Her çend jin di gelek artêşên cîhanê de rolên cûrbecûr digirin jî, hejmara welatên ku di erkê eniya pêşîn de didin jinê kêm e. Dîroka leşkerî ya jinan xwe dispêre 4.000 sal berê û gelek neteweyan digire nav xwe.
Ji demên kevnar heta roja îro, jinan di artêşê de rolên cûrbecûr girtine. Bi taybetî ji destpêka sedsala 20. û vir ve, jinan di hin warên navdar ên wekî xizmetên bijîşkî, berhevkirina îstîxbaratê û veguhastina cebilxaneyê de wekî leşker xizmet kirine. Ji dawiya sedsala 20. û destpêka sedsala 21. vir ve, çarçoveya rolên jinan di artêşê de hinekî berfireh bûye. Îro, gelek welat artêşên xwe ji bo leşkerên jin vedikin, lê nîqaşa li ser rola jinan di artêşê de berdewam dike.
Rola jinan di artêşê de mijarekê di artêşên nûjen ên cîhanê de bi berdewamî tê nîqaş kirin e. Derxistina jinan ji rolên şer ên çalak pir caran wekî cudakarî tê hesibandin. Alîgirên nîqaşê li ser cûdahiyên laşî û derûnî yên di navbera her du zayendan de nîqaş dikin, û bandora li ser leşkerên cinsê dijber li qada şer jî tê nîqaş kirin. Ji ber vê yekê, her çend leşkerên jin di artêşê de cih digirin jî, ew di nav artêşê de wekî cinsê qelstir têne hesibandin.
Şervanên jin di seranserê dîrokê de di gelek şaristaniyan de hatine dîtin. Hin civakan bi awayek mîsoger şerkirina jinan qedexe kirine. Di hin rewşan de, hejmara leşkerên jin nêzîkî ya mêran e. Yekîtiya Sovyetê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 800.000 leşkerên jin di nav xwede digirt ji wan %70 bi awayekî çalak li eniyên pêş şer kirin. Jin bi gelek rolan di artêşê de xizmet dikin. Di şerên nûjen de, pênaseya xeta pêşîn pir caran cûda ye, ji ber vê yekê jin di warên wekî bijîşkî, noqteyên kontrolê, eskortên karwanan, agirkujiyê û endezyariyê de jî xizmet dikin. Her çend jin di gelek artêşên li çaraliyê cîhanê de di rolên cûrbecûr de xizmet dikin jî, hejmara welatên ku xizmeta çalak a xeta pêşîn pêşkêşî jinan dikin pir hindik e. Welatên ku xizmeta çalak a xeta pêşîn pêşkêşî jinan dikin Zelanda ya Nû, Kanada, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Norwêc, Îsraîl û Swîsre ne. Îngîlîstan bi giranî jinan ji bo erkên topxaneyê bikar tîne, lê DYA bi gelemperî wan weke pîlotên şer erkdar dike.
Sedemên Di Artêşan De Cîh Nedayîna Jinan
Herdu alîyên nîqaşê jî argumanên xwe yên bihêz pêşkêş dikin. Piraniya van delîlan serdestiya fîzîkî ya mêran li ser jinan vedihewîne. Lêbelê, li beramberî vêya xisusekî bi hêz jî mijara moralê ye ku bi hebûna jinan ve ev yek li qada şer bilindtirîn dibe. Ji ber ku ev pratîk di leşkeriyê de pir kêm e, şiyana ceribandina delîlan sînordar e.
Nebesiya Fizîkî
Hêceta herî mezin ya li dijî erk girtinek çalak a jinê ji şer re ewe ku jin weke fîzîkî li beramberî zilam qelse û li dijî dijminê xwe yê ku zilam be dê pozîsyonekî bê avantaj de be. Ji ber ku hestiyê jinan li gor yê zilaman ziravtirin ew dikarin zû werin şkestin. Ji ber vê yekê bi taybetî jî di hilbijarinên pîlotan de jin ji bo deverên ku li rastî kişandina erdê ya bilind tên. Dîsa bi hêceta ku tenduristiya jinê dorhêlkî paqij hewce dike ew di mûrettebata binderyayan de nayên erkdar kirin. Berevajî vê, jin, bi navînî, kurttir û siviktir in, kêmtir hewa dixwin, ku wan ji bo rêwîtiya binavî îdeal dike.
