Di nava gerdûnê de her zindiyek di nava lêgerîna azadiyê de ye. Di alema mirovan de jî, a herî zêde evîndarê azadiyê ye, aşiqê xwebûn û xweseriyê ye, a ku herî zêde ji bindestî û dagirkeriyê bi kîn û nefrete; jin e.
Jin e, ji ber ku di kokên wê de tovên azadiyê hene, tovên wekhevî û bedewiyan. Ji kirêtiyên deshilatê, ji zilim, zor û serdestiyê dûr e jin. Her dem li dijî wê sekiniye û her hewildaye ku mirovahiyê vegerîne derdora çemê jiyana civaka xwezayî. Civaka bi etîk, bi rêgez, jiyana bi rê û resim. Şaristaniya a ku rihê azad ya jinê xiste nava dîwarên zîndana xwe a kapîtalîst, ew ji vê rastiya wê a pîroz xerîb kir, ew kire metayeke ku bazirganî pê tê kirin, li ser beden, aqil û hestên wê projeyên li gorî berjewendiyê zihniyeta zilamsalar têne pêşxistin. Lê li Kurdistanê yê ku li hemberî vê rewşê bertek nîşan da, li hemberî kolekirina jin, kirîn û firotina jiyana wê derket, çêbû. Rêber Apo di destpêka derketina rêka xwe a azadiyê de, mucîzeya jin keşif kiribû û hîmên xurtkirina tekoşîna rizgariyê li ser esasê hevaltiya bi jinê re danî û saz kir. Lewra ewê li vî welatî jin pêl bi pêl berê xwe bidin nava refên tevgera Apoyî û wê ji bo serxistina wê canên xwe bê dudilî feda bikin. Ji van can fedaiyên dilmezin Zîlan Botan û Delal Botan e. Heval Zîlan sala 2013’an, ji Bakurê Kurdistanê, Heval Delal jî sala 2018’an, ji Rojavayê welat berê xwe didine nava refên tekoşînê. Heval Zîlan navê xwe yê malê jî Zîlan e, ji xwe dibêjin ku her mirovek ji navê xwe parekê digre, lewma ewê Zîlan jî di nava refên Apoyî de bibaya xwediyê cihekî diyarker, ewê bi tevlîbûn û sekna xwe bibana şopdareke xurt ji Zîlana fedaî re. Zîlan Botan pênc salên xwe yê destpêkê li qada Xakurkê, di nava pratîkên zor de derbas dike. Pir zû xwe pêş dixe, pir zû di jiyana gerîlatî de dipije û pê re dibe yek. Ne tenê li Xakurkê ew li qadên Cîlo û Çarçella jî gerîlatî dike, li nava cihên herî bedew yên erdingariya Kurdistanê digre û ji bedewiyên wê yên ku bihinê li mirovan diçikînin re şahidî dike. Her ku çavên wê bi van xweşikiyan ve têne kil kirin, hêrs û kîna wê a li hemberî dagirkeriyê mezintir dibe û soza darbeyên mezintir li wan dixwe. Sala 2021’ê Heval Zîlan ji qadên Zagrosê berê xwe dide akademiya bîrdozî a şehîd Mahsûm Korkmaz. Bi qasî ku heval Zîlan li qadên pratîkê bi dil û can, bê dudilî tevlî jiyanê dibe, li qada perwerdeyê jî, ew bi heman awayî ji dil û can xwe tevlî dike. Di nava her waneyekê de, kesayeta xwe digre dest û dikeve nava wê hewildanê de ku, bi rêka wê perwerdeyê ew hinekî din xwe derbas bike û xwe nêzî rastiya Rêber Apo bike, xwe nêzî rastiya şehîdan û rastiya heqîqî a kadroyê jin yê PKK’î bike. Heval Delal jî di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku “Hesreta min a azad kirina her çar parçeyê Kurdistanê hebû, ez ji bo wê tevlî nava refên gerîla bûme”. Hestên welatperweriya jina Kurd, girêdana wê a bi xaka wê ve, ne qebûl kirina ji bindestiyê re carkedin xwe di şexsê Delala leheng de nîşan dide. Ew di temenê xwe ya ciwan de berê xwe dide jiyana çiyayan, bi biryardariyeke bê sînor xwe tevlî berpisyariyên demê dike û barê azadkirina Kurdistanê dide ser milên xwe. Lewma ew her dem xwedî sekneke bi bandore, di hevaltiya xwe de, jiyan û çalakiya xwe de mînak e. Şehîdên ku canê xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda dikin, yên ku ji bo jiyaneke azad û nû canê xwe dikin diyarî, ew mirov dibine navenda moral û hêza heval Delal. Ew her dem ji vê sekna hevalên şehîd bandor dibe, dikeve nava wê hewlê de ku xwedî li tekoşîna wan derbikeve û ala wan her li asîmanê dilê xwe bilind digre. Heval Delal salên xwe yên destpêkê di gerîlatiyê de li qada Heftanînê derbas dike. Li wê qadê kêfxweşiyên xwe yê destpêkê, fêrbûnên destpêkê, êş, zorahî û serkeftinên destpêkê li wê qadê jiyan dike, li wir fêrî kedê dibe, ked dide, fêrî şer û tekoşînê dibe, bedewiyê çiyayên Kurdistanê di çavên Heftanînê de dibîne, lewra ewê ew qad ji bona wê biba cihê manewiyateke berz û giranbiha. Piştî ku ew sala 2021’ê ji qada Heftanînê derdikeve sala 2023’an bi heyecana ku ew biçe û dagirkeriya li ser xaka wê qadê bişkîne, bi îradeyeke nehej berê xwe dide wê qadê. Zîlan û Delal li qada Heftanînê dibin nûnerê ruhê berxwedêr ya jina Kurd. Dibine mîrasa kevneşopiya jina esîl, a ku azweriya xwe bi xwebûn û azadiyê ve bê sînor e. Ew di nava şert û mercên herî zehmet de, li hemberî artêşa teknîkê a dewleta Tirk, li hemberî leşkerên wê yên dagirker, li hemberî xeta îxanetkar bûne xwedî helwestên dîrokî. Li cihên ku di navbera wan û dijmin de tenê 300–400 metre heye, wan gelek caran planên çalakiyên serkeftî çêkirin û bi cesûriya jina Kurd û a xwedî ramanên Apoyî bi ser de çûn. Herdû jinên leheng bi pisporî, bi baweriya xwe a bi hêza mîlataniya Apoyî, ti caran destûr nedane zihniyeta metînger ku, ew ji xwe re bêje min qada Heftanînê dagirkiriye. Bi çalakiyên xwe ve her dem li ber nefesa wan bûne kelemekî tûj û dijwar. Me di serî de jî gotibû ku di alema mirovan de a herî zêde li pey azadiyê digere û xwe mûhtac dibîne jine. Zîlan û Delal ew lêgerên azadiyê bûn, lewra wan azadiya xwe di azadiya xaka welatê xwe de didîtin, wan di azadiya gelê xwe de azadî didît, di azadiya gelê bindest de. Ji ber ku wan wateya rast a azadiyê fêmkiribû, wan ti carî ji bo xwe jiyan nekirin, bi dilekî gerdûnê wan ji bo gelên bindest jiyan kir, wan fêm kiribû ku li ser axeke dagirkirî jiyaneke rast û dirûst nayê jiyan kirin. Fêmkiribûn ku di bin banê zihniyetên desthilatdar de têkiliyên heqîqî nayin jiyan kirin. Di nava jiyanaek wiha de her tişt sexte dibe, gelekî bi êş û bê wate dibe. Lewra wan mil bi mil ji bo xilas kirina nixrên bilind ketibûn nava şerekî mezin de. Çek û rextên xwe yê esasî kiribûn felsefeya Apoyî û bi zanisteke kûr li hemberî her cûreyên êrîşên dijmin radiwestin. 9’ê Sibata sala 2025’an, dibe ew roja mezin ku têde Zîlan û Delal careke din sekna nekeftî û berxwedêr a jina Kurd nîşanî her kesî bidin. Wê rojê leşkerên artêşa Tirk girêdayî qada Heftanînê li herêma Keşanê, di nava operasyonekê de bûn. Ew ji xwe xafil bûn ku du jinên qehreman derkevin pêş wan û derbên giran li wan bidin. Li wê derê heval Zîlan û Heval Delal li nava çavên hevdû meyze dikin, sozên pîroz yên ku ji bo azad kirina welat xwe dabûn carekedin bibîra hev xistin, wê demê wê tiliya herdû Dil Zîlana, bi cesûrî çûbana ser tetîkê. Herdû jinên PKK’yî li hemberî bi dehan leşkerên Tirk dikevin nava pevçûnên gelekî dijwar de, wan bi wê terzê lêdana xwe tirseke mezin dixiste nava dilê neyaran de û careke din dianî bîra wan ku ewê tevgereke xwediyê milîtanên bi vî rengî ti carî bi bin nekeve. Zîlan û Delala leheng leşkerên Tirk bêzar dikin, li vir da ku bikaribin bigihîjin armanca xwe, leşkerên Tirk hewara xwe digihînin leşkerên heresê sînor yên artêşa Îraqê û ji wan re talîmat didin ku biçin herdû jinên asî dîl bigrin, lê wê ev plan tenê di gotinê de û weke xeyalekî mabana… Yên ku çeper li hemberî dagikeriyê girtibûn nûnerên xeta Zîlan û Berîtanan bûn, şagirtên Delal Amedan bûn, teslîmiyet di pirtûka jiyana wan de tuneye ew zarokên berxwedaniyan in. Lewma dema ku leşkerên Îraqê xwe nêzî herdû hevalan dikin ew bi yek ruh û biryardariyê bombeyên xwe diteqînin, azadiya rihê xwe yên pîroz ji destên kirêt diparêzin, dilsoziya xwe a bi Rêber Apo re bêdawî dikin û ji navên xwe re layiq dibin. Zîlan û Delal bi vî awayî digihîjin bêmiriniyê û li pey xwe mîrasekî bi rihê berxwedanê avdayî dihêlin, ew şopdarên zîrek û jîr yên xeta Berîtan bûn, bi vê çalakiya xwe carekedin fermana xurt kirina vê xetê didin û esaleta jina Kurd ku ti caran nayê guhertin nîşandidin. Rêhevala Wan Ya Têkoşînê…


