• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. PÊŞENGÊN ME

JINA SERHILDÊR Û DILSOZ; ŞEHÎD DOĞA PÎRDOĞAN

Azadîxwaziya ji nav bêhna mirinê zaye, xwe li ser ked, vîn û berxwedaniyê neqişandîye. Bejn û bala xwe bi kirasê tekoşînê xemilandiye, ketiye ser rêya heqîqetê û bûye rêwiyê heqîqetê. Êzîdîyatî kokê xwe ji olê Zerdûşt tê û Olê herî qedîm yê Mezopotamya ye û olê Kurdayetî yê herî kevnare.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 15 Kasım 2025
Görüntüleme: 320

Devamını oku …

Di Dîroka Artêşbûnê De Şehîdên Me Yên Cotmehê

Di dîroka me ya avakirina artêş û gerîlayan de, hevalên jin ên ku em wekî şehîdên Cotmehê pênase dikin bingehê her tiştî nîşanî me dan.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Ekim 2025
Görüntüleme: 475

Devamını oku …

Fermandara Enternasyonal, Şervana Şerê Biratiya Gelan; Emîne Erciyes

Raborî, îro û siberoj, diyalektîka bi hev re ye. Bêyî duh hebe îro, bêyî îro hebe sibê nabe. Kesê ku raboriyê nizane, nikare rojaneyê jî bizane. Ango raborî koka mirova ye. Serdema dergûşê ye.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Ekim 2025
Görüntüleme: 395

Devamını oku …

EW, YEK JI JINÊN KU XWE KIRÎ WELAT E: ŞEHÎD ZÎLAN RÛSTEM

Gava demsal li pey hev bezdidin, gava pelên ji salnameyan hatîn qetandin erşekî tije dikin, gava ku nifş diguherin, dema dîrok li ber xezeba demê dikeve û tê jibîr kirin ya ku mayînde dimîne ye ‘War’.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 16 Eylül 2025
Görüntüleme: 545

Devamını oku …

HESTÊN WELATPERWERIYA EYLÛL, SÎNOR Û PARÇE BÊ MANE KIRIBÛN

Bi çirisîna ramanê Rêber Apo re tîrêjên hêviya jiyana azad ji pişt asoyên tarî bilind bûn û xwe berdane nav dil û hinavê lêgerînvanên xwe.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Ağustos 2025
Görüntüleme: 397

Devamını oku …

DU JINÊN JI ERBAÎLOYA (HEWLÊR) DÊRÎN, GEŞBÛN Û HÎRAN

BEŞA 2

Dijmin jî ji bo operasyonek mezin a li Garê bike amadekarî dikir. Ji ber ditirsiyan di eraziyê de werin li her derî dest bi çêkirina cadeyan kiribûn ku karibin tank û topên xwe qada Garê û gavek din jî axa welatê me dagîr bikin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 17 Temmuz 2025
Görüntüleme: 385

Devamını oku …

FERMANDARA SERDEMA FEDAIYAN RÊHEVAL NORŞÎN EFRÎN

Di Tevgera Tekoşîna Azadiyê de her sal, meh, roj û demjimêr bi wateyên mezin dagirtînê. Dîrok dizane bê ka her kêliyê çi fedekarî, çi berxwedanî, fedaîtî û pakrewan jiyane li ser vê axê.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 23 Haziran 2025
Görüntüleme: 386

Devamını oku …

ZÎLAN Û DELAL LAYIQÎ NAVÊN XWE NE

Di nava gerdûnê de her zindiyek di nava lêgerîna azadiyê de ye. Di alema mirovan de jî, a herî zêde evîndarê azadiyê ye, aşiqê xwebûn û xweseriyê ye, a ku herî zêde ji bindestî û dagirkeriyê bi kîn û nefrete; jin e.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 11 Haziran 2025
Görüntüleme: 367