Sedemên Psîkolojîk
Yek ji argumanên li dijî jinên ku li eniyên pêş şer dikin ev e ku hebûna wan bandorê neyînî li moralê yekîneyê dike. Gelek leşker ji bo erkên girîng ên ku li eniyên pêş hewce ne, baweriya xwe bi leşkerên jin naynin. Her wiha tê gotin ku têkiliyên romantîk ên di navbera leşkerên mêr û jin de dê bandorê li hêza şer a yekîneyê bike, û tê îdîakirin ku wê gelek jin bi zanebûn xwe ducanî bihêlin da ku ji erkên eniya pêş dûr bikevin. Argumanek din jî ev e ku tevlêbûna leşkerên jin di yekîneyên şer de di rewşekî ketina dest dijmin de dikare bibe sedema îşkenceyê û heta îstismara cinsî jî. Berevajî vê nêrînê, tê gotin ku leşkerên jin ên li niyên pişt jî dikarin werin girtin, ango bikevin destê dijmin û ku ji bo ew xwe biparêzin çekên têr, alav, an perwerdehiya têr ji wan re nayê peyda kirin. Di dawiyê de, yên ku bi dilxwazî ji tevlî artêşê dibin çi jin dibe, çi jî mêr dibe; divê ji berpirsiyariyên xwe û encamên potansiyel haydar bin.
Cûdakariya Zayendî û Kevneşopî
Gelek kes bawer dikin ku dûrxistina jinan ji leşkerîyê keleha dawî ya cudakariya cinsî ye. Sedema vê dûrxistina jinan ji leşkerîyê rasterast bi ramana kevneşopî ve girêdayî ye. Tevî ramana mêr ku jinan di mijarên leşkerî de qels dibîne, di seranserê dîrokê de gelek mînakên serkeftinên jinan li qada şer hene. Kujerên jin li Yekîtiya Sovyetê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de û serkeftinên şer ên jinên Kurd di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de mînakên vê yekê ne.
Dezawantajên Taktîkî
Li gorî leşker û dîroknas Dave Grossman, artêşa Îsraîlê, ku bi taybetî artêşek xwedan leşkerên jine, tevlîbûna jinan ji eniyên re pêş qedexe kiriye. Sedema vê yekê ew e ku leşkerên mêr, dema ku leşkerek jin a birîndar dibînin, bê guman û bi awayekî xwezayî erkên xwe berdidin û ber bi alîkariya birîndaran ve diçin. Wekî din, girtina dijminê xwe sax û berhevkirina îstîxbarata pêwîst ji wan ji bo artêşa Îsraîlê girîng e. Lêbelê, şervanên Îslamî yên ku li dijî Îsraîlê şer dikin qet teslîmî leşkerek jin nabin. Lêbelê, her weha hatiye dîtin ku hebûna leşkerên jin li deverên dagirkirî nerehetiya xelkê deverên dagirkirî kêmtir dike.
Rewşa Leşkerên Jin Di Artêşên Hin Welatan De
ÎSRAÎL
Jin di artêşa Îsraîlê de gelek meqaman digirin. Her çend Hêza Hewayî biryar da ku jinan negire nav artêşê jî, ev biryar di sala 1994an de hate betalkirin. Wekî din, jin ji bo meqamên eniya pêşîn nayên tayînkirin. Jinên Îsraîlî, mîna mêran, mecbûr in ku xizmeta leşkerî ya mecbûrî bikin. Xizmeta mecbûrî ya jinan du sal e, ya mêran 3 sal e.
