Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne.

1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe.

2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye.

3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne.

2-Ontolojî: Hebûna jin çiye, di milê civaknasî de jin çawa tê dest girtin, li ser van pirsan lêkolînên xwe pêş dixe. Jin tenê di asta zayenda wê ya bîyolojîk de girtina dest ji bo pênase kirina nasnameya jinê têrî nake. Heger li gorî zayenda wê ya bîyolojîk dest girtin çêbibe wê gavê guhertinên tên xwestin pêş nakevin, ji ber ku zayenda bîyolojîk tiştekî statîk e, naguher e, wê gavê mirov dikare bêje ku jin ji ber zayenda xwe di vê halê de ye. Ev mêze kirinekî rast nîne her wiha cudawaziya di navbeyna jin û zilam de di esas de sedemê pêşdeçûnê ye.  Tiştekî herî xwezayiye zayend; nabe ku wekî astengî bê dîtin. Vê wekî lawaztiya jin derxistina pêş şaşitiyekî mezin e. Ji xwe zayendperestî di vir de derdikeve pêşiya me, çêbûnekî ku ne girêdayî mirov bi xwe ye çawa dibe sedemê bê hêzbûn, bê nasnemê hiştin û tinebûna mirovan? Lê zayendperestî bi rûpişkekî sexte ve birdoziya zilamperestî dide meşandin ango di bin navê xwezaya jinê de jinê ji rastiya wî ya civakî qut dike ye. Birdoziya zilamperestî qetilkirina jin, tinekirina jin re bingehên meşrû peyda dike û li ser vê desthilata xwe dide meşandin. Heval Nagîhan Akarsel jî di gelek nêrînên xwe de vê mijarê bi lêv dike; ”Pêtik dema ji dayik dibe, li gorî zayenda wê/wî tê xwedî kirin. Keç be cûda tê mezin kirin, kur be cuda tê mezin kirin. Hin di dergûşê de çarenûsa pêtikê tê diyar kirin”. Lê ya rast divê pêtik li gorî xwezaya xwe bê mezin kirin, ne li gorî civaka zilamserdest û bi feraseta wî. Lê mixabin di rastiya tê jiyîn de formên civakî yên ku ji aliyê zilamê serdest ve hatiye diyar kirin qedera zayendan ava dike. Ev ne xwezayî, ev formê zayendperestî yê herî rêxistin kiriye. Ji pêtikekî re gotina; ‘Tû keçî’ ve zayendperestî destpê dike û heta mirinê berdewam dike. Tû keçî, wê gavê hindek zagon hene pêwîste tu li gorî wî têşe bigrî. Ew têşe jî çiye, formê zilam ji bo jinê dixwaze ye. Ji lîstîna li kolanan, heta cureyên lîstokan, ji tevgerînên rû û beden heta cil, berg û şêweyê por, hemû tişt tên diyar kirin. Wekî mînak ne guncave keç hîn zarokatiya xwe de bi dengekî berz heta jê tê bikene. Ger di wê kenandina xwe de bi israr be ewê jê re bêjin; ‘Bê Şerm e’, ‘Eyb e’ ango ‘Dîn e’. Di kolanê de keçekî ger dervayî lîstokên jê re hatiye diyar kirin, wekî malok çêkirin, bi bûkan re lîstin an xwarin çêkirin bilîze, ewê jê re navê cûda deynin, wê ji koma lîstokê biqewitîn in û tenê bihêlin. Malbata wê jê şerm bike da ku wekî keça wan taybetmendiyên kurran dide nîşandan, bikevin fikaran. Ji ber feraset wiha kûr hatiye hûnandin zarokên hîn di temenê lîstokên de jî di ferqa lîstokên keçan û lîstokên kurran de ne. Ango berovajî kurrekî rabe bi bûkan bilîze, malokan çêbike, xwarin bipîjîne îhtîmal heye ku bavê wî dema pê hesiya aqil biavêje. Di vê astê de zayendperestî û rolên civakî hatine rûnişkandin. Lê em bala xwe bidin çêbûna zarokan di zikê dayikê de heta sê mehan jî ne diyar e. Wekî zayend diyarbûna wan piştî sê mehan diyar dibe. Ev nîşaneya çiye? Xweza herdû zayendan di nava hev de dayinê de di xetere nabîne, lê însan piştî pê dihesin zarokên wan keç an kurrin wê gavê dikevin nava hewildana wan ji hev cuda kirin, rîsandina feraseta zayendperestî. Ev feraset nahêle ku zayend xwe nasbikin, xwezaya xwe nasbikin û bi rastiya xwe ya xwezayî mezin bibin. Ji bo keç û kurr bûyina tenê tiştekî heye, keç dikin jinik, kurr jî dikin zilam. Ji vê kêliyê şûnve nakokiyên jin û zilam derdikevin. Ji ber ne jintî ne jî zilamtî tiştekî xwezayî ye. Her du jî hatina çêkirin, bi zagon, rist û sînoran ve hatine ava kirin. Ev feraseta pênç hezar salan e, yê tê ava kirin jî ev e. Mirov dikare bêje ku di vir de azadî heye, vîn heye, xwebûn heye. Ji rengê tê hesbikî, heta xwarina te, ken û axaftina te, jiyana te ji jor ve hatiye diyar kirin. Vana zagonên zilam in, lê jin jî di nava van zagonan de heliya ye. Ew jî êdî dizane ku ya rast ji bo keça wî ev e! Wiha pê bawer kiriye, wiha hatiye qaneh kirin. Di vê xalê de nasnameya jin jî ya zilam jî sexte ye. Ne xwezayî ne. Hatiye çêkirin, ji berê ve hatiye diyar kirin. Mê û nêr hatina dinê ya xwezayî ye, lê bûyina jin û zilam ne xwezayî ye. Ji ber vê yekî ontolojî bi taybetî ji bo jin pir girîng e. Heta niha jin çawa hatiye pênase kirin, di bin hişan de tê çi wateyê vana lêkolîn kirin pêwist dike. Jin wekî hebûnekî tê dîtin an na, ev jî pirsekî balkêş e? Pêwîste bê bersivandin. Di hindek serdeman de jin wekî hebûnekî bi gotina din wekî însan nehatiye dîtin, li ser nîqaş hatine kirin. Jin însan e, an na? Van serdeman lêkolîn kirin, asta ketina jinê derxistina zanebûnû wekî ontolojîk wê pênase kirin girîng e. Rêbertî di vê mijarê de wiha diyar dike; ”Tu ji zilam rê bikevî tu nikarî jinê pênase bikî”. Pêwiste jin  ontolojîk bê dest girtin, bê naskirin, bê pênase kirin ku zayenda din jî bigije nasnameyekî rast. Di milê anatomiya jin de jî pêwîstî bi naskirinê heye. Xwezaya jinê milê anatomîk de li gorî yê zilam hîn qewîmtir û navendî ye. Di lêkolînan de ya herî balkêş derdikeve holê jî ewe ku ne zilam navenda her tiştî ye, biyolojiya jinê bi xwe navend e û zilam jê tê. Di milê ilmê ku zilam bi xwe li ser serwere de jî ev rastî nekariye veşêrin. Di wir de jî bi giştî zelaliya xwe derdikeve holê ku zilam pêvek e. Ya navend jin e. Lê em li aqlê civakê mêze bikin, wiha tê payîn ku jin ya kêm e, pêvek e, bi qûsir û nexweş e. Çavkaniya pirsgirêka ye û hwd tê gotin. Divê ev mijar jî şaş neyê fêm kirin. Di wateya zilam pêvek û wekî anatomî navend bûyina jin, nayê wê wateyê ku jin zayenda zilam biçûk dike. Ev xwezaya jinê, ya din jî ya zilam e. Sedemên anatomîk ne pêwîst bibe sedemên xwe ji hev mezin ditînê. Çawa ku milê fîzîkî de zilam bi hêz ê û ev divê nebe sedemê perçiqandina jinê, di milê anatomî de pêvekbûna zilam jî nabe sedemê biçûk dîtina zilam. Ji xwe di serîde tiştê ku em rexne dikin ev e. Sedemên xwezayî di navbera jin û zilam de bûyina sedemê ya din kêm kirin, biçûk kirin, tine kirin şaş e. Ev xweza ye. Lê cudawaziya jin di kur de derdikeve pêşberî mirovan. Di fikirandina jin de, di hêst û hîsên jin de derdikevin. Lê pergal ferqa jin û zilam tenê di wateya