Azadîxwaziya ji nav bêhna mirinê zaye, xwe li ser ked, vîn û berxwedaniyê neqişandîye. Bejn û bala xwe bi kirasê tekoşînê xemilandiye, ketiye ser rêya heqîqetê û bûye rêwiyê heqîqetê. Êzîdîyatî kokê xwe ji olê Zerdûşt tê û Olê herî qedîm yê Mezopotamya ye û olê Kurdayetî yê herî kevnare.

Gelê me yê Êzîdî, di oxira  parastin û mezin kirina bawerî, çanda kevnare û dîrokî de her tim bûne penaber. Li hember tepisandin û xwestekên tunekirinê tu carî serî netewandin û xwe spartin çiya. Ji ber ku pir bi xwezayê ve girêdayîne, azadiya xwe di çiyayan de dibînin û mîna ku li heqîqetê û li evînê digerin wisa li xwezayê digerin. Di dîrokê de jinên Kurd her tim serî li hember zilm, zordariyê rakirine, tu carî serî netewandine û vîna herî mezin dane raber kirin. Rewşên herî zehmet ku nayên aqlê mirovan re derbas bune lê li hember hemû rewşan her tim bi berxwedanî, vîn û tekoşînek bê hempa li dijî zilm û dagirkeriyê bûne bersiv û li ser lingên xwe mane.  Bi şerkerî û cesareta xwe ve ji hemû jinên cîhanê re ji bûne mînak û di dîrokêde careke din dane nîşandan ku jinên pir bi hêzin, tu carî serî natewînin û her tim bi serbilindî dijîn.                                                                                                                                                                           

Jina leheng û bedew, fermandara tekoşer û bi heybet; Şehît Doğa Pirdoğan. Doğa bu soza tolhildana jinên Êzidî, Doğa bu qêrînekî ku di kurahiya dîrokê de veşartîbu ku îro deng veda. Bi cesaretek mezin, bi ew kîn û nefreta ku bi hezaran salan kom kirî li hember kedxwaran û desthilatdaran bu bersivek mezin, li hember destên ku dirêjî afrînerên jiyanê dibin. Doğa yek ji şopdarê heqîqetê ye. Dara Qasim li gundê Xanesor ya girêdayî Şengalê di nav malbatek welatperwerde çavê xwe li cîhanê vedike. Malbata Dara malbatek ku bi çanda xwe ve pir girêdayî ye. Yek ji wan malbatên ku bi hezaran salan li ser mîrate û nirxên kevnare jiyana xwe domandine û bune  şopdarên çanda Zerdûşt.

3’ê  Tebaxa 2014 êrîşê qirkirinê yê li hember gelê me yên Şengalê hatî kirin de Tevgera Apoyî bun mertalên ji agir, bi awayekî fedaî mûdaxale kirin, bedelên giranbiha ji dan, bi serkeftî  Şengal rizgar kirin û navên xwe bi tîpên  zêrîn  di dîrokê de dan nivîsandin. Dema ku li ser Şengalê, ango li ser nirxê kevnar yê Kurdiniyê gelê ezîdî ji hêla çeteyên Daîş ve qirkirin tê peşxistin, li pêş çavên Dara gel tên qetil kirin, jinên ezîdî tên firotin û tên tecawiz kirin; Dara, vê zilm û êşkenceya li ser gelê êzidî qebul nake û dixwaze bibe bersiv. Piştî fermanê malbata wê koçber dibin û derbasî  Rojava dibin. Ew dîmenên li warê pîroz Şengalê hatine jiyan kirin her tim wek şerîdê fîlmekê ber çavên dara re derbas dibin, zindî dimînin û di dilê dara de dibe soza tolhildanê. Dara, di sala 2014’an de li bajarê Dêrîk a Rojava, soza xwe ya yekem dide. Piştî wê derbasî warê gerîla çiyayên azad û bi heybet dibe. Bi naskirina Rêbertî re girêdanbuna wê ya bi jiyanê re hîn bêhtir xurt dibe û bi perwerdeya xwe ya yekem re dibe şagirtek û mîlîtanek jin yê Rêber Apo.

