Dîroka pêşketin û têkoşîna Tevgera me ya Azadiyê, ku bi çavkaniya fikrê Rêber APO de pêş ket, ked û çalakiya komkirî ya şikildana pêşerojê dihewîne, ew ji bo azadiya jinan, gelê Kurd û mirovahiyê bûye hêza afirîner a herî mezin a sedsala me.

Têkîliya di navbera jin, gelê Kurd û mirovahiyê de bi demê re wate û çawanî bi dest xistiye. Her çend dîroka 5.000 salî ya pergala dewletparêz a serdest a mêran hem ji bo jinan û hem jî ji bo mirovan çilmisandin û windakirina nirxan anîbe jî, têkoşîna me ya azadiyê nûvekirin û eşkerekirina van nirxan, her wiha derketina holê ya li ser cewhera xwe û hewldana ku ev yek a her kesî be, pêş xistiye. Demên çalakiyê yên ku ev pêşketin gengaz kirine bûne sembol, û bi vî rengî, nirxên ku di kêliyê de hatine afirandin duh û îro, îro û sibê anîne cem hev. Mirovbûn, civakbûn, bi xwedîderketina nirxên li ser bingeha exlaqê komunal re hevwate ye. Wekî çavkaniya van hemî afirandinan, Rêber APO ye ku di nav yekparebûna azadiya zayendî û nasnameya neteweyî de dem nirxandiye. Li ser vê bingehê, her roj û meheke ku em pê re rû bi rû dimînin di nav xwe de wateyên nû digire û di bîra civakî de cihê xwe girtiye.

Bi vegotina Rêber Apo ya "Ey jiyan, ez ê an serkeftina te gengaz bikim an jî ez ê te wekî qet nejiyayî bihesibînim" re jiyanê wekî pîvanekî ku tenê li ser bingeha serkeftinê dikare were pejirandin pênase dike, û di hevdîtinên dawî yên Îmraliyê de ev prensîb dubare teqez kiriye. Rêber APO têgihîştina xwe ya azadiyê li ser bingeha azadiya civakî ava kiriye, wê tenê bi qada siyasî ve sînordar nake. Bi rastî, esnekbûn û guhertina di Rêber APO de di serî de ji nêzîkatiya wî ya azadiyê ku ji perspektîfekî civakî derdikeve holê tê. Nêzîkbûna mijara azadiyê bi vî rengî bûye sedema destnîşankirina pirsgirêkên pêşîn ên di asta stratejîk de û girtina berpirsiyariya çareserkirina wan jî. Ji ber vê yekê, di bingeha nakokiya zayendî de, azadiya jinan wekî pirsgirêka sereke di hemû pirsgirêkên azadiyê yên mirovahiyê de derketiye holê. Bi vê perspektîfa îdeolojîk, Rêber APO bi awayekî stratejîk mijara azadiya jinan çareser kir, pirsgirêka rizgariya zayendî eşkere kir û berpirsiyariya çareserkirina wê girt ser xwe. Li ser vê prensîbê, Rêber APO girêdana jinan bi amûrên têkoşînê re çêkir û deriyê azadiyê vekir. Bi şopandina gavên domdar ên Heval Sara, di encamê de jin li çiyayan ji nû ve zindî bûn. Serhildana bi mîlyonan jinan li dijî rastiya civakekî zayendperest, gelekî hatiye mêtingeh kirin û welatekî dagirkirî bû sedema pêşketinek dîrokî ku tê de rizgariya jinan û rizgariya civakî, rizgariya zayendî û rizgariya neteweyî bi hev ve girêdayî bibin. Jiyan û çalakiyên kesên ku di bin Rêbertiya Rêber APO de tevlî vê çemî bûn, têkoşîna azadiyê berfireh û civakî kirin, nirxên ku avakirina pêşerojekî li ser bingeha azadiyê misoger dikin, afirandin. Bi vî rengî kevneşopiya bi deh hezaran şervanên azadiyê yên jin hate afirandin ku bê westan ji bo vê dozê şer kirin, dema ku pêwîst bû ji fedakirina jiyana xwe dudilî nebûn.

Heta sala 1992 an, PKK di pêşengtiya Rêber APO de, veguherî artêşeke gerîla, hêzek civakî û rêxistinkirî. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û hilweşîna pergala sosyalîst a rastîn û windabûna rastiya cîhanek dualî, Rêber APO wekî Rêberê rastîn ê xeta azadiyê derket holê. Nexasim, Rêber APO diyar dike ku di dawiya Şerê Sar li Rojhilata Navîn de şerekî germ destpêkir. Rastiya pergala kapîtalîst, ku ji hêla cîhanekî du qutban ve tê xwedîkirin û krîza wê ya xwerû bi hilweşîna qutba dijber re bêtir eşkere bû. Ji ber ku rizîna sîstemê dê bibe sedema hilweşînê, hêzên serdest-hegemonîk xwestin pêşî li vê hilweşînê bigirin û bi însiyatîfa xwe sîstemê ji nû ve têşe bikin. Li ser vê bingehê, Rojhilata Navîn wekî hewza nû ya "şer" hate destnîşankirin. Rewşa heyî ku em wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase dikin, wekî encama vê rastiyê pêş dikeve. Ji ber sedemên îdeolojîk, siyasî û leşkerî, em wekî Tevgera Azadiyê ku di bin serokatiya Rêber APO de tekoşîn dimeşînin; li Rojhilata Navîn hêza rêxistinkirî ya yekane ne. Rastiya Kurdistanê a ku çar parçeye; bi krîza sîstema dewletparêz re girîngiya stratejîk mezintir dike û xwesteka hêzên sîstema serdest ku bi Kurdan re li ser bingehekî hevkar tevbigerin her wiha hêzên hegemonîk helwestekî wiha ku her ku diçe Rêbertî û Tevgera Azadiyê hedef dike girtin. Piştî Şerê Kendavê yê Iraqê ya di sala 1991 an de, her wiha dabeşkirina wê ya li sêyan, û tayînkirina hêzên hevkar ên Kurdî wekî hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê, êrîşên ku tevgera me hedef digirin zêdetir bûn. Li gorî vê yekê, di navbera hêzên hevkar û xiyanetkar û hêzên dewleta Tirk de hevpeymaniyek hate damezrandin. Li ser vê bingehê, êrîşa li ser tevgera me ya di 4’ê Cotmeha 1992 an de, destpê kirin û ev jî hedefgirtina nasnameya azad ya Kurd bû. Operasyona leşkerî ya ku ji hêla van hêzan ve hat kirin, armanc kirin ku hişmendiya neteweyî ya ku di bin serokatiya PKK’ê de pêşketibû û bibû hêzekî civakî, qels bike û helwesta neteweyî ya derketiye holê di bingeha eşîrtiyê de ji holê rake. Bi gotineke din, êrîşa ku em wekî Operasyona Başûr di 4 ê Cotmeha 1992 an de pênase dikin, gava yekem a derbasbûna sînor û êrîşeke navneteweyî de bû ku li ser bingeha hevkariya di navbera hêzên dagirker ên herêmî û hêzên hevkar ên Kurd de hat kirin.

Ked, fedakarî û beşdariya fedaiyane ya şehîdên hêja yên hêzên azadiya jinan, ku heta sala 1992 an bi çiya û têkoşînê re têkiliyek kûr danîbûn û li hember dijmin û zîhniyetên serdest ên mêr û nêzîkatiyên paşverû helwestek radîkal a israrkirina azadiyê diparastin wekî bersiva vê yekê pêdivî bi astek bilindtir hebû. Pratîkên bi ezmûn ku rastiya jinan ji her kesî bêtir hewceyê azadiyê ne û rizgariya jinan dikare mêraniya kole û civakê azad bike, bêtir eşkere kir. Rêber APO ev helwesta dîrokî, ku di eniya jinan de cih girtiye, bi avakirina "Artêşbûna Jinan" bir qonaxek nû. Bê guman, jinan, her çend bi sînor be jî, hem di artêşên dewletê yên kevneşopî û hem jî di formasyonên gerîla yên tevgerên şoreşger de beşdar bûne, lê pênasekirina vê yekê wekî artêşekî jinan, li ser bingeha felsefeya azadiyê, di cîhanê de cara yekem bû. Her çiqasî di dîrokê de artêş wekî amûrên zorê yên desthilatdariyê, bi karekterek serdestiya mêran û bi mîsyona dûrxistina civakê ji azadiyê derketibin holê jî, artêşa jinan wê berovajî vêya di rizgariya nasnameya zayendî û neteweyî de rolek bilîze. Artêşa jinan di heman demê de wekî hêzek civakî, prototîpa pêşîn a civakekî azad wê pêş bikeve. Bi vî awayî girêdana di navbera şer û rizgariyê de karekterekî rêxistinî bi dest xist. Bi karektera xwe ya îdeolojîk, felsefî, rêxistinî û leşkerî, artêşa jinan, wekî pêkhateya bingehîn a rastiya jinek azad û civakek azad, ji amûrek têkoşînê wêdetir girîngiyek dîrokî girt. Wekî tevgera rizgariya jinan pêşveçûna me ya niha jî li ser vê bingehê ye.