Devamını oku …

FERMANDARA DILDERYAYÎ AXÎN CÛDÎ

Ji nava dilê Botanê, şoreşgerên dil pola berê xwe didin rojê û dibin rêwiyên azadiyê. Li ser şopa Bêrîvanan, qehremanên gelê xwe hêviyên azadiyê ji nûve şîn dikin. Lewma li hember hêzên dagirker û komploger ew dibin xwedî hêzeke nekeftî û tola sedsalan radikin. Lewma di welatê Egîdan de her roj ewladên herî bi nirx yê gelê Kurd çeka azadiyê hildigrin û berê xwe didin çiyayên azad. Ew di nava rûpelên dîrokê de cihên herî bedew û hêja digrin. Ji bo jiyanek azad, ji bo parastina hebûna xwe, wan ti caran serî netewandine û her tekoşîna xwe bi awayekî xurtir didomînin. Li Kurdistanê bi hezaran keç û xortên ciwan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin, da ku tevahî mirovahî karibe jiyaneke azad û wekhev bijî. Yek ji van lehengan jî fermandara mezin ya welatê rojê Axîn Cûdî ye. Halime Kaya li Botanê çavê xwe li dinyayê vedike. Ew di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di wan salan de gelê azadîxwaz li pey rojê ketibûn rêka azadiyê. Gelê Kurd bi serhildanên xwe ve dinya li serê dagirkeran dihejandin. Yek ji cihê serhildanên rûmetê jî Botan bû, gelê Botanê bi wan serhildanê xwe ve destê gerîlayên azadiyê yê li hember dagirkeran xurttir dikir. Keça ciwan jî weke her zarokeke Kurd di nava serhildan û êrîşên dagirkeriyê de mezin dibe û bi serhildanên azadiyê re her ku diçe zanebûna wê ya Kurdayetiyê zêdetir dibe. Wê bi çavên xwe şahîdî ji dîroka gelekî re dike. Lê belê êrîşên dagirkeran yên dijwar ku gund û malên gelê Kurd dişewitandin, gel neçar dihîştin ku ax û warên xwe berdin û koç bikin. Ev êrîşên xedar bûbû para malbata Halime jî. Lewma ew ji ax û gundê xwe bûn û koçî Mexmûrê kirin. Salname 15’ê Sibata 1999’an nîşan dida. Hêzên hegemonîk bi komployeke navnetewî xwestin Roja Kurdan tarî bikin û Rêberê mirovahiyê Rêber APO dîl girtin. Lê gelê Kurd bi şiyara ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bersiv dan komplogeran. Li seranserî cîhanê gelê Kurd ji bo lanet kirina vê rojê serî rakirin. Ciwanan jî ji bo bilindkirina tekoşînê ref bi ref berê xwe didan çiyayên azad. Halime Kaya jî weke ciwanekê ji hêrsa komploya ser Rêber Apo agirê tolhildanê di dilê wê de geş dibû. Lewma ji bo ku ew jî ji komplogeran re bibe bersiveke xurt agirê di dilê xwe de bi agirê Newrozê re dike yek û di 21’ê Adara 1999’an de, bi hevala xwe ya zarokatiyê re, bi fermandar şehîd Şîlan Goyî re beşdarî nava refên azadiyê dibe. Halime Kaya ango bi navê xwe ya din, bi navê ku wê di dîrokê de bibe fermandareke nemir Axîn Cûdî ve dest bi rêwîtiya xwe ya azadiyê dike. Bi çavên tije hezkirin, bi hestên kîn û tolhildanê ve ew xwe digihîne çiyayên azad.  