Heval Doğa dibe fermandarek jîr û nekeftî û berê xwe dide warê pîroz li Şengalê.  Moral, hêz û baweriya ku ji felsefe û bîrdoziya Rêber Apo girtî re  demek kurt de di mewziyên şer de cihê xwe digire. Dema paqijiya şengalê ji çeteyên Daîşê de ji pir çalakiyên serkeftîde bi şêwazek aktif û jêhatî cihê xwe digire û derbên giran li dagirkeran dide. Heval Doğa li vê devera pîroz bi salan bê rawestan tekoşîn kir û ked da. Dema ku erkê xwe yê li Şengalê bi serkeftî bi cih anî careke din vegeriya warê gerîla ya ku bêhna azadiyê jê tê çîyayên azad û bedew. Zû fêrî gerîlatî û jiyana çiya bu. Ji hevaltiya nav PKK û jiyana kollektîf pir hêz û bawerî girt û bi wê heyecan, coş û morala ku girtî bi şêwazek aktîf tevlî nav jiyanê bu. Hemû Kar, xebat û erkên ku derdiketin pêşiya wê bi serkeftî bi cîh anî.                                    

Ji bo ku li hember êrîşan bibe bersivek xurt, ji bo ku di felsefeya Rêbertî, xeta azadîya jin de  xwe kûrtir bike û hişmendîya 5 hezar salan di kurahîde tehlîl bike perwerdeyên Akademiya xweser de cihê xwe girt û di vê bingehêde mîlîtanek Apoyî ya xurt, nekeftî, afrîner û bi zanist di kesayeta xwede ava kir. Di wê ferqêde bu ku Şoreşger kesayetên bi zanistin û bi zanist tevdigerin. Heman demê di ferqê de bu kû fikr, felsefe û birdoziya Rêbertî kesên bi zanist ava dikin. Xwe di demek kin de gihand asta fermandarek YJA-Star a serkeftî. Wek jinek pêşeng,  her tim di nav hewldanê wê de bu kû erk, berpirsyartî û mîsyonên kû  dikevin li ser milên wê rast bi cîh bîne û  ji pêvajoyêre bibe bersiv. Di Perwerdê de ji tevlîbunek xurt da raber kirin û bu Mîlîtanek Apoyî ya mînak. Bi vê perwerdê re hîn zêdetir ket ferqa hêz û cewhera xwe. Her tim di nav lêhûrbûnên kûr de bu. Di vê bingehê de di jiyan û hevaltiyêde serkeftinên mezin bidest xist. Perwerdeya birdozî ji bo xwe wek bingehek xurt dît û bi hêza ku ji perwerdê girtî re xwest di pratîkê de tevlîbunek xurt bide raber kirin. Heval Doğa perwerdeya xwe bi serkeftî dawî kir. Hêza xwe ya jiyanê ji Rêbertî û şehîdan digirt û her tim ji bo ku layiqê van nirxan derbikeve bi fedakariyek mezin tevlî nav jiyanê bu. Xeyal û xwestekên xwe yê çuyîna Bakur pir bu. Xwe gihandina jiyanek azad bi tekoşîn kirinek rast ve tê bidest xistin. Ji bo xwe gihandina armancên xwe ji bi tarzek fedaî tevlîbunek hewce dikir. Di vê bingehêde tevlî Hêzên Taybet bu. Heval Doğa bu mîlîtanek fedaî ya Apoyî. Di kesayeta xwede şoreşa zîhnî û kesayetî ava kir û wek fermandarek jin rola pêşengtiyê hilgirt ser milê xwe û meşa xwe wek şoreşgerek fedaî domand. Wek jinek Şoreşger ya Êzîdî li hember tevahî rastiyên ku hatine înkar kirin di wê îddîayê de bu ku li ser dika dîrokê bi awayek herî xurt rola xwe bilîze. Hêza ku ji hemu hevalên ku bi qehremanî, bi fedaî şehîd ketîn girtî ve soza xwe nû kir da ku seknek layiqê van nirxên pîroz raber bike. Li ser vî esasî girêdanbuna xwe ya bi şehîdan di nav jiyanê de her tim bi wan dayîna jiyan kirinê re dida nîşandan. Di vê wateyêde hêz, moral û vîn a ku ji Rêbertî girtî bu wesîleya wek gerîllayek jin ya serdema nû, her tim bi hêz be û tu carî bin nekeve.                                                                                                                                                                                     