bîyolojî de digire dest. Ferqa jin di hebûna wî de, di mêzandina wî ya jiyanê de ye. Mirovên wiha jinê bigire dest, di hebûna wî de wê pênase bike, ne ku di bîyolojiya wî de. Em li hindek ferhengan binêrin, mînak ya Tirkan ka bê jin çawa pênase kirin e; ”Yê ne zilam, yê mê re tê gotin jin e”. Rastî de mirov dikare jinê wiha pênase bike, ev pênase bi xwe ma ne ku jinê biçûk dixîne ye? Hindek pênaseyên din ji bo jin hene ku dibên; ”Jin nazik e, zû dişkê, kole ye, giriyok e, bê çare ye, bê vîn e, aqil kêm e” û her wiha. Wê demê ontolojiya jin divê van pênaseyên ji bo jin tê kirin hemûyan bizane, deşîfre bike û ya rast derxe holê. Bê pirsîn ku çima jin ewqas bi qelsiyan re hev watedar e, çima ya digirî ye, ya bê çareye ku di rastî de ya herî qaîm, ya cihê baweriyê rûxmî ku jin e, çima wiha lê hatiye? Gotina; ”Jin dara şikestiye” tê çi wateyê? Çima wiha tê gotin, ma jin rastî jî dara şikestiye? Di rastî de jin dara şîn e? Lê wiha lê hatiye kirin dibên jin dara şikestiye? Hebûna wê hatiye şikestin, ji nasnameya xwe dûr hatiye hiştin. Wiha di rewşekî xirap de hatiye hiştin ku ev wekî qeder li ser hatiye ferz kirin. Rewşa jin jiyan dike, rewşekî wiha ku çibike jî nikare xwe jê rizgar bike ye, ev ji aliyê herkesî ve ji jinê re tê gotin. Ev e û ji vê zêdetir nîne, heger tu razî nebî jî li pêşiya te tenê bijarteka kuştinê heye, an mirin an jî vê halê ji mirinê xiraptir. Di nava van her duyan de tê hiştin. Vîna wê, hêza wê, hêviyên wê yên pêşerojê wiha tên şikestin, wiha dibe dara şikestî. Di vê mijarê de xala herî zêde bi bandor jî saziya malbatê ye. Di nava saziya malbatê de rol tên parve kirin. Jin li gorî yê hatiye diyar kirin, zilam jî li gorî ristê jêre hatiye dayin têşe dide xwe. Lewra kuştina jinekî heger di bin navê namûsê de hatibe rewa kirin, ji bo zilam nabe cihê xwe lêpirsînê. Ji ber civaka zayendperest vê wekî mafekî xwezayî dide destê zilam. Jin dibe namûsa zilam ango bi vê rêbazê jin dibe koleyê zilam da ku nikaribe ji bo xwe yek gotinekî jî bibêje. Her wiha mirov li rewşa îro binêre rastiyekî din yê malbatê derdikeve pêşiya me. Di gelek cihan de her ku çiqas hîn jî kes ji bo zewacê ji jinên pirs neke jî lê pêşketinên kapîtalîzmê, wekî amûr jinê derxistina holê bi xwe zewaca bi dilê jinê aniye. Ev jî endûstriyekî mûazzam e. Di bin navê heskirinê de yê tê kirin, kirîn û firotin e. Zilam bi hêza xwe ya kirînê jinê bi dest dixe da ku wê fetih kiribe, lê pişt re ev jina ku ji bo wê ewqas berdêlên madî tên pêşkeş kirin di roja diduyan de dibe mirî. Tê kuştin. Heta kêliya ku zilam jinê bidest dixe her tişt mîna rêze fîlman e, lê piştî saziya malbatê pêk tê, ew rewşa rasteqîn ya jin tê de cardin di şexsê zilam de xwe dide der. Dibe jin xwende be, xwe gihandibe asta profesertiyê lê dîsa jî ji wê çarenûsa jê re hatiye diyar kirin nikare xwe xilas bike. Her wiha gelek jin ji ber statûya bidest xistine nikarin tundiya li ser xwe vebêjin. Gelek jinên mamoste, bijîjk û her wiha li malê lêdanên re rû be rû ne, lê ji ber şerm dikin nikarin  bînin ziman, ji wê halê xwe re razî tên. Ew zilamên tundî li ser jinê didin meşandin jî gelek ji wan profesor, bijîjk, siyasetmevan in. Ji ber paradîgmaya