Tovên hebûnê reşandin li welatê agir û rojê. Her ku roj hilhat evîna azadiyê şîn bû. Rêyên ku digihîjin xeyal û hêviyan wek Dîcle û Firat zelal bûn. Wê demê li ser axên herî pîroz, dildarên agirê azadiyê bi şerê jiyanê re pêşeroja xwe di hembêza çiyayan de risandin. Lewma ew demên ku tê de jiyan dikin derbas dikin, nexşerêya jiyana xwe bi xwe xîz dikin. Ji bo zayîna xwe her dem di nava şer de ne. Carna di zinaran de digihîjin heqîqetê carna jî bi xeyalên xwe yên azad re berê xwe didin heyînek bêdawî. Çawa ku wênesazekî hestên xwe yên herî ji dil zindî dike û ew wêne dibe zimanê dilê wê, mirovên ku dil didin azadiyê jî di berbangê de digihîjin lûtkeyên çiyayan û di bilindahiyan de resmê evîna xwe xîz dikin. Devrîm Hejar yek ji wan jinên esîle ku bi cesaretekî mezin li hember zordariyê serî radike û gavên xwe jixwebawer davêje. Wê bi vê meşa biheybet Devrîm re deriyên herî binirx ya çiyayan heta dawî vebin û  avên herî zelal bi wê re xwe bigihînin kulîlkên li ser zinaran. Vaye ev e evîneke efsûnî, ev e wateya jiyana wê. Sedemê wê yên şerê azadiyê gelek in. Hîna di demên kevin de fêr dibe ku ji bo parastina welatê xwe divê şer bike. Lewra Devrîm zarokê dayîkeke şerker û serbilind e. Di serdemên ku tarîtî dixwaze li welatê herî qedîm de tarîtiyan belav bike, xwişka wê dest bi rêwîtiyeke herî watedar dike û nav li xwe dike dibe Devrîm. Îrade û cesareta jinên Kurd di qadên şer de nîşanê dijminê xwe dide û bi şerekî nav û deng digihîje şahadetê. Lê ew ne ya dawî ye, li pey xwe de gelek dildaran dafirîne. Lewma rêwiyên rêya heqîqetê dil didin hevdu û xwe digihînin dilê hev. Di hembêza vê dayîka serhildêr de jineke din ya serhildêr mezin dibe, dide pey şopa Devrîm. Ew şîrê helal ya dayîka xwe vexwaribûn, ew ji axa xwe fêrbûbûn rastiya gelê xwe. Ji ber vê ti carî nabe li hember zilimdaran serî bitewînin, nabe tufana mezin ya li ser welatê xwe nebînin. Ji ber vê Devrîm jî bibaya tovekî jiyanê ya welatê xwe. Ji xwe ji roja roj ve gerdûn ronahiya xwe nîşanê wê dabû ji ber vê ew sînorê dem û sînorên cîh derbas kiribû. Dixwest bigihîje wateya hebûna xwe lê bendêye ku gerdûn nîşaneyek bigîhîne dilê wê. Rojek ji rojan tîrêjên berbangê xwe digihîne dilê wê, bayê welat bang dike û edî meşa Devrîm destpêdike. Her ku lêgerê heqîqetê de kûr dibe û di nava çiyayên Kurdistanê de nêzî cewhera xwe dibe zêdetir zimanê gerdûnê nas dike. Ji bo bigihîje rojê soz dide ku hesreta di dilê xwe de pêk bîne, xwe bigihîne latên herî asî ya welatê xwe. Lewra Devrîm ti carî jiyanek ji rêzê qabûl nake, ger jiyanek hebe diviya coş û kelecana şoreşê tê de habûya û hemû dîwarên zilimkaran hilweşandibaya. Ji ber vê bi wate jiyan kirin di hemû kêliyên jiyana wê de armanca wê ya sereke ye. Dema ku soza xwe pêk tîne û digihîje navserê çiyayan navê Devrîm li xwe dike. Lewra ew di hinavên xwe de heskirina Devrîm, di şîverêyên dirêj de jî şopên Devrîm dibîne. Dibe ku bêhna çiyan di heman deman de nekişandibin hinavên xwe lê ew dizane ku bi heman armancê re girêdayî ye û di serxistinê de ew jî wek yên berya xwe bibiryar e. Ji bo hebûnek birûmet bijî û bigihîje cewhera xwe ya rast dibe Devrîm û di nava şoreşa azadiyê de wek giraniya navê xwe jiyan dike. Di berbanga gerîlayan de rojekî biharê ya sala 2011 an berê xwe dide asoyên welat. Pirsa çawa bijîn wek efsûnekî ku benda bersivê xwe bû ji bo Devrîm. Dema digihîje lûtkeyan û têkoşîna azadiyê di hemû şaneyên xwe de hîs dike wê demê zelal dibe ev pirs. Ne rengekî hezar rengên heyînê di dilê wê de zindî dibe. Di dilê xwe yê ciwan de hêviyek bi qasî gerdûnê mezin kiribû û ber bi heyînek nû bibû rêwî. Veger an jî sekinandin nînbû di vê zayîna nû de. Ji ber ku wateya jiyanê di roj û stêrkên asîmanan de her tim ber bi bilindahiyan ve diherikî. Her ku diherike ew dibe jineke bihêz ku li hember hemû tarîtiyan serî radike. Çawa ku di hembêza dayîka xwe de çîroka egîdên gelê xwe gohdar kiribû vê carê jî ji çiyayên asî destanên qehremanên welatê xwe dibihîst û ji bo ku bigihîje wana her roj ronahiya dilê xwe de zêdetir dike. Ne di kêlekê de, Devrîm her tim di nava şerên herî dijwar de cîh digre. Ew Devrîm e, li pey eşqa bêdawî dixwaze xwe bigihîne kûraniya heqîqetê. Bi dilê xwe yê tije heskirin ve bêtirs dimeşe. Dibe rêwiyek evîndar ya rojê. Bi bedewiya dilê xwe tovên nû direşîne li ser axên berxwedêr. Devrîm dizane, her ku ked bide bi çiyan re bibe yek wê çaxê bigihîje wateya demê. Ji ber vê hestên azadiyê ji kûr de hîs dike. Berê xwe bide kîjan qadê têkoşînê li wê derê resmê azadiyê bi hestên xwe yên bedew xîz dike.     Ew gerîlayek xwedî evîna azadiyê ye. Ji bo vê Devrîm di çiyayên asî de dibe gerîlayek asî û serhildêr. Li qadên Metîna, Garê, Xakurkê û Zapê bi evîna xwe ya tije hersa tolhildanê ve di sengerên ku şer herî dijwar dimeşê de cîh digre, ji rêhevalên xwe re pêşengtî dike. Di salên ku şer bi dijwarî tê meşandin de çekê xwe digre ser milên xwe û bi meşa xwe ya bi heybet re şerê rûmetê li hember dagirkeran dimeşîne. Li çiyayên asî ya Zapê dibe şerkerekî nekeftî ku ti hêz nikare wê bin bixe. Li zinarên Xakurkê yên dengê Bêrîtan jê te de goh dide dilê Bêrîtan û dibe tofanekî li ser neyaran. Di cenga Xabûrê ya Metînayê de jî  dibêje ez qirîna Bêrîtan, şopdarê Delal im, şerê xwe bi qasî wan mezin bikim û mezin jiyan bikim. Bi qasî ku şer dike, têdigihîje wateya heyînê. Çiya mamosteya jiyana wê bû, rêhevalên wê fêrkerên şerê hebûnê bû, lewma ji her hevalekî xwe fêr dibû ku çawa bimeşe, çawa jiyan bike û wek jineke çawa dikare bibe xwedî jiyanek mezin. Di vê wateyê de yek ji rêhevalên wê ku herî zêde bandor li ser jiyan û meşa wê ya şoreşgertiyê dike fermandar Delal Amed e. Ji ber ku ew bi girêdanbûna xwe ya ax û gelê xwe re baweriyek bêdawî jiyan dikir. Ji ber vê heta dawî xwe deyîndarê gelê xwe hîs dikir û ji bo ku vê deynê xwe bide bêhênase têdikoşiya. Ango sekna biheybet ya fermandara efsanewî Delal dibû rênîşana Devrîm. Lewma êdî ew jî her kêliyekî jiyana xwe da xwe deyndarê gelê xwe hîs bikira û ji bo azadiya gelê xwe ji şerên herî dijwar derbas bibûya. Ji bo ku pêşengtiya gelê xwe bike her toj bi heyecanekî mezintir berê xwe dide rojê lewra ew şervaneke dildar ya fermandar Delal bû. Di şopa fermandar Delal de dibe xwedî meşekî biheybet. Dibêje ‘Min her tim xwest wek Devrîman, wek Delalan jiyan bikim ji ber vê bi xwe re her dem di nava têkoşînekî pir dijwar de bûm.’  û diha didomîne… Devrîm, di tevahiya jiyana xwe de serkêşiya govenda azadiyê ku ji agir e dike. Di her govendekî de stranên evîndaran vedibêje. Di hembêza çiyayan û bilindahiyan de dilpakiya xwe digihîne dilê herkesî. Lewma rukeniya wê xeyalên herî jidil ya herkesî wekî ku di asîmanan de nîşanê gerdûnê dide. Kenê Devrîm bi bayê welat re diherike nava dilê herkesî. Ev hezkirineke bêdawî ya Devrîm e. Bi qasî bedewiya stêrkan ronî dike şevan, bi qasî bedewiya şîlêran rengîn dike çiyayan. Ji ber ku ew di her şert û mercî de li pey xelayên xwe yên mezin û watedar de bê tereddût dimeşe. Di qadên herî dijwar wa şer de xwedî têkoşîna azadiyê derdikeve lewra ew xwedî armancên mezin e. Kesên ku xwedî lêger û armancên mezin bin dikarin mezin jiyan bikin. Devrîm jî dizane ku şoreşgertî xwedî wateyên gelek giranbûha ye ji ber vê her dem bi xwe re di nava têkoşînekî pir dijwar de ye da ku mezin bijî. Dibêje; ‘Wê ev şer dîrokê de gûhertinên mezin û bi kok çêbike’ Dema ku vê hevokê bi lêv dike hezkirin û baweriya xwe ya li hember Serokatî tîne bîra xwe. Di Rêber Apo de azweriya azadiyê ti carî bidawî nabe ji ber vê xwe gihandiye dilê herkesî. Her jineke ku berê xwe daye şewqa rojê bi azweriya bêdawî ya jiyanê ve têgirêdan û bi heyînê re soza bêdawîbûnê dide. Devrîm jî yek ji wan jinên pêşeng e ku çavkaniya xwe ya jiyanê ji rojê digre û hezkirina xwe wiha tîne ser ziman… Vegotina armanc û meşa şoreşgerên dil pola ne hêsan e. Lewra PKK, warê kesên berxwedêr, şerker û xwedî cesaret e. Yên PKK’yî wek Delalan jiyan dikin, wek Devrîman li pey şopa fermandarên xwe dimeşin. Ji ber vê herkes dixwaze xwe bigihîne asta herî jor ya berxwedêran. Ji ber vê her qehremanekî wekî yên berya xwe dibêjin ‘Ewê dawî bi heybet be’. Şoreşgera dil wêrêk Devrîm jî her bi vê biryardariyê re jiyan dike. Ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe herî dawî di pêngava Cenga Xabûrê de pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike. Li hember dagirkeriyê hêrsa xwe ya bi salan ya dilê xwe de bi biryardariya xwe ve nîşan dide. Sengerên xwe dike kelehekî berxwedanê û qadên cengê de şerekî mezin dimeşîne. Di gelek operasyonên şoreşgerî de li hember dagirkeriya dewleta Tirk şer dike. Di 27’ê cotmehê sala 2022 an li qadên berxwedanê ya girê Hekarî digihîje bêmiriniyê.   Ew dibe jiyan, lewra dil dabû rojê. Ew dibe sitranên li navsera çiyan, lewra her diherike nava dilê xakên kurdistan. Her gotinekî ku ji dilê Devrîm diherike jiyan dide û hembêz dike.  Ev vegotina evînekî bêdawî ye lewra di xwe de heqîqeta heyînê radigre. Ev şer ne yê dawî bû lewra di nava bêdawîbûnê de jineke tolhildêr û rêhevalên xwe dibûn perçeyek heyîna azad. Di qadên cengê de dem û wext êdî hatibû. Wek Egîd û Delalan şer dikin. Devrîm, bi rêhevalên xwe re digihîje bêmiriniyê.