Hêza dilên ku bi evîna rast ve hatî tijî kirin, li beramberî ti zordarî û astengiyan serî natewînin. Ew ne tên zeftkirin ne jî tên xapandin. Ger evîna rast ketibe dilekê, mezinbûna evînê xwediyê dil jî mezin dike.
Lewra xirabî û kirêtî çêndî xwe bispêrin hêza ne naskirina pîvanên exlaqî, hêza bedewî û heqîqetan li ser hemû hêzan re ye. Lewma bûyîna evîndarê xweşikbûnên rasteqîn tê wateya bûyîna şervanê heqîqetê, lewma çaxa mirov dilê xwe bi evînek wiha dipêçe, yekser di dilê wê de wêrekiya egîdên heqîqî jî zîl dide. Ji ber wê gelek teybetmendiyên şehîdê PKK hevparin, lewma her yek jî xwedî rengek cuda ye jî. Her yek hem li ser rayek cuda şînbibin, hem jî li bin rayên xwe bi rayên evîna jiyana nû ango paradigmaya PKK ve mezin dibin. Lewra ew her ku kur diçin hinek din dişibin hevdû. Di tekoşîna PKK de gelek jinên ku mohra xwe li dîroka azadiya jinên cîhanê dan derketin. Gelek sembol û egîd derketin. Her şehîdek hem xwedî xisletên hevparin hem jî xwedî xisletên xweserin, xwedî rengên xwe bi xwene. Di nav jinên egîd yê PKK yî de rengek jî rengê Fermandar Nalîn Zîlan e. Nalîn Şehwan, bi nasnav Nalîn Zîlan, di sala 1995’an de li bajarê Dêrîk ya Rojavayê welat çavên xwe li cîhanê vekir. Di temenê xwe yê piçuk de bi mereq û lêpirsîna xwe ya di derbarê jiyanê de bala derdor kişand li ser xwe. Ew keçek hem di warê fikir de hem jî di warê çalakîde pir herikbar bû. Lewma giyana xwe ti car bi temamî radestî feraseta paşverû nekir. Lewra her ku Nalîn mezin dibû milê wê yê civakî hinek din xorttir dibû. Ewê raman û hestên xwe bi wêrekî dianî li ser ziman û ji dorhêla xwere jî dibû remza îradeya azad. Li her devereka ku lê ye bê didulî li beramberî neheqiyên heyî tekoşîn dida meşandin. Lewma ew hem di dibistanê de hem jî di nava malbata xwede her diçû mîna pêşengekî dihat qebûl kirin û timî civat li dora wê kom dibûn. Ji ber malbata Heval Nalîn heta demê şoreçê ne welatparêzin an jî eleqeyek xwe bi tevgera azadî ve nîne, Nalîn di temenên xwe yên piçuk de partî nasnake ango tekoşîna netewî hîna nebûye rojeva wê ya sereke. Çaxa Heval Nalîn li zanko, beşa aborî dixûne li warê ku lê dijî ango li seranserê Rojavayê Welat, erîşên hovane yên DAÎŞ’ê destpêdike. Heval Nalîn, di demek pir kurt de li ser rastiya welat serwer dibe û biryara tevlîbûna nava refên YPG dide. Di sala 2012 ‘yan de Heval Nalîn tevlî artêşa YPJ dibe û di nava wî şerê ku ewê Şoreşa Jinê pêkbîne de cihê xwe digire. Heval Nalîn di nava gelek hemleyên rizgarkirinê de bi çalak cihê xwe digire û demek kurt de dibe şervanekî jîr û zana. Di nava şer de gelek hevalên xwe yên bîrîndar ji cihên ku pevçunên herî gerim lê tê qewimîn derdixe û digihîne qadên bi ewle. Ew bi xwe jî di nava şer de bîrîndar dibe, ew ji birîndariya xwe hem serbilind dibe hem jî bîrindariya xwe dike sedemê ku hîn kurtir li ser dîsîplîna şer bi ponije. Heval Nalîn, di nava pêşdeçuna şerde birdoziya Rêber Apo nasdike. Ew her ku tama hevaltiya rast û tama şerkeriya paradigmayek rast dike hinek din dilşa dibe. Hemû pîvanên xeta jiyana azad di nava şerde fêr dibe, lewra ew dema fêr dibe yekser di nava pratîka dijwar de bi ezmûnên sotîner ve rûbirû tê. Heval Nalîn, di yêkitî avakirina bi vê jiyanê ve qet zehmetî nakişîne. Lewra ger mirovek bi salan evînek rast geriya be dema gihişt wê evînê hêza ku di dilê mirov de avadibe ti astengiyan an ji zehmetiyan wekî hincet qebûl nake. Heval Nalîn jiyana ku Rêber Apo bingehê wê danî û ew hevaltiya ku di nav de tê jiyîn mîna evîna xwe ya herî mezin pênase dike. Lewma ti car ji zehmetiyan nareve berovajiya wê her ber bi zehmetiyan ve dimeşe, ji ber dizane ku tiştên herî bedew li pişt tiştên herî zehmet de veşartîne. Heval Nalîn ji sala 2012’yan heyanî sala 2016 li di çêkirina Şoreşa Rojava da bê hesap ked dide, xwîn û xwêdan dirijîne ango birîndar dibe. Dema êdî şoreş digihêje qonaxayekî ku bingehê wê xurt dibe edî ew dikeve lêgerînên çuyîna çiya. Di sala 2016’yan de Heval Nalîn berê xwe dide çiyayên ku di bin berpirsiyartiya gerîlayên azadiya Kurdistan û li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Destpêkê ew tê çiyayê Qendîlê. Ew Qendîla ku bi nav û dengê xweve buye xemla xeyalên tevahî ciwanên Kurd yên azadixwaz îro buye palpişta Heval Nalîn. Lewra Heval Nalîn wateyek mezin li vê qadê bar dike û bi tevlîbûna xwe ya çalakbûnek awarte ve rol û mîsyonê xweve radibe. Piştî demek kurt ew derbasî akademiya Mazlûm Dogan dibe. Heval Nalîn di nava akademiyê de xwe bi awayek pir vekirî li ber ronahiya ramanên Rêber Apo digire û xeta ku li ser bimeşê bi awayek zelal diyar dike. Ji sala 2016 yan heta 2018 li herêmên Qendîl û Garê de tevlî xebatên gerîlatî dibe û di hêla gerîlatî de her tiştî pir zû fêr dibe. Ewê ji destpêka tevlîbûna xwe ya xebatên şoreşgerî ve xwe di tiştekê de qaneh kiriye ku tiştên herî xweşik ango bedew û rasteqîn li pişt tiştên herî zehmet dene. Lewma Heval Nalîn jî mîna tevahî şervanê PKK yî ji bo derbasî qadên zehmet ango eniyên şer yên pêş bibe bi israr pêşniyarên xwe tîne li ser ziman. Heval Nalîn di sala 2018’an de li ser esasê pêşniyara xwe derbasî herêma Avaşînê dibe. Avaşîn ji bo Heval Nalîn dibe dergoşa jiyanekî nû. Lewra cewherê jiyana gerîla û hevalbendiya wê bi awayekî herî xwerû di nava vê erdnîgariya zor û zehmet de, di nava vê pratîka sift û dijwar a gerîla de dibîne. Her erka ku Heval Nalîn tê de xwêdan dirijîne teqez di dawî de li rastî rûkeniya hevalekî dibe, lewma erkên herî zehmet bi xwere diyariya dilxeşî ji Heval Nalîn re tîne. Ma kî ji mirovên ku ji hevalên xwe bi ewle û bi rûkeniyan dilxweş dibin bextewartirin? Di felsefeya Heval Nalîn de bextewarî keda li ber hevaltî de tê dayîne. Lewra ew li herêma Avaşînê gelek ked li ber hevalên xwede dide ji ber ku ew ji hevalên xwe vê fêr dibe, hemû heval jî nirxek pir mezin didin Heval Nalîn û ked li ber wê de didin. Heval Nalîn jîrbûna xweya di fikir û çalakgerî de li herêma Avaşînê digihîne lutkeyan û ew di demek kurt de bi erka fermandarî radibe. Geh li pêşiya karwanekî ye û bi qefîleyên hestirên lojîstîk barkirî ve berê xwe daye girê herî dûr û eniya herî pêş, geh di nava cîvînekî herî krîtîk de berpirsiyariya herî mezin daye ser milên xwe û ji bo çareseriya nebesiyan nirxandinên herî çêker dike û geh jî ji rêveberiya xwere bi awayekî rik pêşniyara xwe ya ji bo tevlîbûna çalakiyan dike. Heval Nalîn teqez dinava lêhûrbûn û pratîka gerîlatî de bê rawestin ked da. Di demekê ku warê derfet û mecalan de zehmetiyên herî mezin dihat jiyîn Heval Nalîn li Girê Sor erka fermandariya taximê radibû. Ewê demek têr û tije ked li Girê Sor jiyan û tekoşîn kir. Bi her awayî ji hevalên jin re pêşengiya xeta jina azad kir, her tim bi çalakgeriya xweve di nava dorhêla ku lê ye dihat guhdarî kirin, dihat hezkirin û rêzdariyek mezin didît. Ewê di çêkirina tûnelên Girê Sor de, û di israra tevlîkirina keda hevalên jin ya di şerkeriya Girê Sor de kedek mezin da. Heval Nalîn li gorî pêdîviyan piştî demekî vesazî li Herêma Mamreşo bû ku ew jî eniyekî pêş ya şer bû. Bi hevalbendiya xwe, bi keda xweya bê navber û bi nêrînên xwe yên rast û kur di derbarê tekoşeriya gerîlade ewê li Herêma Mamreşo di demek pir kurt de cihê xwe di nava dilên hevalên xwede çêkir. Heval Nalîn li vir jî bi erka fermandariya taximê radibû. Ew bêyî ku wext wenda bike bi hatina xwe ya vê herêmê ve yekser tevlî çalakgeriya li herêmê bû. Beriya her tiştî ne wekî kesayet wekî yekîneyekî jin, ango taximekî ya artêşa YJA Star Heval Nalîn her xwedî li vê mîsyona xwe derdiket. Di her çalakiyek de hem ruhî hem jî pratîkî li kêleka şervanên xwede cih girt. Lewra li herêma Mamreşo ji destê Heval Nalîn û şervanên ku di bin berpirsyariya wê de dijminê dagirker derb xwarin. Di payîza sala 2020’an de dema gerîla plansaziya çalakiyekî êrîşê ya ku li ser dagirkerên ku xwe di herêma Govendê de bi cih kirîn dikir Heval Nalîn bi israrek mezin ve xweste cihê xwe di nava vê çalakiyê de bigire. Heval Nalîn mîna fermandarê komê li refa herî pêş de cihê xwe di nava grubên çalakiyê de girt. Dema 4’ê Mijdarê berê xwe dan Govêndê di dilê wê de şabûnekî bê hempa hebû, ew ber bi erka xwe ya herî bi zehmet ve diçû lewra heman demî de ew ber bi bedewiya herî mezin ve gav diavêt. Mane Rêber Apo ji bo bîranîna Bêrîtan digot “Yê ku şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin”. Heval Nalîn her ku li ber lat û zinarên Govendê ve gav di avêt heman demî de li ber evîna xwe ango hezkirina welat, hezkirina azadî û hezkirina hevalti ve gav diavêt. Di 4’ê Mijdara 2020’an ji nav zinarên Govendê dengê fîşekên gerîlayan li semayên Zagrosan li olan dida. Tilîliyên Heval Nalîn di gûhên hevalên ku li benda vegera wê denin re mîzgîniya serkeftinê dida. Heval Nalîn tevî 3 hevalên xwe yên Egîd, xwe gihand xeta Zîlanbûnê û di nava çeperê dijmin li warê dagirkirî danî de gihişte şehadetê. Wêrekîya Heval Nalîn, dilê wê ya pîr û pak, keda wê ya bê hidûd, jîrbûna wê ya di fikir û pratîk de gelek tişt li ser şerê rizgariya welat zêde kir. Emê ti car keda wê, sekna wê hevalbendiya wê ya ji kurahiya dilê wê derdiket û xwe fedakirina Heval Nalîn ji bîr nekin û em soza xwedî li bîranîna şehîdan derketinê dûbare dikin.
Rêhevalên Wê Yên Tekoşînê


