Heval Sara, tu dizanî, me qet nekarî fêrî çuyîna we bibin. Çûyîna nirxên mîna we ji nava me, bi rastî jî windahiyeke mezin e.

Lê felsefeya xwedîderketina li şehîdan a ku Rêbertiya me afirandî, berovajî ku me ji we dûr bixe, me hê bêtir nêzî we dike. Jiyan, prensîb û sekna we ya di jiyana me de her tim wekî waneyên perwerdê  tê hûnandin. Carinan ewqas li ser we difikirim, gelo ez çawa dikarim layiqî we bim? Di jiyana xwe de her dem hewl didim ku we fêm bikim, we hîs bikim, we pêk bînim.

Niha pirtûka we ya bi navê "Jiyana Min Her Tim Şer Bû" dixwînim. Her ku dixwînim, hîs dikim ku ez hê bêtir nêzî we dibim. Û pirsek tê serê min, gelo ger ez bi we re bijiyama, min ê çi bifikiriya, çi hîs bikira an jî çi bikira. Di têkoşîna min a şoreşgerî de jî hin demên zehmetî hebûn û dema min ew zehmetî dîtin, her tim min li ser we fikirî. Sekna we li hemberî zehmetiyan çi bû, we çi kir, we çawa derbas kir, we çawa xwe kir milîtaneke jin a biaqil, pêşeng û xurt? Min her tim li bersivên van pirsan geriya û bi hêza ku min ji we girt, min hewl da ku pirsgirêkên xwe yên pêşketinê derbas bikim. Heval Sara, tu dizanî, her ku ez li ser we difikirim, bi we ve girêdidim û jiyana we dixwînim, min hîs kir ku ez mezin dibim. Em hemû dikarin zehmetiyan bibînin, lê ya sereke ne zehmetiyên me ne, rastiya me ya mirovbûnê ye. Em vê yekê ji rastiya jiyana we hîn bûn. We aliyên me yên mirovî nîşanî me da. Ev nêrîn ji me re pir hêz dide. Erê, em mirov in, dikarin zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Bi taybetî jî jinbûn, tê wateya zêdebûna van zehmetiyan. Lê we dema van zehmetiyan derbas dikirin, hûn bi rastiya mirovbûnê tevgeriyan, we ne xwe û ne jî kesên din înkar kirin. Ez jî her dem hewl didim ku hem ji bo xwe hem jî ji bo ku alîkariya hevrêyên derdora xwe bikim, bi perspektîfa we nêzî mirovan bibim. Wê demê ez dibînim ku hevalê herî zehmet dikişîne jî dikare derketinekê mzin bijî. Di encamê de, rastiya ku ya girîng mirov bixwe ye û ya bi qîmet mirov e, mirovan radike ser piyan, enerjî û şahiya jiyanê dide. Bûyer, rewş, şaşî, zehmetî hemû jî tiştên ku divê em ji bo hînbûnê bikin zemin in. Ne bi înkarê, lê bi analîzê em dikarin rê li ber wan bigirin ku bûyer me nefetisînin. Ger ya girîng bûyer bi xwe be, wê demê mirov dikare di bin bûyeran de bimîne. Lê ji bo derketinê, her dem divê qîmetdayîna ji mirovan re û rêzgirtina ji mirovan re bibe xala herî girîng. Ger ji vir ve were girtin, tu pirsgirêkên jiyanî, rêxistinî, leşkerî nayên derbaskirin. Heval Sara; aliyên karakterê we yên ku herî zêde bandorê li min kirin; înada we, jêhatîbûna we, israra we, îradeya we ya ji pola, sekna we ya serhildêr a ku serî li ber tiştekî natewîne, ye. Çawa ku van aliyên we bandorê li min dikin, ez wan ji xwe re jî dikim nimûne. Ez dixwazim bibim jineke bi qasî we bandorker. Ez dixwazim bibim milîtaneke jin a serbilind, bi înad, biryardar, veqetîner, serkeftinparêz û di vê yekê de heya dawiyê israrker. Ez ê hewl bidim ku bibim milîtaneke mîna we.