Qada Xakûrkê jê re dibe destpêka tekoşîna wê. Ji bo ku ew karibe ji komplo û kiryarên dagirkeriyê re bibe bersiv, her di nava hewildanên xwe zû pêşxistinê de ye. Ew herdem xwe ji her alî ve pêş dixe. Lewma ew di nava demeke kin de dibe gerîlayeke xurt û jêhatî. Dildara azadiyê Axîn hîn di destpêka meşa xwe de Rêber APO dike pisûleya jiyana xwe ya şoreşgerî. Ew xwe li ser fikir û ramanên Rêber APO mezin dike. Piştî pratîkeke têr û tijî ya qadên Qendîl û Xakûrkê ew berê xwe dide qada herî zehmet û dijwar qada a Zagrosan. Fedaiya welatê xwe, xwe bi çiyayên welatê xwe re dike yek. Lewma dema ku te lê meyze dikir di her gaveke wê de çiyayên bi heybet li pişt wê bûn. Li ser her şopa gaveke wê gulên herî bedew şîn dibûn. Lewma xwezaya Zagrosê ya herî dijwar deriyê dilê xwe jê re vedike û wê digre hembêza xwe. Lewma ew mîna ku perçeyek ji van çiyayan be, gav bi gav di xaçerêyên Zagrosê de dimeşe. Dilsoza azadiyê Axîn Cûdî li Zagrosan pratîkên herî dijwar dide meşandin. Ew herdem ji zehmetiyan mezintir bû. Wê ti zehmetî li pêşiya tekoşîna xwe nedikir astengî. Her wiha cihê ku heval Axîn lê baya bi tekoşîna xwe gelek tiştên nû avadikir. Ji ber ku ew jî afrînera jiyana azad bû.  Heval Axîn li qada Zagrosan beşdarî gelek çalakiyan dibe. Ew di her çalakiyekê de rol û misyonekî girîng dilîze. Di nav her çalakiyekê de ew dibe bersiveke xurt ji dijmin re û bi çalakvantiya xwe ve mohra xwe li çalakiyan dide. Di tekoşîna azadiya gelê Kurd de ango di nava refên gerîla de tiştê ku dihêle ev tekoşîn bi awayekî hîn xurtir were meşandin û bigihîje serkeftinê rêhevaltiya di nava gerîlayên azadiyê de ye. Rêheval Axîn jî bi her hevalekî re rêhevaleke durust, dilgerm û girêdayî bû. Ew ji ber vê hezkirin û girêdana xwe di nava rêhevalên xwe de pir dihat hezkirin. Ew bi her hevalekî xwe re dibû rêhevala rojên zehmet. Li gel heval Axîn nirxê her hevalekî pir cuda bû. Helbet wê dixwest ku ji Rêber APO re bibe rêhevaleke rast. Lewma ew her dem di nava hewldanên vê de bû. Ji ber vê jî heval Axîn  her roj pirtûkên Rêber APO dixwend, ji bo ku karibe her roj gaveke din ber bi Rêber APO ve bavêje. Di nava rêwitiya xwe ya dirêj de Rêheval Axîn li qada Heftenînê jî gelek pratîkên bi nirx dide meşandin. Heval Axîn li qada Heftenînê hem dibe fermandara şer û hem jî ji rêhevalên xwe re dibe fermandara jiyanê. Fermandara fedaî herdem ji rêhevalên xwe re dibe pêşengeke mînak. Bi pêşengtiya xwe ve ew dibe mamosteya jiyana azad. Wê xwe li ser ramanên azad yê Rêber APO perwerde dikir û gûrçûpêç dikir. Lewma ew bi fikra heqîqetê ya ku ji Rêber APO ve girtiye gelek kar û xebatên serkeftî dide meşandin. Her wiha wê bi fikrên ku ji Rêber APO girtiye ve gelek gerîlayên azadiyê mezin dike. Lewma nêvenga ku fermandar Axîn lê baya, ew der bi Ramanên Rêber