Heval Berwar, jineke Derwîş e, feylesof e, Deryayekî Bêdawî ye. Ew Xwedawendek biheybet e mîna çiyayê Araratê. Ew di jiyanê de, di jiyana tekoşer û bi rûmet de israr kir.

Ji berxwedaniya zindana Amedê hetanî berxwedaniya Herêmên Parastina Medya, xisletên jina berxwedêr di xwe de tim û tim jiyanî kir. Bi hêzekî xwedawendî ve nêzîkî her rastiyekî şer bû û di hemû mercan de baweriya xwe qahîm girt. Berwar xweşikbûn, ew safîbûn û ew hezkirinek deryayî ye. Ew nirxekî tevahî mirovatiyê ye. Jinekî Derwîş û feylesofe, jinek şerker û tekoşere. Ew remza serbilindiya jina Kurde, ew jinek di xeta Sarayande, şeqema li ruyê dagirkerîyê dikeveye. Ew xwedawendekî li Banê Kûrdistanê, li çiyayê Glîdaxê bê mirînî bûye. Diherikin hestên pîr û pak, ji kaniyên Glîdax’ê.  Warê berfa seqem, bi herîkîna fikrên Apoyî can dibîne. Li quntarên wê de vîn şîn dibin û evîn dibişkivin. Li perestgeha Broyê Hesikê Têlî, jineke serbilind bi navê Seyran, cîh digre nava raperîna 29. Agirê raperîna ku ev nîv qirne ne tefiya ye, 9 salin di destê jineke derwîş û xwedawend deli navsera Glîdaxê alav dide. Di nava keviyên Agirî de, agirê raperîna 29 an mirovatiyê gerim dike. Jina gewherî Seyran Çomak, 1984’an ew sala ku fîşeka yekem li asoyên Kurdistanê şewq û li asîmanên wê deng vedayî de, li herêma ku Botan û Serhed digihîjin hev li Elbak’ê, di nava malbatek xwedan rumet de çavên xwe li cîhanê vedike. Malbata wê di dîroka xwe de ti car hevkartiya neyar nekiriye û her tim xwedî seknek serbilind buye. Dema deng û rengê Apociyan Kurdistanê dipêçe, malbata Çomak yekser aliye xwe diyar dike û xwe didin li ber her awayî erkên welatparêzî. Ji 84 heya 94’an ti zextên ku ji destê dewletê nabînin namîne. Di nava êrîşên neyaran de Seyran 5 salan di dibistanên dagirkeriyê dixûne. Sala 94’an neçar dibin ku koçî Rojhilatê Kurdistanê bibin. Ji xwe ew şêniyên sînorane, nîvê mirovên wan li Bakur, nîvê dî li Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Peymana Qesrî Şîrîn piştî 350 salan jî hîna mayînde nebuye û nekariye têkiliyên netewî yên gelê Kurd biqedîne. Malbata Seyran Çomak, ji bêbextiya Turaniyan dur diçin dikevin nava xezeba Persiyan. Li warê Qesr-î Şîrîn de, di hindava sînorek neheq diçin û tên. Li Rojhilatê Kurdistanê li gel mirovên xwe, niştecîh dibin û li wir li ser xeta xwe ya welatperwerî jiyana xwe didomînin. Seyran jinek Welatê Serhildanaye. Ew li vir, di nava pergala sêdareyan de jî, 3 salan dibistanê dixûne. Dilê ku Kurdî lê dide re, Tirkî û Farsî nabin hilavêtin, dilê Seyran di peyv û hevokên Kûrdî de nîşaneyên jiyanê didin. Tirkî û Farsî mîna kulmekî disekinin li ser, nahêle dil bi dilê xwe lê bide. Ew her roj, li ser Xwebuna xwe difikire. Her roj li xwe digere, nizane li kengî û li ku derê wenda bûye. Ew ji jiyana heyî neqayîle, li pey jiyana ku xeyala wê dike dibeze, gelo kê ji destê wê standiye, gelo şervantiya xeyalên xwe kirin ne riya herî bi wate ye? Di nava hizr û ramanên felsefîde mezin dibe Seyran, ew ne mirovekî ji rêzêye. Ti car bi tiştên piçuk û sexte qayîl nabe, ew li pey xweşikbunek mûtleqe. Li kêleka van lêgerînan, jinên xwedan rûmet ji Seyran re dibin rênîşan. Ewin ji lutkeyên çiyayan dadikevin û dibin mêvanê mala wan, dişibin qasidên Xwedawendan. Diyare, warê wan warê xezîneyane, ew xezîne bersivên pirsên Seyran didin. Mêvanên ji warên herî bilind, tên û diçin li mala wan. Her hatinekî de hêvî û coş bi xwere tînin, her çûnekî de mereq û hesretek li pey xwe dihêlin. Di nava van mêvanan de jineke bi heybet a bêhna çiyayan jê tê heye. Leyla Agirî, di serê Seyran de buyê îdola yekemîn. Seyran di Leyla’yê de vîn dibîne, hêz dibîne, heval û hogirbendî dibîne, evîn û şanazî dibîne, xweşikbunekî deryayî dibîne. Lewma Seyran baweriyekê ku ji ya dayîkê mezintir dide Xwedawend Leyla. Leyla jê re qala çîroka Kurdan û dîroka Jinan dike. Di sala 1999’an de xeberek reş li ser asîmanên Kurdistanê de dibare. Berf reş dibare, tav nepenî buye, girî û gilî dadigrin valatiya fezayê. Mîrê Mîran dîl ketiye destê neyar. Gelê Kurd li her çar aliyên welat roja reş û tarî lenet dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê serhildanekî mehşerî derdikeve. Kurdistanî, ji kê û çi bihîstibûn vê xebera nebixêr, hêrsa xwe li wir didin destpêkê, wan ekran û radyoyên wê xeberê didin hurhurî dikin. Bedena xwe didin ber agir. Seyran jineke ciwan a 15 saliye wê çaxe, li çar hawîrdorê welat di xeleka ji agir ya li derdorê Rêber Apo pêçayî de, nabe dilê yek mirovê xwedî wijdan nesoje. Dilê Seyran jî mîna pêtên dojehî dikele. Çavên Seyran ji 15’ê Sibatê heta 5’ê Adarê her li rê ye, her li benda Xwedewendê ye da ku wê bibe li lutkeyên çiyayên asê li hêlîna Apociyan dayne. 5’ê Adarê Leyla tê û xwe digihîne Seyrana ciwan. Adar, mizgîniya Bihara ye, Adar serfiraziya tovên jiyanê ye. Adar Newroze, agirê ku Dehak û neheqan dişewitîne ye. Adar rengê jinê ye, xemla hemû demsalana. Seyran, di Adara 99’an de biryarekî dijwar ya şoreşgertiyê dide û tevlî nava refên gerîla dibe. Navê wê êdî dibe Berwar. Berwar kesayeta xwe li ber ronahiya fikrên Apoyî digire dest, bi tehlîlên dîrokî û civakî ve kesayeta xwe ya hatî çêkirin û cewherê xwe ya azad ji hev derdixîne. Ew li ser zanista rast ya dîroka jin û xwezayê, li ser dîroka serpêhatiya gelê Kurd ji nûve avadike. Ew piştî demekî kurt ya tekoşîna şoreşgerî derbasî saziya fedaîyan dibe. Fedaîtî ne mirine, jiyane! jiyana herî rast ya li ser rêça heqîqetêye. Jiyana fedaîyan, jiyana derwîşane, jiyana xwe derbaskirinê ye. Jiyana mirovên di asta herî jor de zanist û şanazin. Rêheval Berwar gavên xwe yên destpêkê ve, vê biryara mezin digre û kêlî bi kêlî bi pîvanên fedaîyibûnê kesayeta xwe dihûne. Dilê wê a pîr û pak, cewherê wê a hevalbend û dilnizim, ji fedaîtîyê re heta dawî vekiriye. Di her kêliya jiyana xwe de armanca xwe û sonda xwe tîne bîra xwe û li ser wî bingehî têşe dide tekoşîna xwe ya şoreşgertî. Heval Berwar ji sala 1999’an hetanî 2004’an li heremên Qendîl, Xinêrê û Behdînanê gerîlatî dike. Ew di qadên parastî de 5 salên têr û tijî yê ked û tekoşînê derbas dike, li ser felsefeya Apoyî diponije, di derbarê dîrok û rastiya jin de kûr dibe. Bîrdoziya Rizgariya Jinê ji dil û mejî ve dipêjirîne û heta şaneyên xwe yên herî piçuk dide vexwarin. Di çiyayên asê de, di şert û zirufên zehmet de ferî jiyana gerîla, ferî jiyana fedaîyan dibe. Piştî vê danehev û bingehê qahîm ew bi israrek xurt pêşniyara çûyîna qadên Bakur dike. Di sala 2004’an de vesaziya Heval Berwar li Dêrsîmê çêdibe. Ew diçe warê serhildanan, diçe pêşengtiya ji Seyîd Rizayan mayî dewir bigre. Ew diçe di xeta zaferê