Rêhevala Wê Ya Têkoşînê
Di sala 1992’yan de, girêdayî bajarê Geverê li gundê Tilorayê, sernivîsa pêşeroja fermandareke leheng tê avêtin. Fermandara şerê azadiyê Melsa Tilora ango bi navê xwe yê rast Beyan Dara tê dinê.
Malbata heval Melsa xwedî girêdaneke radîkal û çalak e. Lewra ew zarokên xwe jî li ser heman çanda resen, li ser heman rêgezên welatperweriyê mezin dikin. Ji ber ku heval Melsa tenê di nêvenga gund de jiyan dike, ji pergala qapîtalîst, ji jiyana bajaran a bi bermahiyê vê zihniyetê alandî dûr dimîne. Lewra ew pakbûna di cewherê xwe de diparêze, evîna welat di dilê xwe de bi rengê kulîlkên xwezaya gundê xwe dixemilîne û av dide. Heval Melsa zaroktiya xwe bi naskirina tekoşîna azadiyê û şervanên wê re destpê dike. Bê sebir rojan dijmêre ku ew hinekî mezin bibe û bikaribe bi awayekî aktîf ji bo azadiya welatê xwe xebat bike. Çawa ku temenê wê guncaw dibe, Melsa di navenda xebatan de cihê xwe çêdike û evîna di dilê xwe de bi xurtiya xebatê xwe û keda xwe ya di oxira wê de nîşan dide. Her dema ku heval Melsa di nêvenga gerîla de amade dibe, tişta herî zêde bala wê dikşîne sekna gerîlayên jin e. Tevgerîna wan ji xwe bawer e, nêzîkatiyên rêzdar yên di navbera wan û hevalên xort de heye. Lewra bi vegera xwe ya malê re dema ku nêzîkatiyên civakê yên li hemberî jin dibîne, ji navenda jiyanê dûr hiştina jin û mîna ku ew hebûneke di dereceya duyem de be nêzîkatî ji bo wê raber kirin, ev ferq û cûdahî bi halê xwe yê herî şênber xwe li ber çavên wê radixin û tehlahiya wê rastiyê careke din hîs dike. Bi meşandina xebatan re, nêzbûna ji nêvenga gerîla re hiştibû ku ew bibe xwedî agahiyên têrker li ser jiyana PKK’ê, her wiha fikrê Rêber Apo heya astekê naskiribû û ji dil û can pê bawer kiribû. Bi vê naskirina wê re, cardin bi nakokiyên wê yên di mijara jin de, ew bi biryareke kokê xwe bi zanist sala 2010’an, berê xwe dide çiyayên azad û nasnameya tekoşeriya ji bo gelê xwe qezenc dike. Dilopên xunavê dibine derbirîneke baş ku mirov pê pênaseya şefafiya di hest û giyana heval Melsa bike. Ew di nava gundê xwe de bi çanda xwedawendên kevnar mezin dibe, gelekî sade û pak dimîne. Lewra ew pir zû di nava zelaliya jiyana PKK’ê de xwe dihelîne û pê re dibe yek. Her jineke ku berê xwe dide çiyayan di nava refên PKK’ê û PAJK’ê de, li hêza xwe hayil dibe, xwe nas dike û dibe xwedî zanist. Melsaya leheng jî, rojane di awêneya ramanên Rêber Apo de xwe di berçavan re derbas dike, afrîneriyên nû bi hêza xwe guhertin û veguhertinê di şexsê xwe de çêdike. Tevlîbûna xwe ya nava jiyanê, têkiliyên xwe yên hevaltiyê, tekoşîna xwe ya zayendî û heya bi ziraviyên herî biçûk di kesayeta xwe de bi pîvana şoreşgeriya rast a ku Rêber Apo qal dike re dipîve. Tê gotin ku mirov çi tovan bavêje xakê, wê meyveya wê bigre. Melsaya çeleng jî hîna di rojên xwe yên destpêkê de tovên armanca xwe gihandina şexsiyeteke bi hêz û pêşeng di zeviyên meşa xwe de çandibû. Lewra ew di demek kurt de, dikare bibe xwedî xisletên fermandareke zîrek û barê berpisyartiyên girîng digre ser milên xwe. Hevalên li gel heval Melsa beriya her tiştî fêr dibin ku di nava refên tekoşîna azadiyê de, li beramberî îradeya jina şoreşger kelemekî ku rê li ber serkeftina wê bigre tuneye. Fêr dibin ku xweşik kirina jiyanê, reng û wateyên bedew lê bar kirin girêdayî fikirandina wan, nêrîn û asta naskirina wan ji Rêber Apo re ye. Fêr dibin ku evîna heqîqî ya ku bi kedê tê mezin kirin, tenê evîna welatekî azad e. Bi dilnizmiya xwe, bi fedakarî û dewlemendiya di rê û rêbazê xwe de, heval Melsa ji tevahiya avahiya xwe re dibe çavkaniya hêz û moralekî bilind, di dilê kê de çi derbas bibe, zorahiyên di çi astê de werin pêşiya wan, ew bi dilekî rehet berê xwe didine wê çavkaniyê û hêza çareseriya rasteqîn di nav de dibînin. Ne tenê di hinek kêliyan de, di nava rojê de 24 saetan heval Melsa tevlîbûna xwe di çarçoveya pîvanê bîrdoziya jin de dihûnîne û rêgezên wê ji bo xwe dike binyada pêşxistina fikrên xwe. Ji bo vê jî Melsaya esîl asta tevlîbûna xwe ya rast, pêşketin û avabûna xwe her dem bi asta fêm kirina xwe ya ji hizrên Rêber Apo re dipîve. Ew çiqasî Rêbertî rast fêm bike ewqasî dibe xwedî tevlîbûneke bi zanist, ewqasî nêzî cîhana jina azade dibe û ewqasî dibe şoreşgereke bi bandor û zana. Ji bo heval Melsa were gotin ku ew mîna çiyayekê ji hestên bedewe, wê ne şaş be. Ji çavên wê her tim tîrêjên ji heftrengiya piştî barana biharê diteyisin, di her rengekî de wateyeke xweşik û hestekî bilind heye. Ji bo vê jî, jiyan bi hemû zehmetiyên xwe , bi kêliyên xwe yên tehil û şêrîn dibû xwedî maneyeke têr û tije. Jiyana xwe jî di oxira nirxên giranbuha de kir xelateke nejbîr. Ev sekna wê li Zagrosan, li qada Metîna û herî dawî li qada Dersîmê digihije vê pijandinê. Nazenîniya di giyana Melsa de bi asî bûna Dersîmê re digihijine hev, hevsengiyeke bi tewazin di navbera xwe de çêdikin û encamên xwe bi teysîna kesayetekî bi hikmet, zana û wêrek didine der. Li qada Dersîmê gerîlatî kirin ji bo heval Melsa şensekî ku bi ti buhayan nedihate pîvan, ji bo wê jî wê her kêliya xwe ya li nava wê erdnigariyê tije dinirxand û bi giringiya manewiyata dîrokî a wan çiyayan têdikoşiya. Dengê Zarîfeyan, Zîlan û Sarayan ji guhê xwe qut nedikir û her dem bi hêza mîrasên wan yê nirxdar gavên xwe davet. Soza ku wê ji bo azadiya gelê Kurdistan û azadiya Rêber Apo dabû bi kişandina her henaseyeke xwe de, bibîra xwe danî û yek deqeyê giraniya barê erkên li ser milê xwe jibîrnake Melsa. Gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Jina ku xweşik be, wêrek be û bi vîn be dikare dinyayê fetih bike” ji bo meşa heval Melsa dibe şîroveyeke têrker bi her peyveke xwe ve. Ew ji Geverê kete rê, ji Zagrosan heya Metîna, ji wir jî heya çiyayên Dersîmê bi hêza biryardarî û girêdana xwe ya bi mezinahiya nirxên jiyana azad ve meşiya. Roja 5’ê Cotmeha sala 2019’yan, li qada Dersîmê heval Melsa di encama êrîşeke bizdonek û namerdane ya artêşa Tirk de digihîje pakrewaniyê. Di wê rojê de ew meşa xwe ya şanaz bi şiyanî xitim dike û dilsoziya xwe bi Rêber Apo re bêdawî dike. Wê rojê heval Melsa navê xwe bi tîpên zêrîn di hafîzeya her hevalekî xwe de ebedî dike û şêwaza şer û tekoşîna xwe ji bo wan dike rêgeza dewam kirina şerê zafere.