APO, hezkirina hevaltî û jiyanê ve dagirtiye. Ew bi vî rengî ji rêhevalê xwe re dibû navenda hezkirinê. Di jiyana şoreşgerî ya heval Axîn de yek ji qada ku herî zêde bandorî li ser rêveçûna wê ya gerîlatî dike qada Zagrosan e. Fermandar Axîn li Zagrosan de salên dirêj li qada Avaşînê fermandarî dike. Avaşîna ku niha ji dagirkeran re bûye gor, ji fermandara dilderyayî Axîn re rêhevaleke mezin bû. Avaşîn bi çiya û darên xwe ve, bi çem û kaniyên xwe ve şahîdî ji tekoşîna fermandar Axîn re dikir. Di her xaçerêya ku tê de dimeşe, gelek bîranîn gerîlayên leheng dibihîse. Lewma ew jî ji bo jiyanîkirina van fedaiyan tekoşîneke mezin dike. Heval Axîn dilsozê rêhevalê xwe bû û şopdarê rêhevalên xwe yên şehîd bû. Lewma rêheval û fermandar Axîn ji bo jiyankirina bîranînên şehîdan bê eman têdikoşe. Bi destpêkirina operasyona qada Avaşînê ve gerîlayên azadiyê bi berxwedan û şerê xwe ve bersivên tund dan dagirkeran. Fermandar Axîn Cûdî jî li çeperên herî pêş cihê xwe girt û ji dagirkeran re bû bersiva herî xurt. Wê li qada Avaşînê jî fermandarî ji gelek çalakiyan re kir. Ew bi şer û tekoşîna xwe ya li hember dagirkeriyê hat nasîn. Ew mîna heybeta çiyayên Avaşînê li pêşiya dagirkeriyê bû kelem. Qada ku berê Fermandar Axîn lê maye dema rû bi rûyî êrîşên dagirkeriyê hat, ji bo parastina wê berê xwe dide wir. Rawestgeha fermandara fedaiyan vê carê qada Heftanîne, ku li vê qadê gelek destanên fedaiyane hatine jiyîn. Bi dijwarbûna êrîşên dagirkeriyê, fermandar Axîn jî tekoşîn û şerê xwe dijwartir da meşandin. Ew bi tekoşîn û şerê xwe ve tevahî êrîşên dagirkeriyê pûç kirin. Ew li Heftanînê dibû navê berxwedan û tekoşînê. Wê ticarî serî ji dagirkeran re netewand, wê ti carî dev ji tekoşînê berneda, wê ti carî xiyanet li xeyalên xwe yî zarokatiyê nekir. Wê xwe hîn zêdetir nêzî azadiyê kir, wê tekoşîna xwe bihêztir kir, ew bû rêhevala Rêber APO. Fermandar Axîn Cûdî heta kêliya dawiyê bi fedaiyane têkoşiya û şer kir, bi lehengtiyeke bê mînak ve di 29’ê Cotmeha 2024’an de li qada Heftanînê bi du rêhevalên xwe re digihîje şehadetê. Wê 25 salên têr û tije tekoşîn da meşandin. Wê 25 sal fedaî doza azadiya gelê xwe kir. Wê 25 sal her dem şerekî bê eman da meşandin. Her roj fermandar Axîn ala serkeftinê li ba kir. Ew xwedî bîr û bawerî bû ku wê tekoşîna azadiya gelê Kurd bi serkeftinê ve tacîdar bibe, lewma ew jî bê rawestandin di vê rêkê de meşiya heta ku gihîşte heqîqetê. Ew bû sembol ji tekoşîna azadiya jin re, ew bû pêşeng û fermandareke nemir ji tekoşînvanên heqîqetê re. Ew bû xet û soza tolhildanê ji gerîlayên azadiyê re. Ew bû dengê azadiyê ku bi tîpên zêrîn navê xwe derbasî dîrokê kir. Rêhevala Wê Ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 14 Nisan 2025
Görüntüleme: 342

