Divê ez hemû astengiyên li hember têkoşîna xwe ya ku min kiriye ez an jî dê min bike ez, ji holê rakim. Ez dizanim ji bo têgihîştin û hîskirina Rêbertîyê min çi kir an jî ez çiqasî zorê didim xwe.
Ez dizanim min çawa di tevahî zivistanekê de xeyal kir, ez çawa bi kelecan li benda biharê mam. Hewldana fêmkirina Rêbertî, hewldana hevaltiya pê re, hewldana bicihanîna wî erkê her milîtanekî ye. Ev nayê redkirin. Xwe bi îdeolojiya Rêbertî têrkirin, li gorî wê jiyaneke şoreşgerî meşandin, ev jî nayê redkirin. Di aliyê rêxistinî de her tişt zelal û tûj e. Em zindiyên xwedî hest, lawazî û kêmasî ne. Ji dema ez hatime ve, ez gelekî dibihîsim ku dibêjin, "Divê her heval li ser piyên xwe bisekine." Belê, ev teqez pêwîst e. Lê qonaxên vê hene. Bi taybetî jî eger ev tiştekî ji zarokatiyê de be, ji bo pêkhatina wê hin pêwîstiyên wekî piştgirî, bawerî, pêbawerî û manewiyat hene. Ti zindiyek her dem nikare li ser piyan bisekine, divê ji derve alîkarî hebe. Heta mecbûrî ye. Heta ev pêwîstiyeke bingehînê civak û xwezayê ye. Em mirovên ku bi girêdana hevaltî vê pêk tînin. Felsefeya "Xwe nas bike, xwe ava bike, xwe bi dest bixe" dibe ku di vê bingehê de pir watedar be. Ez difikirim ku her ku ez Rêbertî fêm bikim, ev dê pêşve biçe, û dema ku ez fêm bikim û bicîh bînim, ez ê xwe bibînim. Bêguman divê ez berî her tiştî xwe biafirînim, ji bo wê hest û ramanên min hene ku min afirandine, divê ez hemû astengiyên li ber têkoşîna xwe, ku min kirî ez an jî dê min bike ez, ji holê rakim. Ji ber vê yekê, divê ez bikaribim bersiva pirsa "çawa bijîm?" di jiyana xwe de biafirînim. Divê ez bikaribim hemû nebaşiyan bi rengekî ku careke din venegerin ji holê rakim. Û divê ez şîna wan negirim. Divê ez pirsên herî veşartî û wêrek bipirsim û heta ku bersiva wan bibînim û ava bikim, divê ez rehet ranezêm. Divê ez jiyana xwe biafirînim, li şûna ku ez jiyana ku yên din pêşkêşî min dikin bijîm, divê ez bibim xwediyê jiyanek li ser pîvanên azadiyê û wê pêşkêşî mirovan bikim. Divê ku tiştek min ê xweser hebe.
Ji Axê Re Bihar Hat
Bihar, hawarê demê ye. Dem di demsala biharê de, bi heta hetayî baskên xwe vedike. Mîna pitikekî ku ji xewê radibe, bi hewesa jiyanê nefes distîne. Bi evîn û hezkirinê... Eger evîn nebûya, çawa dê kulîlkên bi rengên geş wekî hawarekê ji nav axa tarî rabûna ezmanan. Teqîna çîçikan, paşê jî ew qerîna ku di kulîlkê de ya wê teqînê temam dike ye. Ew beyannameya azadiya sor ê ye ku ji axa reş derdikeve. Ew nefesek girtin û bi lez bilindbûna şîn ê ye, ku ber bi ezman ji heman eslê wê ve ye. Ew xwesteka zerê ye ku bibe roj ango mîna rojê bibe. Her kulîlk ji bo gihîştina rojê qêrîn dike û şa dibe ku bi hawarên xwe mizgîniya biharê re bike. Em difikiriin ku tiştê ku bayê diguhêzîne, bêhnên kulîlkan e, lê di rastiyê de, tiştê ku bayê diguhêzîne, mizgîniya zêdebûn û cûrbecûrbûnê ye. Gerîla, mîna ku vebûna vê xweza ya gerdûnê di xwe de pêk tîne, dest dide demê. Ez di nava demê de digerim, dibim rabirdû, dibim paşeroj. Ez gav bi gav di hemû qonaxên dîrokê de dimeşim. Carinan bi pênûsekê, carinan jî bi xêzekê, dîsa jî ez nîşeyên xwe li ser dîrokê datînim. Dem, weke kolaneke kor e. Ez li ser bedewiyên din ên ku dê bibin bedela azadiya me, difikirim. Ji aliyekî ve bedewiya biharê, ji aliyê din ve ez tenê bi van lêpirsînan û hesabpirsînên ji jiyanê re rû bi rû me.
