Mîna keskesora ku dibe bûka baranê û mizgîniya bereketê dide axê, bi têkoşîna xwe ve mizgîniya azadiyê da. Li welatê ku gulberoj her roj berê xwe didin tavê û xwezayê dixemilînin, mîna gulberojekê berê xwe da rojê û bi ronahiya ku jê girtî bi şoreşgertiya xwe ve jiyan xemiland. Bajarê ku beriya hezarên salan bibû paytexta Kurdên Ûrartuyî, bi tekoşîna ku bi salan a li ser axê, bajarê Wanê bi pêşengên xwe ve heya roja îro bi hemû sebilindî, xweşikî û dewlemendiya xwe ve hatiye. Bi saya parêzvanên rasteqîn û esîl ve mîna dareke xwedî temenekî bi hezaran sal kok û rehên xwe berdaye û saxlem sekiniye. Ba, bager û tûfanên zilm û dagirkeriyê nekarîne wê bihejînin û biruxînin. Lewma ew herdem bi van zarokên xwe şanaz sekinî û çanda xwe heya îro parast. Yek ji parêzvanên ku li ser vê xakê, li navçeya Elbakê di sala 1994’an de ji dayik dibe jî, Ceylan Oral e. Ceylan di nava malbateke ji eşîreta welaparêz a Merzikî de mezin dibe. Ji zarokatiya xwe ve çanda Kurdîtiyê fêr dibe û li ser girêdanbûna bi axê ve bingehê yekemîn ê avahiya jiyana xwe datîne. Lewma ew ji pergalên ku ziman û çanda wê bi siyaseteke zirav ve, di dibistanan de didin ji bîr kirin û tune kirin, nefret dike. Lewra naçe wan dibistanan û li nava malbat û nêvenga xwe ya welathez de xwe perwerde dike. Lê bêguman zihniyeta baviksalar a ku jinan kole dike, bê nasname dike û wê weke hebûn nahesibîne jî dibîne. Ev nêzîkatiyên li hember jinan û biçûkxistina wan, tevî ku jin rolê herî diyarker di her warî de dilîzin û bêyî wan jiyan ava nabe jî, lê mîna ku ev jiyan tenê ya zilaman be, bala wê dikşîne. Li hember van nêzîkatiyan, çirûskên lêgerîna destpêkê di dilê wê de pê dikevin. Ceylan ji zarokatiya xwe ve navê partiya azadiya gelan PKK’ê û serokê gerdûnî Rêber Apo dibihîze û nas dike. Li hember wan hezkirineke wê ya mezin ava dibe. Bi hatin û çûyina hevalan ji herêma wê re, hîn zêdetir nas dike û bandor dibe. Bi taybet sekna hevalên jin ên ji xwe bawer, xwedî nerîn û bi çek bûna wan pir zêde li ser bandor dike û dixwaze mîna wan bibe. Ceylan dixwaze bibe pêşengeke ku civaka wê pê serbilind bibe û tevahî jinan ji wê zihniyetê rizgar bike. Lewma bi van hestan ve guh dide dil û mejiyê xwe yên ku mayina di nava jiyana pergalê de nema tehemul dikin û biryara tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiyê dide. Di sala 2010’an de bi navê Leyla Botan, pêvajoyeke nû di jiyana xwe de dest pê dike. Bi derbasbûna çiyayên Kurdistanê, mîna ku di hafîzeya wê de dîroka bi hezarên salan zindî bibe hestên giranbuha jiyan dike. Heman demê hîs dike ku xwedawendên beriya hezarên salan li ser lutkeyên van çiyayan erşê xwe danîne, bi xêrhatina wê dikin. Lewma ew jî bi rûkeniya xwe û çavên ku li azadiyê digerin sipasiya xwe dike û bejna xwe li ber heybeta wan ditewîne. Bi gava yekemîn ve ew soza rakirina tola vê axa ku destdirêjî li ser tê kirin û ewladên wê jê mehrûm kirine didin. Di perwerdeyên destpêkê de gelek tiştan fêr dibe. Lewma dizane ku dibistana herî heqîqî û bi wate ev dibistanên PKK’ê yên ku jiyanê di hemû aliyan de dide nasîn û fêrkirine. Bi vî rengî bi hezkirineke mezin mîna zarokeke şeş salî her ku tiştekî nû fêr dibe, kêfxweşiyeke ku bi dinyayê nede jiyan dike. Ji ber ku ew hem fêr dibe çawa jiyan bike, hem jî dîrok û rastiya xwe, ya welatê xwe, ya partiyê û ya Rêber Apo ku ev jiyan ji tunebûnê heya wê astê aniye nasdike. Lewma heval Leyla digihêje wê baweriyê ku ger xwe di fikirê Rêber Apo de kûr bike û her gotineke wî bike pîvanên jiyan û meşa xwe wê bikaribe bibe ew pêşenga ku her dem di xeyalên xwe de ava