Di hundirê her jinek gerîla de bi sedan bablîsok çêdibin û her ku dem derbas dibe ew bablîsok xwe geştir û mezintir dikin. Bi xweşikbuna jiyanê û bi rêhevaltiya heqîqetêre dibin yek. Her jinek heman demê de romanek e. Ji ber ku di hundirê xwede dîrokek pir kevnare dihewîne. Bi qasî hezdike tê hezkirin, bi qasî hestên xwe, fikrê xwe, dilê xwe yê xweşik bedewe, bi qasî dûrûstbuyîn, samîmiyet, moral û dilnizm bûyîna xwe dilpak e. Heman demê bi keda xwe bi tekoşîna xwe dilsoz û rêhevala Rêber Apo ye. Heval Doğa jî yek ji van jinan bû û ew pir xweşik dikeniya, pir xweşik mêyze dikir. Ji ber ku hestên wê hemu di çavên wêde dibiriqîn û derdorê xwe ji her tim bi wê teyîsandina biriqandinê ronahî dikir. Jina êzîdî Doğa ji, yek ji wan jina ye kû xwe bi felsefeya Rêbertî xemilandiye û buye şopdarê xeta jina azad, bûye sembola jina azad û xeta fedaîtiyê.

Rêheval Doğa, bû şopdarê heqîqetê, bû soza tolhildana Rêbertî û şehîdan. Rastî û heqîqetê bi kûrahî hîs dikir, li gor wê gav diavêt û her tim bi xeyalê azadiya gel bi taybet ji xeyalê azadiya jinan ve jiyan dikir. Ji ber ku di ferqê de bu ku bingeha înşaya demokratîk bi azadiya jin pêkane. Ji ber wê ji xwe bi serkeftinê  ve kilît kirîbu. Tecrûbeyên xwe yên aliyê leşkerî de her tim bi hevalan re parve dikir. Xwe gihandîbu asta kesayetek Komînalîst û Sosyalîst. Kesayetek bi bîrdozî bu. Kesayetên bi bîrdoziya Rêber Apo xwe têr kirî kesayetên parveker in. Birdozî, terzê jiyanêye û nîqaşkirin, parvekirina zanebuna xwe jî, xwe gihandina vêye. Rêheval Doğa di nav jiyana xwede pratîkek layiqê bîranîna Şehîdan da raber kirin.

Hatina xwe ya nav PKK’ ê wek ji nûve zayîn girt dest û li ser vî esasî di nav  şoreşê de gavên xurt diavêt. Rastiya Rêbertî fêm kirin; dîroka xwe nas kirin û ketina zanistiya gelê Kurd re derbas dibe. Her şoreşgereke bi biryar ji bo serkeftinê, divê bi pratik û jiyana xwere terzek fedaî bide raber kirin. Ger bide raber kirin dikare derketinên xurt bike. Rêhevala Doğa ji bu yek ji wan jinên şoreşger ku bi fedaî jiyan kir û bi fedaî şer kir. Wek jinek kû bi fermanêre rûbirû hatî di nav refên PKK de xwe ji nûve afirand û di vê wateyê de bu mîlîtanek jin ya mînak. Her roj di kesayeta xwede hêvî û baweriyê şîn dikir, her kêliyê jiyana xwe bi zanistiya baweriya kû Apogerî felsefeya jiyanê ye, jiyan dikir. Fedaîbun, cewherê PKK yê kû jiyan dike ye. Doğa jî bu yek ji wan jinên ku mohra xwe li vê dîroka fedaîtiyê xistiye. Rêheval Doğa Pîrdoğan di 12’ê îlon ê 2021’an di êrîşeke dijmin de gihîşte şehadetê.

Di nav jiyanê de bi moral, dilnizm û fedakariya xwe ve di dilê her hevalekêde cihê xwe çêkir. Di xeta fedaîtî de  mîlîtantiya Apogerî ji xwere esas digirt. Li ser vî esasî bû şopdarê xeta azadiyê. Wek jinek Kurd ya Êzîdî, navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka tekoşîna me de da nivîsandin. Doğa evîndara azadiyê bû, jineke serhildêr û dilwêrek bû. Ket li ser rêya heqîqetê û bû şopînerê Zîlanan û ew bû sembola qehremanî û dilwêrekiyê.

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê