Di demên ku êdî tarîtî perda xwe li tevahî dinyayê dipêça, zarokên ji agir bi tîrêjên roja xwe ve, xwe berdan nava heqîqetê. Û ev heqîqet ji her kesî re vegotin.

Gotin “Kurdistan mêtîngeh e”. Bi van du gotinan ve gelê ku bi salane tê tepisandin, qetilkirin û pişaftin serî radikin û ji bo azadiya xwe dest bi tekoşîna bê veger dikin. Her ferdekî gelê Kurd şahîdî ji van rojên dîrokî re dikir. Keçeke ciwan jî di nav wan de hebû, wê jî şahîdî ji van rojan re dikir. Di her kêliyê de dibû hafîzeya ku wê ti carî neye jibîr kirin. Murvet Gulsever li Mêrdîna rengîn çavê xwe li dinyanê vedike. Ew ê pir bişans ba ku di van salan de hatiye dinyayê. Ji ber ku êdî tevgera Kurd xwe berdida damarên sereke yê Kurdistanê. Ew ê bi tevgera Kurd re mezin bibûya. Ew ê bi ruhê Kurdbûnyinê ve mezin bibûya. Li kêleka bandora bi sihir ya tevgera azadiyê, welatparêziya malbatê jî li ser bandor dike. Lewma ew jî her bi çavê tije hêvî li PKK’ê mêyze dikir. Lê belê ew tenê bi mêyzekirinê ve sînordar nema. Ew biryar dide ku bibe perçeyek ji vê tekoşînê û jiyaneke azad ji gelê xwe re pêşkeş bike. Ew bi navê Jiyan dest bi jiyana azad dike û dibe perçeyek jê. Heval Jiyan Herdem di sala 1992’yan de li Mêrdînê çeka azadiyê radike û dest bi tekoşîna azadiya gelê xwe dike. Ew li Mêrdînê pratîka xwe yî destpêkê dide meşandin. Tevî ku ew sal bi zehmetiyan ve dagirtiye ew dibe xwedî serkeftinên mezin. Kesayeta wê ya ku di nava zehmetiyan de avabûyî wê bi hêsanî nehejiya. Ji ber ku wê ji bo azadiya gelê xwe têdikoşiya. Lewma yên ku ji bo azadiyê şer dikin bi hêsanî binketinê qebûl nakin. Di ferhengê jiyana wan de cih ji binkeftinê re nîne, ew her û her biserdikevin. Heval Jiyan piştî pratîka xwe ya yekem wê di sala 1993’yan de berê bida warê Egîdan, Botan ê. Ew li Botanê jî gaveke ku ji astengiyan mezintire davêje. Ew mîna ku perçeyek ji wan çiyayaye gav bi gav di xaçerêyên Botanê de dimeşe. Li tevahî qadên Botanê tekoşîneke bê eman li hember dagirkeriyê dide meşandin. Di nava her operasyonekê de ew bi fedaiyane şer dikir û her xwe û hevalên li kêleka xwe ji dorpêçên dijmin xilas dikir. Heval Jiyan weke gerîlayeke jin bi şerkeriya xwe ve li qadê dihat nasîn. Lewma her xaçerê û çiyayekî Botanê bi bîranîn û serpêhatiyên wê ve dagirtiye. Ew pêcn salên bi tekoşînê ve dagirtiye li Botanê derbas dike. Heval Jiyan dibe fermandareke şer û jiyanê. Danehevên wê yê dagirtî wê kir fermandareke mezin ku wê bi fermandariya xwe ve serkêşî ji gelek serkeftinan re bikira. Heval Jiyan Herdem ji bo dîtina Rêber APO û ji Rêber APO raste rast perwerde bibîne di sala 1998’an de derbasî saha Rêbertî dibe. Bi derbasbûna saha Rêbertî heval Jiyan heyecan û coşeke mezin digre. Heval Jiyan wê ji nêz ve perwerde ji destê Rêber APO bibîne. Lewma ew jî ji xwe re dike hedef ku ji nêz ve rastiya Rêber APO nasbike û xwe bi felsefeya wî gûrçûpêç bike. Wê heval Jiyan bi perwerdeya  ku ji Rêber APO ve girtiye, bi fikir û felsefeya Rêber APO ve tevahî tekoşîna xwe bida meşandin. Wê ev perwerdeya ku ji Rêber APO girtiye bibe bingeha tekoşîn û şerê heval Jiyan yê azadiyê. Heval Jiyan felsefeya Rêber APO ji xwe re dike felsefeya jiyanê, herwiha hestên di saha Rêbertî de perwerde dîtinê wiha vedibêje: “Çûyîna min ya gel Rêbertî weke ji nû de dayîkbûyîn bû. Çawa ku ji dayîkbûyîn zayîneke, ji bo min jî çûyîna gel Rêbertî ji nû