Em rojbûna Rêberê xwe ya 65.’mîn pîroz dikin. Rojbûna Rêberê me yê ku nûnerê mirovahiyê ye, heqîqetê ye û mirovê mezin û bêhempa yê ku ji bo civak berbi ferdên azad ve biçe şewq dide riya civakê. Em 4’Avrêlê bi taybetî di serî de rojbûna gelê Kurd û yê tevahi mirovahî yê pîroz dikin. Em tevahî gelê xwe di pêşerojên azat de bi hêviyê hevdîtinên bi Rêber APO re silav dikin.

Ji bo ku em vê hevdîtina dîrokî pêk bînin tevgera me ya azadiya jin KJB hemleya ku bi navê “Jin ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe di çalakî dene” daye despê kirin bi coşa şoreşê silav dikin. Em weke artêşa azadiya jin YJA Star di din diyar kirin ku, ji bo ev hemleya dîrokî bi encamên serkeftî dest bêxê emê tekoşîna xwe hên zêdetir bilind bikin.

 Tevahî gel, ji derketina çînayetiya deshilatdar heya niha, ji bo avahiya civaka exlaqî û polîtîk yê ku têde di mînin bi parêzîn, her tim pêwîstiyê rêberê kê ku nûnertiya vîna wan bikin kirine. Dîrok şahidiyê rêberê wihare pir kiriye û wan berbi pêşerojan ve biriye. Çawa ku di despêka dîrokê de êrîşên li ser nirxên civakê herê zêde di ser xaka Rojhilata navîn de hatiye jiyan kirin, serdema 21’mîn de jî civak bi eynî êrîşan re rûbirû di mîne. Hêzên çîneyetên serdest, bi riya tehekuman dest datîne li ser nirxê gel, mafên wan tûne di hesibîne û hewildide ku her tiştê wan bêxe ya xwe. Rûxmê ku li ser xaka Rojhilata navîn gelê ku herê qedim gelê Kurde lê, di milê rêveberiyên deshîlatdaran de ji tûne bûyînê xilas ne bûne û pir lawaz ketine di rûpelên dîrokê de. Kurd ji zûde di milê deshilatdaran de bûna civaka ku mirina wan hatiye îlan kirin.

4’ê Avrêlê roja rojbûna Rêberê me, roja zayîna gelê Kurd yê ku hebûna xwe ji zûde winda kiriye. Ji ber ku hebûna ku ji koletiyê jî jêr tirbe ew rewşe kê mirinê ye. Gelê Kurd yê ku vê rewşa mirinê jiyandikirin, bi Rêber APO re ji nû ve zayîna xwe ya civaka azad pêk aniye. Ger ku gel û dîrok Serokên bi vê awayî derne xistiban, me yê di roja me ya îrode îdayê ji bo avakirina civaka azad û exlaqî ne da ba diyar kirin. Ji bo vê jî, di 4’ê Avrêlê de ne tenê Rêberê me hatiye cîhanê, bi Rêberê me re ji nû ve zayîna nirxên gelan û civakan yên ku di encamê berhemên hezar salande pêkhatiye ji nûve zayînek pêk aniye. Her kes û her tişt ji nû ve derfetê ku bi awayekê azad bi zê dîtiye. Weke berhemên hezar salan, ked, bedel, giyan, xwedawand, kesên ku ji bo heqîqetê çûne mirinê, weke Manî, Hallac-i Mansur, Pîr Sultan, Şeyh Bedreddîn, Qazî Muhemedan û Seyîd Rizeyan…

Bi taybêt jî ji bo jinan 4’ê Avrêlê wateyên xwe yê pir cûda hene. Em jin me di siya Rêber APO de nasname, xwebûyîn, zanist, nirx û vîn dest xistiye. Ger ku bi milyonan jin di roja me ya îro de di herikin kolanan nasnameya xwe ya azad dixwazin, vîna xwe didin diyar kirin, di pilîtîkade, di qadên civakî de cihê xwe digrin û ji bo pêşerojekê azad û civake kê azad di çiya yên ku cihê nîşeneya berxwedaniyê de, di refen YJA Star de şer didin meşandin û di Rojava de jî weke YPJ di berxwedaniyê re pêşengtî dikin ev bêguman hemû di siya bi nirx û kedên ku Rêberê me dayîna avakirin re girêdayî ye. Ji bo vê ji bo me 4’ê Avrêlê pir pîroze.

Ji bo me ne tenê 4’ê Avrêlê hemû rojên tekoşînê demên nûbûyîna dayîna avakirine. Ji ber ku Rêber APO rêberêkê ku di her rojên xwe de zayînan ava dike. Jin deriyê serdemekê ku ji bo jiyanekê nû didin avakirin re derbas dibin. Di vê milê de Rêber APO kedên pir mezîn daye û heya niha jî dide. Ji bo vê zayîna Serok APO, ji nû ve zayîna tevahî jina ne. Bi Serokatî re jin ji nû ve ruh girtine û ji nû ve jiyanê hemêz kirine. Ji bo vê jî 4’ê Avrêlê rojbûna tevahî jinane.

Di roja me ya îrode bi birdozî, felsefe û şêwazê jiyana ku Rêberê me pêş xistiye di serîde Kurdistanê, Tirkiye, tevahî Rojhilata navîn û di cîhanê de jiyanekê nû û azad pêş xistiye. Di her qadên civakî de hebûna jin ava dike. Di qadên leşkerî de jî li hember hêzên milîtarîst jî artêşa jinên azad sefer ber kiriye. Di milê ramyarî de bi pêşxistina modela hevseroktî re cardin derbeyên pir mezin pergalê daye. Hilbijartinên 30 Adarê de pergala hevserokatiya ku Rêberê me pêşxistiye serketiye. Ji bo vê tevahî gelê Kurd bi taybet jî jin xwedî li vîna xwe derbikevin, nirxên ku desgirtine baş bi parêzin. Ji bo parastina van nirxên ku me desgirtiye tenê yek rê heye ew jî dawî li dîl girtina Serokatî anîne. Çawa Serokatî ji bo ku me ji nava lepên pergala bavik salarî xilas bike, me ji dîl girtinê xilas bike tenê bûyînê da berçavê xwe, pêwîste em jî wê mezin bûyînê û wêrektiyê bidin diyar kirin û bi hemû hêza xwere ji bo azadiya Rêberê xwe seferber bibin. Em ti carî ji bîr nekin ku ji her tiştê zêdetir ji nan,av û hewaya ku em hênase dikin zêdetir hewcedarê vêne. Ji bo vê tevahî gelê me ji bo “Rêberê Azad û Kurdistana Azad” di her kêlî û demande dinava berxwedaniyê de be. Ji bo vîna ku pêşxistiye û israra xwe de yek gav jî paşte ne avê je.

Em weke hêzên YJA Star cardin roja rojbûna azad yê Rêberê xwe pîroz dikin. Ji ber ku Rêber APO ji bo me jiyana azad, heqîqet, hêvî, eşq, bawerî, vîn, berxwedanî û edalet pêşkeş kiriye em minet dariya xwe yê bêdawî didin raber kirin. Em di din diyar kirin ku li ser bingeha hemleya ku“jin ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe di çalakiyê dene” tekoşîna xwe bilind kirin wê hevdîtinên me yê azad bi Rêber APO re misoger bike.

Bijî Rêber APO

Bijî roja zayîna azad 4’ê Avrêlê

Bijî artêşa azad YJA Star ya ku Rêber APO afirandiye

3 Nisan 2014

Fermandariya biryargeha navendî a YJA Star