Di gelek serdemên dîrokê de xakên herî kevnar ya Kurdistanê dibû armancê êrîşan. Ji ber vê derveyî şerê azadiyê rêyek cuda nîn bû ku gelê herêmê li pey heqîqeta jiyana azad de bimeşe. Ji bo jiyan kirinê, ji bo hebûnê ev rastî rêyekî jêveneger bû.
Di her bihostekî Kurdistanê de li hemberî hemû êrîşan berxwedan û şerekî mezin dihat meşandin. Yêk ji wan warê berxwedan û serhildêriyê jî herêma Wanê ye. Bi gelê xwe yê welatparêz, bi girêdanbûna xwe ya çanda Kurdewarî ve di nava dîroka kevnar a Kurdistanê de cihekî girîng digirt. Xakên ku çanda berxwedêriyê pêş dixist gelek zarokên xweyên bedew oxira rêka azadiyê kiriye. Gelek jinên pêşeng û xortên çeleng ber bi rêya azadiyê ve şandiye. Yêk ji van zarokên serhildêr jî Cemîle Çîftçî ye. Cemîle li navçeya Wan’ê a Gewaşê çavên xwe li dinê vedike. Di nava malbatekî welazparêz de jiyan dike û bi çanda Kurdewarî tê mezin kirin. Şêwaza mezin kirina wê, hîn di zarokatiya wê de pêşeroja wê diyar kiribû. Di nav malbatekî welatparêz de jiyan kirin şansêk wisa bû ku, mirov bi awayekî zane, têdigihîşt rastiya dîroka xwe. Cemîle jî bi vê zanebûnê dihat mezin kirin, ji ber vê sedemê kesayeta wê bi zanebûn û gihîştina vê heqîqetê ve lêdida. Her ku mezin dibû rastiya gelê xwe hîn zêdetir didît û li hemberî dijminê xwe hîn zêdetir dibû xwedî hêrsa tolhildanê. Bi vê zanabûnê ve berê xwe dide nava kar û xebatên ciwanan. Pir caran gerilayên Kurdistanê ku di doza azadiyê de têdikoşin dibîne û kelecana dilê wê zêdetir dibe. Her ku diçe zêdetirîn ji nêzîkatî û hevaltiya gerîlayan bandor dibe. Jiyana gerîla û bi taybetî gerîlayên jin li ser wê bandorekî mezin çêdike. Bi taybetî jî ji sekn û ji azweriya hevalên jin pir bandor dibe. Her ku xeyal û hêviyên xwe mezin dike, xwe jî yek ji wan gerîlayên şerker dibîne. Hêvî û xeyalên xwe, pêşeroja xwe li çiyayên Kurdistanê de dibîne. Roj bi roj bilind dibe berxwedanî. Dema ku di sala 2012’an li Garzan’ê 15 gerîlayên jin şehîd dibin, hêrsa wê li hember dijmin hîn zêdetir dibe. Ji bo tolgirtina 15 gerilayên YJA Star’ê digihîje wê zanebûnê ku, ji bo serxistinê û ji bo tolhildanê şerkirin pêwîste. Bi vê hêrs û zanabûnê ve di sala 2013’an li Garzan’ê berê xwe dide nava refên gerîla. FERMANDARA DIL MEZIN Ew, ji xwe bawer û bi serbilindî gavên xwe davêje û navê xwe dike Amara Rojbîn. Ew êdî dibe Amaraya çiyayan, dibe jinek şerker ya welatê xwe. Li Bakûrê Kurdistanê dibe xwedî ezmûnên girîng û derbasî Heremên Parastina Medya’yê dibe. Ji ber ku ew, danehevên xwe yê jiyan û şerê azadiyê destpêkê de li Bakûrê Kurdistanê pêş dixe, ev yek di jiyana wê ya gerîlatî de jê re dibe rênîşanek xurt. Piştî ku derbasî heremên parastina medyayê dibe, perwerdeyên leşkerî dibîne û dibe sekvanek pispor. Piştî perwerdeyê di sala 2015’an dema ku erîşên dewleta Tirk a dagirker li ser qadê Zagrosan de dijwar dibe ew jî wek sekvaneke pispor bere xwe dide qadên şer. Amara Rojbîn li xakên Zagrosê yên asî de derbasî eniya Cîlo dibe. Cîlo bihuştekî li ser rûyê erdê bû. Bi xweşikbûn, asîbûn û dewlemendiya xweya erdnîgariyê ve dilê her gerilayekî de xwedî nirxekî giranbûha bû. Her zinarekî wê ji lehengên dilwêrek re malovanî kiriye, gelek keç û xortên leheng hembêz kiriye. Gerila bi salane li qada Cîlo bi cîh bûye û li hemberî dagirkeran gerîlayên qehreman parastiye. Dema ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşan dike, ji bo parastina vê axa pîroz gerîlaya xwedî vîn Amara jî berê xwe dide axa kevnar. Ew bi coş û baweriyekî mezin ve li eniyekî girîng ya Cîloyan de salên dirêj şerekî bêhempa dimeşîne. Pevajoya şer de wek gerilayeke pispor rola xwe dileyîze û dibe xwedî ezmûnên girîng. Zinarên asî ya Cîloyê bi bedewiya xwe ve dilê gerîlayan germ dike. Hêza serxistina hemû zor û zehmetiyan di gerîlan de ava dike. Jina pêşeng Amara her bi xwesteka tolhildana beramberî dijmin ve jiyan dike û bi angaşta serkeftinê re tevlî gelek çalakiyan dibe. Di van çalakiyan de serkeftinên mezin bi dest dixe. Cîlo fermandareke pêşeng dike mêvanê lûtkeyên xwe. Amara li qada Cîlo şerê azadiyê bilind dike û Amara wek fermandareke ciwan di şer de cîhê xwe digre. Bi pratîka xwe ya serkeftî û bi sekna xweya jiyanê ve dibe fermandarek pêşeng ya YJA Star’ê. Her ku dem derbas dibe di nava şer de pêşketinên mezin ava dike û ezmûnên hîn mezintir bidest dixe. Bi vê coş û kelecanê ve dixwaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Ew her dem dixwaze li ser axên Bakurê Kurdistanê de têkoşîn bike, ked bide, xwêdan birijîne. Di sala 2019’an de xeyal û xwesteka fermandara ciwan pêk tê. Amara jixwebawer e û bi îddaya zaferê ve derbasî Botan’ê dibe. Wek gerilayeke pispor û têgihîştî li herêma Cûdî gerîlatî û fermandartî dike. Li hember operasyonên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin de fermandar Amara, her çalakiyê de bersivên tund dide û êrîşên dagirkeran vala derdixîne. Wek fermandareke serdemê erkên xwe yên demê pêk tîne. 22’ê Îlonê sala 2021’an de li hember êrîşên dagirkeriyê dibe xwedî seknekî berxwedêr. Tevahiya jiyana xwe de ji bo jiyaneke azad dibe xwedî seknekî têkoşînvan. Heta henaseya xwe ya dawî bi awayekî fedayî şer dike û digihîje asta şahadetê. Ew wek pêşengekî şerker di tevahiya jiyana xwe de hertim serkeftinê esas digre, lewra Amara bi awayekî fedaî şer dike û tevlî qehremanên vî serdemê dibe.