de zayînek bû. Bi taybetî jî rastiya jin nas kirinê de hîn zêdetir di qada Rêbertî de kûr bûm. Ji bo min çûyîna gel Rêbertî xwe nas kirin bû. Bi awayekî hîn kûrtir rêxistin naskirin bû. Bi taybetî jî pirsa ez kîme hîn zêdetir di min de lêpirsîn da çêkirin.” Ew bi girtina bersiva van pirsan êdî ji bo meşandina tekoşîneke hîn demdirêjtir amade ye. Piştî ku fermandara dil mezin û wêrek xwe bi ramanên Rêber APO ve gûrçûpêç dike ji bo tekoşîneke hîn xurtir li beramberî dagirkeriyê bide meşandin di sala 1999’an de berê xwe dide Zagrosan. Ew ê bi fikra heqîqetê ya ku ji Rêber APO ve girtiye gelek kar û xebatên serkeftî bida meşandin. Fermandar Jiyan Herdem li Zagrosan fermandartî ji gelek cengan re dike. Ew hem dibe fermandara şer, hem jî ji rêhevalên xwe re dibe fermandara jiyanê. Fermandara fedaî herdem ji hevalên xwe re bû pêşengeke mînak. Wê hertim hevalên li gel xwe li ser rastiya Rêber APO perwerde dikir. Nêvenga ku heval Jiyan lê baya ew der her bi hezkirina jiyanê û hevaltiyê ve dagirtî bû. Lewma rêhevalên heval Jiyan her li dora wê kom dibûn, ew dibû navenda hezkirinê ji hevreyên xwe re. Fermandar Jiyan şoreşgera APO’yî bû milîtaneke fedaî ku bi doza gelê xwe ve girêdayî ye. Ji bo serkeftin û zaferê wê ti carî ji tekoşînê xwe paş ve nekişand û her bi pêş ve ber bi heqîqetê ve meşiya. Wê weke navê xwe ji jiyanê hezdikir û her dixwest gelê wê jî jiyaneke azad bi wate bijîn. Wê jî ji bo bidestxistna vê jiyanê herdem tekoşîn û şer dikir. Heval Jiyan jî ji bo jiyanê wiha dibêje: “Jiyan encex bi şer tê qezenç kirin”. Helbet li kêleka azadiya gelê xwe, ji bo azadiya tevahî jinan jî têdikoşiya. Artêşbûna jin di Kurdistanê û dinyayê de cara yekem bû ku ji hêla Rêber APO ve dihat pêşxistin. Ev jî di dilê tevahî jinên şoreşger de heyecan û kelecaneke pir mezin avadike. Heval Jiyan jî bi hevalên xwe ya jin re destê xwe dixin bin vî barî de û roj bi roj artêşbûna jin mezin û bi hêz kirin. Heval Jiyan şahîdî ji tevahî qonaxên pêşketina partîbûn û artêşbûna jin re kir û ew jî ji van pêşketina re bû pêşeng. Fermandara bi vîn ji bo pêşxistina jin, zanistkirina jin û jin ji koletiyê rizgarkirin gelek ked dide. Ew di asta herî jor de ji jinê hezdike, ji ber ku jin çavkaniya jiyanê dibîne, lewma ew tevahî rêhevalên xwe yên jin li ser tekoşîna li hember desthilatî û koletiyê perwerde dike. Heval Jiyan di kûrahiya dilê xwe de êşên jinê radikir, yên ku vê jî dikin her ji bo rêxistinkirina jin têdikoşin. Wê herdem rêbaza rêxistinbûyînê ji xwe re esas digre û tekoşîna xwe didomîne. Ew ne tenê di tevgera jin de bû xwedî kedeke mezin. Herwiha di avakirina pergala KCK’ê de jî bû xwedî kedek bê hempa. Li kêleka vê jî pêşengtî ji avakirina pergala edalet û darazî re jî kir. Fermandar Jiyan Herdem di 30’ê Mijdara 2023’an de li Herêmên Parastina Medya digihêje şehadetê. Wê 31 sal tije tekoşîn da meşandin. 31 sal fedaî doza azadiya gelê xwe kir. Wê 31 salan her dem şerekî bê eman da meşandin. Di 31 salan de her roj heval Jiyan ala serkeftinê li ba dikir. Ew xwedî bîr û bawerî bû ku wê tekoşîna azadiya gelê Kurd bi serkeftinê ve tacîdar bibe, lewma ew jî bê rawestan didin di vê rêkê de meşiya heta ku gihîşt heqîqetê. Ew bû sembol ji tekoşîna azadiya jin re, ew bû pêşeng û fermandareke nemir ji tekoşînvanên heqîqetê re.

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê