekî pir mezin yê li ser milên me ye. Ger em, di vê mijarê de li dîrokê temaşe bikin, wekî YJA Star, wekî tevgera jin divê em ferqa xwe bizanibin. Em ji ber ku xwedî mîrasekî ne, xwedî alternatîfekî ne, ji ber ku em xwe dispêrin sîstemekî, xwe dispêrin birdoziyekî, em hêza parastina birdozî û parastina îradeya tekoşîna azadiya gelan in, ya jinan in, ya gelê Kurd in.  Em di vê mijarê de, hem mîrasa xwe bizanin, hem mîrasa xwe nas bikin û li kêleka wî jî divê ferqa xwe, gerek em bibîn in.

Ev waneya me li ser fermandariya jin e. Her çiqas em, çarçoveyekî giştî deynin jî lê di cewher de emê li ser fermandariya jin rawestin. Di despêkê de emê pênaseya fermadartî bikin û di xetên situr de, behsa ezmûnên jin yên fermandarîyê bikin. Bi giştî emê hewil bidin ku li ser artêş buyina jin bisekinin û astengiyên pêşiya fermandariya jin bidin nasîn.

Fermandarî, diyardeyekî yek pare ye. Fermandarî bi ti awayî nabe perçe perçe bê dest girtin. Fermandarî çiqas hêza fikir be, ewqas ya gotinê û ewqas jî ya çalakiyê ye. Asta fikir di pêk anîna fermandarî de şênber dibe. Ger fikir lawaz be, fermandarî pêk nayê. Di fermandarî de fermandariya lawaz nîne, fermandariya ku pêk nehatî heye. Fermandarî an pêk tê, an jî nîne. Dibe bê xurt kirin, wê demê divê di asta fikir de pêşveçun çê bibin. Fermandarî, birdoziyê di asta herî jor de pratîze kirin e.

Fermandarî, waneya xwe zelal kirinê ye. Tevlîbuyina artêş buna jin wê çawa be, di artêşbuna jin de wê çalak kirina birdoziya rizgariya jin çawa pêk bê. Fermandarî di van mijaran de bi kurahî fêm kirinekî dixwaze. Fêm kirin û pêk anîn yekser bi hevre girêdayi ye. Yê ku fêm dike, pêk tîne, yê ku pêk tîne, fêm kiriye, girêdanekî bi vê rengê di navbeyna fêm kirin û pêk anînê de heye. Fêm kirin û pêk anîn, îddîaya mirovan diyar dike. Fermandarî bi îddîaya mirovan ve, raste rast girêdayî ye. Ger îddîayên mirov lawaz an jî kêm bin, mirov nikare di kesayeta xwe de zelalî ava bike. Rêviyên xeta azadiyê pêwiste xwedî îddîa bibin. İddîa amadekarî dixwaze, divê şexs hem di milê rihê, hem jî di milê bedenî de xwe xurt bikin. Xwe perwerde bikin, xwe ji nûve bixuliqîn in. Divê watê de, Akademiya Fermandarî û Gerîlageriyên Jin a Şehîd Berîtan, di xeta paradigmaya Rêber Apo de û di xeta bîrdoziya rizgariya jin de cihê xwe zelal kirin û di mana îdeolojîk de xwe razandine xeta azadiyê ye. Wekî tê zanîn; wekî tevger û gel em pir bi zehmetiyên mezin re ru be ru ne. Gelê me ne azad e, welatê me hatiye dagir kirin. Mirovên Kurd, di asta koletî de, di bin zextên pişavtinê de roj bi roj ji rastiya xwe tên dûr xistin. Gelê me ji her demî zêdetir pêwistiya xwe bi parastinê heye. Lewra, em di nava şerekî dijwar de ne, vî giştî heval dibînîn, di navê de dijîn, hîs dikin û dizanin. Çima pêwistî bi waneyekî(ders) wisa heye. Ji ber ku şerê me dijwar e û gelê me di zehmetiyê de ye, di şerekî ewqasî dijwarî têde tê jîyin de bi tevlîbuyinekî ji rêzê em nikarin bi serbikevin. Ji bo wî pêwistî bi perwerde heye, encax perwerde dikare ji hindek pêşketinan re, rê veke. Divê watê de, waneya fermandarî xwedî girîngîyekî mezin e. Ji ber ku milîtanên xeta azadiyê, ji bo di asta fermandarî de têgiştinekî bijîn divê xwe ji bo pratîkê amade bikin. Beriya her tiştî û pratîkê jî perwerde pêwiste. Waneya fermandarî wê ji bo têgiştin û pratîkekî rast bibe bingeh. Em wekî hêzên YJA Starê, xwedî mîrateyekî pir xurt in. Bi rêya perwerdeyan em dikarin ev hafizaya jin ya artêşbun û fermandariya jin radestî şopdarên rêça azadiyê bikin.

Li ser wateya têgina ‘STAR’

Beriya mirov behsa fermandarî bike, divê mirov behsa YJA Star’ê bike. Lewra YJA Star bi pêşengtiya jin, bi fedakarî û wêrekbuyina jin û herî zêde jî bi keda Rêbertî , hat ava kirin, di heman demî yên YJA Star’ê ava kirin fermandarên jin in. YJA Star jî, wana ava kir. Mirov, îro li hindek pêş ketinan mêze dike, difikire ku bi hêsanî çê bûne. Lewra di rastî de, çêbune tiştan qet hêsan nebûye. Her çêbûyînekî bi xwe re gelek berdêlên giran jî biriye. Her çiqas, di despêka tevgera me de jin, bi rista pêşengtî tevlî buye jî, di nava şer de pir bi nêzikatiyên paşve mayî re, ru be ru maye. Beriya ava buyina YJA Star’ê, di dîroka tevgera jina azad de, gelek ceribandinên jinan yên xwe rêxistin kirinê hene. Lê, ji ber mijara me li ser fermandarîyê ye emê nekevin berfirehiya van mijaran. Lê, wekî xulase be jî mirov bêjê, piştî pratîka Zelê û dahûrandinên Rêbertî li ser pratîka Zelê, êdî rewşa jin, digîje astekî cûda. Ji ber di van pêvajoyan de, jin wekî amûr, wekî barê şoreşê, her wiha pir bi nêzikatiyên paşve mayî re rû bi rû ye. Wekî nêzîkatî Rêbertî vana rexne dike û di salên 93’an de artêşbuna jin dixe rojevê. Ji ber texlîlên Rêbertî digîje wê astê ku, ‘jin azad nebe, civak jî azad nabe ye’. Li ser vê esasê, roja şehadeta Şehîd Berîtan, 25’ê Cotmehê wekî mîlada artêş buyina jin, tê pejirandin û YJA Star derdikeve ser rûpelên dîrokê. Artêş buyina jin, beriya wî xwe dispêrê rêxistin buyina jin yên qadên civakî û di çiya de şêrê gerîla yên jin. Ev di astekî de, ger mirov binirxîne,  şoreş di nava şoreşê de hûnandine, her wiha artêş buyina jin, bi xelekên beriya xwe ve gihaşt asta YJA Star. Lewra mirov dikare êdî pirs bike, çima YJA Star? Çima navekî din nîne, bi taybetî YJA STAR ango Yekîneyên Jinên Azad yên STAR? Çiye wateya Star? Wateya navê xwe yê dîrokî zanîn girîng e. Lewra, ger navekî hebe, pêwiste armanç û sedemên hebûna wî jî hebin. Nav armanç dide diyar kirin, nav sedemên hebûnê di hundirê xwe de diparêz e. Star jî, divê watê de hem wekî armanç, hem jî, sedemên hebûna xwe di hafiza civakê de veşartiye. Hindek tişt hene girêdayî hafizaya civakî ne. Rêbertî, hevdîtinên xwe de, gelek caran ji parezerên xwe re dipirse; ”Ya Star, gelo ma ev li gel we jî qet nayê gotin?” û pir bi kelecanekî mezin, berdewan dike û dibê; ”Ew xwedavend, İştar e’, İştar, Star û Stêrk e. Star, xwedavenda despêkê ye. Xwedavenda yekemîn di zimanê me de bi navê Star hatiye pêşwazî kirin”. Hêza xwe ji dîrokê girtin, civakê di rastiyên dîrokî de dest girtin, rêbazên Rêbertî yên rejîma heqîqetê ne.  Star di hafizaya civakê de, xwedavenda evînê û xwedavenda parastina civakê ye. Star, strandin tê maneya parastinê, tê maneya şewq, stêrk, qaimbuyin, xurtbuyinê.   Jin, di dema neolotîkê de şerker in û civakê diparêz in. Niha jî, di Kurdistanê de dema tengavîkî ango zehmetiyekî di qewime, dapîr û bapîrên me yekser dibên ‘Ya Star’, bangawaziya xwe ji Star re dikin. Hêna jî ev çand berdewam e, ev maneya Star ya dîrokî jî dide diyar kirin. Ev xwedavend ji aliyê Sumeran ve weke Nînhursag, ji aliyê Babîliyan ve jî weke Gula Bau te bi nav kirin, xwedavenda dayîk Star e ku li Mezopotamyaya Jorîn Kurd weke Stêrk jî bi nav dikin. Bi Sumerî Nîn= nasnava Xwedavendê, Hûr=çiya, gir, Sag=perçe, herêm, di vê maneyê de ye. Ji bo Mezopotamyaya Jêr çiya; li gorî ku Zagros û rêzeçiyayên wî ne, Navê Nînhûrsagê, weke delîlek e ji bo ku çanda xwedavendîtî ji çiyayan daketiye.

