Arjîn Ferîde

Min; Hinekî Ji Te, Hinekî Ji Xwe Û Ji Her Tiştî Zêdetir, Hinekî Ji Jiyanê Xistiye Nav Wê…

Lêgerîna rastiyê bi destpêkirina rêwîtiya rêwî ve dest pê dike. Rê rêwîtiyek e ji bo dîtina rastiya wateyê.

Heval Fuat dibêje, "Her lêgerînek ji bo rastiyê pêşî bi eşkerekirina tiştê nerast, ango derxistina holê ya derewê ve dest pê dike." Ji ber ku di rastiya gerdûnî ya jiyanê de, perçeyên ku ji eslê xwe hatine bêparkirin rê li ber yekbûna tevahiyê digirin. Armanca gerdûnê ew e ku bigihîje azadiyê. Ji ber ku gerdûn dixwaze ji bo azadiyê vebe, hevdîtina bêdawîtiya gerdûnî bi qasî girtina sirra kêliyê watedar e. Çawa ku gerdûn dixwaze xwe watedar bike, hebûna mirovan ya ku ruyê wê ye jî dixwaze wateya xwe bizanibe. Tişta ku nayê zanîn her gav veşartî dimîne. Ji ber vê yekê sirrî her gav ya ku tê lêgerîn e. Ev lêgerîna ku tê xwestin ji bo wateyê dihêle ku mirov bifikire ka bedewî û kirêtiya di hundurê xwe de çawa û bi çi awayî wateyê diyar dikin. Herikîna enerjiyê û çerxbûna mezin a di gerdûnê de weke kodek jiyanê ya ku hîna jî deşifre nebuyî li benda zelalbûnê ne. Her çiqas pirsa ka çawa ahenga jiyanê, ku bi hestiyariyeke bêhempa ve hatiye girêdan, xwe bi hevrêtiyeke melodîk nîşanî me dide, dibe ku paradoksekê biafirîne, lê pênaseya hêza îlahî wekî derbasbûna ji xwe dikare bersivekê pêşkêş bike. Ji ber ku mirov her gav di nav meraqa hebûnê de li bersivan digerin, berdewamiya herikîna enerjiyê nûbûnê tîne. Ev nûbûn ji ber enerjiya wan a xwezayî di jinan de bi awayekî herî xurt xwe nîşan dide. Jin hene ji ber ku enerjiya wan a xwezayî di nav enerjiya herikbar de ye, an jî bi taybetî, wekî zindiyên ku di encama vê enerjiyê de hene. Her çend xwezaya jinan ji ya mêran cuda be jî, ew di nav vê cudahiyê de di diyalektîka jiyanê de wateyekê dibîne. Her çend mêr xwedî astek enerjiyek statîk bin jî, jin xwedî enerjiyek herikbar in. Ji ber vê yekê, zindîtî, herikîn û guherîn bêtir berbiçav in. Ma gerdûn jî ne wisa ye? Ma em di her qonaxa guherînê de qonaxekê guherînê najîn? Dema ku bi van pirsan re were nirxandin, perspektîfa ku ji bo dahurandina şîfreyên vê yeke divê bi mêzekirinek çawa ve were dest girtin, zelal dibe. Rastiya mirovan perçeyek navendî ye ku rastiya hebûnê eşkere dike. Ew pir girîng e û rolek mezin dilîze. Karakterê mirovan jî şopên vê refleksê, ku ji hêla wê ve îlhama xwe digirin an jî wekî beşek ji wê xwe eşkere dike. Her çend mirov ji hêla avahiyên xwe yên biyolojîk û sosyolojîk ve ji hev cuda bin jî, ew di heman demê de di astek bilind de dişibin hev. Bi gotineke din, tiştê ku wan yek dike ji tiştê ku wan ji hev vediqetîne pir zêdetir e. Ji ber vê yekê, pênaseyên di nav tevgera çerxî ya enerjiyê de di gerdûnê de dihêle ku mirov xwe pênase bikin. Avahiya biyolojîk a mirovan di ahengek wusa mezin de dixebite ku bênavber û bê qusur xebitandina vê mekanîzmayê mirovan heyran dihêle. Bi rastî, hembêzkirina arafa di navbera jiyan û mirinê de û arafa di navbera mirovahî û gerdûnê de, dişibihe yekîtiya hebûn û tunebûnê. Her çiqas roj, heyv û stêrk hevaltiya roj û şevê têk nabin jî, em çawa dikarin xwe wekî beşek ji gerdûnê serbixwe xeyal bikin? Tam di vê gavê de ye ku bêdemî, dema ku wateya xwe dibîne, kelecana kifşkirina bingeha rastî û heqîqetê diafirîne. Ji ber ku bêkêmasiya gerdûnê rewşek ecêb e. Tevgerên pêlên perçeyên subatomîk û elektronan di gerdûnê de nîşanek vê guhertin û veguherînê ne. Ev di mirovan de jî wisa ye. Her çend di mêr û jinan de cûda be jî, ew bi vê mekanîzmayê dixebite. Her bedewiyek xwedî fezîleta xwe ye. Fezîlet sirra pîvanên bingehîn e ku me xweşik dikin. Ya ku bedew e, taybet e. Ya taybet jî ew e ku dikare tevahiyê di hundurê xwe de biafirîne. Berhemdarî, kombûn û pîroziya jinan îfadeyên herî baş ên vê yekê ne. Ev hebûna zindî ya ku jiyanê dike jiyan heman demî de bi xwe diafirîne astekî wateyê jî li jiyanê bar dike. Jin, bi helwesta xwe ya dadperwer, xebata xwe ya dijwar, fedakariya xwe û hêza ku her kesî tîne cem hev, newekheviyê ji holê radikin. Dema ku hemî cûdahî têne cem hev, bedewiya ku ew diafirînin bi hebûna xwezayî ya jinê tê bidestxistin. Ew bi ahengek xwezayî ya bêkêmasî çerxê dizivirîne ye. Ew hemû erdemên di hundirê xwe de bi dilnizmiya xwe tacîdar dike. Ew xwedawendek e û gerdûn bi xwe ye. Gava ku gerdûn diafirîne û dide, jin bereketê li ser hev dibarînin. Wesfa pîroziyê daxwaza yê bilind e. Herikîna enerjiyê di jinan de av û ranohiyê li pey xwe dihêlin. Heta rewşa bêçalak a enerjiyê jî hesta herikînê îfade dike. Çima? Gerdûn qet rewşa xwe ya heyî qebûl nake. Ji ber ku Heraklîtos dibêje, tişta ku qet naguherê tenê guhertin bi xwe ye. Ji ber vê yekê, her şêweyek enerjiyê îfadeya herikînek çerxî ye. Her çend di mêran de ne ewqas bihêz be jî, refleksên bingehîn ên vê forma herikbar hîn jî eşkere ne. Her îfade pênaseyek bi xwe re tîne. Ji hêla din ve, mêr hewl didin ku bi gihîştina astên wêrekî û egîdiyê ve wateya gerdûnê de kamil bibin. Tişta cewherî paqij e. Ya paqij sade ye. Wekî temamkerek ji bo tevahî, mêr jî mecbûr in ku rola xwe bilîzin. Diyalektîk xwedan wateyek kûr e. Ev rola wan a bingehîn di çerxa xwe-pêkanînê de ye. Di gerdûnê de ji bo ku pêkhatina yekîtiyê misoger bikin hemî dijberî hene. Hemî dijberî di hundurê xwe de hevûdu temam dikin. Li kêleka edaletê divê cesaret hebe. Li kêleka bawerî û fedakariyê divê şehrezayî hebe. Çawa ku roj ahenga her sibeh hilatin û her êvarê ava dibe binpê nake, divê dilsoziya enerjiya bêkêmasî ya gerdûnê neyê paşguh kirin. Her çend min nikarîbû xwe ji meraqê dûr bigirim ku dawiya vê çîrokê wê ber bi kuve biçe jî min nexwest ku xwe ji pêşkêşkirina hezkirina wê jî dûr bigirim. Armanca mirovan ew e ku wateya xwe bibînin û bi naskirina vê enerjiyê bigihîjin bersivên pirsên ku avadibin. Dibe ku Teqîna Mezin kêliya ku gerdûn dest pê kiriye be an jî ne wisa  be; vê baş nizanim, lê stêrka geş a serdema me û dahênerê wateyê, Rêber APO navenda rastîn a bersiva heqîqetê ye. Ew dilê gerdûnê ye, rastiya jiyanê ya ku can dide ye.Ew çîroka lêgerîna ku bi "Ez sirrekî veşartî bûm" ve dest pê kirî ye. Rêber APO, ew keşf kir û pêşkêşî me kir. Dema ku her tiştî wateya xwe winda kir, her tiştî rastiya xwe winda kir, mirovahî ji xwe dûr ket û mehkûmî jibîrkirinê bû, vê dengê dengvedêr bereketên xwe pêşkêşî gerdûnê kir. Ewî xwe bi rastiyek ku ew jî nikarîbû pêşbînî bike ve xwe ji nû ve çêkir. Ev tora hatî hunandin bû xwedî û afirînerê hemî kêliyan. Ji ber ku, çawa Prometheus agir ji xwedayan dizî, wî serweriya zalim ji xwedayên Erdê dizî û ew xist xizmeta mirovahiyê. Bi vê yekê, wî berhemên nû afirandin. Wî berhemên mûcîzeyî, jinên bedew û mêrên wêrek afirandin. Bi îradeyên ji pola bê şik, wî wan bi ava azadî û serxwebûnê pîroz kir, wan ji hemî kirêtiyê paqij kir. Berhemên vê mûcîzeyê li her derê, di her serdemê de ne, di şer û jiyanê de serkeftinan bi dest dixin, û doza maf pêş dixin. Di têkoşîna maf de, serkeftina îradeyê bi hemî esaleta xwe ve erken xwe pêk tîne. Di rastiyê de, tiştê dûr nêzîk e, û tiştê nêzîk jî dûr e. Ti kêliyek bi qasî hesta ku di dema durketina rê de hîssîyata nêzîkbûnê dide bi nirx nîne. Her tişt li wir e, li kêleka min e. Weke ku ez destê xwe dirêjî bikim ezê dest bigirim e. Dibêjim qey dest bidim ezê hîs bikim û li neynîkê binêrim ezê bibînim, ewqas nêzîk e. Tiştek bi qasî ku xuya dike negengaz nîne, ji ber ku em neferên wê ne. Divê ahenga me bi ahenga çerxîbûn û enerjiyê re lihev bike. Ger enerjî lêdana dilê herikbar be, wate jî pergala xebatê ya mêjî ye. Mirov bi qasî gerdûnê erjeng e. Tişta erjeng tişta bê qusure mîna rastiya mirov…