ÎNGILÎSTAN
Di artêşa Brîtanî de, jin ji bilî yekîneyên ku armanca wan rasterast dijmin û kuştin e dikarin di her rolê de xizmet bikin. Nimûneya herî navdar Şabanî Boudica ye, ku li kêleka kabîleyên Iceni li dijî Romayiyan ku di sala 62 PZ de êrîşî Îngilîstanê kirin şer kir. Tê texmîn kirin ku 5.000 jin di Şerê Serxwebûnê yê Amerîkî ya 1776’an de bi artêşa Brîtanî re xizmet kirine. Piraniya van jinên efser(subay) û leşkeran bûn. Hin ji wan wekî aşpêj û hemşîre jî xizmet kirine. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, di sala 1917’an de li Fransayê yekîneyeke taybet ji bo jinan hate damezrandin. Wan wekî aşpêj, hemşîre û karmendên din xizmet dikirin, lê destûr nehat dayîn ku bibin efser. Di sala 1992an de, yekîneyên taybet ji bo jinan hatin betalkirin û jin bi şert û mercên wekhev bi mêran re hatin qebûlkirin. Wekî din, Şahbanû II Elizabeth, her çend bi awayekî sembolîk be jî, li ser erka Fermandara Giştî ya hemî artêşan dimîne.
FÎNLANDA
Di dema Şerê Navxweyî yê Fînlandiyayê de, Soran(Kızıllar) yekîneyên jinan ên bi navê Naiskaarti hebûn. Piştî şerê navxweyî, rola jinan li eniyên pêş kêm bû. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di şerê di navbera yekîtiya Sovyetan û Fîlandayê de jinan di yekîneyên eniyên paş de erk girtine. Li Fînlandiyayê, xizmeta leşkerî ji bo hemî mêrên di navbera 18 û 60 salî de mecbûrî ye. Jin wekî dilxwaz(gönüllü) dikarin leşkerî bikin. Xizmeta leşkerî ya mecbûrî 362 roj dom dike ji bo leşkerên ku hewceyê jêhatîbûnên taybetî ne, 270 roj ji bo leşkerên ku ji bo karên ku hewceyê jêhatîbûnên pispor û profesyonel in hatine perwerdekirin, û 180 roj ji bo leşkerên din. Kesên ku ji ber sedemên olî an exlaqî naxwazin xizmeta leşkerî ya çekdarî bikin, li ser serlêdanê ji bo 270-362 rojan xizmeta bêçek têne tayîn kirin.
ALMANYA
Bundeswehr, ku di sala 1955an de hate damezrandin, yek ji artêşên herî muhafezekar a di nav welatên NATOyê de ye. Tê gotin ku sedema vê yekê ewe ku di serdema Naziyan hejmareke mezin a jinên ciwan tevlî artêşê kirin e. Leşkerên jin bi taybetî di yekîneyên dijî-balafiran(uçaksavar) de erk girtin e.
LÎBYA
Ew tekane dewleta Îslamî ye ku di artêşa xwe de leşkerên jin hene. Yekîneya taybet a parêzkaran ya Kolonel(Albay) Qedafî ya ji 200 kesan pêk tê, ku wekî Parêzkarên Amazonê tê zanîn, bi tevahî ji jinan pêk dihat.
NEPAL
Beşek ji Artêşa Rizgariya Gel, ku bi Partiya Komunîst a Nepalê (Maoîst) ve girêdayî ye, ji jinan pêk tê.