Heval ji we re dibêjin. Ez bi baldarî guhdarî dikim. Di çanda rêxistinî ya me de, bi gelemperî wêneya hevalekî ku jiyan dike li ser dîwaran nayê daliqandin. Lê ez hîn bûm ku wêneya we, dema ku hûn hîn dijiyan, di odeya Rêbertiyê de daliqandî bû. Vê yekê ku Rêbertî we hê di jiyana we de wekî xetekê îlan kiriye, pir bandor li min kir. Di rêxistina me de tenê wêneyên Rêbertiyê û şehîdên me têne daliqandin. Ji ber ku Rêbertî û şehîd xeta me ya sor in. Li ser vê esasî ez dibêjim; wate, Rêbertî hê di jiyana we de rola we ya pêşengî dîtibû. Ev ji bo jinekê tiştekî ku pê serbilind bibe ye. Di analîzan de min diyalogên we yên li Rêbertiyê re jî temaşe kir. Hûn çiqasî bi heybet in. Di nîqaşên we yên bi Rêbertiyê re, hûn hem pir bi rêz hem jî pir xurt xuya dikin. Rêbertî her tim dibêje, ez ji jina kole nefret dikim, divê jin xwe ji hêla felsefî ve bi hêz bike, divê bi hişmendî be, ziman û şêwaza wê divê herikbar be. Min dema we di analîzan de temaşe kir, min jina hişmend, azad û bi xwe bawer a ku Rêbertî qala wê dike dît. Ger jinek bixwaze, dikare xwe bigihîne vê astê. Sekna we baweriya min a li ser vê pêş xist. Heval Sara, dibe ku min we bi fîzîkî nedît, bi we re nejiyam, lê dilê min û mejiyê min her dem bi we re ye. Wekî milîtaneke jin, ez dixwazim ku hûn bizanibin ku ez ê li ser xeta Sarayan bimeşim. Ez hezkirin û rêzên xwe yên jinane pêşkêş dikim.

Hêvî Ji Serkeftinê Hê Zêdetir Bi Qîmet e

Tarîtityê şev berdaye nav bêdengiyê. Şevên Çarçellayê qet ewqas bêdeng nebûn, lê vê şevê her der bêdeng e. Mîna ku her kesî soza nehiştina zarokeke razayî ji xwew rabe, ji şevê deng dernakeve. Stêrk jî bêdeng û hêdî hêdî li ezman digerin vê şevê. Car caran ez şahidî dikim ku stêrk li min çav dibiriqînin. Mîna ku dibêjin "Tu jî tevlî bêdengiya me bibe". Ez ji bo vê bîskekê çavên xwe digirim û hewl didim ku dengê bêdengiyê bibihîzim. Ji nişka ve tiştekî mucîze çêdibe û ez ji nava tariyê, mîna dengê zarokek nû şiyar bûye, dengê teyrek şevê dibihîzim. Ez çavên xwe vedikim û berdewam li şevê dinêrim. Saet pir derbas bûye û perdeya tarî ya şevê bi tevahî stûr bûye. Stêrkên li ezman jî mîna ku qet nebûbe ewqas ronî ne. Ez hîs dikim ku cara yekemîn e ku ez stêrkan ewqas nêzîk û ronî dibînim. Ez bi daxwaza ku destê xwe dirêj bikim û dest bidim wan tijî dibim. Dilê min bi avên coş ên çemekî sar tijî dibe. Pêla heyecanê ya ku di hundirê min de radibe, piştî demekê cihê xwe dide aramiyê, raman di cih de min digihîne peravên çemê sar ê di hundirê min de. Şev şîn dibe, her ku şev şîn dibe, coşa di hundirê min de jî zêde dibe. Şîn rengê esaletê ye, şîn rengê hêvî û evînê ye. Di şîna ewrî ya şevê de, ez hîs dikim ku ez siwarê ewrekî şîn bûme û ber bi ezmên ve bilind dibim. Her ku ez bilind dibim, ez dixwazim dest bidim Rûstem, Canfeda, Nûman, Vîyan ên ku bûne stêrk. Rûstem, Canfeda, Nûman, Vîyan, her yek ji wan dibe mîsrayek û dikeve dilê min û paşê jî dikeve rûpelên deftera min a zer a mîna rojê.

