Welatek bê fermî de, di nav kevir û daren ne diyar de penaber im. Di turikê min de hêvî û xeyalên nîvço mayî, penaber im ber bi rêyên ne diyar ve… Ez Kurd im, dibêjin ev qedera te ye, tu mehkûme azad jiyan nekirinê yî. Lê ev ne qeder bû, ketina koçberiyê pêxwas û bêwar mayîn, bê ax, bê welat mayîn ne qeder bû. Ev zilm bi me destpê nekiribû û mixabin bi me ji bi dawî nebibû. Ev hezaran sal in em di destên barbaran de, di destê zilmkaran de bûn 2 parî, piştre jî bûn 4 par. Niha ji dixwazin hebûna me ji me bigirin û me ji kokê ve tine bikin. Lê wek di dîrokê de ti zilmkar bê hesap nemaye, di serdema me de jî hawariyeke Kurdan careke din derket ser dîka dîrokê û dîroka serberjêr diçû sekinand. Wê demê hêvî ji nû ve zindî bûn, rih ji nû ve zindî bûn. Piştre ew ji komekê bû milyonan û li ser çiyayên Kurdistanê bûn nobedarên azadiyê, bûn pêşengên fedaî ên gel û welatê xwe. Di vê oxirê de can dan, bedel dan lê vê qederê ti caran nepejirandin û bûn mirateyên herî bi nirx ên gelê Kurd. Yek ji wan nobedarên azadiyê ye Amara Rubar. Serpêhatiya wê bi qasî çîrokên penaberiyê bi eş û zor, lê bi qasî berxwederiya gelê wê bi vîn û zindî ye. Serpehatiya Wê Çîroka Pênabertiyê Ye Gelê Botanê ku ji rastiya dijminê bêbext re ji nêzve şahidî kiriye û beramberî hemû zilmkariyê gelekî ku herdem serî hildaye û berxwedaye ye. Çawa ku di Kurdistanê giştî de gelê Kurd gelek qetlîam û zilman re hatiyê derbaskirin, di nav de gelekî ku ji vê rastiyê herî zêde para xwe girtiye bêgûman warê Egîd û Berîvanan e. Gelê Botanê di dîrokê de bi serhildanên xwe yên salên 90’î û welatperweriya xwe ve mohra xwe dîrokê xistiye. Gelê Botanê di wan salên ewqas kuştin, qetilkirin, faîlîmeçhul zêdebûyî de koç kirine û piraniya wan çûne qampa penaber a Mexmûr e. Salên 90’î ku gel ji bo ku rûmeta xwe biparêze, nebe ajan, qontra û cerdevan çîroka penabertiyê di wan salan de destpêkiribû. Ew gelê ku nûnerên rûmetê, bi salan di rêkan de, di koçberiyê de windahiyên pir mezin dan, her cûre zehmetiyan re rû bi rû hatin lê herî dawî ji xwere wargehe ku bikarin bi rûmeta xwe ve Kurdbûyîna xwe bijîn avakirin. Lewra êdî qampa Mexmûrê tenê ne qampa penaberan qampa welatperwerî, qampa xwedî derketina Serok û welatê xwe bû. Ev gelê ku li welat bi eşên mezin re mezinbibûn û gelek berdêl dabûn, ji bo ku siberojek azad ji zarokên xwere avabikin zarokên xwe bi çanda Kurdan, welatperwerî û felsefeya Rêber Apo de mezin kirin. Û an niha ji gelek qehremanên ji wir derketine hene û bûne fedaiyên gelê xwe. Ayşe Kapar jî ji malbetek wiha bi esil a Botanê ku malbata wê ji bûye penaber. Malbata wê eslê xwe ji Qilebanê ye û ji eşira qedîm a Goyî ne. Malbata Ayşe ji para xwe ji wan hemû kiryarên dewletê girtibûn û ketibûn rêça penabertiyê. Lewma jiyana Ayşe jî li ser rêya pênabertiyê de dihat xêzkirin. Zarokek ji welat, ax dûr lê ewqas ji bi welatê xwe re girêdayî... Ayşe Kapar demên koçberiyê de li Etrûş’ê dayîkdibe û çavê xwe di nava pênabertiya welat de vedike. Bi avabûna qampa Mexmûr a penaberan re derbasî vê qampê dibin û êdî ji bo malbatê jiyanek nû destpêdike. Ayşe di nava hawirdorek wiha de li Mexmûrê mezin dibe. Ji zarokatiya xwe