NORWÊÇ
Di sala 1995an de, Norwêç bû welatê yekem ku destûr da leşkerên jin di binderyayan de erk bigirin. Yekem ji van Solveig Krey bû. Li Norwêjê, xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji bo temenên 19-44 salî bi qanûnî mecbûrî ye. Xizmeta leşkerî ya mecbûrî 19 meh dirêj dike. 12 meh ji wan perwerdehiya leşkerî ya bingehîn e, û dema mayî perwerdehiya nujenkirinê ye an jî di yekîneyek taybet de perwerdeya salane ye. Jin dikarin bi awayek dilxwazî leşkerî bikin. Pratîkek din a neasayî di artêşa Norwêjê de ev e ku leşkerên mêr û jin di heman baregehan de radizin. Bernameyek ku ji hêla hikûmeta Norwêjê ve hati bicîh kirin û armanc dike ku cudakariya zayendî di navbera nifûsa mêr û jinan a welêt de ji holê rake tê pêkanîn.
RÛSYA
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, Yekîtiya Sovyetê nêzîkî 1 milyon jin tevlî artêşê kir û wan di rolên çalak ên xeta pêşîn de wekî nîşanbaz, makînebaz û tîmên tankan de kar kir. Wekî din, fîloyekî ji pîlotên şer ên jin, ku di sala 1942an de hate damezrandin, re erka bi şev bombebarankirina bajarên Alman hate dayîn. (Lîwaya Bombebarana Şevê ya 588., Lîwaya Bombebarana Şevê ya 46. a Guardên Taman). Van pîlotên şer, bi karanîna balafirên Polikarpov Po-2, destpêkê berê xwe dan hedefên li ser Berlînê. Pîlotên şer ên jin bi tevahî ji bo qehremaniyê 23 madalya qezenc kirin. Lidya Litvyak û Yekaterina Budanova pîlotên şer ên navdar in ku îro jî têne bîranîn. Nîşanbaza piyade Lyudmila Pavlichenko, bi kuştina 309 kesan bû yek ji nîşanbazên herî serketî.
DYA
Di dema Şerê Navxweyî yê Amerîkî de, Sarah Rosetta Wakeman bi navekî sexte tevlî artêşê bû, xwe wekî mêr nîşan da, û li eniyên pêşîn ên Artêşa Amerîkaya Bakur erk girt. Yekîneyên jinan ên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hatin damezrandin bi giranî erka hemşîretî digirtin. Di dema Şerê Viyetnamê de, jin bi piranî di Hêza Hewayî de xizmet dikirin. Ketina dest û rizgarkirina leşkera jin Jessica Lynch ku di sala 2003’an de di şerê dema Amerîkayê êrişî Iraqê kir pêşketî de, bi taybetî di çapemeniya Amerîkayê de, pir zêde hate vegotin. Wekî din, Lynndie England û Sabrina Harman, ku ew endamên Artêşa Amerîkayê yên ku Iraqê dagir kiribûn, bi sûcê îşkencekirina girtiyên li Zindana Ebû Xerîb hatin mehkûmkirin.
TIRKIYE
Xizmeta leşkerî li Tirkiyeyê tenê ji bo mêran mecbûrî ye, lê jin bi dilxwazî dixwazin tevlî artêşê bibin. Sabiha Gökçen yekem leşkera jin a bi fermî li Tirkiyeyê hat naskirin bû. Ew jina ku di dema qirkirina Dêrsimê ya 1938an de ji balafirê bombe li ser gel diavêt bû. Di salên paşîn de, leşkerên jin wekî bijîşk di artêşê de xizmet dikirin. Her çend wergirtina jinan zêde bû, nemaze piştî 1980-an, erk û berpirsiyariyên wan hem ji hêla hejmar û hem jî ji hêla kalîteyê ve sînordar bûn. Bi zêdebûna bilez a Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê, nemaze di salên 1990-an de, digel tevgera azadiya jinan, artêşa Tirkiyeyê, ku bi hejmar û kalîteya zêde ya gerîlayên jin re rû bi rû ma, hejmara leşkerên jin di nav artêşa xwe de zêde kir. Di sala 1994-an de, wan van jinan bi navê "Ayşecikler" (Ayşecik) anîn deverên operasyonê û niyeta wan ew bû ku wan di şerê gerîla de bikar bînin. Lêbelê, ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê ji bo leşkerên jin zêde nedomand.