ya bi ramanên Rêber Apo ve hatî mîsoger kirinde bê eman bimeşe. Diçe Dêrsîmê da ku pêngava 15’ê Tebaxê ya vejinê, bi pêngava 1’ê Hezîranê ve bidomîne. Li çiyayên Dersîmê gav bi gav rêyên dirêj de dimeşe, tevahî şîverêyan û tevahî latên asê mîna kefa destê xwe nas dike. Di her dema ku li zinarên çiyayê Dêrsîmê dinêre, Besêyên ku, ji bo radestî neyar nebin, xwe ji zinaran avêtîn li ber çavên xwe zindî dike. Gotara Nurî Dersîmî ya Tolhildan her li ber guhên wê olan dide. Rêheval Berwar bi hêrsa tola hezaran şehîdan, bi hêrsa tola zilma sedan salan ve xwe li tekoşînê digre. Bi hêrsa tolhildana dîroka koletiya jin ya 5 hezar salan ve xwe xurt dike, xwe ji cengên giran û zaferên erjeng re amade dike. Ew bi biryardarî û vînek ji pola li qada Dêrsîmê tevlî gelek çalakiyan dibe. Li Dersîmê xwe kêl bi kêl bi xisletên lêşkertiya şoreşger ve gûrçupêç dike. Dibe kesayetek bi dîsîplîn û xwedan cîdîyeta şer. Li gel safîbûna dilê wê jîrbûna mejî û mahîrbûna pratîkî de kurahî çêdike. Ew 9 salên têr û tijî tekoşîn li Dêrsîmê derbas dike. Carnan bextewariya çalakiyekê dijî, carna xemgîniya hevalê xwe spartina axê, carna tenêtiyek xwedawendî dijî û lêhûrbûnekî kur dike, carnan xîtabî girseyên gel dike. Carnan ew barê hevalên xwe radike, carna hevalên wê, wê didin li pişta xwe. Heval Berwar di sala 2011 û 2012 yan de ji mil û ji lingê xwe birîndar dibe. Di nava şert û mercên jiyana gerîla de ew bi baweriya xwe û bi hevalbendiya hevalên xweve ji birînên xwere derman dibîne. Her du caran jî di demên pir kurt de baş dibe û tekoşîna xwe heman tempoyê ve didomîne. Ji her hêlê ve ew dibe gerîlayek kamil. Êdî bê tereddût dikare di her astê de fermandarî bike. Sala 2013’yan li ser banga Rêber Apo ew bi komên paşve kişandinê re derbasî Heremên Parastina Medyayê dibe. Li qadên azadkirî de ji bo danehevên xwe derbasî hevalên ciwan bike, kedekî mezin dide. Hezkirina di dilê Heval Berwar de mîna deryayane lewma dikare bi enerjiyek bêpayan ve xwe bigihîne tevahî hevalan. Ew pêvajoya ku navê wê mîna pêvajoya mûzekereya demokratik hat binav kirin carekîdin dirûtî û rureşiya dewleta Tirk radixist li ber çavan. Bi paşvekişîna gerîla ya ji qadên Bakur ve dewleta Tirk zextên xwe yên li ser Rêber Apo û gel her diçu zêdetir dikir. Armanç ew bu ku qadên Bakur ji gerîla were valekirin û tevger di qada Başur de were tesfiye kirin. Li beramberî vê  Berxwedaniya rêveberiyên xweser rû dan û komujiyên ku tevahiya cihanê jê re çavê xwe girt hat pêşxistin. Ji vê seatê şunde ji gerîlare rawestan ne dibû. Ji ber vê sala 2016 an wekî ‘Sala Fedaiyan’ hat binav kirin. Heval Berwar, jî tevlîbuna xweve xwe li ser pîvanên fedaîbûnê dihunand lewma ewê xwe li beramberî vê pêvajoyê berpirsiyar didît. Heval Berwar li ser esasê xwesteka xwe sala 2016 yan wekî Fermandariya Eyaletê, derbasî herêma Serhedê bû. Ew dema cara ewil berê xwe dayî Bakurê Kurdistanê, rêça wê li warê Seîd Riza yê Pîr ketibû. Ew kevneşopiya ji Zarîfeyan mayî bi rehên qayîm ve di berxwedaniya xwede dida jiyan kirin.  