Di Tevgera Tekoşîna Azadiyê de her sal, meh, roj û demjimêr bi wateyên mezin dagirtînê. Dîrok dizane bê ka her kêliyê çi fedekarî, çi berxwedanî, fedaîtî û pakrewan jiyane li ser vê axê.
Teqwîmê salê tu carî wisa rûpelê xwe ji rêzê nequlibandine ji bo Apociyan. Her rûpelek ji tavê parçeyek hilgirtî dilê xwe avêtinê tirêjê rojê û wisa hebûna xwe di nava tunebuyinê de çikandine. Yek jî ji vê rastiyê dema vejîn û hebûnê Meha Tebaxêye. Ji fîşeka yekem a hebûnê Artêşa Egîd’a mezin dibe. Hezaran pakrewanê xwe di vê dozê de feda kirin îro, paşeroj û di pêşeroja me de ronahiya rêya me ne, sedema tekoşîname ne. Em bi vê boneyê di şexsê Şehîdên Meha Tebaxê tevahî şehîdê tekoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tinin. Beramber bîranînê şehîda bejina xwe ditewînin.
Dibêjin her şoreşgerek li ser asîmanê welatê xwe dibê stêrkek û di tevahî kêliyan de stargeha hêvî, bawerî, biryardarî û parastina gelê xwe ye. Ji bo gel û welatê xwe bi her awayî di nava xwe de girîngiyek bê hempa dihewîne. Di dilê her zarokê vê axêde qehremanek xeyalê jiyana wê ye şoreşger. Bi taybet jî dema tu zarokek ji welatê me Kurdistanê be, jiyana qehremanê xeyalê te wekî vebijêrka sereke ya jiyana te ye, ku di rastiya heyî de derveyî şopdariya wê, rêyeke din namîne ji bo azadiya hesreta te. Bêguman ev di çavê miletekî êş kişandîde navenda hez kirin û hêviyane. Ji êşê wan re, ji bendewarî û baweriyê wan re kesê bûye ronahiya jiyanê bi lêv kirin zehmet e. Lê bi taybet jî dema ku tu rêhevalê vê qehremanê bî, ji pênaseya hêstê hevaltiya te re gotin biçûk dibin û peyv ji ber kêmayîna xwe şerm dikin. Niha jî ne wek zarokê xwe bi xeyalê vê pêçayî, wek rêhevalê wê ku bîranîna qehreman bûye remza rûmetê, her çiqas kêm be jî dixwazim behsa fermandara serdema fedaiyan rêheval Norşîn Serhed bikim.
Rêheval Norşîn li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Efrîn -Reco ji dayik bû. Erdnîgarêya bajarê berxwedêr yê Efrîn’ê wek berdewamiya çanda dayik-xwedawend, xwe dispêre çiyayên asê. Kesê vê axê jî mirovên wekî çiyayan dil mezin û cewherê xwe parastîne. Dayîka ku bermahiya vê çandêye, roja ku rêheval Norşîn anî cîhanê bi hêstê tolhildanê şîr dayê û ew bi hesreta azadiyê mezin kir. Di nava hêstê welatparêziyê de her ku diçû hîn zêde dibû aşiqê welatê xwe. Fermandar Norşîn wekî her zarokek vê axê ku di xeyalê xwe de şoreşgertiya welat dikir û di hundirê xwe de ev xeyal mezin jiyan dikir. Ewê wê wek şagirta Rêber Apo tu carî ji xeyalê xwe yê zarokatiyê re îxanet nekiriba. Her çiqas xwesteka xwe ya tevlîbunê çê dibû jî, lê ji ber temenê xwe yê biçûk hevalan destur nedidan tevlî bibe. Ta ku ew roja reş jî li ser zêde bû û Rêberê mirovahî, Rêberê gelê Kurd dîl hat girtin. Vê yekê li ser heval Norşîn bandoriyek ewqas mezin çêkir ku wê heta hênaseya jiyana xwe ya dawî ji bo azad kirina fîzîkî ya Rêberê xwe tekoşîn kiribaya. Ev biryara xwe di temenê zarokatiyê de da û ji bo vê jiyan kir. Êdî wê nedikarî esareta Rêber Apo qebûl bike û heta bi şaneyê wê, bangawaziya tolhildanê lê dikir. Li ser vê bingehê soz da û di sala 2000’an de tevlî tevgera azadiyê bû.
Dema soz hêja be, armanc zelal be û biryardarî xurt be, wê demê ruh jî fedaî dibe. Tu hêz an jî kes nikare li ber vê bibe asteng. Ewê di heqîqeta Apoyî da biba agirê bedena Zekiye, dengê Mîzgîn, govenda Azîmeyan û ewê biba ronahiya di çavê mirovahiyê de, ewê ji kaniya strana azadiyê bibe dengbêjek li ser zimanan. Bajar bi bajar, gund bi gund biba destan û li welatê me bigeriya. Ewê ji seyid Riza, ji neviyê Şêx Seîd re biba daneheva romana bê dawî. Û ewê êşa Elîşêr û Egîdê Kurdistanê bikira guharê guhê zarokên ji agir. Wê dengê tîlîliyên kezî sorên Dersîm’ê, heta qetlîama Helebçe, ewê biba tolhildana jinên qurbaniya fermana 74’an. Li Mahabatê, li sînema Amûdê, li ser Sûra Amed’ê û li Kurdistan’ê, ewê li ser serê dagirkeriyê biba dojeh. Yek ji evîndarê welatê xwe û fermandarê hebûna gelê xwe, ewê biba Norşîn Serhed.
Fermandar Norşîn bi hezkirina xwe ya ji jiyanê re, hevaltî û çiyayên asê re, di demeke kurt de fêrî gerîlatiyê bû û di nava dilê her hevalekî xwe de cihê xwe çêkir. Gerîla jî ew bû ku bi qandî dîtina çiyayan, bi qandî nasîna hevalan gerdûna xwe mezintir dibe. Heval Norşîn gerdûnek tevahî xweşikbûnan di nava xwe de di afirand, li cihê ew lê zindîbûn û jiyan hebû. Di her cihê ku heval Norşîn derbas dibû, bi darek, bi kevirek bi gulek û her çemekî, di herikî re herikbar dibû û diherikî nava cewherê tevgera Apoyî. Hezkirina xwe ya tekoşînê û tevlîbuna xwe, herî rast ew bi xwe pênase dike û dibêje ‘‘Wekî ku çivîkek ji qefesê derdikeve, bask vedide û careke din li pişt xwe meyze nake. Hatina min ya çiya jî wisa bû.’’ Bi rastî jî rêheval Norşîn ber bi azadiyê ve basik veda û yek rojekê li pey xwe meyzê nekir. Tu tiştekî nekarî wê paşde bikşîne. Ne zehmetiyên heyî, ne astengî û ne jî zoriyan dikarî pê. Kesayeteke Apoyî ya ku xwe di serkeftinê de xwe kîlît kirî çawa dibe, Rêheval Norşîn mînaka herî şênber ya vê rastiyê bû. Di tevahiya jiyana xwe de cihên zehmet, erkên zehmet hildigirt ser milê xwe û bê dudilî bi ser de diçû. Kesayeta serkeftinê çi hewce dikir, wê baş dizanî. Ji ber wê Rêheval Norşîn, ne tênê xwediyê gotinê bû, ew heman demê pêkîneriya gotinê jî pir xurt dikir. Li gelek deverê Kurdistanê şoreşgerî kir û di erkên cûr be cûr yê rêxistinê de cîh girt. Li cihê fîşeka yekem a Egîd teqandî salên dirêj ma û deryaya evînê li Botan’ê pêşengtî kir. Lawikê xerîb ziyaret kir, ji keştiya Nuh’re şahîdî kir. Bi Faraşîn, Besta û bi Cudî re hevaltî kir. Wek fermandarek bê tirs pêşengtî ji hevalê xwe re kir. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê, Metîna, Garê û li çiyayên Zagrosan pratîkên serkeftî meşand. Mirov dikare bêje heval Norşîn êdî Kurdistanî bibû. Paşnavê xwe Serhed, evîndarê Botan, gerîlayê Zagrosan û keça Efrînê ya xwedî rumeta çanda xwe bû. Norşîn navê berxwedanê, navnîşana hevaltiyê û dilsozê ramanên Rêber Apo bû. Ji ber wê ewqas zindî bû ku li cihê runiştî jî dikarî rengînî û nûbûneke mezin ava bike. Bi taybetmendiyên xwe yên civakî, her heval li xwe kom dikir û hêza çareseriyê ava dikir. Bi aqlê jin, bi rengê jin û bi xuliqkariya jin, te