3-Zanistên Heyî Di Qrîzê De Ne, Ji Civakê Re Çareserî Naynin Ji Bo Wî Jîneolojî Pêwist e!

Ya din ku mirov li ser bisekine xisletê zanista heyî ye. Zanista heyî pozîtîvîst e. Pozîtîvîzm wekî diyardeyekî di qirnê 15-16. de derket, wekî alternatîfekî li hember zêhna dogmatîk xwe belav kir. Di wê demê de çemka îdealîst pir li pêş bû û her tişt bi diyardeyên metafîzîkî dihat şîrove kirin. Lê pozîtîvîzmê ev rewş gûherand û wekî çemkekî meteryalîzmê derket holê. Ceribandin-çavdêrî wekî rêbazê pozîtîvîzmê hat dest girtin, ji ber tenê bi yê xûya dike re mijûl bû jiyanê anî astekî mekanîkî, lê ya rast jiyan her çiqas ya xûya dike ye, ewqas jî ji ya veşartî ve pêk tê. Heqîqet tenê bi rêbazên ‘çavdêrî-ceribandin’ nayê bidest xistin. Lewra heqîqet bi qasî fîzîkî ye, ewqas jî metafîzîk e ango heqîqet yekpare ye divê neyê perçe kirin. Pozîtîvîzmê zirara herî mezin li vir da jiyanê û heqîqetê perçe kir, meqesa di navbera jin û zilam de, ferd û civak de, civak û xweza de hîn firehtir kir û nakokiyên jin, civak û xwezayê hîn kurtir kir. Niha lê binêrin ji bo her bûyerekî zanistekî heye, hemû jî bi hirgûliyan ve ketine û navbera wan de ti peywendî nîne, ji bo wî nikarin giştî resmê hatiye xîz kirin bibînin. Tenê metamatîk xwedî çend sed çiqila ye, dîsa fizîk, kîmya her yek ji wan ji sedan beşan pêk tên. Her beşekî ji wan jî girtiye serê xwe diçe haya wî ji heqîqeta giştî tine ye. Lê mêze bikin li vir jî jin bi qomployekî çawa re rû be rû ye, rûxmê zanist xwe ewqas bi hirgûlî kiriye lê di yekî de jî cihê jinê nîne. Jin di jiyanê de ewqas diyarkere lê di zanistê de nîne, wê gavê hêsane mirov bibîne ku zanista heyî zayendperest e û ji ber vê nêzikatiya xwe heqîqetê dide wenda kirin. Lewra jineolojî ji vê nêzikatiyê re helwesta herî watedar e, beşa herî mezin ya jiyanê dixe navenda xwe û mîna heqîqet çibe wiha tevdiger e. Çawa jiyan bi jinê destpê dike, zanista jineolojiyê jî bi jinê ve destpê dike. Zanistekî ku jin tê de tine be beşekî herî mezin yê jiyanê winda kiriye û çi bike bila bike, kîjan rêbaz jî bişûxîlîne ewê nikaribe bigîje heqîqetê. Bi vê hişmendiyê ve jineolojî nirxa pêwist dide jinê û wê dixe pêşenga jineolojiyê.

4-Ji Bo Parastina Jin Jineolojî Pêwist e!

Ji bo parastina jin ya cewherî jineolojî pêwistiyekî ye.

