Ji hêla etîmolojîk ve, peyva Hûrî di Sumerî de tê wateya "Gelê Çiyayî", navek ku heta roja îro jî car car tê bikar anîn e. Ya girîngtir, hemî nîşanên xurt ew in ku hemî padîşah û mîrên dewleta Hîtît navên Hûrî hildigirtin, û jinên ku ew pê re zewicîn her gav prensesên Hûrî bûn. Şîrova min ya şexsî ew e ku Mîtanî yekîtiyek siyasî an jî pêkhateyek mîna konfederasyonê bûn ku bi giranî li Hîlala Zêrîn, li çiyayên başûr yên rêzeçiyayên Zagros-Torosê hatine damezrandin. Lê belê Hûrrî bi şaxek xwe ve ji hêla Bakur ve heta çiyayên Behrareş dirêj dibin, bi şaxek din ve di bin navê Hîtîtan de weke sazîbûna şaxê duyemîn bi awayek hîn bi hêztir mîna împaratoriyekî tê temsîl kirin. Bingeha çandî, xizmîtî, têkiliyên dîplomatîk, û ya herî girîng jî, tifaqa Hîtît-Kasît, dikarin wekî faktorên piştrastker werin destnîşan kirin.

Her çend civaka nû bi giranî li ser jiyana gund ava dibe jî, girêdanên eşîrî vediguherin girêdanên etnîkî. Ev şêweyên nû yên pêkhateya maddî bêyî çarçoveyek derûnî ya watedartir nikarin bixebitin, an jî dest pê bikin. Her çend "totem", nasnameya civaka eşîrî ya kevin, di vê veguherîna zihniyet û ziman de berdewam dike jî, sembola civaka Neolîtîk fîgura "xwedawenda dayikê" ye. Her çend fîgurên totemîk kêm dibin jî, fîgurên xwedawenda dayikê bêtir belav dibin. Ew rola jin dayikê ya bilind sembolîze dikin. Ji perspektîfek olî ve, ev astek bilindtir a têgînkirinê temsîl dike, û têgînek pir dewlemend bi xwe re tîne. Di ziman de paşgira "jin" (kadin eki) derdikeve pêş. Hêmana "jin" di paşgirên zimanê sembolîk de demek dirêj pozîsyona xwe ya serdest diparêze. Em vê taybetmendiyê îro jî di gelek zimanan de dibînin. Bi xwedawenda dayikê re, civakîbûn jî pîroziyek tund digire. Civaka nû tê wateya têgeh û navdanên nû. Ji ber ku pêvajoya ku em jê re dibêjin "şoreşa feraset" afirîneriyê dixwaze, divê em wê di civaknasiya azadiyê de bihewînin. Dîroknasên pêşeng li hev dikin ku ev pêvajo, pêvajoyek dijwar bû. Bi hezaran rastî tê wateya bi hezaran şoreşên raman û navan. Şoreşa rewşenbîrî li Ewropayê teqînek bû ku hewldanên berfirehtir, orîjînal û afirînertir dixwest. Di dîrokê de hatiye destnîşankirin ku piraniya têgeh û dahênanên(buluş) ku em îro bikar tînin di vê serdemê de hatine afirandin.