DI NEPENIYA ÇIYAYAN DE PÊŞENGEK JÎR; AMARA

Welatek bê fermî de, di nav kevir û daren ne diyar de penaber im. Di turikê min de hêvî û xeyalên nîvço mayî, penaber im ber bi rêyên ne diyar ve… Ez Kurd im, dibêjin ev qedera te ye, tu mehkûme azad jiyan nekirinê yî. Lê ev ne qeder bû, ketina koçberiyê pêxwas û bêwar mayîn, bê ax, bê welat mayîn ne qeder bû. Ev zilm bi me destpê nekiribû û mixabin bi me ji bi dawî nebibû. Ev hezaran sal in em di destên barbaran de, di destê zilmkaran de bûn 2 parî, piştre jî bûn 4 par. Niha ji dixwazin hebûna me ji me bigirin û me ji kokê ve tine bikin. Lê wek di dîrokê de ti zilmkar bê hesap nemaye, di serdema me de jî hawariyeke Kurdan careke din derket ser dîka dîrokê û dîroka serberjêr diçû sekinand. Wê demê hêvî ji nû ve zindî bûn, rih ji nû ve zindî bûn. Piştre ew ji komekê bû milyonan û li ser çiyayên Kurdistanê bûn nobedarên azadiyê, bûn pêşengên fedaî ên gel û welatê xwe. Di vê oxirê de can dan, bedel dan lê vê qederê ti caran nepejirandin û bûn mirateyên herî bi nirx ên gelê Kurd. Yek ji wan nobedarên azadiyê ye Amara Rubar. Serpêhatiya wê bi qasî çîrokên penaberiyê bi eş û zor, lê bi qasî berxwederiya gelê wê bi vîn û zindî ye. Serpehatiya Wê Çîroka Pênabertiyê Ye Gelê Botanê ku ji rastiya dijminê bêbext re ji nêzve şahidî kiriye û beramberî hemû zilmkariyê gelekî ku herdem serî hildaye û berxwedaye ye. Çawa ku di Kurdistanê giştî de gelê Kurd gelek qetlîam û zilman re hatiyê derbaskirin, di nav de gelekî ku ji vê rastiyê herî zêde para xwe girtiye bêgûman warê Egîd û Berîvanan e. Gelê Botanê di dîrokê de bi serhildanên xwe yên salên 90’î û welatperweriya xwe ve mohra xwe dîrokê xistiye. Gelê Botanê di wan salên ewqas kuştin, qetilkirin, faîlîmeçhul zêdebûyî de koç kirine û piraniya wan çûne qampa penaber a Mexmûr e. Salên 90’î ku gel ji bo ku rûmeta xwe biparêze, nebe ajan, qontra û cerdevan çîroka penabertiyê di wan salan de destpêkiribû. Ew gelê ku nûnerên rûmetê, bi salan di rêkan de, di koçberiyê de windahiyên pir mezin dan, her cûre zehmetiyan re rû bi rû hatin lê herî dawî ji xwere wargehe ku bikarin bi rûmeta xwe ve Kurdbûyîna xwe bijîn avakirin. Lewra êdî qampa Mexmûrê tenê ne qampa penaberan qampa welatperwerî, qampa xwedî derketina Serok û welatê xwe bû. Ev gelê ku li welat bi eşên mezin re mezinbibûn û gelek berdêl dabûn, ji bo ku siberojek azad ji zarokên xwere avabikin zarokên xwe bi çanda Kurdan, welatperwerî û felsefeya Rêber Apo de mezin kirin. Û an niha ji gelek qehremanên ji wir derketine hene û bûne fedaiyên gelê xwe. Ayşe Kapar jî ji malbetek wiha bi esil a Botanê ku malbata wê ji bûye penaber. Malbata wê eslê xwe ji Qilebanê ye û ji eşira qedîm a Goyî ne. Malbata Ayşe ji para xwe ji wan hemû kiryarên dewletê girtibûn û ketibûn rêça penabertiyê. Lewma jiyana Ayşe jî li ser rêya pênabertiyê de dihat xêzkirin. Zarokek ji welat, ax dûr lê ewqas ji bi welatê xwe re girêdayî... Ayşe Kapar demên koçberiyê de li Etrûş’ê dayîkdibe û çavê xwe di nava pênabertiya welat de vedike. Bi avabûna qampa Mexmûr a penaberan re derbasî vê qampê dibin û êdî ji bo malbatê jiyanek nû destpêdike. Ayşe di nava hawirdorek wiha de li Mexmûrê mezin dibe. Ji zarokatiya xwe heta mezin dibe bi bi çîrokên gelê xwe ye bi êş, bi çîrokên penabertiyê