Gulan Avaşîn 

Gelekî ku di nav pencên qirkirinê de bê hênase hatiye hiştin heye. Ev gel li Dêrsîm, Koçgirî, Geliyê Zîlan, Helepçe bi destê neyarên mirovahiyê rastî êrîşên dijwar hatine.

Bi mitralyozan, bi kîmyasal û bi awayê herî hovane hatine qetilkirin û xwestine, vî gelê ku henase bi henase dixwaze bi vîna xwe jiyan bike, ji holê rakin. Rastiya gelekê ku rastî êrîş, tûndî, komkujî, qirkirinê ve hatiye heye. Ev gelê ku ji dîroka xwe ve berxwedêr e, teslîmiyetê qebûl nekiriye, berê xwe dane çiyan û bi rêberên xwe yên pêşeng wekî Şex Seîd, Seyîd Riza li berxwe dane, li hemberê dijmin çong nedanîne. Ev gelê ku her cara ku xwestiye bi vîna xwe jiyan bike rastî êrîşên dijwar hatiye û hatiye tepisandin. Gelê Kurd di dîrokê de her tim li hemberê êrîşan têkoşîn kiriye. Rêberên ku ji bo doza Kurd û Kurdistanê derketine, di her derketinekê de rastî êrîşên dijwar hatine, serhildan hatine tepisandin û Kurd bê rêber hatine hiştin. Şex Seîd, Seyîd Riza mînakên vî rastiyê ne ku serhildan pêk anîne û di encamên komployê de hatine înfaz kirin. Piştî van ji gelê Kurd teslîmiyetê tu carî qebûl nekiriye, li berxwe daye, lê bê nasname bê vîn hatiye hiştin. Her çiqasî gelê Kurd vî rastiyê qebûl nekiribe jî, ji ber ku rêberekê ku bi awayekê rast pêşengtiyê bike nebûye her rastî îxanetan hatiye, bi politîkayên asîmîlasyonê ve xwestine ku gelê Kurd yê xwedî çanda Berxwedanê ye tûne bikin. Gelê Kurd rastî van êrîşan tê bêdeng dimîne û di nava bêdengiyê xwe de xwestiye ku çanda xwe berdewam bike. Bi vî şewazî berê xwe didin çiyan û di çiyan de bi awayekê xweser jiyan dikin. Her çiqasî xwestibe bi awayekê xweser jiyan bike jî li ber pencên qirkirin, asîmîlasyonê de maye û her diçe zimanê wî çanda wî, dîroka wî berbi qedandin û jibîrkirinê ve diçe. Wekê ku Rêbertiya me jî dide diyar kirin ‘’JIBÎR KIRIN ÎXANET E‘’ ev rastî di dîroka gelê Kurd de bi awayekê şênber derdikeve pêşiya me. Edî bi jibîrkirina ziman, çand û nasnameyê xwe ve li hemberê hebûna xwe xiyaneta herî mezin jiyan dike.  Derketina Rêbertiya me ev rastiya ku bi xiyanetê ve fetisiye, edî bi koka xwe ya berxwedanê ve ji nûve zindî dibe û dibe xwedî nasname.

Gelekî ku ji tûnebûyînê çawa bû xwedî hebûn? Bi derketina Rêber APO û koma APOCIYAN destpêkê li hemberê eşîrên Kurd yên ku hevkariyê bi dijminê gelê Kurd ve dikin têkoşîna xwe didin meşandin. Pêşengên gel di nava gel de bi sekin, bîryardarî û destkeftiyên ku bi dest xistine ve baweriyekê pir mezin ava dikin. Gelekî ku di nav nivînên mirinê de henaseyên xwe yên dawiyê dida, sekin, şer, têkoşîn û berxwedana APOCIYAN henaseyekê kûr kîşand û bi biryardariyekê  mezin dest bi têkoşînê kir. Gelek berdêlên giran bûha dan. Lê belê tu carî ji têkoşîna xwe gav bi paşde nêavêtin.