Yekem qurbana mêrê bi hêz;  bûye jin. Girêdana wê ya xurttir a bi jiyanê re, zekaya wê ya hestyarî ya xwezayî pêşketîtir dike. Wekî dayika zarokan, ew bi rêya keda tijî êş, di serî de berpirsiyarê jiyana civakî ye. Ew ne tenê ji jiyanê bêtir haydar e, ew di heman demê de ji awayê domandina wê jî bêtir haydar e. Ew berhevkar e. Berhevkirina wê hem encama zekaya hestyarî ye û hem jî encama fêrbûna wê ji xwezayê ye. Delîlên antropolojîk nîşan didin ku berhevkirina civakî di seranserê dîroka wê ya dirêj de li dora dayik-jinê hatiye kirin, di dewlemendî û nirxê de roleke navendî lîstiye. Dikare were texmîn kirin ku ew di heman demê de dayika nirxên zêde ye. Tê fêmkirin ku mêrê bi hêz, ku rola wî ya sereke nêçîrvanî ye, dê vê berhevkirinê bixwaze. Ger serdestiyê avantajan bi dest bixe, ew ê avantajên girîng bi dest bixe. Ji vir derbasbûna objebûna cinsî a jinan heta buyîna bavên zarokan, bi wateyek din ve buyîna efendî û serwerê her tiştekî pir balkêş tê. Hêza rêxistinkirî ya ku bi rêya nêçîrê hatî bidestxistin, derfetê dide wî ku serdest bibe û hiyerarşiya civakî ya yekem ava bike. Bi awayek xerapker bikaranîna yekem car ya zekaya analîtîk di nav avahiya civakî de û sîstematîzekirina wê di rastiyên û bûyerên weha de têne dîtin. Guhertina ji kulta dayika pîroz bo kulta bav di heman demê de dihêle ku aqilê xeyalî bi zirxê pîroziyê were pêçandin. Dikare bi xurti were texmînkirin ku pergala baviksalar bi vî rengî kok girtiye. Em dikarin bi delîlên bihêz derketina holê ya mezin a hişmendiya baviksalar li hewza Dîcle-Firatê bi dîrokî nas bikin. Em dibînin ku ew li Mezopotamyaya Jêrîn derketiye holê û bi qasî 5500-4000 BZ li seranserê Mezopotamyayê belav bûye û bûye çanda civakî ya serdest. Her weha, bi taybetî ji tomarên arkeolojîk, mimkun e ku mirov texmîn bike ku civakek baviksalar a li ser çandiniya berheman, bi giranî li quntarên çiyayî-deşt ên Mezopotamyaya Jorîn, di seranserê serdemên Mezoolîtîk û Neolîtîk de berî ku ev çand were pejirandin serdest bûye. Em di çanda nivîskî de jî rastî gelek nîşanan tên. Hêmanên olî û zimannasî yên ku xwe dispêrin jinan pir pêşkeftî ne.

Xwedawenda dayikê paşê şerekî mezin bi xwedayên kahîn ên Sumerî re kir. Nakokiya di navbera xwedayê mêr ê jîr Enkî û xwedawenda jin Înanna, ku fîgura navendî ya destanên Sumerî ye, di destanên Sumerî de mijarek navendî ye. Di dilê vê nakokiyê de cihêbûna berjewendiyan heye ku rê li ber nakokî û pevçûnan di her astê de di navbera civaka gundê Neolîtîk de, ku li dora gundên li hewza Jorîn a Dîcle-Firatê di bin pêşengtiya jina dayik de bû, ku îstîsmarkirinê asteng dikir, û civaka bajarî ya nû derketî holê, ku ji hêla kahîniya derketî ve hatî avakirin, ku cara yekem ji îstîsmarkirinê re vekirî bû. Cara yekem di dîrokê de, "pirsgirêkên civakî" yên cidî derketin holê. Nakokiya di navbera hêzên rêber ên her du civakan de bê guman ji pirsgirêkên civakî derketiye. Lêbelê, wekî ku me di dîrokê de dîtiye, ziman û têgehên vê nakokiyê ji hêla zihniyetên wê demê ve hatine destnîşankirin.

Em dikarin li ser bingeha van şîroveyan wateya jiyana kolektîf a li dora jina dayik û metafîzîka pîrozî û xwedayîyê çêtir fam bikin. Bereket, xwedîderketin, dilovanî û rola girîng a dayikê di jiyanê de, mîna xwezayê bi xwe, hêmanên serdest ên çanda maddî û manewî ne. Em mêrantiya zilam li hêlekî bihêlin, hîna siya wî jî li ser kolektîvîteya civakî nîne. Nabe ku hebe. Şêwaza jiyana civakê rê nade vê yekê. Ji ber vê yekê, taybetmendiyên mêr, wekî zayenda serdest, mêrbûn, xwedîbûna milk û xwedîbûna dewletê, bi tevahî  xisletên civakîne û dê paşê pêş bikevin. Civak tê wateya dayik, jin, zarokên wan û xwişk û birayên wan. Zilam ê ku namzetê mêr e jî tenê ger mêrantiya xwe di nêçîr û jîrbûna kêdîkirina ajal û nebatan de nîşan bide dikare weke ferdekî civakê were qebûl kirin. Maf û hesta "Ez mêrê jina xwe me, bavê zarokên xwe me" hîn wekî diyardeyek civakî pêş neketiye. Em ji bîr nekin ku her çend nayê gotin ku bavîtî, an jî dayiktî, ti aliyekî psîkolojîk tune ye jî, ew di bingeh de têgeh, diyarde û têgihîştinên sosyolojîk in. Civak bi xwe tenê bi nasnameyek nîv-xweda tê îfade kirin.