re mezin dibe lewra hê temênê zarok de dikeve ferqa rastiya Kurdbûn û welatperweriyê. Di nava van rastiyan de têşe digire, mezin dibe. Lê xwe de her kêmbûnek hîs dike û çi kiriba bila bike wê ev kêmbûn wisa hêsan derbas nebûya. Hesreta nedîtîna welat dilê wê de wek birînekê lê te û heta ku gav neavetiba ser wê xakê wê ti caran ew kêmbûn derbas nebaya. Keça ciwan ku dilê wê bi eşqa welat lêdide, di nava malbatê de bi çand û exlaqa PKK ve tê mezinkirin. Ew ji van tiştan di kesayetê xwe de dixe bingehek xurt ku tu caran hilneweşe. Ayşe ku dilê wê eşqa welat re lêdide û çav her rêya welat e, biryara tevlîbûnê dide û sala 2012 an de digihêje çiyayên ku timî xeyalê wê dikir. Ew mirovên wiha ne ku ti caran îxanet li xeyalên zarokatiya xwe nekirin û berdêl çi dibe bila bibe ketin pey û siberojên azad afirandin. Xeyal Edî Dibûn Rastî Li ser lûtkeyên herî bilind ê çiyayan de êdî jinek bi navê Amara Rubar dest bi têkoşîna azadiyê dikir û bi armancên bigihijê welat û gelekî azad xwe fedaî doza azadiyê dikir. Amara Rubar, sala 2012 an de hê di temenê xweyê ciwan de tevlî refên azadiyê bibû. Ji ber ku ew hîn zarokatiya xwede bi çîrokên egîdan, çîrokên gelê xwe yê bi êş û berxwedêr mezin bibû, di nava jiyana gerîla de jî bi hêrsa ku ji dijminê xwînxwar tol bigire tevlî dibe. Pêşenga jiyana bi rûmet, şopînera heqîqetê Amara, soz dide şûnve bi rengek herî çalak di her karî de cîh digire û bi serkeftî kar dide meşandin. Keça Dildar, bi hêrsa ku pir zû derb li dijmin bide berê xwe dide qadên şer lê herî germ. Amara vê fersendê awayek herî baş dinirxîne. Ew di gelek çalakiyên serkeftî de cîh digire û di refên herî pêşde şerdike. Di wan qadên şer lê ewqas dijwar de bê rawestîn hemû hêz û enerjiya xweya ciwantiyê ve pratîkê de erk radike û şer dike. Di wan demên şer dijwar de Amara birîndar dibe lê ti caran ji xwe re ji qadên şer dûrketinê qebûl nake. Vê birîndariya xwe ji xwere nake asteng û berovajî ji her demê bêhtir xurt tevlî dibe. Piştî pratîkek dirêj li qada şer mayînê şûnde derbasî qadên cuda dibe. Di wan qadan de jî bi rengek berpirsyar tevlî dibe. Lê piştî ewqas pratîkên giran û serkeftî dibe fermandarek û pêşengtiya jiyan û şer dike. Ewê êdî ne wek şervanek, wek fermandarek tevlî bibûya û li gor vê jî, di her qadê de di her erkê de tevlîbûnek herî xurt nîşan daba. Pêşenga demê, ji bo ku di pêşengtiya jina Kurd de xwe hîn bêhtir xurt bike û li gor erkên demê rast tevlî bibe dibistana jina azad de tevlî perwerdê dibe. Amara di keleka perwerdeyên birdozî, ji bo bibe gerîlayek serdema moderniteyê dizane ku divê di her alî de profesyonel û serwer be. Ji bo vê yekê jî xwe di milê leşkerî ango branşan de jî xurt dike. Ew êdî dibe gerîlayek pir alî, profesyonel û pêşeng. Heval Amara ku di nava malbat û hawîrdora xwe de pir tê hezkirin, bi tevlîbûna xwe bandorek mezin dide avakirin. Lewma piştî tevlîbûna wê çend sal şûn de xwişka wê Amara Şerîf ango (Cîhan Kapar) jî tevlî refên azadiyê dibe û dibe şopdarê xwişka xwe. Heval Amara di axaftinek xwe de ku ji xwişk û rêhevala xwe re dişîni de, hest û kelecana xwe tîne ser ziman û beşek di axaftina xwe de wiha dibêje. “Rêhevalamin a delal ezê biçim warên ku dijmin me jê qutkir û nehişt em zarokatiya xwe tê de derbas bikin. Ji bo vê ji ez pir keyfxeşim ku niha rêxistin vê şansê da destê min û ezê xeyalê xwe yê çûyîna welat pêk bînim. Ez dizanim dema tu vê agahiyê girt, tuyê hinek xemgîn bibî û tu yê bibêjî diviya bû ez çûbama. Lê xeman naxwe,  ez şûna we hemûyan diçim qadên pîroz. Lê ez tiştek ji te dixwazim, em di nava şerek girandene û ev şer berdêl ji me dixwaze eger ku te rojek agahiya şehadeta min girt, zêdetir bi serbilindî bijî û ji bo tolê jiyanbike. Ji ber em êdî tenê ne xwişkên hev in, em heman demê de hevreyên hev yên heqîqetê ne.” Heval Amara Şerîf sala 2021’an di operasyona Avaşînê de di tûnelên berxwedanê ya Aris Faris de bi fedaîtî şer dike û şehîd dikeve. Meşa Ber Bi Wargehên Pîroz Jina Botana serhildêr, diviyabû berê xwe daba Bakurê Kurdistanê û tola zarokatiya xwe, tola gundê xwe yê hatiye wêrankirin rakiriba. Ji bo ku êdî ev xeyal pêk werin rûpelên salnameyê diziviriya û sal dibû 2019. Ango ji bo keça evîndar xaçereyên dirêj, çiyayên bilind û rêwitiyek ber bi heqîqetê xuya dibû. Amara xwe di her alî de ji bo vê rojê amade kiribû û ji bo vê ji xwe xistibû gerîlayek pispor. Heval Amara sala 2019 an de berê xwe dide Bakur û digihêje warên ku hesreta hemû gerîlayan e. Di kêliya yekem gava xwe diavêje ser xaka Bakur de destpêkê henaseyek ji bo xwişka xwe û hemû hevalê xwe dikişîne. Wek kişandina henaseya ji bo hevrêyên xwe, her gavekî xwe jî ji bo wan diavêje û kelecana hemû kêliyên xwe bi wana re parve dike. Ji ber dizane ne çiya, ne av û ne jî her cûre astengî pêşiya gihandina hevretiya rast, hestên hevaltiya bêdawî bibe kelem. Li kûr û çiqas dûr ji bin car tê heman demê de heman hestan jiyan dikin. Ev hevrêtiya PKK ye,  ev hevrêtiya rast a bêdawî ye. Heval Amara eynî wek xeyal kiribû, di qada Bakur de bi awayek herî xurt tevlî dibe. Di pêkankirina gelek çalakiyan de cîh digire, fermandartî dike, plansaz dike. Dar dar kevir kevir ser her bihostekê de digere, gerîlatî dike û zarokatiya ku xeyal dikir jiyan dike. Fermandara artêşa jin bi sekna xwe ya fedakar û jîr, wek jinek Botanî dibe Egîd û Berîvana hemdem. Di nepeniya çiyayan de dibe şopdara heqîqet e. Amara Rûbar, di hemû salên xwe yên têkoşînê de bê ku rojek dev ji xeyalên xwe, dev ji doza xwe ber de heta ku gihaşt mirada xwe têkoşîn kir, şer kir û ji bo vana pêk bîne jiyaneke bi rûmet jiyankir. Ji zarokên pênabertiyê re bû hêviya jiyanek azad, ji hevrêyên xwe re bû pêşeng, fermandar. Fermandar Amara, 3 salan di nav pratîka Bakur a zehmet de pêşengtiya şer kir û bi hevrêyên xwe re destanek din a têkoşînê nivîsandin û navê xwe bi tîpên zêrîn li ser lûtkeyên çiyayan de xêzkirin. Amara Rûbar di operasyona zivistana sala 2022’an a li Bakur hatiye destpêkirin de li hember dijminê hov du rojan destê xwe ser tetîkê ranake û heta hênaseyê xwe ya dawî şer dike. Di van pêvçûnên diqewimi de gelek leşkerên Tirk ceza dikin, fedaiyane êrîş dikin û bi rêhevalên xwe Bahoz Ebex û Rêber Kiçî re digihêje karwanên nemiran, digihêje karwanên fedaiyan. Rêhevala Wê Ya Têkoşînê  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 14 Nisan 2025
Görüntüleme: 330

Sayfa 1 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • JINA SERHILDÊR Û DILSOZ; ŞEHÎD DOĞA PÎRDOĞAN

  • Di Dîroka Artêşbûnê De Şehîdên Me Yên Cotmehê

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere