Ji nava dilê Botanê, şoreşgerên dil pola berê xwe didin rojê û dibin rêwiyên azadiyê. Li ser şopa Bêrîvanan, qehremanên gelê xwe hêviyên azadiyê ji nûve şîn dikin. Lewma li hember hêzên dagirker û komploger ew dibin xwedî hêzeke nekeftî û tola sedsalan radikin. Lewma di welatê Egîdan de her roj ewladên herî bi nirx yê gelê Kurd çeka azadiyê hildigrin û berê xwe didin çiyayên azad. Ew di nava rûpelên dîrokê de cihên herî bedew û hêja digrin. Ji bo jiyanek azad, ji bo parastina hebûna xwe, wan ti caran serî netewandine û her tekoşîna xwe bi awayekî xurtir didomînin. Li Kurdistanê bi hezaran keç û xortên ciwan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin, da ku tevahî mirovahî karibe jiyaneke azad û wekhev bijî. Yek ji van lehengan jî fermandara mezin ya welatê rojê Axîn Cûdî ye. Halime Kaya li Botanê çavê xwe li dinyayê vedike. Ew di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di wan salan de gelê azadîxwaz li pey rojê ketibûn rêka azadiyê. Gelê Kurd bi serhildanên xwe ve dinya li serê dagirkeran dihejandin. Yek ji cihê serhildanên rûmetê jî Botan bû, gelê Botanê bi wan serhildanê xwe ve destê gerîlayên azadiyê yê li hember dagirkeran xurttir dikir. Keça ciwan jî weke her zarokeke Kurd di nava serhildan û êrîşên dagirkeriyê de mezin dibe û bi serhildanên azadiyê re her ku diçe zanebûna wê ya Kurdayetiyê zêdetir dibe. Wê bi çavên xwe şahîdî ji dîroka gelekî re dike. Lê belê êrîşên dagirkeran yên dijwar ku gund û malên gelê Kurd dişewitandin, gel neçar dihîştin ku ax û warên xwe berdin û koç bikin. Ev êrîşên xedar bûbû para malbata Halime jî. Lewma ew ji ax û gundê xwe bûn û koçî Mexmûrê kirin. Salname 15’ê Sibata 1999’an nîşan dida. Hêzên hegemonîk bi komployeke navnetewî xwestin Roja Kurdan tarî bikin û Rêberê mirovahiyê Rêber APO dîl girtin. Lê gelê Kurd bi şiyara ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bersiv dan komplogeran. Li seranserî cîhanê gelê Kurd ji bo lanet kirina vê rojê serî rakirin. Ciwanan jî ji bo bilindkirina tekoşînê ref bi ref berê xwe didan çiyayên azad. Halime Kaya jî weke ciwanekê ji hêrsa komploya ser Rêber Apo agirê tolhildanê di dilê wê de geş dibû. Lewma ji bo ku ew jî ji komplogeran re bibe bersiveke xurt agirê di dilê xwe de bi agirê Newrozê re dike yek û di 21’ê Adara 1999’an de, bi hevala xwe ya zarokatiyê re, bi fermandar şehîd Şîlan Goyî re beşdarî nava refên azadiyê dibe. Halime Kaya ango bi navê xwe ya din, bi navê ku wê di dîrokê de bibe fermandareke nemir Axîn Cûdî ve dest bi rêwîtiya xwe ya azadiyê dike. Bi çavên tije hezkirin, bi hestên kîn û tolhildanê ve ew xwe digihîne çiyayên azad. Qada Xakûrkê jê re dibe destpêka tekoşîna wê. Ji bo ku ew karibe ji komplo û kiryarên dagirkeriyê re bibe bersiv, her di nava hewildanên xwe zû pêşxistinê de ye. Ew herdem xwe ji her alî ve pêş dixe. Lewma ew di nava demeke kin de dibe gerîlayeke xurt û jêhatî. Dildara azadiyê Axîn hîn di destpêka meşa xwe de Rêber APO dike pisûleya jiyana xwe ya şoreşgerî. Ew xwe li ser fikir û ramanên Rêber APO mezin dike. Piştî pratîkeke têr û tijî ya qadên Qendîl û Xakûrkê ew berê xwe dide qada herî zehmet û dijwar qada a Zagrosan. Fedaiya welatê xwe, xwe bi çiyayên welatê xwe re dike yek. Lewma dema ku te lê meyze dikir di her gaveke wê de çiyayên bi heybet li pişt wê bûn. Li ser her şopa gaveke wê gulên herî bedew şîn dibûn. Lewma xwezaya Zagrosê ya herî dijwar deriyê dilê xwe jê re vedike û wê digre hembêza xwe. Lewma ew mîna ku perçeyek ji van çiyayan be, gav bi gav di xaçerêyên Zagrosê de dimeşe. Dilsoza azadiyê Axîn Cûdî li Zagrosan pratîkên herî dijwar dide meşandin. Ew herdem ji zehmetiyan mezintir bû. Wê ti zehmetî li pêşiya tekoşîna xwe nedikir astengî. Her wiha cihê ku heval Axîn lê baya bi tekoşîna xwe gelek tiştên nû avadikir. Ji ber ku ew jî afrînera jiyana azad bû. Heval Axîn li qada Zagrosan beşdarî gelek çalakiyan dibe. Ew di her çalakiyekê de rol û misyonekî girîng dilîze. Di nav her çalakiyekê de ew dibe bersiveke xurt ji dijmin re û bi çalakvantiya xwe ve mohra xwe li çalakiyan dide. Di tekoşîna azadiya gelê