Uruk ne çandeke mirovan a ji rêzê ye. Ew destpêka mûcîzeyek nû ye. Dengê Înanna, xwedawenda Urukê, hîna jî çavkaniya sereke ya hemî destan, helbest û stranên gelêrî ye. Ev deng dengê vê çanda mezin e. Ew di heman demê de dengê jinê ye, ku ji hêla mêrê kirêt ve nehatiye qirêj kirin. Çanda Urukê di nav erdnîgariya xwe de geş bû. Bajar bi lez li pey hev mezin bûn, kemberek bajarî ava kirin. Zilamê bihêz û jîr derfetên bazirganî yên mezinbûyî yên bajêr wekî çavkaniya esas a berhevkirina xwe dît. Herikînek çandî ya berovajî dest pê kir û heta gihîşt çiyayan. Ev pêvajoya  ji hêla bajêr destpêkirina daqurtîna erdnîgariya Neolîtîkê ye. Dengê Înanna, ku hêdî hêdî zenûn dibû, dengê jinê ê ku dihat bê bandorkirin bû. Dengê zilamê jîr û bihêz niha gur û geş bû. Pêşgirên zimanê Sumerî xwedî karakterê jinê ne. Ev rola jinan di avakirina ziman de nîşan dide.

Ne gengaz e ku mirov bibêje ev qonax bi bêxemî, bi coş, mûcîzeyî, an bêêşiyê re hatiye pêşwazî kirin. Vegotinên mîtolojîk îfadeyek rastî ya ku pir hatî veşartin e. Hem mîtolojî û hem jî belgeyên olî yên pîroz çîrokên berxwedanê ne. Şirovekirina berxwedana destpêkê wekî serhildanek li dijî çanda îdeolojîk girîng e. Berxwedan piralî ye. Berî her tiştî, berxwedana mezin a jinan li dijî girtina malê û girêdayîbûna mêran di fîgura Înanna de eşkere ye. Di dema damzrandinê de dorpêçkirina bajaran a bi dîwaran sembola serhildana çandî ya îdeolojîk a tevahî ya etnîsîteyê ye. Dema ku têgeha xwedayê afirîner û mirovê xizmetkar bi kûrahî were analîzkirin, ew ê eşkere bike ku têkoşînek mezin a çînî tê meşandin. Çêkirina xwedayek afirîner li şûna têgeha xwedayê xwezayê, ku ji eslê xwe yê rastîn vala bûye, hatiye danîn. Di rastiyê de, çîna serdest, ku ji afirandinê qut bûye û jê veqetiyaye, bi rêya xirabûnek îdeolojîk a tevahî, xwe wekî xwedayên ku wekî afirîner hatine veşartin îlan dike. Dema ku afirînerên rastîn, endamên civakê yên ku bi pîrozî û xwedatiya watedar hatine xemilandin, wekî ku ji pîsiya wan hatine afirandin, diyar dikin, ew di heman demê de bi zimanê mîtolojîk têkoşînek mezin a çînî jî diyar dikin.

Zimanê jinê yê Romayê her gav bala min kişandiye. Piştî ku min çîroka Zennubeyê fêm kir, ez hîs dikim ku min sirra wê fêm kiriye. Romayê ne tenê ew bajarê ku hemî rê pê ve girêdayî ne, lê di heman demê de ew bajarê ku hemî padîşah û şahbanûyên jêhatî û bihêz derbasî lê bûne ye. Bê guman, tiştê ku bi serê min hat (derketina min a Romayê ya nîv-komîk, nîv-trajîk) divê bi vê dîrokê ve nêz ve girêdayî be. Eşkere ye ku heke min Spartacus, Saint Paul û Bruno bi tevahî vegirtiba, ez ê bêtir baldar bûma. Her wiha hewce bû ku Gramsci bi baldarî bixwînim. Ax, Sosyalîstno!