Hêvî wê di çavên hevrêtiyê de şîn bibe

Mîna kulîlkeke biharê ku li dilopên baranê dikeve

Hêviyeke bi qasî rojê germ û zer

Hêviyeke bi qasî ezmên şîn û bêdawî

Bi qasî dilê pitikên nû ji dayik bûne paqij û saf

Hêvî stêrka bakur a ku berî şevê li ezman dibiriqe ye

Ey dilê min, tu yê bi hêvî mezin bibî!

Di newalan de tu yê bibî baskên min

Em ê bi hev re bilind bibin ber bi stêrkan

Û em ê bi hev re biqêrin, "Hêvî ji serkeftinê hê bêtir bi qîmet e."

Di vê şeva bedew a Çarçellayê de, hevalên min ên ku li ser axa fireh a welatê min, ku ez nobedariya wê dikim, bûne stêrk, ji min re dibin îlhama. Careke din fêm dikim ku şev çiqasî tarî be jî, yên ku rêya min ronî dikin stêrkên dilê min in, ew jî hevrêyên min in. Hevalên min hêvî, evîn û hezkirinê tînin bîra min. Me bi wan re di van şevên Çarçellayê de strana "Ka welatê min Kurdistan" digot. Me bêdengiya şevê bi dengê xwe didan sekinandin. Her yek ji me, me meydanê dida tariyê, me bi barûta kleşên xwe di şevê de çirûskan dadida. Wê demê me zanîbû ku deng û ronahî di baweriya me de ne, hêviya me ne ku di tariyê de dibiriqin. Dibe ku niha hevrêyên min li cem min nebin, lê şev hîn jî bi wan ronî dibe, piştî wan bi hezaran mermiyên kleşê hatin teqandin. Çekên me niha bi hêrs şevan ronî dikin. Çirûsk mezin dibin û mîna goleke agir dijminê me dişewitînin. Her çiqasî ez vê şevê di bêdengiyê de bim jî baweriya min di kemînê de li benda dijmin e, şûrê xwe tûj dike da ku dijmin qut bike.

Niha şev bêdeng e, lê stranên dilê me nesekinîn û bi dengê teyrek şevê digihîjin stêrkan. Niha şev tarî ye, lê stêrk nesekinîn. Ez dibêjim hêvî, hêvî wê rojên azadiyê bîne ji min re, hêvî wê welatê min ji tarîtiyê rizgar bike. Kurdistan wê azad bibe, ez bawer dikim. Rûyên ronî yên hevrêyên min wê ronahiyê bînin Kurdistanê û mîna ku me soz da hev, em ê di nav qêrînên şahiyên gelê xwe de, li ser Sûrên Amedê bi hemû hêza xwe bêjin “Bijî Serok Apo”. Ji ber ku hêviya min ji serkeftinê hê bêtir bi qîmet e, ez dizanim ku azadî nêzîk e.

...

 

Li te bigerim di warê xwedawendan ê Zîlan de

Di nav agirê Vîyan de

Di îradeya Mazlûm, Xeyrî û Kemal de

Li te bigerim!

Tu roj î, tu biaqil î

Di hevrêtiya Hakî de

Di zîlgotên Berîtan de

Di fermandariya Egîd, Adil, Delal û gelekên din de

Li te bigerim

Tu mirovek mezin î, tu...