Dibêjin her destpêk bi xwe re êşeke mezin jî tîne. Mînak, destpêka nasînekê, destpêka evînekê, destpêka rêwîtiyekê wiha ye.

Ger ev destpêkirina berxwedanê be, wê hê bêtir bi êş, bi jan û bi hêvî dibe. Lê aliyê wê yê herî zor, şahidiya dîroka berxwedanê kirin û wê kirina mala dîrokê ye. Ji ber vê yekê, niha di nava têkoşîneke dijwar de me. Parçeyek ji dil û mejiyê min dixwaze hevrêyên min ên ku gihîştine mertebeya lehengiyê binivîse, wan di rûpelên dîrokê de neqş bike. Ez dizanim ku ez nikarim wan wekî heqê wan binivîsim. Her gava ku ez pênûsê digirim destê xwe, pênûs di nav tiliyên min de dest bi zivirînê dike û ez rojên berxwedanê, demên ku me bi hevrêyên xwe re şer dikir û dixebitîn, mîna şerîta fîlmekî ji ber çavên min derbas dibe. Min dîsa dibe wan rojan. Dûre pênûs bi xwe ji destê min dikeve û ez ber bi ramanên kûr ve diçim. Ev dubendî bi mehan e didome. Lê çiqasî nikaribim jî, çiqasî zor û bi êş be jî, dîsa jî wekî peywireke hevrêtiyê divê lehengên hêja yên dîroka berxwedanê bên nivîsîn û ji dîroka azadiyê re bên diyarkirin.

Rêber APO di diyarkirineke xwe de vê yekê tîne ziman: Gelê Kurd û heta hemû gel divê her dem xwe bigihînin taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk. Gelekî ku hebûna wî tê nîqaşkirin, ger negihîje van taybetmendiyan, nikare li ser lingên xwe bisekine. Mêtinkariya ku ji dîrokê ve didome, zîhniyeta dagirker her dem gelan kole kiriye û hebûna xwe di tunebûna wan de dîtiye. Di dîrokê de gelek komên gelan vê yekê fêm kirine, serî hildane û li hemberî dagirkeriyê ketine nava şerên mezin. Gelê Kurd jî gelekî dîroka çandî ya Mezopotamyayê ye ku xwedî mîraseke dîrokî ya mezin e. Îro di nav lepên desthilatdaran de can dide. Armanca zîhniyeta serwer, faşîst û dagirker parçekirina axa Kurdistanê bi tevahî û tunekirina rastiya gel e. PKK ev yek dît û veguherî tevgereke mezin a berxwedanê. Niha li cîhanê rêxistineke şoreşgerî ya din nîne ku şerê taybet ê dewletan pûç bike. Bi vê wateyê, PKK bi rêbaz, stratejî û taktîkên pir dewlemend, karî şer heya îro bîne. Vê berxwedana PKK’ê lehengên wê yên gelekî hêja ne ku gihandiye îro. Pêwîst e her dem lehengên ku ji ti bedelan xwe nedane paş, bi berdelên canê xwe têkoşiyane û gihîştine mertebeya şehadetê bên nasîn, fêmkirin û vegotin. Ez jî dixwazim di bîranîna van hevrêyên xwe de, hinek ji rojên berxwedanê bibêjim.

Kelecana Rojên Berxwedanê

Bi eşkerekirina plana tasfiyeyê ya zîhniyeta faşîst a TC’ê ya li hemberî gelê me, me ji bo parastina gelê xwe şerên bajaran dan destpêkirin. Em neçar bûn ku vê pêngavê bikin. Ji aliyekî ve nirxên şoreşa Rojava hebûn. Destkeftiyên Rojava bi xwîna şehîdan hatibûn qezenckirin û diviya ev destkeftî bihata parastin. Ji aliyekî din ve, plana tasfiyeyê ya zîhniyeta dagirker, plana bêgerîla hiştina çiyayan û dûre stratejiya qirkirinê ya li hemberî gelê me, şerê li dijî  navenda dijmin, ango di bajaran de ferz dikir. Li ser vî esasî, em komek hevrê daketin kolanên Nisêbînê.

Ji bo gihîştina Nisêbînê, derbasbûna sînoran mîna derbasbûna ji Pira Siratê bû. Lê digel vê yekê, gava ku min gav avêt ser axa Bakurê Kurdistanê, ji bo min hesteke pir cuda bû. Dibe ku gelek hevrêyên me xeyala hatina van deran di dilê xwe de hilgirtin û gihîştin şehadetê. Niha erka me ew bû ku em li ser bingeha pêkanîna xeyalên hevrêyan, li van deran çi pêwîst be bikin.

Heyecana rojên ewil bi gotinan nayê vegotin. Gelê me xebatên barîkat, xendek û yên mîna wan pir li ser asteke bilind bi rê ve biribûn. Her kevirê ku me hildida, bêguman gelê me jî ew kevir hildida, her gava ku me tevirê bi kar dianî, gelê me pêşengiya me dikir.

Gotineke Rêbertiya me di wan rojên berxwedanê de her dem di bîra min de bû: “Gel bi qasî ku we rêxistin kiriye ye.” Û dema ku min li tabloya derketî dinêrî, min pir baş didît ku ev gel berhema Rêbertiyê ye. Bi kedên dehên salan ên Rêbertiyê, gel ji welatparêziyê wêdetir, gihîştibû asteke ku canê xwe feda bike, şoreşger bibûn. Ji bo vî gelî ku bi axa xwe ve girêdayî ye û ji gerîlayên xwe re sîper bûye, çi nehatiba kirin...

Em ji wan, ew jî ji me hêz û moral digirtin. Çi dibe bila bibe, ji bo me hemûyan şansek ji nû ve çêbûbû ku em tola xwe ji dijminê ku bi sedan salan koletiyê, komkujî û neheqiyê li me rewa dîtiye, hilînin. Gelek ciwanên ku dilên wan bi evîna azadiyê tije bibûn, ber bi çeperan ve bazdidan. Bi hevrêyên xwe re ku ji bo heman armancê şer dikirin, alîkarî didan. Eleqe ya gel, heyecana ciwanan muhteşem bû. Me qêrînên azadiyê yên gelekî di dilê xwe de hîs dikir. Divê me bersiv bidaya van qêrînan. Divê me azadiya ku gelê me heq dikir, pêşkêşî wî bikira. Îdîa, biryardarî û israra me di vî alî de bû.

Lê dijminê li hemberî me pir hov bû. Di sibehê roja yekemîn a qedexeya derketina derve de, Nisêbîn ji Viyetnamê jî xirabtir hatibû. Dijmin dijminahiya xwe kiribû. Li Nisêbînê ji guleyan, hawan û obusan toreke ji hesin, toz û barûtê hatibû hûnandin. Gelê me bifikar bû. Wan dijmin baş nas dikir. Şahidiya hovîtiya şewitandina zindî di bodrûmên Cizîrê de kiribûn. Dijmin dikarîbû ji vê jî zêdetir li Nisêbînê bike.

Lê dema dijmin  ji vê pêngava xwe ya hovane dixwest encam bigre, ev bû sedem ku hêrsa gelê me hê jî kûrtir bibe. Di wan rojan de me pir baş fêm kir; ev gel, vî dijminê ku zarokên wan zindî şewitandiye, tu carî efû nake! Heta hezar sal jî derbas bibe, wê şîna zarokên xwe bigire û dema wê were, wê tu carî ji lêxistina derba kuştinê ya li dijmin nesekine. Wan carekê hembêzî me kiribûn, şahidiya aliyê me yê mirovî kiribûn, di çavên me de bawerî û girêdanî dîtibûn. Çi rêbaza şerê taybet jî neyê ceribandin, êdî tu kes nedikarî hêrsa di hundirê vî gelî de bitepisîne. Bêguman wê rojekê ev gel bizanibûya ku hêrsa xwe bi ser dijmin de veşîne. Em ji vê yekê bawer bûn. Û me soz da wan, ku em ê bi ser bikevin.

Me soz da wan dayikên ku bi girî hembêzî me kirin, zarokên ku destên me pir zexm girtin, gelê me yê ku çi hebûn û çi tunebûn bi me re parve kirin. Em ê rûmeta wan bibûna. Heta hewce bike ku em ala berxwedanê bi xwîna xwe av bidin jî, em ê paş de gav navêjin. Di dawiyê de em ê azadiya ku gelê me heq dike, bidin. Rojekê, bêguman wê navê hevrêyên me yên şehîd li kolanên Nisêbînê bên danîn, wê li her derê wêneyên wan hebin. Ev daxwaziya herî mezin a gelê me bû.

Û me ji bo rêzgirtina vê daxwazê bi rojan berxwedan. Me bi dehan şehîd dan; navê wê Yildiz e, navê wî Xebatkar e, navê wî Cîlo ye, navê wî Kendal e, navê wê Tekoşîn e, navê wê Zehra ye, navê wî Dersim e, navê wî Dilgeş e, navê wî Tûfan Rizgar e, navê wê Roza ye, navê wê Evîn e, şopdarên Mehmet Tunçan, bavê Arjîn navê wî Agît Bezo ye.

Ji ber ku me berxwedan, ji ber ku me serî li ber vê hovîtiyê netewand, ji ber ku me di vê rê de şehîd da, em bi rûmet in. Ji ber ku me bi berxwedana xwe gelê xwe ji şerma koletiya bi sedan salan rizgar kir, serê me bilind e.

Gelê me êdî ji pozisyona gelekî ku bi hêsanî dikare bê perçiqandin, derketiye. Em bi saya bi hezaran şehîdên xwe yên leheng gihîştin vê astê. Û gelê me çiqasî bi me serbilind be, li cihê xwe ye. Em ji bo gelê xwe, ji bo azadiya xwe berxwedan. Ji ber ku me pir ji wan hez dikir, me xwîna xwe li kolanên Cizîr, Sûr, Nisêbînê rijand. Her zarokek ku ji van deran derbas dibe, divê berxwedana me ya destanî bizane, divê van rojan ji wan re bêne vegotin. Dema gelê me ji cihên ku lê gav avêtine derbas dibe, divê ji bîr neke ku xwîna şehîdên me li wan deran hatiye rijandin. Êdî kolanên Cizîr, Sûr, Silopî, Farqîn, Nisêbîn, Hezex bi xwîna şehîdên me pîroz bûne. Ew der dê her dem bibin ziyaretgehên gelê me û wekî perestgehên pîroz bimînin. Çi qasî dijmin rastiya vê beton bike jî, wê tu carî nikaribe şopa van rojan ji bîr û dilê gelê me jê bibe. Nûcan, Axîn, Çiyager, Sêvê, Tekoşîn, Xebatkar, Mehmet Tunç û Agît Bezolar wê tu carî neyên jibîrkirin.