Ji gelê me û raya giştî re!
Di hûndirê hefteyê ku ji 21’ê Adarê heya 28’ê Adarê dirêj di be bi wesîleya hefteya qehremantiyê, em rêhevalên me yê ku destanên gelê Kurd yê qehremantiyê nivîsandine û ji dîrokê re demên ku em rûmet jê bigrin hêlane bi rêzdarî û minetarî bibîrtînin. Rêber APO yê ku vê xetê jî afirandiye silav dikin.
Em di şexsê rêheval Mazlum Doxande a ku meha Adarê xistiye meha berxwedan û rûmetê, bûye nîşaneya meşaleya Newrozê û cardin di şexsê fermandarê mezin a pêngava bi şan yê 15’ê Tebaxê avetiye rêheval Egît de, em cardin li hember hemû qehremanên leheng yê şoreşa Kurdistanê bejna xwe li hember wan di tewînin.
Partîya me PKK, di şexsê berxwederên girtîgeha Amedê de ji neryar re binkeftinê dane jiyan kirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re vê derbasê çiya kiriye û bi tekoşîna gerîla re rastiya berxwedaniya ku bûye malê gel afirandiye. Dengê rêheval Mazlum Doxan ya ku di girtîgeha Amedê de di bê je “bila dengême ji cîhanê re were ragihandin”bi pêngava 15’ê Tebaxê re ji hemû cihanê re hatiye ragihandin. Gerîlayê Kurdistanê xeta qehremantiyê derbasê jiyanê kiriye û rastiya gelê ku di her çar perçeyê Kurdistanê de ji bo azadiyê di meşin derxistiye holê. Ev jî di de diyar kirin ku, ger rastiya xeta qehremantiyê rast were fêm kirin û xwedî lê derketin were çêkirin, tu hêz nikare pêşiya meşa azadiyê a gelê Kurd bi be asteng. Di vê Newrozê de gelê me vê li hember çavên tevahî cîhanê dan diyar kirin.
Nîjad kujîtî û bê nasnameya ku li ser Kurdistanê tê pozber kirin, di jiyana civake kê de hilweşandinekê pir mezin ya ku dîrok jî bûye şahîd bi xwere aniye. Gelê Kurd, di rewşekê wisa de bû ku li hember taybetmendiyên xwe yê civakî, çanda xwe, destanên xwe û raboriya xwe ya ku bi ti jî qehremantî tê de heye biyanî bûyîn jiyan dikir.  Yê ku vane hemûyan derxistin li ser rûyê erdê, bi tekoşînên xwe yê destanî re nirxê mirovahiyê cardin afirandiye û pîvanên ku civak li ser jiyan bikin pêk aniye tekoşîna PKK û qehremanên wê yê ku ji bedel dayînê na revîne. Ev gel di siye van qehremanên leheng de dîtin ku xwediyê zana bûyîna mirovahî û cewhera azadiyê ne û cewherê ku van qehremanane derbêxînin heye. Ruh, zana bûyîn, vîn û pêşeroja civake kê qehremanên wê didin diyar kirin. Qehremanên me yê ku rêgez û pîvanên bingehîn afirandine cardin ji nûde di dîrokê de roj bûna me û nasnameya me dayîne pêk anîn.
Ji bo ku em di dîroka xwe de bi azad û demokratîk  hebin bi tekoşîna me ya di bingehê jiyana azat de jiyan kirinê re pêşengtî kirine. Bi seknên xwe yê azad û bi helwestên xwe yên dîrokî re qehremanên me yên ku bûna nîşaneya tekoşîn û azadiya gelekê nirxê tekoşîna me û gelê me yê hevpare. Ewne bi jiyan û seknên xwe yê tekoşînê re rastiya milîtaniya ku derketiye holê û tekoşîna ku em rêve dibin de bûne pîvan. Qehremantiya ku pêkanîne bû rûhê gelekê. Berxwedaniya wan bû nasnameya civake kê. Nirxên bingehîn yên ku pêşerojên me pêk bîne û jiyanekê bi rûmet bi rastiya tekoşîna wan re jiyanî bû. Nirxên ku ew nûnertiya wan dikin û taybetmendiyê wan cewher û nasnameya civaka were afirandine. Ev nasname gihiştiye astek wisa ku tu dewlet û hêzên mêtingerî nikarin serî wan bi tewîne û wan ji tekoşîna didin meşandin gavekê bidin başe. Di roja me ya îrode gelê me gihiştiye astek wisa ku pergala xwe ya demokratîk ji nûde ava dike. Nirxên ku rêhevalên me yên qehreman bi tekoşînên xwere afirandine di serîde Rojava veguherandi ye pergalekê civakî.  
Weke YJA Star armanca me ya sereke ewe ku di mijara sazî kirina pergalê de, hebûna ku di bingeha azat de ava dibe parastina hebûna wê pêkanîna erkên ku dikevin li ser milên mene. Bi vê wesile yê re şehîdên me yên qehreman ên ku di Xerzanê de bi lehengtî şer kirine û ji neyar re dane diyar kirin ku keçên Kurd ti carî xwe radestê neyar nake bi rêzdarî bibîrtînin. Em îdayê ku emê berxwedaniya wan bi welatekê azad re mezin bikin di din diya kirin. Em li hember Ronahî yan, Bêrîvanan, Semayan û bi hezar jinên qehreman bi rêzdarî bejna xwe di dewînin.
Em gelê me yên ku vê Newrozê li gor xeyalên rêhevalên me yên pakrawan ê ku şoreşa Kurdistanê afirandine û li ser esasê xwedî layîqê tekoşîna wan derketinê pîroz kirine û coşa şoreşê qirkirine silav dikin. Em bangawazî li hemû Kurdan dikin, da ku di avakirina pergala xwe de rolên xwe bileyzin.
Weke hêzên YJA Star em soza pêk anîna bangawaziyên Serokatî ya me, rêhevalên me yên pakrawan û gelê me yê ku di Newrozê de kirine, di bingeha pîvanên fermandarên me yên pêşeng, bi biryarên qehremanên me, egîd bûyînê de soza bersiv dayînê didin.

Bijî afirênerê xeta qehremantiyê Rêber APO!
Bijî şehîdên me yê qehreman yên ku bûne nasnameya gelê me yê ku ji bo azadiyê di meşin!
Bijî artêşa me YJA Star ya ku di xeta azadiya jin de berxwe dide!

26 ِAdar 2014
Fermandariya Biryargeha Navendî A YJA Star