heta mezin dibe bi bi çîrokên gelê xwe ye bi êş, bi çîrokên penabertiyê re mezin dibe lewra hê temênê zarok de dikeve ferqa rastiya Kurdbûn û welatperweriyê. Di nava van rastiyan de têşe digire, mezin dibe. Lê xwe de her kêmbûnek hîs dike û çi kiriba bila bike wê ev kêmbûn wisa hêsan derbas nebûya. Hesreta nedîtîna welat dilê wê de wek birînekê lê te û heta ku gav neavetiba ser wê xakê wê ti caran ew kêmbûn derbas nebaya. Keça ciwan ku dilê wê bi eşqa welat lêdide, di nava malbatê de bi çand û exlaqa PKK ve tê mezinkirin. Ew ji van tiştan di kesayetê xwe de dixe bingehek xurt ku tu caran hilneweşe. Ayşe ku dilê wê eşqa welat re lêdide û çav her rêya welat e, biryara tevlîbûnê dide û sala 2012 an de digihêje çiyayên ku timî xeyalê wê dikir. Ew mirovên wiha ne ku ti caran îxanet li xeyalên zarokatiya xwe nekirin û berdêl çi dibe bila bibe ketin pey û siberojên azad afirandin. Xeyal Edî Dibûn Rastî Li ser lûtkeyên herî bilind ê çiyayan de êdî jinek bi navê Amara Rubar dest bi têkoşîna azadiyê dikir û bi armancên bigihijê welat û gelekî azad xwe fedaî doza azadiyê dikir. Amara Rubar, sala 2012 an de hê di temenê xweyê ciwan de tevlî refên azadiyê bibû. Ji ber ku ew hîn zarokatiya xwede bi çîrokên egîdan, çîrokên gelê xwe yê bi êş û berxwedêr mezin bibû, di nava jiyana gerîla de jî bi hêrsa ku ji dijminê xwînxwar tol bigire tevlî dibe. Pêşenga jiyana bi rûmet, şopînera heqîqetê Amara, soz dide şûnve bi rengek herî çalak di her karî de cîh digire û bi serkeftî kar dide meşandin. Keça Dildar, bi hêrsa ku pir zû derb li dijmin bide berê xwe dide qadên şer lê herî germ. Amara vê fersendê awayek herî baş dinirxîne. Ew di gelek çalakiyên serkeftî de cîh digire û di refên herî pêşde şerdike. Di wan qadên şer lê ewqas dijwar de bê rawestîn hemû hêz û enerjiya xweya ciwantiyê ve pratîkê de erk radike û şer dike. Di wan demên şer dijwar de Amara birîndar dibe lê ti caran ji xwe re ji qadên şer dûrketinê qebûl nake. Vê birîndariya xwe ji xwere nake asteng û berovajî ji her demê bêhtir xurt tevlî dibe. Piştî pratîkek dirêj li qada şer mayînê şûnde derbasî qadên cuda dibe. Di wan qadan de jî bi rengek berpirsyar tevlî dibe. Lê piştî ewqas pratîkên giran û serkeftî dibe fermandarek û pêşengtiya jiyan û şer dike. Ewê êdî ne wek şervanek, wek fermandarek tevlî bibûya û li gor vê jî, di her qadê de di her erkê de tevlîbûnek herî xurt nîşan daba. Pêşenga demê, ji bo ku di pêşengtiya jina Kurd de xwe hîn bêhtir xurt bike û li gor erkên demê rast tevlî bibe dibistana jina azad de tevlî perwerdê dibe. Amara di keleka perwerdeyên birdozî, ji bo bibe gerîlayek serdema moderniteyê dizane ku divê di her alî de profesyonel û serwer be. Ji bo vê yekê jî xwe di milê leşkerî ango branşan de jî xurt dike. Ew êdî dibe gerîlayek pir alî, profesyonel û pêşeng. Heval Amara ku di nava malbat û hawîrdora xwe de pir tê hezkirin, bi tevlîbûna xwe bandorek mezin dide avakirin. Lewma piştî tevlîbûna wê çend sal şûn de xwişka wê Amara Şerîf ango (Cîhan Kapar) jî tevlî refên azadiyê dibe û dibe şopdarê xwişka xwe. Heval Amara di axaftinek xwe de ku ji xwişk û rêhevala xwe re dişîni de, hest û kelecana xwe tîne ser ziman û beşek di axaftina xwe de wiha dibêje. “Rêhevalamin a delal ezê biçim warên ku dijmin me jê qutkir û nehişt em zarokatiya xwe tê de derbas bikin. Ji bo vê ji ez pir keyfxeşim ku niha rêxistin vê şansê da destê min û ezê xeyalê xwe yê çûyîna welat pêk bînim. Ez dizanim dema tu vê agahiyê girt, tuyê hinek xemgîn bibî û tu yê bibêjî diviya bû ez çûbama. Lê xeman naxwe,  ez şûna we hemûyan diçim qadên pîroz. Lê ez tiştek ji te dixwazim, em di nava şerek girandene û ev şer berdêl ji me dixwaze eger ku te rojek agahiya şehadeta min girt, zêdetir bi serbilindî bijî û ji bo tolê jiyanbike. Ji ber em êdî tenê ne xwişkên hev in, em heman demê de hevreyên hev yên heqîqetê ne.” Heval Amara Şerîf sala 2021’an di operasyona Avaşînê de di tûnelên berxwedanê ya Aris Faris de bi fedaîtî şer dike û şehîd dikeve. Meşa Ber Bi Wargehên Pîroz Jina Botana serhildêr, diviyabû berê xwe daba Bakurê Kurdistanê û tola zarokatiya xwe, tola gundê xwe yê hatiye wêrankirin rakiriba. Ji bo ku êdî ev xeyal pêk werin rûpelên salnameyê diziviriya û sal dibû 2019. Ango ji bo keça evîndar xaçereyên dirêj, çiyayên bilind û rêwitiyek ber bi heqîqetê xuya dibû. Amara xwe di her alî de ji bo vê rojê amade kiribû û ji bo vê ji xwe xistibû gerîlayek pispor. Heval Amara sala 2019 an de berê xwe dide Bakur û digihêje warên ku hesreta hemû gerîlayan e. Di kêliya yekem gava xwe diavêje ser xaka Bakur de destpêkê henaseyek ji bo xwişka xwe û hemû hevalê xwe dikişîne. Wek kişandina henaseya ji bo hevrêyên xwe, her gavekî xwe jî ji bo wan diavêje û kelecana hemû kêliyên xwe bi wana re parve dike. Ji ber dizane ne çiya, ne av û ne jî her cûre astengî pêşiya gihandina hevretiya rast, hestên hevaltiya bêdawî bibe kelem. Li kûr û çiqas dûr ji bin car tê heman demê de heman hestan jiyan dikin. Ev hevrêtiya PKK ye,  ev hevrêtiya rast a bêdawî ye. Heval Amara eynî wek xeyal kiribû, di qada Bakur de bi awayek herî xurt tevlî dibe. Di pêkankirina gelek çalakiyan de cîh digire, fermandartî dike, plansaz dike. Dar dar kevir kevir ser her bihostekê de digere, gerîlatî dike û zarokatiya ku xeyal dikir jiyan dike. Fermandara artêşa jin bi sekna xwe ya fedakar û jîr, wek jinek Botanî dibe Egîd û Berîvana hemdem. Di nepeniya çiyayan de dibe şopdara heqîqet e. Amara Rûbar, di hemû salên xwe yên têkoşînê de bê ku rojek dev ji xeyalên xwe, dev ji doza xwe ber de heta ku gihaşt mirada xwe têkoşîn kir, şer kir û ji bo vana pêk bîne jiyaneke bi rûmet jiyankir. Ji zarokên pênabertiyê re bû hêviya jiyanek azad, ji hevrêyên xwe re bû pêşeng, fermandar. Fermandar Amara, 3 salan di nav pratîka Bakur a zehmet de pêşengtiya şer kir û bi hevrêyên xwe re destanek din a têkoşînê nivîsandin û navê xwe bi tîpên zêrîn li ser lûtkeyên çiyayan de xêzkirin. Amara Rûbar di operasyona zivistana sala 2022’an a li Bakur hatiye destpêkirin de li hember dijminê hov du rojan destê xwe ser tetîkê ranake û heta hênaseyê xwe ya dawî şer dike. Di van pêvçûnên diqewimi de gelek leşkerên Tirk ceza dikin, fedaiyane êrîş dikin û bi rêhevalên xwe Bahoz Ebex û Rêber Kiçî re digihêje karwanên nemiran, digihêje karwanên fedaiyan. Rêhevala Wê Ya Têkoşînê