Ne tenê li ser gelê Kurd bi giştî li ser gelê Rojhilata Navin qirkirinekî gelemperî heye. Qirkirin di serîde fîzîkî be jî bi giştî çandi û civakî ye. Rêbertî vê wekî; ‘qirkeriya civak’ (toplum kırım) pênase kir, ne tenê gel ango gelekî civakbûyin bi xwe ji qirkirinê tê derbas kirin. Ev jî bi destê desthilatdariyê pêk tê. Desthilatdarî jî ya wekî tê fêm kirin tenê nîne. Di qonaxa berê de desthilatdarî di wateya dewlet, zilam, yên serdest de dihat kar anîn. Lê di roja me de ev pênase gûheriye. Desthilatdarî tenê bi dewlet, zilam ango yên serdest re rayê sînordar kirin. Jê re tê gotin; ‘’Bîoîktîdar’’. Ev rêbazê desthilatdariyê ye. Wiha li ferd hatiye kirin; ew bi xwe ketiye dewsa îktidarê. Ferdperestiya ji rê derketî nimûneyê vê herî berbiçav e. Îktîdar şane bi şane xwe di giştî civakê de belav kiriye. Lêgerînekî ango lêpirsînekî di derhekê îktîdarê de bê kirin tenê dewlet lêpirsîn kirin ne têrker e. Lewra serdema modernîteya kapîtalîst serdema ‘’bîoîktîdarê’’ ye. Ger perçeyekê vê îktîdarê dewlet be ya din ferd e. Her wiha divê şane bi şane lê bê gerîn. Mixabin giştî ferd bûne şaneyekî vê îktîdarê. İlim, her wiha giştî sazî bi serê xwe mîna desthilatekî tevdigerin. Her wiha kesekî li holê namîne ku bibêje; ‘’Gelo civak bi giştî nirxên xwe ve tên tine kirin’’. Herkes di bin xizmeta îktîdarê de bê ku kes wî/wê erkdar bike xizmeta tinekirina nirxên civakê û qirkeriyê dikin. Di serdema modernîteya kapîtalîst de hedefekî herî li pêş yê qirkeriyê jî jin e. Tena xwe bidin amûrên kuştinê jinan, rojane jin çawa ji pergala komkûjiyê re derbas dibin ewê bê dîtin. Ji xwe wekî zayend jin ne di aliyê nasname, ne jî di aliyê çand de nayê naskirin. Pergala ku li ser jinê tê ferz kirin wekî Rêber Apo diyar kiriye; ‘’Çanda destdirêjî ango ya tecawûzê ye’’. Jin ji aliyê fîzîkî, rihî, mêjî û hestî de di bin çanda tecawûzê de tê çewisandin. Ji fîzîka xwe, ked û rihê, ji fikir û hêstê xwe tê biyanî kirin. Gelek jin hene ku di derheqê zayenda xwe de ne xwedî agahî ne. Di çarçoveya dewlet bi navê xwe yê din dewlet daye ava kirin de dijîn. Fîzîkî wê, rih û hestên wê, fikir û ramanên wê jê re biyanî ne. Ger mirov bal bikşîne ser ya herî girîng têşe girtina fîzîka jin e. Jin ji her milî ve di aliyê fîzîkî de ji bo tetmîn kirina ajoyên zilam tê amade kirin. Hîn di temenekî pir biçûk de bi rêka rolên civakî jê re kefenekî tê dirûtin. Her wiha çiqas bixwaze vê kefenê ser xwe biçîrîne jî ew kabîlîyet bi destê wê nakeve. Ji bo ku mebdeyên jê re hatine diyar kirin bikaribe hilweşîne, pêwista di derheqê zayenda xwe de xwedî agahî be. Wekî jin fîzîka xwe, rih û mêjiyê xwe binase. Xwe bizanibe. Lê mixabin gelek jin di nava bedena xwe de rih û fikrên zilamekî din hildigirin. Nikarin bibin xwe, her yê yekî din in. Lewra bûyina yê xwe cesaret dixwaze ku ev jî bingeha xwe ji hêza zanistê tê. Mirov bi qasî derdixwe zanebûnê jiyanê bi wate dijî. Jiyanekî ji heqîqetê qut, ne jiyanekî bi wate ye.  Rêya vê jî zanista jinê ango jineolojî ye. Her wiha jinekî ku bi rêya zanista jiyanê xwe binase ewê bikaribe bigîje heqîqeta zayenda xwe. Zanebûna jin, zanebûna civakê ye. Lewra cihê jin lê bê parastin ewê civak jî, jiyan jî ji kûştinê bê rizgar kirin.

5-Ji Bo Derçûnekî Di Femînîzmê de Bê Ava Kirin Jineolojî Pêwist e!

Armancên femînîzmê hene. Ji bo van armancan pêk bê jî pêwistî bi jineolojî heye. Heta niha xebatekî meşandine ji bo keda wan vala neçe pêwistiya wan bi derketinekî mîna jineolojî heye.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.