di got qey wê çanda xwedawendiyê nûjen kiribû. Di awirê çavê xwe de dijwarî û biryardariya şerê rûmetê, di hezkirina xwe de pîrozahiya hevaltiyê, di dilê xwe de hesreta Rêberekî, di evîna xwe de azadiya welatekî û di kenê xwe de paqijî û xweşikiya zarokekî hildigirt. Bi qandî asîbûna xwe dilnizim û fedekar bû, bi qandî şerkeriyê wê hez kirina wê ya jiyanê li pêş bû. Ji bo wê Norşîn ruhek bû ku ti hêzê nedikarî ji moralê wê, tevlîbûn û îdîa wê re sînor deyne. Ji xwe roja ku soza tekoşeriya Kurdistanê da, ji zûve sînor rakiribûn. Di fikrê rêheval Norşîn de, di girêdanbûn û biryardariya wê de, sînor nemabûn. Ji ber wê di xeta rizgariya bîrdoziya jin de, fermandareke pêşeng, kesayeteke azad afirand. Ji nûbûyin û guhertinê deme re pir zû yekîtî ava dikir û tarzê demê çi hewce dike li gor wê xwe ava dikir. Li gor pêwîstî û teqtîka demê rojane dixwest xwe nû bike. Ti car neket nava qalibên dogmatîzmê an jî ji nûbûyinan re xwe nedigirt. Dibe ku herikbariya xwe ji vê taybetmendiyê xwe digirt. Dibe ku ji ber vê bû ji kaniya, ji ava û ji çema pir hezdikir. Ango taybetmendiyê xwe ji wan girtibu û dişibayê. Di demê herî zehmet de jî, dizanî çavkaniya hêzê û moralê ji kuderê digre. Ti caran beramberî Serkeftinê dudilî jiyan nekir. Ji ber wê di tevahî karê xwe de serkeftî bû. Dema heval Norşîn diçû ser karekî, mirov dizanî wê bi rengekî herî baş ser bixe. Wek hevalê wê di her mijarî de pişta me pê rast bû. Û dema ew li gel me ba, wekî ku me xwe sipartiye çiyayê Norşînê, em bi ewlebûn. Norşîn cihê baweriyê bû. Bi van taybetmendiyê xwe di nava avahiya xwe de pir dihate hez kirin û wê jî bi hez kirina rêhevalê xwe jiyan xweşik dikir. Di akademiya jina azad a Şehîd Zîlan û Şehîd Bêrîtan de perwerde dîtin. Di van perwerdeyan de, ji bo ku bibe rêhevalê Rêber Apo, bikaribe xwedî rol û mîsyonê tê xwestin derbikeve, lêhurbûnê xurt ava kirin. Bi vê lêhûrbûnê jî her daîm xwe pratika encamgir bû. Dîsa Rêheval Norşîn baş dizanî ku ancax kesên awarte dikarin ji pêvajoyê re bibin bersiv û di nava Hêzên Taybet de wek fermandarê fedaiyan cih girt. Fedaîtî di hemû qadên jiyanê de bi xwestekek mezin, bi fedakarî û tevlîbûnek bê hesap pêkan bû. Ji ber vê wek endameke Hêzên Taybet, di xetê de xwe razand bû. Armanc zelal bû û rêbazê jiyanê jî heman zelalî diparast. Ew rêhevala Sara û Ruken’an, Erdal û Rojhat’an bû, ku her yek ji wan bûne Egîdê gelê xwe, pêşengê hevalê xwe û fedaiyê Rêberê xwe. Pênaseya herî rast ya fedaîtiyê bê hesap, xwe di oxira dozê de feda kirin be eger, rêheval Norşîn fermandara fedaiyan bû.
Di gelek astan de fermandarî kir û herî dawî wek Fermandariya Saha erk digirt. Di tarzê xwe yê fermandariyê de, teqez guhertin, veguhertin çêdikir û pêşketinên mezin ava dikir. Dîsa di parastina xetê de, pîvanê jiyanê de, zelaliya xwe li beramber nebesî û şaşiyan bi bertekê xwe yê rêxistinî, giraniya hestê partiyê ava dikir. Heta dawî bi hez kirina hevaltî, lê heta dawî li ser esasê pîvan û rêgezan bû. Beramber dijminê mezin, lîberalîzmê peyama xwe bi seknek radîkal ya Apo’yî bûnê dida her kesî.
Li ser her hevalekê ku bi heval Norşîn’re jiyan kiriye, an jî dîtiye bandoriyek mezin û parvekirinê neyên ji bîr kirin dida çêkirin. Bi gotina rêheval Rûken ku dibêje ‘‘Dema parve kirin şop bihêlin ewê ti car neyên ji bîr kirin.’’ ji xwe Rêheval Norşîn ne tene di par kirinê xwe de şop hiştiye. Fermandara serdemê ji xwe şopê bêdawîbûn û nejibîr kirinê li ser rûyê xwe neqişandibû. Bi kenê xwe yê di her kêliyê de hêz dida me, ew kenê ji dil ku ji gerdûnê re, ji neyaran re û ji tevahî cîhanê re di got ‘‘Emê bi ser bikevin, ji bo vê yekê em çiqas êş bikşînin jî emê bi kenê xwe peyam bidin, emê pênaseya em hene, emê her hebin û serkeftina mezin nêz e mohr bikin.’’ Dibe ku ji ber wê bû fermandar Norşîn di giştî jiyana xwe de, demê herî zehmet de, heta di hemû wêneyan de rû li kene.
Miroveke weke deryayê herikbar, şoreşgereke wekî çiyayê asê xwedî vîn, fermandareke xwedî ruhekî fedaî, afrîner û rêhevaleke rojê zehmete Heval Norşîn. Li gelek qada me bi hevra xebat kir û naskirina Rêheval Norşîn heta roja îro ji bo me cihê hêzê û eşqa tekoşînê ye. Wekî rêhevalek Heval Norşîn gelek cara em bêriyê dikin û di her demê jiyana xwe de, li hevaltiya wê digerin. Bêguman ev bêrîkirin hêza tekoşînê di me de xurt dike, hestên hevaltiyê bilind dike û hezkirina çiyayan mezintir dike. Herî dawî jî li heman qadê, me bi hevre xebat dikir. Dema rêheval Norşîn li ser erkekê bû 8’ê Tebaxa sala 2022’yan, di encama êrîşeke dagirker de, gihişte şehadete. Çawa ku bi jiyana xwe çavkaniya hêzê bû, bi şehadeta xwe jî hêza tekoşînê û hestê tolhildanê di me de gihande lûtkeyê.
Meha Tebaxê ku ji vejîna gelê Kurd re şahîdî kiribû, wê careke din ji qehreman, fermandar û fedaiyekê re şahîdî kiriba. Şoreşgereke mezin wê di vê mehê de jê xatir xwestiban. Gelo kî dikare bêje dema xatir xwestinê Tebaxê zehmetî nekişand. Kaniya ji bo wê pêl da, şevê rengê xwe hîn tarî kir, ji bo stêrkê asîmana hîn geş bibe, gul û çîçekê rêheval Norşîn ji wan hez dikir bejna xwe tewandin ji xweşikbûna wê re. Îro ne tenê çivîka ji qefesê derketî, bazên Kurdistanê bask vedida ji eşqa azadiya fermandara fedaiyan re. Çiyayê Cudî, Herekol, Gabar û tevahî Botana ku te dilê xwe dabûyê, ji bo keça xwe ye Efrînî, ji nava dilê xwe hêsir barandin rûbaran. Zagros li ser şopên ku te hêlaye, asêbûna xwe beramberî neyaran diparast. Garê li ser şîverêyan li bendê ma bû da ku destanek din vebêje. Warê şoreşa bi fermandar Norşîn carekedin din serbilind bû. Û hevalan jî soz dan. Şervanê Norşîn li ser şehadeta wê sond xwarin, ewê ti car nehêlin li welatê Apo’ciyan Norşîn kêm bibin û her yek ewê bibin Norşîn û ala serkeftinê bilind bikin. Heta ku ew al li asîmanê me, ji azadiyê re pêl nede û kenê Norşîn’a ji serkeftinê re deng venede ewê hênaseyek ji dilê xwe nekşînin û kêliyek be jî bê hêrsa tolhildanê jiyan nekin. Erê fermandara serdema fedaiyan, em soz didin ku emê xeyaletê yê zarokatî, hêviyê gelê xwe, Serokatiya xwe û ji armancê xwe re ti car berovajî nekevin. Em soz didin heta kêliya dawî ji hebûna xwe, emê şopdarê doza te û rêhevalê jiyana te bin.
Carekedîn di şexsê Rêheval Norşîn de em tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tinîn û beramber bîranînê wan bejna xwe ditewînin. Soza bilind kirina tekoşîn û gihiştina zaferê dubare dikin.