Niha jî berê wê li warê Broyê Heskê Têliyan bû. Ew hatibû li ser navsera Glîdaxê biqîre û bibêje “Em Nemirîne!” Ew yek ji wan kesên ku tirba betonkirî qelîşandî û ji nav derketî bû. Pêvajoyek bê eman li benda Heval Berwar bû û ewê xwe ji mêj ve ji bo vî tiştî qaneh kirîbû. Heval Berwar bi salên dur û dirêj, salên tije tekoşîn û ked bi Heval Şervan Varto re derbas kirîbû, şehadeta Heval Şervan ew pir bandor kirîbû û dema ber bi Serhed’a warê serhildanan ve dimeşiya jî tolhildana Şehîd Şervan her di bîra wê de bû. Heval Berwar 8 salên dawî di nava sir û seqema Serhedê de gerîlatî dike. Li çiyayê Agirî ya volkanîk, di bin keviyên pîr de, pêta raperînê pêxistî dihêle. Ew li çiyayê herî bilind, ji banê Kurdistanê, jiyana kevin û nû ya Kurdistaniyan temaşe dike. Her ku rastiya dîroka Kurdan dinêre, sonda gûhertina çarenûsê dûbare dike. Li beramberî dijminê sedan salan dibe bablîsokek cemedî, xwe li her devera dagirkeriyê dixe. Salên ku ew li çiyayên Serhêdê de dinava artêşa fedaîyan de fermandarî dike, salên herî dijwar yên dîroka tekoşîna vîna Kurde. Birçîtî, tîh bûn, bê xwewî, barê giran, westandin, bi ti awayî gav li wê paş de nade avêtin. Gerîlatî heman demî de jiyanekî Derwîşaneye, gerîlatî ji serî ve derbaskirina ajoyên erzanin. Heval Berwar, jineke Derwîşe, feylesofe, ew ti car zehmetiyên jiyana bi exlaq nade, rehetiyekî ketî. Ew jineke bilinde mîna çiyayê Araratê, çawa çiyayê herî bilind yê Kurdistanê be, ew jî ji wan jinên herî bilind dijîn, yê welatê xweye. Taybet di salên 2018 û 2019 yan de, gerîlayên Serhedê bin fermandariya Rêheval Berwar de warê teqtîk û rêbazên şerde xuluqkarî û guherînên dewlemed dijîn û derbên mirinê li singa artêşa dagirker didin. Bi qandî hênasayekî li nêzî dijmin disekinin, di kêliya herî guncav de mîna bazekî li ser hedefa xwe de diçin. Hêrsa dilê Heval Berwar bi qandî armanca wê mezine, bi qandî hezkirina wê ya hevaltî mezine lewma ew yek kêlî jî rawestandinê ji xwere qebûl nake. Bi baweriyek mezin ya ji bo rojên azad bê eman têdikoşe. Gelek caran gelê Serhedê li ser şîverêyên spî de li rastî Heval Berwar tên. Heval Berwar her carî bi xwe dayîna nişandan ve ji gel re dibêje em li virin û tekoşîn berdewam e. Di dilê gel de di dilê tevahî hevalan de cihê herî ewle ye Heval Berwar.  Salên herî dawî tekoşîna herî bê eman jî dixwest. Heval Berwar li beramberî arteşa teknîk, bi jîr û jêhatîbûna xwe ya mejî û bi safîbûna dilê xwe bi sedan xeterî derbas kir. Ew di jiyanê de, di jiyana tekoşer û bi rûmet de israr kir. Piştî şehadeta Rosîda, Ekîn û Hêjaran jî ew rêça xwe bêrawestan berdewam kir, heyfa hevalên xwe bi sekn û jiyana xwe rakir. Qet û qet sîha îxanetê jî nêzî xwe nekir. Li ser xeta jina azad bêhejandin meşiya. Sala 2024’an di berxwedaniya li seranserî çiyayên Bakur de li rêza herî pêş de cih girt. Ji berxwedaniya zindana Amedê hetanî berxwedaniya Heremên Parastina Medya, xisletên jina berxwedêr di xwe de tim û tim jiyanî kir. Dema Rêhevalê wê yê erkê, Fermandar Şexmus Milazgîr gihişte şehadetê, ewê gilî û gazinç nekir. Bi hêzekî xwedawendî ve nêzîkî her rastiyekî şer bû û di hemû mercan de baweriya xwe qahîm girt. Rêheval Berwar di operasyonekî artêşa dagirker de 8’ê Tebaxa sala 2024’an xwe gihande mertebeya şehîdan. Ew xweşikbûn, ew safîbûn û ew hezkirinek deryayî ye. Ew nirxekî tevahî mirovatiyê ye. Jinekî Derwîş û feylesofe, jinek şerker û tekoşere. Ew remza serbilindiya jina Kurde, ew jinek di xeta Sarayan de, şeqema li ruyê dagirkerîyê dikeve ye. Ew xwedawendekî li Banê Kûrdistanê, li çiyayê Glîdaxê bê mirînî bûye.