Ew ava jiyanê ye diherihe war bi war. Ew tîrêjeke rojê ye digihîje dîlên evîndar. Ew gulekî rengdar e li welatê evînê. Ew ji bo rojên bedew siwareke azadiyê ye.

Ew guleke ji biharê fermandar Nesrîn e, li ser xakên welat şîn bûye, di rêça azadiyê de soz û peyman daye. Destana xwe ya têkoşînê ya 31 salan ve  rêya jiyanê ronî kiriye û ronî dike. Ew jîn û jineke wek ava çeman herikbar e, li deşt û zozanên welatê agir û rojê geş dike tovên jiyanê. Ew li keviya çeman kulîlkekî bi navê Nesrîn e, di her hilhatina rojê de bi rûgeşiya xwe silav dide çiyayên welatê xwe. Ew Nesrîna Ameda serhildêr e ku bi xwe re biharê şa dike û bûye evîna hemû jîndar an. Heval Nesrîn di nava burcên qedîm ya Amedê de jidayîk dibe lewma şopên egîdiyê, lehengitiya vê xakê roj bi roj di dilê wê yê sewdaser de mezin dibe. Li ser kelehên wê yên bedew dengê serhildana Şêx Seîd dibihîse, kulîlkên ku bi xwîna qehremanan re bişkivîne bêhn dike, hêz û baweriya xwe ji xaka xwe digre. Li milekê de şahidiya êrîşên dijwar û xedar dike heman demî li milê din de jî berxwedan û serî netewandina gelê xwe dibîne. Çawa ku Mazluman, Sarayan tarîtiya şevan bi ronahiyeke lehengî ve şewqdar kiribin heval Nesrîn jî soz dide ku ala azadiyê ji Ameda serhildêr heta lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bilind bike. Çirûskên azadiyê di dilê heval Nesrîn de roj bi roj geştir dibû. Êdî wek dara azadiyê rehên xwe berdabû ser xakên xwe. Ew amade bû ku canê xwe diyariyê xaka xwe bike. Hîna jineke ciwan e lê tarîtiya li ser welatê xwe û hebûna xwe dibîne ji ber vê guh dide dengê dilê xwe. Dizane, encax xwe gihandina rojê re dikare bigihîje xwebûna xwe û wek Dîcle biherike, her deverê ku bigihîje şîn bike, biafirîne. Lewma bi dilekî qewîm, bi hestên tolhildanê û bi hêviyên serkeftinê ve, ji bo bi gulên rengdar ve bixemilîne welatê xwe dest bi têkoşînê dike. Sala 1993 an de ji bo hesabê wêrankirina welatê xwe bipirse, ji bo ku evîna azadiyê ya di bayên welatê xwe bikşîne hinavê xwe berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û dibe gerîlayeke jin ya ku her kêlî ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Ew evînadareke dilsoz ya welatê xwe bû. Lewma her dixwaze destana jiyana xwe ya ku ti carî neyê jibîr kirin di lûtkeyên welatê xwe de, di têkoşîna azadiyê de bafirîne. Lewma ew wek hezkiriyeke jidil ya xaka xwe rêya şoreşgerî hildibijêre û berê xwe dide asoyên welatê xwe. Bi axê re, bi rojê re bi herikîna Dîcleyê re dide sond û peymana xwe ku ewê heta siberojên azad bêrawestan têbikoşe û şer bike. Heval Nesrîn, ji roja destpêkê ku gavên xwe davêje şûnve di nava nepeniyên jiyanê de dengê çukan, herîkîna çem û rubaran, dilpakiya rêhevalan, bedewiya asîmanan ango her tiştekî biwate ya heyînê ji kûr ve hîs dike lewma di nava deryaya jiyanê de ew jî dibe xemleke bedew ya jiyanê. Destana evîndariyê ya heval Nesrîn bi vî awayî di serdema jinan de destpê dike û ber bi artêşa Staran ve diherike. Ji sala 1993 an heta 1999 an li qada Botanê Gabar, Cûdî û her derî Botanê de pêşengtî dike. Ji navsere Cudî heta Gabara rengîn li warê Egîdan de ew dibe jineke torîn. Di nav jiyana şoreşgerî de bi lez pêş dikeve. Heybeta Herekola Mîran, Cudîyê Miradan hildigre, di nava newal û çiyayên Botanê de bênavber diherike. Wêneya têkoşîna xwe li navsera Cudiyê, Katoyên asî dineqişîne. Di serdema jinan de ew wek sterkekê ronak pêşengtî dike, di rûpelên dîrokê ku hêza artêşa jinan dinivsîne de biryardariya jinan nîşan dide. Heval Nesrîn hebûna xwe, hêvî û evîna xwe di Rêber Apo de dibîne lewma dizane ew, hêvî û baweriya erd û ezmana ye. Di afrîneriya Rêber Apo de mizgîniyeke bêdawî dibîne lewma di pêvajoya artêşbûna jin de li qada Botanê dibe xwedî kedekî bêhempa. Destpêkê li qada Botanê de rehên xwe berdide axê, xeyalên xwe direşîne ber baye, hêviyên xwe girêdide rojê. Lewma di şopa fermandar Egîd de, ala azadiyê radike û dimeşe. Di wan salên ku têkoşîna azadiyê bi dijwarî dihat meşandin de, li hember hêzên dagirker şerên mezin tê meşandin. Heval Nesrîn bi hêz û baweriya jin ve wek zinarên welatê xwe qewîm bû. Lewma ti êrîş nedikarî wê binbixe, ti hêz nedikarî wê ji serkêşiya dîlana azadiyê dûr bixe. Heval Nesrîn di rêçekî ronahiya bêdawî de zayîna xwe ya yekemîn li qada Botanê de jiyan kiribû. Li ser erdnîgariyeke bihûştê ya Botanê de ew bibû jineke afrîner, jineke bedew ya ku wek ronahiyekî bêdawî her û her li ser welatê xwe hiltê. Çiya perestgeha jinên evîndar e. Çiya warên azad ku hêza xwedawendan lê zindî bibe ye. Fermandar Nesrîn jî di perestgehên azad ya jinan de bi rûgeşiya rûçikên xwe, bi hêza xwe ya bêdawî re li gelek qadên Kurdistanê de ji artêşa staran re dibe rênîşan. Di zehmetiyan de palpiştekî herî qewîm, di zoriyan de rêhevala rojên giran, di nava dijwara şer de fermandareke nekeftî, di têkoşîna bêeman ya azadiyê de dibe jineke serkeftî. Ji Botan heta Zagrosê, ji Heftanîn heta Qendîlê bê rawestan ked dide, evîna azadiyê di dilê her hevalekê xwe de geş dike, wek kulîlkeke biharê li her derî Kurdistanê de pêşengtî dike. Heval Nesrîn gavên yekem ya artêşbûna jin ve ezmûnên xwe yên giranbûha her dem dike bingeha şoreşa jinê. Ji ber vê fermandar Nesrîn li ku derê be ew dibe hêviya jînê, bedewiya azadiyê, germahiya jiyanê. Ji bo ku şoreşa jin pêkan be şev û roj kar dike, li ser her bihûstekî çiyayên Kurdistanê de xwîdan dirijîne. Di nava cengên giran de bi wêrekiyekî berz, bi baweriyekî bêdawî evîn û azadiyê pêkan dike. Li cihê ku ew lê be rengîn dikir jiyanê. Heval Nesrîn di nava xemla jiyanê de her wekî stargehe ji bo rêhevalên xwe. Li ku derê kar û xebat meşandibe teqez şopên xwe yên neyên jibîr kirin hîştiye. Lewra xwedî hêzekî afrînere ku xwe gihandibû pîroziya jiyanê. Wek lehiyekî ronahiya, pîroziya axa xwe jiyan dikir û bi giyana xwe ve ew dibû qasidê azadiyê. Zelal e wek tîrêjên asoyan, wek dilopên baranê pak e dilê wê. Xwedî hestên azad e û dilsozê welatê xwe ye. Lewma ew jineke xwerûye ku wek wênesazekî hoste destana jiyana xwe gav bi gav dihûne. Fermandar Nesrîn wek stêrkekê ku qet venamire ye û rêya azadiyê bi kedekî bêhempa dihûne. Bi kenê xwe yê li ser lêvan deriyê bexçe gulan ya azad ji rêhevalên xwe re vedike. Ji Botan heya Zagrosan fermandarî dike, efsaneyekî din ya lehengî li ser dîroka azadiyê zêde dike. Ew, remza rêhevaltiya rast a PKK ye, wek gulberfîneke di lûtkeyên çiyayan de bi evîneke Apoyî, vîneke şoreşgerî ve şerekî nav û deng meşand. Agirê şoreşê ku di dilê wê de pêketibû îro ji bo her kesî ku dilê xwe de evîna azadiyê mezin dike re dibe îlham û rêya wan ronî dike. Fermandar Nesrîn bi têkoşîna xwe ya mezin ve nirxên gelan parast, nîşan da ku tenê bi berxwedan û têkoşînê ve azadî tê misoger kirin. Lewma ew felsefeya berxwedanê cewherî kiribû. Fermandar Nesrîn heta kêliya ku gihîşt bêmiriniyê girêdayî armanca azadiyê, doza azadiya gel û welatê xwe bû. Lewma her kêlî amade bû ku ji bo serxistina doza herî mafdar xwe feda bike.  Heval Nesrîn tevahiya jiyana xwe de ji bo azadiya Rêber Apo şer kir. Dizanî bû ku sekna li hember dagirkerî û qirkeriyê ewê bi xwe re rojên ronak jî bîne. Ew dizanî ku ev destana jiyana wê bibe dirûşmeyên azadiyê û pêl bi pêl biherike ber bi serê çiyayan. Ew ronahiye, ew li serê çiyayên welat wek xwedawendekî azadiyê ye. Ew ji nevîyên Stara ye, tîrêjên azadiyê hildaye û ber bi navseran ve meşiyaye. Ew li perestgeha xwedawendan de jineke pêşeng, fermandareke nekeftî, rêhevala rojên giran e. Heval Nesrîn ji stêrkên herî şewqdar ya welatê me ye. Bi xemla xwe ya jiyanê ve ew çirûskên hêviyê bi têkoşîna xwe ya bêrawestan ve domand û ew jî bû ji kulîlkên herî bedew ya welatê bihûştê. Bi têkoşîna xwe ya 31 salan ve di şopa xwedawend Zîlan û Sara yan de tarîtiyên li ser welat perçe kir, bi ruhê xwe ya azad ve pîroziyekî din li ser vê axê zêde kir. Lewma îro rastiya gelê Kurd ya berxwedêr berê xwe dide destana jiyana fermandar Nesrîn û ber bi azadiyê ve dimeşe. Serdemên azad nêzîk e ji ber fermandarên wek Nesrîn Bêriyan hemû astengiyên li ser rêça azadiyê tine dikin.