25’ê Mijdarê roja têkoşîna tundiya li ser jinê di şexsê xwişkên Mirabel de (Patria,Minevra û Maria) di salên 1930 heya 1960’an li hemberê komara Domînîk’ê têkoşîna ji bo mafê jinê, mafê wekhevî û azadiyê bi pêş ketiye. Ev têkoşîna her sê xwişkên Mirabel di sala 1960’an de li tevahiya welat belav dibe. Her sê xwişkên ku ji bo vî têkoşîn kirine bi hevre sînordar nemane, hewildane vî têkoşîna xwe li seranserê welat û cîhanê jî belav bikin. Li dijî tundî, tacîz, tecawûz û serdestiya zilam roja banga bilind kirina têkoşînê ye. Di rastiya Kurd de hebûna jin ya di wan şert û mercên wî demê de, wekê jin em di jiyanekê şaş de jidayîk bûn. Me gavên şaş diavêt. Bi vî ve me kesayetên şaş di xwe de ava dikir. Di rastiya Rêbertî de her ku em zane dibin, kur dibin, em di jiyanekê rast de jidayîk dibin. Fêrî meşekê rast, fikrandinekê rast, di legerîna xwebûna xwe de dibin. Tenê di jiyanekê rast de me hebûna xwe pêk neanî, em ketin nav legerînên  kesayetên azad ava kirinê.  Her ku me rastiyên ku hatine ava kirin derbas kirin ango em ketin ferqa jiyana şaş, em gihîştîn zanêbûyîna xwe ya cewherî. Bi vî ve Rêbertiya me bi rastiya xwe, mîriyên ser piyan kuşt, zanebûyîna mirovê ku azad jiyan dike derxist holê û me bi zane kir. Ev zanêbûyîna ku bi fikir û ramanên Rêbertiya me ku di kesayetên me de bi pêş ket aqlê Kurdê zane, ferasetekê baş, legerînên azadiyê bi pêş xistiye û daye ava kirin. Kesên ku di legerîna azadiyê de be li pêy şopa heqîqetê dimeşe. Azadî berî her tiştî xwe nas kirin e. Bi vî zanêbûyînê cîvakîbûyîn, wîjdan û aqlê hevpar ê civakê ye pêş dikeve. Ev nasîn bi ramanên rojê ve bi pêş dikeve û em dikevin ferqa hebûn û xwebûnê. Ji bo vî yekê 25’ê Mijdarê roja bilindkirina têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê ye. Em dizanin ku wê ev têkoşîn me berbi azadiya jinê ve bibe û sedsala 21’emin bibe sedsala azadiya jin. Di dîroka tevgera me ya azadiya jinê de sekna rêheval Sara ya ku li hemberê her cûre erîşên hûndir û derve xwedî seknekê bi bandor e diyarker e. Bi tevlîbûyîna 2 jinan kongreya damezrandina PKK pêk hat. Bi tevlîbûyîna Rêheval Sara (Sakine Cansiz) û Fatma ve sekna jinên Kurd di nava têkoşîna azadiyê de diyarker bu. Sekna heval Sara ya ku ji terteleyên Dêrsîmê li hemberî zordariyê serî hildaye xwedî li têkoşînê derdikeve û sekna jina azad diafirîne. Li zindana Amed’ê li hemberê cûntaya faşîst ya 12’ê Îlonê berxwedana ku bi pêş dikeve bi sekna reheval Sara pêk tê. Rêheval Sara temînata sekna jina azad e.  Ji bo na vî sekna jinên Kurd ya ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide di rûpelên dîroka me de cîhekê xwe yê girîng hildigre. Mirasa Sarayan ya ku bi ked, xwîn û xwehdanê hatiye ava kirin di nava têkoşîna azadiya jinê de esas e û wê her tim were parastin.

Di nava şert û mercên herî giran yên Kurdistanê de ku navê welatekê, navê gelekî hatibû qedexe kirin, derketinekê dîrokî ku wê gelekî ji xewa giran rake pêk tê. Derketina rêber APO ne derketinekê ji rêzê ye. Derketinekê ku di nava sînorên welatê ku hatiye dagirkirin, mafê jiyanê jêre nemaye de pêk tê. Her derketinek bi xwe re serkeftin an ji binkeftinan tîne. Derketina Rêber APO vejandina gelekiye ku serkeftinên mezin yên ku têk naçin bi xwe re ava kir. Bi hewildanên Rêber APO gelê Kurd gihîşt wateya xwe, nasnameya xwe, jiyana xwe, têkoşîna xwe. Rêbertiya me gelê Kurd yê ku di nav mezelê mabû derxist bi çand, ziman û têkoşîn kir û hebûnek da ava kirin. Niha ji bona vî hebûnê, ango ji bo azadkirina hebûnê têkoşîn û şer tê meşandin. Ev têkoşîn û şerê li hemberê qirkirinê ye ku li Kurdistanê bi pêş ket bû sedema bilindkirina serhildan û mezinkirina berxwedanê. Di van deman de her çiqasî jin xwestibe zimanê xwe, çanda xwe û hebûna xwe biparêze, li hemberê berxwedana jinê, dagirker û rastiya zilamê serdest yê ku her jinê ditepisîne, tûne dihesibîne, tû hebûna wî nayê dîtin bi pêş dikeve. Jin her tim di nava civakê de bi rola xwe ya pêşengtiyê ve xwestiye hemû nirxên xwe biparêze lê dema ku rastî êrîşên bi vî rengî tê, bêdeng dimîne. Ev êrîşên ku li ser civaka me ya Kurd bi pêş dikeve, ji aliyê dewletê ve li ser zilam pêk tê, ji aliyê zilam ve jî, li ser jinê pêk tê. Di dîroka me de jî xuya dibe ku çiqasî bûyerên ku kujerê wan ne diyar e hatiye jiyan kirin. Raste bi destê dewletê ve hatiye kirin lê di rastiyê de ev pergal bi aqlê zilam bi pêş ketiye û heta roja me ya îro hatiye. Rewşa jin ya di nava van rastiyan de ku rastî dest dirêjî, bê nasname, bê hebûn hatiye hiştin de her çiqasî ji xwe re qebûl nekiribe ji, ji ber ku rê û rêbazên têkoşîn kirinê peyda nekiriye, her di halê xwe de maye. Bi derketina tevgera me ya azadiyê, di gelek mijarên ku jin bi pêş ketiye henin. Jin di nava têkoşîna çekdarî de cihê xwe girt. Bi hebûn û nasnameya xwe ve kete nav legerînên azadiyê. Di her şert û mercên zor û zehmet de bi vîna xwe ve tevlê bûye û xwestiye ku bi têkoşîna xwe ve azadiya tevahî jinan pêk bîne. Wekê ku rêbertiya me ji pênase dike ‘’Jin netewa ku herî zêde hatiye pelçiqandin e‘’ Ev rastî carekê din dide nîşanê me ku jin netewek e, nabe ku bê vîn, bê nasname bê hebûn bimîne.

Rêber Apo pirsgirêka jinê kir bîngeha hemû pirsgirêkan. Di her kêliyê de ji bo ku bikaribe jin bi pêş bixe, zane bike têkoşîna xwe da meşandin. Îro bi hezaran jin di nava tevgera azadiyê de berbi azadiyê ve dimeşin. Bi ked û hewildanên Rêber APO jinên Kurd bûn xwedî nasname, xwedî vîn û di hemû qadên jiyanê de, ji şer bigre heya siyasetê di nava her tiştê de cîhê xwe digrin. Pêşketinên ku Rêbertiya me di netewa jin de ava kiriye di tu dîrokê de nehatiye dîtin û bûyerên bi vî rengî di dîrokê de nîn in. Rêber Apo ji bo parastina cewherî ya jinên Kurd û tevahî jinan, di şexsê rêheval Berîtan (Gûlnaz Karataş) de artêşbûyîna jin ava kir. Di şexsê heval Zîlan de manîfesto bi pêş xist. Edî jin di nava her tiştê de bi vîn, bawerî û heza xwe cihê xwe digrin. Jinên Kurd yên pişt zilam de dima, her tiştê wê ji destê wê hatiye dizîn, edî ji bo bidestxistina azadiya xwe di nava têkoşînê de cîhê xwe digre. Ev têkoşîna ku tê meşandin bi ked hewildan û perspektîfên Rêber Apo pêk hatiye.

27’ê Mijdarê 1978’an êdî dîroka ku bi xwînê, bi kuştin, talan, tacîz û tecawûzê ve berdewam dikir, edî dest bi rûpelekê nû yê têkoşînê dike. Cara yek gotina Kurdistan Mêtîngeh’e livir tê gotin û têkoşîna ji bo gelê Kurd di 27’ê Mijarê 1978’an de bi pêş dikeve. Ev gav destpêkê li bendava Çubuk’ê piştre li paytexta Kurdistanê Amed’ê li Gundê Fîs’ê tê avêtin. Ev pengava ku tê avêtin tenê ne ji bo gelê Kurd e. Yekîtî û biratiya gelê Kurd û Tirk e. Pêşengên Enternasyonal ên wekî Heqî Karer, Kemal Pîr di vî pêngavê de cîh digrin û dest bi têkoşînekê pir alî dikin. Ev rê li ber gelek destkeftiyên biratiya Kurd û Tirk vedike. Gelê Kurd edî xwe, vîna xwe,  hebûna xwe,xwebûna xwe nas dike li pey Rêberê mirovahiyê Rêber APO dimeşe dest bi têkoşînê dike. 27’ê Mijdarê ne ragihandina avakirina partiyekê, vejandina gelekî, henase dayîna gelekî, parastina nirx û rûmeta gelekî ye. Gelekî ku çanda wî, nasnameya wî, zimanê wî hatiye qedexe kirin edî bidest xistina rûmeta xwe bi PKK’re ji nûve dibe xwedî rûh. PKK ne partiyek, çandek e şewazê jiyana komînal û demokratîk e. PKK berya her tiştê azadiya jinê ji xwe re esas digre û bi pêş ketina gelê Kurd ve tevahî gelên ku di bin zext û zordariyê de dimînîn re dibe îlhama têkoşînê. Derketina PKK di destpêkê de her çiqasî ji bo gelê Kurd be jî, edî tenê ne ji bo doza azadiya Kurd û Kurdistanê ji bo gelên Asûr, Ereb, Elewî, Çerkez dibe sedema têkoşînê. Herkesê ku PKK nas kiriye û bihîstiye dizane ku, çanda wî ya Berxwedanê, bi şewazê wî yê jiyanê ve ji bo hemû gelên bindest bûye hêza parastin û hêza avakirina civaka exlaqî û polîtîk.

PKK (Partiya Karkerên Kurdistan) bi navê xwe partiya kedê ye. Ji bo kedkaran, li hemberê kedxwaran dibe sekna tolhildanê. Ji dagirkeran, kedxwaran, rantxaran, hesabên dîrokî dipirse û ji bo kedkar, jin û ciwanan dibe hêza têkoşîn, berxwedan û serkeftinê. PKK her tim di dîrokê de ji dagirkeran hesabên dîrokî pirsîne. Her ku êrîşek li ser gelê me pêk hatiye tevgera me ya azadiyê bi derketînên dîrokî hesap pirsiyê û xwestiye, êşa ku gelê me kişandiye kêm jî bibe sivik bike. Mîrasa PKK ya ku 50 salan ava kiriye, di dîroka gelê Kurd de rê li ber gelek pêşketinan vekiriye. Ji bo parastina mirasa PKK ya 50 salan berya her tiştî pedivî bi parastina cewherî heye. Rêbertiya me tu carî ji xwe re cîh nekir asteng. Li cihekê wekî girava Îmraliyê bi fikîr û ramanên xwe ve her tim parastina gelê Kurd kiriye. Bi modela netewa Demokratîk xwestiye hemû gel, netew, reng bi hevre di nava heman rengî de jiyan bike. Rêber Apo li hemberê pergala Katilê Kastîk û kesên ku bûne Judernat xwestiye sekna kadro û civakekê zane ava bike. Bi vî ve gîrêdayî her hewil daye ku wekê jin civak û kadro li hemberê van bi aqlê jin, bi parastina cewherî, bi xurt kirina jiyana komînal bisekine. Rebertiya me rastiyên ku hatine ava kirin, wê ev rastî çawa werin derbas kirin û civakekê demokratîk bi pêşengtiya jin de wê çawa çêbibe pêşkeşî me dike. ji bo ku em ji bikaribin civakêkê demokratîk ava bikin, divê berî her tiştê di gelek aliyan de xwe bi zane bikin.  Bûyerên ku rojane tên jiyan kirin nişan dide ku, em çiqasî şer bikin bila bikin, ji bo parastina nirxên ku hatine ava kirin pêwîstî bi parastina cewherî heye. Ger ku em parastin û têkoşînekî rast nedin meşandin, em xwe bi zane nekin emê nikaribin nirxên ku hatine ava kirin biparêzin. Ji her demê zêdetir pêwiste em xwe de zanista Jineolojî de xwe kûr bikin. Ev zanista ku li hemberî hemû zanistên ku bi fikrê zayendî hatiye çêkirin, yê têkoşîn bike, têkoşîn dike û têkoşînekî rast bide ava kirin.

PKK bîngeha xwe li ser fedaîtiyê ava kiriye. Em ji li ser vî bîngehê şîn bûn. Ji me, ji her demê zêdetir  têkoşînekê dijwartir tê xwestin. Wekê fedaiyên ku xwe di heqîqeta Rêbertî de feda kirine têkoşîn kirin pewîste. Em jî ew kelecan û eşqa bi pêş xistinê tevlî bibin û berpirsiyartiyên xwe pêwîste pêk bînin. Çawa ku jiyan her tim zindî ye, pêwîste têkoşîna me ji, rêxistin kirina me ji, divê ji her demê zêdetir bibe. Bê ku nirxên hatine ava kirin yêk kêliyê em jîbîr bikin em beşdar bibin û ked bidin. Wek mirov, jin, şoreşger rastiya Rêbertiyê me xist vî ferqê. Zanebûyîn û wijdana ku vî rastiyê daye avakirin,  pewîste  em bibin şoreşgerê kêliyê û di xweşikbûyîna jinê de, bi aqlê jin û wijdanê jinê ve emê jiyanekê azad ava bikin. Ji ber ku hezkirin û bêrîkirinên me yên li hemberî Rêbertî û rûhê ku rêhevalên me yên fedaî ava kiriye, heza şerê li hemberê hemû paşverûtiyan dide me.

Di sala 1996’an sekna heval Zîlan ya li Dêrsîmê sekna li hemberê komployê, sekna tolhildana ji hêzên komploger bû. Sekna rêheval Zinar û Doğa ya li Enqerê, sekna rêhevaltiya rast ya bi Rêbertiyê re bû. Heval Harun û Heval Zinar  ya li Îskenderûnê meşa berbi azadiyê ve bu. Sekna Heval Sara û Rûken ya li Mêrsînê sekna xwedawendan bû. Sekna heval Asya û Rojger ya li Enqerê sekna rêhevaltiya rast ya bi dozê re bû. Lewra wan rêhevalan bi derketina xwe ve rê li ber gelek pêşketînên dîrokî vekirin. Sekna her hevalekê ji bo me mînak e. Ew bûn rênîşandarên me yên doza azadiyê. Em bi wan hevalan re bûn hebûn û bi rêbazên wan yên jiyan û şer ve têkoşîna xwe didin meşandin.