heyî paradîgmayekî kûştina jinê reva dike ye statûya civakî çi dibe bila bibe, an gûndiyekî feodal ku namûs ji bo wî her tişt e, an jî akademîsyenekî qaşo di nava civakê de di asta pêşengtiyê de ye li jinê dide û jinê dikûje. Livir ya girîng ne erka jin ango zilam e, ya girîng rolên zayendî ne û di nava malbatê de herkes li gorî van rolên xwe tevdigere. Heval Fuat di vê warê de mînakekî dide; ”Zilam heta jinê bidest dixe jê re dibê, ezê ji bo têlekî porê te dinê xirap bikim. Lê piştê dizewicin, dibin jin û mêr, di roja duyem de têlekî porê jinê di xwarinê de derdikeve, radibe jinê ji bo wê têle porê wê dikuje”. Ev mînak rastiya zilam herî baş şênber dike ye. Li gorî van rastiyên berbiçav divê jin ne tenê hebûn, ya esasî xwebûna xwe bidest bixe. Di vê warê em di çend xalan de bilêv bikin;

  1. Divê jin feraseta jin cinsê zaîf e, cinsê duyem e, dara şikestî ye, naîf, şikestok, por dirêj aqil kêm e, cama derizî, çavgirî, bê çare, başından sopa, sırtından sıpa eksik etmeyeceksin, red bike. Rêbertî vê wiha formûle kiriye, li gorî civaka zayendperest, jin amûrê kar e, makînaya zarokan tê dinê ye, bilbilê ku kirine qafesê ye, pisîkê bin bîrê ye ku her qîr dike ye, eksîk etek e, qralîçeya metayan e, şêra ku pencên wê hatina şikestin e, amurê seksê ye, kesa bi xwedî ye, nikare tena serê xwe bimîne, stûxwar e. Rêber Apo di paraznemeyê dibê; ”Zilam mafê kuştinê jî têde hemû cureyên tundiyê ji xwe re wekî mafên xwezayî li hember jinê dibîne”. Vana formatên koletiyê ne divê neyên jibîr kirin.
  2. Formûla azadiya jinê jî eve ku Rêber Apo wiha diyar dike; ” Xwebûn, zanebûn, form. Hebûna Botanê heye, lê têrî nake, hebûn heta bi zanistekî re nebe yek nikare xwe bigîne formekî. Zanista Dersîmê heye, milê hebûnê de winda kiriye. Divê Botan hebûna xwe bide Dersîmê, Dersîm jî zanebûna xwe bide Botanê ku formekî azad derbikeve holê. Di vir de mînaka Heval Bêrîtan-Gûlnaz Karataş pir balkêş e. Keçekî Dersîmî ye, ziman, çand, bawerî ango hebûn winda ye, lê zanist heye. Bi tevlîbûna PKKê re zanista xwe bi hebûnê re kir yek û wekî formekî azad derket holê. Ev rêka çêbûna jinê ye”.
  3. ‘Dayika pîroz’, ‘Hevjina ku bê wê nabe, jê nayê veger’, ‘Namûs’: Van pênaseyan ji bo jinê tên pêş xistin. Lê ev xetereyên herî mezinin ku jinê di nava van pênaseyan de difetisîn in. Jin dayik e, jin hevjin e, jin nanûs e, ji vê zêdetir nîne. Ji xwe dema mirov tîna xwe bidê, dayika pîroz makîneya zarok anînê ye, jina ku bê wê nabe amûra seksê ye, ji xwe namûs jî jinê bi giştî hebûna wê dide destê zilam. Jin divê li hember van pênaseyan pir baldar be. Bi zimanekî nazik tê gotin lê yê di binî de veşartî kirêtî, bê nirx kirin, şixûlandin û erzan xerç kirina jinê ye.
  4. Jin hebûn e, jin civak e, jin mêzekirin, hîs kirina jiyanê ye. Jin rihm e, heskirin e, çêbûn, şînbûn, xweşikbûn e. Dayika ku em ji bo jinê dipejirîn in, dayika mirovatiyê ye, dayika hemû gerdûnê ye. Dayika ku hemû mirovatiyê fêrî çand û exlaq kiriye, pîroziya dayikê li vir heye, lê dayika ziviriye makîneya zarokan ku bi xwe jî ji artêş û kargehan re leşkerên herî bê nirx çêdike ye, divê em red kirin.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.