Kurd de ango di nava refên gerîla de tiştê ku dihêle ev tekoşîn bi awayekî hîn xurtir were meşandin û bigihîje serkeftinê rêhevaltiya di nava gerîlayên azadiyê de ye. Rêheval Axîn jî bi her hevalekî re rêhevaleke durust, dilgerm û girêdayî bû. Ew ji ber vê hezkirin û girêdana xwe di nava rêhevalên xwe de pir dihat hezkirin. Ew bi her hevalekî xwe re dibû rêhevala rojên zehmet. Li gel heval Axîn nirxê her hevalekî pir cuda bû. Helbet wê dixwest ku ji Rêber APO re bibe rêhevaleke rast. Lewma ew her dem di nava hewldanên vê de bû. Ji ber vê jî heval Axîn her roj pirtûkên Rêber APO dixwend, ji bo ku karibe her roj gaveke din ber bi Rêber APO ve bavêje. Di nava rêwitiya xwe ya dirêj de Rêheval Axîn li qada Heftenînê jî gelek pratîkên bi nirx dide meşandin. Heval Axîn li qada Heftenînê hem dibe fermandara şer û hem jî ji rêhevalên xwe re dibe fermandara jiyanê. Fermandara fedaî herdem ji rêhevalên xwe re dibe pêşengeke mînak. Bi pêşengtiya xwe ve ew dibe mamosteya jiyana azad. Wê xwe li ser ramanên azad yê Rêber APO perwerde dikir û gûrçûpêç dikir. Lewma ew bi fikra heqîqetê ya ku ji Rêber APO ve girtiye gelek kar û xebatên serkeftî dide meşandin. Her wiha wê bi fikrên ku ji Rêber APO girtiye ve gelek gerîlayên azadiyê mezin dike. Lewma nêvenga ku fermandar Axîn lê baya, ew der bi Ramanên Rêber APO, hezkirina hevaltî û jiyanê ve dagirtiye. Ew bi vî rengî ji rêhevalê xwe re dibû navenda hezkirinê. Di jiyana şoreşgerî ya heval Axîn de yek ji qada ku herî zêde bandorî li ser rêveçûna wê ya gerîlatî dike qada Zagrosan e. Fermandar Axîn li Zagrosan de salên dirêj li qada Avaşînê fermandarî dike. Avaşîna ku niha ji dagirkeran re bûye gor, ji fermandara dilderyayî Axîn re rêhevaleke mezin bû. Avaşîn bi çiya û darên xwe ve, bi çem û kaniyên xwe ve şahîdî ji tekoşîna fermandar Axîn re dikir. Di her xaçerêya ku tê de dimeşe, gelek bîranîn gerîlayên leheng dibihîse. Lewma ew jî ji bo jiyanîkirina van fedaiyan tekoşîneke mezin dike. Heval Axîn dilsozê rêhevalê xwe bû û şopdarê rêhevalên xwe yên şehîd bû. Lewma rêheval û fermandar Axîn ji bo jiyankirina bîranînên şehîdan bê eman têdikoşe. Bi destpêkirina operasyona qada Avaşînê ve gerîlayên azadiyê bi berxwedan û şerê xwe ve bersivên tund dan dagirkeran. Fermandar Axîn Cûdî jî li çeperên herî pêş cihê xwe girt û ji dagirkeran re bû bersiva herî xurt. Wê li qada Avaşînê jî fermandarî ji gelek çalakiyan re kir. Ew bi şer û tekoşîna xwe ya li hember dagirkeriyê hat nasîn. Ew mîna heybeta çiyayên Avaşînê li pêşiya dagirkeriyê bû kelem. Qada ku berê Fermandar Axîn lê maye dema rû bi rûyî êrîşên dagirkeriyê hat, ji bo parastina wê berê xwe dide wir. Rawestgeha fermandara fedaiyan vê carê qada Heftanîne, ku li vê qadê gelek destanên fedaiyane hatine jiyîn. Bi dijwarbûna êrîşên dagirkeriyê, fermandar Axîn jî tekoşîn û şerê xwe dijwartir da meşandin. Ew bi tekoşîn û şerê xwe ve tevahî êrîşên dagirkeriyê pûç kirin. Ew li Heftanînê dibû navê berxwedan û tekoşînê. Wê ticarî serî ji dagirkeran re netewand, wê ti carî dev ji tekoşînê berneda, wê ti carî xiyanet li xeyalên xwe yî zarokatiyê nekir. Wê xwe hîn zêdetir nêzî azadiyê kir, wê tekoşîna xwe bihêztir kir, ew bû rêhevala Rêber APO. Fermandar Axîn Cûdî heta kêliya dawiyê bi fedaiyane têkoşiya û şer kir, bi lehengtiyeke bê mînak ve di 29’ê Cotmeha 2024’an de li qada Heftanînê bi du rêhevalên xwe re digihîje şehadetê. Wê 25 salên têr û tije tekoşîn da meşandin. Wê 25 sal fedaî doza azadiya gelê xwe kir. Wê 25 sal her dem şerekî bê eman da meşandin. Her roj fermandar Axîn ala serkeftinê li ba kir. Ew xwedî bîr û bawerî bû ku wê tekoşîna azadiya gelê Kurd bi serkeftinê ve tacîdar bibe, lewma ew jî bê rawestandin di vê rêkê de meşiya heta ku gihîşte heqîqetê. Ew bû sembol ji tekoşîna azadiya jin re, ew bû pêşeng û fermandareke nemir ji tekoşînvanên heqîqetê re. Ew bû xet û soza tolhildanê ji gerîlayên azadiyê re. Ew bû dengê azadiyê ku bi tîpên zêrîn navê xwe derbasî dîrokê kir. Rêhevala Wê Ya Têkoşînê
FERMANDARA DILDERYAYÎ AXÎN CÛDÎ
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 343