dikir. Bi vî rengî her roja ku derbas dibe xisleteke nû ya milîtanên Apoyî dibîne û di kesayeta xwe de ava dike. Wisa lê tê ku di demeke kurt de, di gelek waran de ji derdora xwe re dibe mînak û bar radike. Weke pêşengeke YJA-STAR her sala ku diçe xwe ji bo rakirina barên hîn girantir amade dike. Ji fermandariya tîm, taxim heya yekîne û şûbeyan erkê fermandartiyê bi cih tîne. Her dem di ferqa pêvajo û erkên ku dikeve ser milên wê, bi taybet weke jineke Apoyî û pêşengtiya ku jê tê xwestin de ye. Lewma li ku derê pêwîstî hebe bê dudilî berê xwe dide wir û erkên milîtantiyê pêk tîne. Ew di warê leşkerî de jî xwe perwerde dike û ji cengên giran re xwe amade dike. Bi yekbûna bi çeka xwe re aliyekî din yê milîtanbûna xwe temam dike. Piştî gelek pratîkan, da ku hîn xurtir tevlî pêvajoyê bibe û barên hîn girantir hilgire bi xwestek û hezkirineke mezin ve berê xwe dide akademiya jina azad Şehîd Bêrîtan. Heval Leyla bi gotina “ji bo min akademiya Şehîd Bêrîtan, cihê xwe ji nû ve avakirin, zivirandina li cewherê xwe û bûyîna pêşengeke rasteqîne” armanca xwe diyar dike. Bi tevlîbûneke xurt ve weke jineke şoreşger xwe ji nû ve avadike û gelek tiştên nû li ser kesayeta xwe zêde dike. Bi vî rengî piştî perwerdeyê weke fermandara şubeyê berê xwe dide kordînasyona şervanên nû. Heval Leyla bi hezkirineke mezin ve derbasî wir dibe. Ew di ferqa giranbûna erkê ku rêxistinê daye pêşiya wê de ye. Ew kar, karekî herî pîroze û hem jî pir zehmete. Ji ber li wir ewê ji şervanên ku nû tevlî doza azadiyê dibin re pêşengtî û mamostetî bike. Wê wana fêrî rêzikên jiyana bi rûmet û exlaqî bike. Wê rastiya Rêber Apo, PKK’ê û Kurdistanê bi wan bide nasîn. Lewma dizane ku ji bo vî karî kesayeteke ku destpêkê xwe temam kiribe û pîvanên milîtantiyê di xwe de avakiribe pêwîste. Li ser vî esasî ji bo ku kêmanî di xaleke herî biçûk de jî neke, ked û hewildaneke mezin dide. Bi avakirina mirovên nû ve her roja ku diçe kesayeta xwe jî bi wan re ava dike, nû dike û mezin dike. Heval Leyla bi perwerdekirina bi dehan şervanan, wan ji bo cengên mezin amade kirin kedeke bê hempa dide. Lewma her dema dibihîse ku şervanekî ku li gel wan perwerde dîtiye pêşengtiyeke xurt ji demê re kiriye, kêfxweşiyeke ku bi ti awayî nayê wesif kirin jiyan dike. Lewma Ji bo hîn zêdetir ji dozê re layiq bibe, bê rawestan xebat dike. Bi rûkenî û kenê xwe ya ku xwezayê li derdora xwe zindî dike ve, di dilê tevahî hevalên xwe de cih digire. Ew bi hevaltiyê ve pi girêdayî ye. Lewma carnan bêyî ku xew bikeve çavên wê li ber serê hevalên xwe dirûne û ji bo parastina wan hişyar dimîne. Nêzîkatiyên wê û hezkirina wê ya hevaltiyê, di hevalên wê de bandoreke mezin avadike û dihêle ku ji xwe re bikin mînaka hevaltiya rast ya Apoyî. Bi vî rengî heval Leyla bi dehan şervanên ku evîndarên azadiyê ne perwerde dike, ji bo pêşengtiyê wan amade dike û ji bo qadên tekoşînê wan bi rê dixe. Bi vî awayî heval Leyla di xebatên xwe de roleke diyarker dilîze. Mîna ji gava xwe ya destpêkê ve bi heyecan, hezkirin û pêşengtiyeke xurt ve erkê xwe bi cih tîne. Di mijdara 2016’an de, di encama êrîşên hewayî yên dijminê mirovahî û azadiyê de, li gel hevrêyek xwe digihêje şehadetê. Fermandara ciwan bi têkoşîna xwe ve gelek nirx li ser partiyê û bi taybet di warê xeta jina azad de zêde kir. wê bi perwerdekirina bi dehan hevalan ve ne tenê tovek bi dehan tovên ku ji bo azadiyê serî hildane, li tevahî qadên têkoşînê reşand. Lewma bi şehadeta fermandara pêşeng ve, bi dehan Leyla ji bo berdewam kirina doza wê û pêkanîna xeyalên wê yên nîvçe mayî derketin û soza tolhildanê dan.