Di bihara sala 2022’an de, li Kurdistanê şerekî wisa rû daba ku, ne zarokên vê axa pîroz weke berî jiyan kiribana, ne jî mîna berê şer bihata meşandin.
Şerê li qada Zapê li ser hemû tegînên şer û jiyanê wateyên nû bar dikir. Li hember qetlîaman heya dawî jiyan, li hember îmhakirina her xwebûn, ruxmê hemû êrîşan 24 seat parastina welat dibe pîvana hebûnê. Lewma pêşengên vî şerî jî digotin; mirin jî dibe, lê berdana bihostek axa pîroz nîn e... Mîna Bager, Berfîn, Xemgîn, Mawa, Çiya, Cîger û bi sedan dilên şerker... Ev gotina dîrokî çiya bi çiya, çeper bi çeper geriya li ser zimanê dilê gerîla.. Di tebaxe 2022’an de cardin li warê Egîdan, li Zapê bi lêv bû ev destan. Jînda, Sebrî, Ferman, Adar, Arvîn, Hêvî, Harûn, Helmet, Azad, Sefkan, Dilşêr li dora çeperan kombûn. Li hev hatinek bi zanebûn, bi govendekî hev girtî cardin soz, çek, al û şerefa Kurdan bilindkirin. Yek ji wan govendgeran di serçemkiyê de Jînda Serhad bû. Wê li her devera çiyayê xwe şerker, ji Zagros heya Şengalê bû pêşengeke li beramberî neyar, bû jineke ciwan a serbilind.. Bi heman sekna xwe ya bi biryar wê di destana berxwedana Zapê de jî bi şiyanî rola xwe lîst. Di tunelên şer yên herema Saca de wê erkên giran yên deme girtin li ser milê xwe û fermandartiya jina tekoşer di pratîk û jiyana xwe de fêrî hevalên xwe kir. Eylem Akgül, bi nasnav Jînda Serhad li bajarê Wanê, di nava dorhêleke welatperwer de tê dinyayê. Ew ji zarokatî ve rêxistinê nasdike û di salên şerê dijwar yê 2011 û 12’an de ji berxwedan û serkeftina gerîlayên azadiyê bandor dibe û tevlî refên şoreşa Apoyî dibe. Jînda Serhad gavên xwe yên destpêke yên gerîlatiyê li Zagrosan diavêje. Gever, Çarçella, piştra jî li Avaşînê tevlî jiyan û şerê gerîla dibe. Jîndaya leheng, di nav pratîka zehmet a Zagrosan de mezin dibe. Her şert û mercê zehmet bi wate pêşwazî dike û gavên hîn mezintir davêje. Li ser lûtkeyên bi heybet a Zagrosan de li ser felsefeya jiyan û şer kirinê serwext dibe.. Zanebûna ked, rêhevaltî, şerkerî û hemû nirxên Apoyî şervaneke mîna Jinda Serhad diafirîne. Di wan rojan de herî zêde jî rastiya dijmin nas dike. Di bihuşta mirovahî de destên qirêj dibe nefret û hêrsa wê. Li Zagrosan di demekî pir kurt û temenekî pir ciwan de dibe gerîlayek gihaştî. Dema ku dîrok 2014’an nîşan da û gerîla ber bi Şengalê hewara gelê Êzidî ve diçû, gerîla Jinda jî bi rêhevalên xwe ve berê xwe da Şengalê. Pratîka li Şengalê di kesayet û meşa wê ya şoreşgertî de dibe navendekî. Di jiyana xwe ya gerîlatî de gelek destpêkên nû li vir jiyan dike û şahîdî dike. Hevalên wê di çeperan de ligel wê digihişin şehadetê, ne xwîn ne jî xwêdan kêm dibe li ser laşên wan ên ciwan. Ji bo parastina hebûn û nirxên gelekî 24 seat di eniyên pêş de ked didin û şer dikin. Ew hem di her kêlî de hemû rûdanan jiyan dike hem jî şahîdiya demên gerîla ya dîrokî dike. Di sala 2016’an de cardin ber bi çiyayên Kurdistanê ve diçe. Piştî perwerdeyên birdozî û leşkerî di sala 2017’an de berê xwe dide welatê şer û serkeftina gerîla ango Zapê. Gerîla Jinda di dorhêla operasyona Xeregolê de Zapê nasdike û rihê li wê derê tê jiyan kirin hêzekî mezin dide wê. Di erdnigariya Zapê de herî zêde li Ertuşê dimîne û ji nirxên ku li wê derê hatiye afirandin re heya dawî girêdayî ye. Rêhevaltiyê PKK yê ku li Ertuşê tê jiyan kirin dihêle ku Jinda heya dawiya jiyana xwe ji nirxên manevî ya hewretiya gerîla ve dilsoz bimîne. Jinda Serhad êdî li Zapê fermandarêk pêşeng e. Bi biryar e, çalakvan e û beriya her tiştî ji rêhevalên xwe re heval, ji Serokê xwe ra heta dawî girêdayî ye. Ew êdî dikari hemû zehmetiyan pêşwazî bike, ew dikare li hember hemû êrîşên dijmin şer bike, berxwe bide û li ser lingan bimîne. Jinda Serhad li gelek qadên Zapê de li dijî dagirkeriya faşîst a artêşa Tirk seknek bi rumet nîşan dide û di kesayeta xwe de temsîla jina Kurd a berxwedêr dike. Di 17’ê Nîsana 2022’an de dema ku artêşa Tirk a faşîst li qada Zapê operasyona dagirkirinê dide destpêkirin Jinda Serhad cardin di dest de çek li ber çeperên xwe ye. Ew bi taybet jî li qada Saca ya girêdayî Zapê de ji bo serkeftina gerîla bênavber ked dide û kar dike. Di meha tebaxê de dema artêşa dagirker ber bi herêma Saca ve dihat Jinda Serhad li tunelên şer a Şehîd Xursî de fermandar bû. Ew û 10 hewreyên dilsoz ji bo pêşî lê girtina dagirkeriyê şerekî dîrokî meşandin. 11 gerîla bi şev û roj di nav tunelên şer a Şehîd Xursî de li hember wan dagirkeran çalakî pêk anîn û li hember hemû kiryarên qirêj kêliyek jî serî netewandin. Leşkerên dagirker li vir kar anîna gazên kimyewî jî tê da gelek sucên şer pêk anî. Lê wana ruxme hemû dijwariyan qadên xwe yên berxwedanê parastin. Fermandar Jinda, di berdewamiya 3 mehan de pêşengtiya vê berxwedanê kir û derbeyên pir giran li dagirkeran dan. Tunelên şer a Şehîd Xursî bi saya wan şervanên lêheng, di nav vê dorpeça giran de, di bin êrîşê gazên kimyewî û teqemeniyan da şahidiya berxwedanekî destanî dikir. Herî dawî di 5’ê Mijdara 2022’an de di encama karanîna gazên kimyewî de 11 gerîla gihîştin şehadetê. Tunelên şer a Şehîd Xursî bi fermandariya Jinda Serhad, Sabrî Cîlo û Ferman Kerîm de navê xwe li dîrokê nivîsand.