Nînhursag, dema xwedavenda herêma çiyayên Zagrosê bûye, di ser Enkî re bûye. Lê pişt re, bi Enkiyê ku temsilkarê sembolîk ê çîna jor a Sumeriyan û şaristaniya dewletparêz e re, dibe yek ji çar xwedayên afirîner(An, Enlîl, Nînhursag, Enkî) “Dayîka kedî ya şaristaniya Neolîtîk pêş xistiye temsîl dike. Civaka li derdora dayîkê bilind dibe, weke sîmgeya xwedayîtî nasname qezenckirin e.”(1). “Di zimanê Aryen de beriya dakevin deştên Ferat û Dîcleyê, temsîla xwedavenda navê wê Star e (piştre bi Akadî Îştar), rastiya dîrokî ya di çavkaniya mîtolojiya Sumer de bi balkêşî datîne holê. Weke berhema şoreşa çandiniyê ya Neolîtîk a çanda xwedavendê, hêza wê û bi Sumerî çawa dane veguherandin bi zelalî tîne ziman.”(3)

Star parazvan e, Star parazvana hebûn û jiyana civakê ye. Divê em, wateya navê  xwe yê dîrokî baş bizanibin. Ne tesadûfe ku, di dîrokê de careke din, li Mezopotamya, li Zagros û Torosan bi navê STAR artêşekî jin hat ava kirin. Ev tê wateya vegera ser kokên xwe û li ser kokên xwe, ji nûve xwe şîn kirinê. Artêşa Star, YJA STAR li ser şopa Staran hatiye ava kirin. Ev pir bi wate û di heman demî de pir bi rumet e. Di bingeha ava kirina YJA Star de, armanca, parastina jin, parastina civakê, parastina wekhevî û azadiyê heye. YJA Star, xwedî erkekî dîrokî ye û bi erka xwe ya dîrokî rista xwe dilîze. Di despêka mirovahiyê de Star dihat çi wateyê, di roja me ya îro de jî gihiştiyê vê rastiya xwe ya dîrokî.

Di dîrokê du rubar hene; yek desthilatdarî, ya din jî azadi ye.  Xeta desthilatdarî bi xwe re şaristaniyê ava kir. Ya din jî bi xwe nirxên civaka xwezayî ne û ji despêkê, heta niha, ji bo parastina nirxên civakî şerê berxwedaniyê dikin. Desthilatdarî, nunertiya xeta îxanetê dike û li dijî nirxên civaka xwezayî, pêş ketiye. Xeta din, ya berxwedanî jî, rast xwedî derketina wan nirxên civaka xwezayî ne. Lê em dema li dîrokê mêze bikin, yên ku di dîrokê de di despêkê de li nirxên civaka xwezayî xwedî derketine jin in. Lewma, yên li dijî wî derketine jî, yên bingeha şaristaniyê ava kirine ne. Di despêka şaristaniyê de şaman, şef, zilamên şer heye. Lewra, ji aliyê van zilaman ve, di warê şerkeriyê de desthilatdarîkî dijî pergala jin, tê pêş xistin. Divê manê de hindek lingên bingehîn yên desthilatdarî jî hene. Çine wana aborî û artêş in. Van her du mijaran ji bo desthilatdariyê nebe nabe ye. Lingên esasî ne, qadên jiyanê ne. Ji ber vê yekê, yekemîn karê van zilaman jin, ji van qadên jiyanê derxistin e.  Dema aborî tê gotin zilam tê bîra mirov. Dema siyaset tê gotin, zilam tê bîra mirov. Dema artêş tê gotin, dîsa zilam tê bîra mirov. Ji ber ku zilam di serxistina şerê xwe de, di van qadan de jinan têk biriye.   Van qadên ku em navên wan dibêjin, qadên herî bingehîn yên jiyanê ne. Ger jin di van qadan de tine be, tê wê manê ku jin hebûna xwe wenda kiriye ango jin, di jiyanê de bê parastin maye, ji jiyanê hatiye qewitandin. Em bala xwe bidinê, ger em bêjin aboriya jin nînê, tê wê manê derfetên jiyanî yên jin nînin. Ger em bêjin, mafê jin yên siyasetê, yên polîtîkayê nîne, tê wê watê jin hêza xwe ya biryarê wenda kiriye. Ger em bêjin jin, nikare şer bike, tê wê manê jin hêza xwe ya parastinê wenda kiriye. Vana wekî xelekekî bi hev re girêdayîne û ger vana nebin li wir îradeya jin jî nîne. Pêwiste, em ji nûve, xelekên xwe yên parastinê ava bikin. Ger em wateya xweya dîrokî nizanibin, em îro jî rast nikarin şîrove bikin. Wateya navê xwe zanîn divê manê de jî pir giring e.  YJA Star, hêviya serkeftina dîrokî ya jin e, di naveroka navê STAR de, bi dest xistina hemû qadên jiyanê heye.

Di dîrokê de kesên mora xwe li dîrokê dane piranî zilam in. Navê jinê di dîrokê de hatiye wenda kirin. Şer, bi dagirkerî û desthilatdariya zilam pêş ketiye. Artêş jî, fermandar jî zilam in, jin di van karan de nîne. Di vê watê de jî, YJA STAR, ji dîroka şer yên ku bi destê zilam ve hatiye nivisandin re bersivekî dîrokî ye. YJA Star, bi rêxistin kirina hêza jin, di nava hêzên parastinê de karaktera artêşan guhert. Wekî tevgerekî şoreşger PKK, ne tenê di dîroka şerên desthilatdaran de, di heman demî de, di dîroka şerên xwe parastinê de jî guhertin da ava kirin. PKK bi tevlî kirin û pêşengî dayina jinê re, di şerê artêşan de jî, di şerê gerîla de jî, guhertin da çêkirin. Divê milê de ev mînak e. Divê em vê bizanin. Em wekî hêzên parastina jin, me xwe bi navê Star rêxistin kir. Ev di heman demî de, ji nûve peyda kirina hebûna jinê ye.  Bi kurtahî em navê Star wisa dikarin bigrin dest.