Ez di kolana alûle a jiyanê de, di cîhana kolanên kor de me. Ez di bazara mêrê derewîn û xapînok de me, sibeya min tê firotin. Ez nikarim li paşerojê binihêrim, dema ku ez evîndarê rabirdûya xwe me. Ez dixwazim vegerim ser eslê xwe. Serdemên xwedawendan. Di çavên xwedawendên xwe de, ez gihabûm merdaniya fêhmkirinê, min bi bereketên xwe, azadî pêşkêş dikir. Kenê wan ruhê min bû. Ez di cîhana bê-rûhan de ji wan dûr ketim. Roja min birin, azadiya min bazar kirin, jin, dayika xwedawend, bêdeng kirin. Tiştek bêdeng nebû, hawarên bêdeng mîna guleyan ji ezmanan barîn ser guhên min. Lê zaliman ji bilî xwe kesî guhdarî nekir, guhên xwe ji hemû hawaren re girtin.
Roja wê were, çerx dê bizivire, jin dê dîsa bibin navenda jiyanê. Ruhê ji canê xwe cuda nakin. Her der dê bi bedewiya bihuştê were dorpêçkirin. Pîroziyê bidin hemû rojan. Mirov dê dîsa bi aştiyê li ser axa xwe jiyanê biafirînin. Dayika xwezayê dê dîsa stranên xwe ji zarokên xwe re bibêje. Ew ê bi stranên xwe can bide jiyanê û aştiyê bide mirovan.
Hêşîn
Ez ji vî rengî hez dikim, ji zarokatiya xwe ve jê hez dikim. Weke ku ew îfadeya pakbûnê be. Ezman, derya, çiya, her tiştê ku şîn e, hest û sira wan a veşartî xweş e. Her çend ez sedema vê hezkirina xwe ya ewqas mezin nizanim jî, dibe ku wateya ku ez didim wê, min bikişîne ser şînê. Keskahî jî wisa ye, dibe ku sorî an jî zerî, hema hema hemû îfadeya hêza xwezayê ne. Em ji vê xwezayê hatine, vê xwezayê em anîne dinê, em xwedî kirine, mezin kirine, ji bo xwe ji nû ve biafirîne mirin afirandî ye. Em wek zarokên vê Rojê, yên vê agirê mezin bûn û hîn jî mezin dibin. Em zarokên roj û agir in. Yanê em zarokên ronahî û bedewiyê ne. Parastina vê bedewiyê, avakirina azadiyê ye. Em jî amade ne ku ji bo avakirina azadiyê çi bedel hewce be, bidin. Kurdistan ji bo me evînek e û em ê heta hetayê ji bo vê evînê şer bikin.
Rêbertî digot: "Evîn dilsozî dixwaze." Ez jî bi vê dilsoziyê ve girêdayî welatê xwe me û ji ber vê yekê ez ê ji bo welatê xwe şer bikim. Li çiyan mijar çi dibe bila bibe, em çi dinivîsin, çi dibêjin, em çi hewl didin ku îfade bikin, her gav bi Rêbertî re dibe yek, di dawiyê de pênaseya wê û îfadeya wê ya dawî teqez girêdanek bi Rêbertî re heye. Rêbertî ew qas gerdûnî bûye, ew qas bûye em hemû, ku pênaseya xwezayê, pênaseya jiyanê, pênaseya şer a bêyî wî nabe. Dibe ku ji bo kesên din bibe, lê ji bo me nabe. Dibe ku ji ber vê yekê ye ku em dibêjin; "Bê Serok Jiyan Nabe." Dibe ku di wateya wê de ev sêhr veşartî be. Ji ber ku jiyan bi wî re heye, bi wî re çêdibe, bi wî re xweş dibe. Ger ew hebe, ger awayê jiyanê yê felsefî yê ku wî afirandiye hebe, ger nirxên ku wî afirandiye û şehîdan mezin kirine hebin, jiyan heye û xweş e. Heta jiyana ku em ji bo wê diçin ser mirinan, ev jiyan e. Berê ji bo jinan gotina van tiştan jî bedelek bû, lê niha ez bi azadî li van çiyan pênûsê digirim destê xwe û hest û ramanên xwe dinivîsim. Ez bê tirs, bi cesaret dinivîsim ku ez ji şînê hez dikim û ev azadiyê îfade dike û ev ji bo min têrker e. Dayika xweza vê hîn dike, êşa hebûna di xwezayê de hîn dike, rastiya doza ku em ji bo azadiya rojê didin hîn dike, têkoşîna ku em ji bo rizgarkirina agir didin hîn dike. Ji ber vê yekê ez her gav dixwazim di xwezayê de bimînim, ez dixwazim bi rengan re bimînim. Ev hezkirina xwezayê ne dema ku ez cara yekem hatim Heftanînê dest pê kir, ew gelek berê hebû, lê Heftanîn bû aliyê wê yê herî xweş. Ez diçim quntarên bilind. Ez destên xwe vedikim, xwe berdidim di nav ewran, wek dilopek baranê dikevim nav çem, newal û deryayan. Ez hemû xwezayê digerim. Em bi çûkan mîna pêlên deryayê li ser quntarên çiyayên bilind ji jor ber bi jêr ve dimeşin. Û ez ji hundirê xwe de na, bi hemû dengê xwe biqîrim. Ez ji te hez dikim ey jiyan!