Bi kurtasî, ji bo fêmkirina vê diyardeyê (têgihîştinê), pêdivî pê heye ku rêza dayik-jin, rastiya malbatê were famkirin: Di dayîk-xwedawendê de mêr an nenas e an jî pir ne diyar e. Dema ku dayik zarokek tîne dinyayê, ew ne jina ku "bi mêrê ku jê hez dike re evîndariyê bike" ye. Evîn û civakek zayendperest hîn di rojevê de nînin. Jin bi girêdana jinbûnê bi tu mêrî ve girêdayî nînin. Mêr ne dikarin li ser jinan serdest bibin û ne jî wan wekî "jina min" bi nav bikin. Nêçîrvanî karekî mijulahiyê ye ku dema zêde berhemdar nebe karekî ku nirx jê re naye dayîn e. Rewşekê ku di nav civakê de were zanîn ku ew xwedî zaroke jî pêşneketiye. Zarok aîdî dayikan in. Bi xwezayî, dayik ji bo kêfê li pey şehwetê an jî têkiliya cinsî nagerin. Ew tenê bi qandî di her zindiyek de heyî xwedan cinsiyetekê ne. Rewşek cinsiyetê a ku  zêdebûnê armanc dike heye. Keda ku ew didin zarokên xwe sedema bingehîn a aîdîyeta dayikê ye. Hem zayîn û hem jî xwedîkirin vî mafî dide. Ji ber vê yekê, di demekê de ku nasnameya bav nenas bû û ti girîngiya wî ya civakî nebû, behsa bavtiyê kirin bêwate ye. Lêbelê, xwişk û birayên dayik û jinê jî girîng in, ji ber ku ew bi wan re mezin bûne. Hêza xal û xaltîkên dayikê ji vê qanûna dayik-jin a herî kevin tê. Ji ber vê yekê, malbata dayikê ji xalên dayikê, xaltîkên dayikê (eger hebin, zarokên wan) û zarokên wan bi xwe pêk tê. Têgeha malbata bavilsalar jî vê xalê îfade dike. Îfadeya civakî ya dayik û jinê, û kulta xwedawenda dayikê ya ji wan îlham girtiye, ku di serdema neolîtîk de cihekî girîng girtiye, dikare bi vî rengî were şîrovekirin. Ji bilî xalan zilam ne diyar e. Mêrtî û bavîtî nehatiye sazkirin.

Lê divê ez vê yekê jî destnîşan bikim: Ger ev rêbaz nehata îstîsmar kirin û derbasî astek bi rûmettirîn biba wê îdeal ba. Him pergalên ku jin dayîk lê mînaktiyê dikin him jî yên ku zilam bav lê serdestî dikin de zehmete ku keç bi tendûrîstî bigihêjin. Ne zanîn û ne jî çavkaniyên madî destûrê didin vê yekê. Lênihêrîna jinan hem pisporî û hem jî çavkaniyên madî hewce dike. Perestgehên jinan dikarin wekî cihên îdeal werin hesibandin. Lêbelê, civakên ku ji hêla mêran ve serdest in bi rêya zordarî û îstismarê dê vê saziyê têk dibin. Nimûneya Sumerî pir hînker e. Ev saziyek e ku civak çavnebariya wê dikir, û ew ji bo keçên xwe bikin vê derê de pêşbazî dikirin. Bi nêrîna min, ew mînakek yekem pêşkêş dike ku hîn jî nehatiye gihîştin. Keçan di van perestgehan de derfetên mezin ji bo pêşkeftinê dîtin (ku dikarin bi saziyên keçan ên roja îroyîn re werin berhev kirin). Armanca wan a sereke ne hilbijartina mêrek bû; armanca wan ew bû ku pêşengiya civak û dewleta nû bikin. Wan beşdariyek bêhempa ji bo jiyanek civakî ya hêjatir û evîndar dikir. Di civakek îdeal de, pêdivî heye ku keç di mal û pergalek dibistanê ya pîroz û bi rûmet de werin perwerde kirin. Bi taybetî, perwerdehiya jinan di her malbateke navokî an berfireh de pir paşverû ye û ji bilî çandina koletiya civaka giştî (civaka mêran) ti armancek din pêk nayne. 'Saziyên Jinên Azad' dikarin wekî perestgehên hemdem xizmet bikin. Ez ê hewl bidim ku vê yekê di Sosyolojiya Azadiyê de bigirim dest. Her wiha, mijara malbatê jî bi tevahî!

Ji Paraznameyên Rêber Apo Hatiye Berhev Kirin

Wê Bidome.