DERBARÊ ME DE

Pergalên faşîst ên mêtînger; qirkirin û tepisandina kesayet, zayend û gelen ku ji bo azadiyê şer dikin ji xwe re weke maf dibinin. Ji bo vê bi rêbazên leşkerî, siyasî, civakî, çandî, aborî, dîplamatîk û derûnî bi awayekî giştî vî şerî dimeşînin. Di rastiyê de şerê sed salî zêdetire ji bo ku Kurdan ji dîrokê û ji bûyîna civaka azad derxin armanc dikin, pir bi nakoke lê şerekî qîrkirinê yê ku ji aliyê gelek hevkaran ve tê kirin. Pergalên mêtînger statuya qirkirinê ya li ser Kurd û Kurdistanê, polîtîkaya ku bi pêkanîna qirkirina jinê ve giştî civakê ji qirkirinê re derbaskirinê wekî ji xwe re hinceta hebûn û tunebûnê dibînin. Ji bo tevgerên ku li dijî pergalê têkoşîn dikin jî li dijî qirkirina jin û civakê têkoşîn kirin hinceta hebûnê ye.