Serhad mîna gulistaneke gelan e. Gel û çandên mîna Kurd, Acem, Terekeme, Malakan, Azerî, Ermenî li ser vê axê, di nava heman bexçeyê de jiyan kirine.

Mirovên wê herême di nav dorhêla xwe de bi xweşbîniyên xwe tên nasin, ew ji aliyên cewazî zêdetîr, aliyê xwe yên ku mirovan dike yek derdixin pêş û di heman demê de jî li hember cewaziyên xwe jî rêzdar û bi hurmet in. Ji aliyekî din ve jî raboriya vî gelî bi serhildan û qetlîaman ve tije ye. Her berxwedan, her serî rakirin mîna Glîdax û Zîlan qetlîamên bixwîn jî bixwe ra aniye. Lewma ewqasî êşa xwe dilsoza raboriya xwe ne. Piştî avakirina Komara Tirkiye her çiqas li rastî politikayên koçberî û bişaftinê hatibin jî girêdayî cewhera xwe ne. Yê ku destpêka dilsoziya vî gelî dît Rêber Apo bû. Lewma rêwîtiya xwe ya şoreşê ji Serhedê da destpê kirin. Bi gotina ‘ev sefera min, mîna sefera min a şer a yekemîn bû’ re Rêber Apo vê meşa xwe ya dîrokî dinirxîn e. Jinên Serhedê de bandorên mayînde ya çanda neolîtîkê dîtin gengaz e. Her çiqas derbên feodalîzmê xwaribin jî, her çendî di nav malbat û civakê de rastî zextên feodalîzme hatibin jî, cewhera azadîxwaz ya serdema neolîtîkê di hembêza xwe de parastine. Jinên Serhedê vê cewhera xwe herî zêde dikaribûn di nava tevgera azadiyê de ravebikin. Bi hezaran jinên Serhedê li gel hemû zextên zilam, malbat, feodalîzm û dewletê bi bazdan berê xwe dan refên PKK. Serokatî ji bo şehîdên vê herême wiha got: ‘Serhed, dîroka îradeya lehengên bênav e.’ Çîroka wan lehengên bênav her çendî kêm bihata zanîn jî, di her serdemê de şopdarên xwe bixwe afirandine û bi çîrokên xwe yên li pey xwe kişandine refên azadiyê. Pinar Bağlars ango bi navê xwe ya tevgerê Nujîn Artos yek ji wan jinan e. Şopdara lehengên bênav ya beriya xwe ye. Heval Nujîn li Enqere ji dayîk bûye. Ew ji eslê xwe ji Qersê ye. Malbata wê ber bi dawiya sala 1970’an ji Qersê koçber bûn û li Enqereyê bicîh bûn. Ruxme koçberiyê jî, malbata wê taybetmendiyên herêma Serhedê diparastin. Ew li metropolên Tirkiye rastî çanda bajar hatibûn, lê xisletên nasnameyî ya bingehîn di wê malbatê de her tim jiyan kiriye. Lê dîsa jî di nav dorpeça pergala bişaftinê de ji welatparêziyê dûr ketin dihat jiyan kirin. Heval Nujîn ji ber ku di nav çandeke biyanî de mezin bibû, ji zarokatî ve nakokiyên mîna bêwelatî, bênasnameyî jiyan dikir. Pirsgirêk û nakokiyên wiha wê ber bi lêgerînên azadiyê ve kişand. Her ku mezin bû ji nakokiyên zarokatiya xwe ra pênaseyek anî, dahurandin kir û rêyên çareseriyê digeriya. Di salên xwendina lîseyê de de partî naskiribû. Nujîn Artos di nivîseke xwe de wan rojan wiha anîbû ser ziman: ‘’Hesretek di dilê min de hebû ku min ji zarokatî ve di dilê xwe de mezin dikir, xwe gihandina PKK dawî anîna vê hesretê bû. Xwe gihandina nasname û azadiyê bû. Piştî çalakiya Rêheval Sema Yuce min biryara tevlîbûnê da.’’ Heval Nujîn di sala 1998’an de tevlî faaliyetên siyasî bû û nêzî çar sal piranî li Enqere xebat meşand. Di sala 2002’an de jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di rêheval Nujîn de taybetmendiya herî berbiçav xisleta azadiyê bû. Li gor wê azadî ti car nebû diyardeyeke razber. Azadiyê tenê weke xeyaleke an jî weke utopyayeke dest nedigirt. Li gor nêrîna wê azadî di hemû rehendên jiyanê de veşartî bû. Ger çavên ku wê bibîne hebin, azadî her li gel wan bû. Ew ji bo azadiyê hatibû çiya. Ji neçariyê na, tercîheke jiyanê bû. Bizanebûn, bi fikr û bi xwestek vê rêye hilbijartibû û tercîha xwe ya azadiyê wisa dianî ser ziman: ‘’Li gor nêrîna min azadî xwe gihandina cewhera mirovbûyinê ye. Xwe derbaskirin, lêgerîneke bêdawî ye. Serokatî dibêje ‘azadî ji bo koleyan na, ji bo kesên ku dikevin ferqa koletiya xwe û têkoşîn dikin hene.’ Bi rastî jî azadî mîna gotineke bi sehr dema carekî dikeve dilê mirov, tiştekê ku di oxira wê de negre ber çavan nîn e. Jiyan ji bo kesên ku dev jî têkoşîna azadiyê berdane, bêzarî jiyan dikin mîna dojehê ye. Weke jineke koletiya hatiye kûr kirin û hatiye zirav kirin dixwazin derbas bikim. Di fikir de, di rih û hestan de dixwazim bibim rêwiya rêya azadiyê.’’   Heval Nujîn li Zagrosan dest bi meşa xwe ya şoreşgerî kir. Xisleta xwe ya têkoşeriyê li şertên zehmet ya gerîlatiya Cîlo û Çarçella de avakir. Gerîlatiya Zagrosan ji bo tecrube qezenckirin û xwe avakirinê de zemîneke girîng bû. Heval Nûjin ev zemîn baş nirxand û weke jineke hêza xwe li sengerên Zagrosan de pîvand. Sala 2006 ji bo wê xala werçerxê bû. Li zindana Îmraliyê Serokatî di bin êrîş û zextên giran de bû. Heval Nujîn lêhûrbûnên xwe yên sala 2006 wiha anîbû ser ziman: ‘’Heta bûyera jehrî kirina Serokatî ya sala 2006’an ez bi awayeke ji rêzê tevlî dibûm. Piştî vê bûyerê ez ketim ferqê ku lawaziyên me yên di têkoşîna hundirîn, pêk neanîna erkên demê jiyana Serokatiya me dixe bin xeteriyên pir mezin. Min carê yekem ev yek ewqas sotîner hîs kir. Piştî vê pêvajoyê ez ketim cidîyeta berpirsyariyên xwe û hê xurttir tevlîbûm.’’   Her kesê ku rêheval Nujîn bîne bîra xwe, destpêka evîndariya wê ya çiya tê bîra wan. Mîna ferişteheke çiyayî ya ku li asîmana lûtkeyên welat de azad difire ye ew. Ya balkêş ev bû ku, heval Nûjîn ruxme ku her li çiyayan bû, bi salan ji Zagros heta Serhedê gav bi gav çiyayan geriya bû jî, lê her tim hesreta çiyayan dikişand. Ji ber ku xwedî riheke lêgerînvan bû. Gotina ‘xilas, dawî’ ji wê bihîstin zehmet bû. Wê hîna pir çiyayan geriyaba, sengerên cuda de şer kiriba. Lewma her tim ber bi tiştên nû, tiştên nayê peyda kirin dibeziya. Evîndariyeke bêpayan bû ya wê.   Heval Nujîn heta sala 2015’an li gelek qadan têkoşîn dabû meşandin. Li Zagrosan gerîlayeke jin ya sengerparastî, li dibistanên partiyê de mamosteyek zana, rêhevala rojên zehmet, di şerên giran de fermandara yekîneyan bû Nûjîn. Li her derê û her demê taybetmendiyek li xwe zêdekir û gav bi gav weke fermandareke xwe afirand. Ji her hevaleke/î, ji her bûyerekê û her pêşketineke tiştek fêr bû û xurca xwe bi danehevên gerîlatî ve tijî kir. Ew li Zagrosan hûrgiliyên şer û jiyanê fêrbû. Lewma ji bo gihiştina armanca xwe, xwe hîn zêdetîr amade hîsdikir. Bêguman armanc azadî bû, azadî jî teqez bi vegera cewhera xwe ve gengaz bû. Ango vegera koka xwe ya ku li xaka qedîm ya Serhedê de veşartiye. Heval Nujîn ji bo çûyina herêma Serhedê li ser hev pêşniyaran dikir. Ewê wateyên mezin vê rêwîtiyê bar kiribû. Çûyina Serhedê rêwîtiyeke ber bi cewhera xwe, naskirina koka xwe, bi dîroka xwe ra li hev hatin û cardin pênasekirina nasnameya xwe bû. Çûyina Serhedê tenê xeyala wê ya şoreşgeriyê na, heman demê de xeyala wê ya zarokatiyê bû jî. Bersiva pirsa ‘ez kê me, ji ku derê hatime,  kokên min li ku derê ye’ li zozan û çiyayên Serhadê de geriyaba. Pêşniyara wê hatibû qebûl kirin, ew rêwiya Serhedê bû. Weke fermandara eyaleta Erziromê erk girt ser milên xwe. Heya sala 2017’an li herêma Serhedê gerîlatî û fermandariya rêhevalên xwe kir. Li hember şert û mercên dijwar ya gerîlatiya Serhedê de û li hember zext û êrîşên dijmin mîna çiyayekî sekinî.  26’ê Nîsanê 2017’an de li navçeya Pilemûrîye ya Dêrsîmê de dema artêşa Tirk ya dagirker operasyon da destpêkirin, fermandar Nujîn bi şeş rêhevalên xwe ve senger girtibû. Di bin lêdanên dijwar û bangên radestiyê serî netewand. Dijmin ji neçariya berxwedanî û sekna wan artêşa xwe ya teknîkê li ser asîmana wan 7 lehengan de mîna qelereşkan digerandin. 7 gerîla di bin bombardimana dijwar de radestiyê na, şehadetê hilbijartin. Fermandar Nujîn li ser koka xwe, li ser xaka xwe ya resen henaseya xwe ya dawî dabû.

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê