Rêberê min dema ku ez pênûsê digrim destê xwe, hestên pir xweş li bedena min xwe dipêçin û ez nema dizanim ji kur ve destpê bikim, an jî ji kur ve bi dawî bikim.

Ez dizanim ku ez çiqas binivîsînim wê ne lênûs û ne jî pênûs têra hestên min bikin. Ez pir hezdikim û dixwazim bi gotina ‘heval’ xîtabê we bikim. Ey Ronahiya Rojê! Bi hezaran qehreman bi hesreta dîtina we tevlî karwanê nemiran bûn. Wan bi xeyala azadiya welat ve jiyan kirin û ji bo welatekî azad bi milyonan azadîxwaz bedena xwe dan ber agir û li derdora Kurdistanê xwe xistin çember, li hember dagirkeriyê xwe pêçandin, serî hildan û bi bawerî û vîneke mezin ve berê xwe dan çiyayên azad. Ez pir caran bi xwe re dikevim nava lêpirsînê û dibêjim… Mirovekî weke te, Rêberê mirovahiyê jiyana gelekî bindestan ji nû ve afirandiye. Destê ku bi zincîrên koletiyê ve hatibûn girêdan te şikenand, çavê vî gelê ku bi derewan ve hatiye kor kirin bi saya we êdî ber bi rêka rast ve dimeşin. Bi hêviyên bilind û rêya ku ji me re bi xwînê ve hatiye neqişandin em bi felsefeya jiyana azad ve ber bi rastiya te ve dimeşin. Lewma; bi xwe gihandina rastiya we ya pîroz ve, em ê bibin perçeyek ji we. We bi hevaltiya xwe ya bi Heqî Keraran ve tevgera azadiyê û em jî di nav de afirand. Lewma ez hinekî jî dixwazim behsa hevaltiyê jî bikim…

Hevaltî Wate Dide Jiyanê

Bi gotina Rêber APO ya ku “Her hevalek perçeyek ji canê min e” ve ez dixwazim dest bi nivîsa xwe bikim. Rêhevalên hêja, gelo ji gotina ‘heval’ gotinek binirxtir heye? Hevaltî di du cana de û yek ruhe. Yê ku reng dide jiyanê û dihêle em her roj bi jiyanê ve werin girêdan, rihê rêhevaltî ye. Ji ber ku wateya peyva heval; hêz e, eşq e, vîn e, azadî û lêgerîn e. Lewma divê qet peyva heval ji ser zimanê me nekeve, ji ber ku ji bo me ew hêza ku em pêve tekoşîn dikin. Herwiha ew xwedî nirxekî mezin e li gel me. Ew xwedî derketina li jiyana azad e. Ew jiyanê bi wate dike. Wateya hevaltiyê, bê dawîtiya jiyanê ye. Dema ku ez li hevalên derdora xwe meyze dikim, ruxmî tevahî zehmetiyan girêdaneke xurt di navberê me de heye. Kenekî ku li ser rûyê hevalekî xîz dibe hêjaye ku tu di oxira vî kenî de xwe feda bikî. Dîsa di zivistanên sar de yê ku dilê me germ dike, ew hestên me û girêdana me ya bi hev re ye. Eger hezkirin û hevaltiyekî me nebûya heval Mezlûm canê xwe nedida ber agir, heval Zîlan xwe feda nedikir. Ji ber vê jî nirxê van hevalan girtin pir girîng e. Dema mijar dibe hevaltî ti hêz di vê dinyayê de nikare li hemberê bisekine. Ez pir caran difikirim û dibêjim; eger di nava gerîla de ev îrade û hezkirina me ya hevaltiyê tine baya dibe ku niha tu kes nikarîba di van çiyayan de jiyan bikira, ji ber ku hevaltî hêvî û girêdana bi jiyana azad e. Herwiha ji bo min hevaltî weke şemsiyekê ye ku çiqas baraneke zêde bibare jî, ewqas mirovan diparêze. Ez bawer im ku we ji min fêm kir. Ji ber di nava tevgera me de tiştê ku yekem bala te dikşîne ev hevaltiya ku weke goşt û hestî bi hev ve girêdayî ye. Hevaltiya PKK’ê di her kêliyê de li kêleka rêhevalê xwe seknandine. Lê belê yê ku vê hevaltiyê saxlemtir û bi hêztir dike felsefeya Rêbertiya me ye. Di her kêliyekê de mirov dikare ji bo hevalê kêleka xwe canê xwe jî feda bike, ji ber ku wê deme mirov nikare bi xwe bifikire. Ji ber ku “Em hemû ji bo yekî, yek ji bo hemûyan jiyan dikin”. Yê ku dihêle cûdahiya me ji tevgerên din jî hebe, hevaltiya me û felsefeya me ya “Yek parî û yek hirqa ye”. Lewma ez her dem dibêjim ku başe min berê xwe da riya rast û min biryara meşa di vê rêkê da.