Vaye navê tolrakirina zarokatiyeke ku nehatiye jiyankirin Rewşen e. Navê hilanîna heyfa hesreta dîtina bavê xwe Rewşen e. Navê axîna ku ji gundên di nava pêt û alavên agir de dişewite Rewşen e.
Navê tolwergitina jiyankirina li ser axa xwe Rewşene. Navê ronahîkirina dilê gelê xwe her wiha nav, reng û rewneqa gihandina azadiyê Rewşen e. Botana ku bi hezaran qehreman ji nava hinavên xwe derxistin, ji wan re bû palpişt û bi asîbûna xwe ji wan re bû ronahî, şahidî ji zayineke nû re dike. Botana ku gelê herî resen li ser axa wê xwe kirin civak û navê çanda xwe kirin berxwedan û serhildan di sala 1994’an de di baweşa xwe de pêşwaziya hatina ewladeke nû dike. Navekî nû, canekî nû, ruhekî nû û nefeseke nû bi nave Rewşen Urek li gelê Botanê zêde dibe. Rewşen li navçeya Qilebanê ku pala xwe dide Kêla Memê çavê xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welatparêz a eşîreta Goyîyan de mezin dibe. Ew eşîreta ku bi cesaret, welathezî û egîdiya xwe ve tê nasîn, Rewşena nûhatî li ser wê çandê perwerde dike. Malbata wê jî mîna gelek malbatan şahidî ji dîroka bi dehan sehildanên gelê Kurd re kiriye û di nav de cih girtiye. Her wiha li hember komkujî û qirkeriya dagirkeran ti carî çongên xwe nedaniye. Bi taybet jî bi derketina tevgera azadiyê PKK’ê re eşîreta wê dibe yek ji sempatîzanên destpêkê. Lewma Rewşen pir bi şense ku hîn di zarokatiya xwe de li ser wê çandê mezin dibe. Lê belê dagirkerên ku kenekî zarokeke Kurd jî ji bo wan mîna gefekê ye vê kêfxweşiya Rewşen hezim nakin. Lewma dema ku Rewşen dibe 5 salî, dagirkeriya Tirk bavê wê dîl digirin û dixin zindanê. Ji ber vê yekê Rewşena ku nû nû dest bi famkirina jiyanê dike, bêyî ku hezkirina bav bibîne, an jî bizanibe bûyîna xwedî bav hestekî çawaye, bi rastiya zindanê re rû bi rû tê. Ji ber vê yekê her sala ku derbas dibe Rewşen ji ber hesreta dîtina bavê xwe, li hember dijmin dibe xwedî kîn û hêrseke mezin. Lê belê dewleta Tirk bi vê re sînordar namîne, ji ber ku malbatek pir welatparêze û bi dehan ewladên xwe diyarî doza welat kiriye, dewleta faşîst zulm û zora xwe zêde dike. Ji ber vê yekê Rewşen li gel malbata xwe dibe penaber û berê xwe dide Mexmûrê. Bi vî rengî ew zaroka biçûk tiştên ku destpêkê dibîne û peyvên ku destpêkê fêr dibe, zulm, şîdet, dagirkerî, zindan û penabertî ye. Li hember vê yekê ma mumkine mirov mîna zarokên li welatên azad mezin bibe û xeyalan birêse? Ma gelo pêkane ku ji bilî hestên tolê hestekî di dilê xwe de bihewîne? An jî gelo dibe dilê wan ji bilî xwe gihandina azadiyê ji bo tiştekî din lêbide? Bê guman ne pêkane. Lewma Rewşen jî ji bo tolgirtina mezin dikeve nava lêgerînan. Bi taybet jî şehadeta 5 mamên wê û gelek ferdên malbatê, her wiha tevlîbûna gelek mirovên wê û dîlgirtina bavê wê bandoreke mezin li ser ava dike. Ew dikeve ferqa ku ji bo rast li mîrasê wan xwedî derkeve pêwîste doza wan bişopîne û wê çandê berdewam bike. Lewma bêdudilî di sala 2012’an de tevlî nava refên gerîla dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku malbata wê navê şehîdeke dozê lê kiribû, Rewşen jî biryar dide ku navê wê yê di nava tevgerê de dîsa Rewşen bimîne. Lê ew paşnavê xwe dike Metîn. Metîn ew bavê ku Rewşen her dem bi hesreta dîtina wî bû, bi hesreta di hembêza wî de mezinbûn bû û bi wî re fêrî rastiyên jiyanê bûba bû. Lê ji ber ku dijmin ti wextê ev derfet nedayê ew jî ji bo heyfa mezin navê xwe dike Rewşen Metîn û berê lûleya tifinga xwe dide dijmin. Bi derbasbûna çiya ve mîna ku nû ji dayik bibe û gihiştibe jiyana xwe ya rasteqîn ewqasî kêfxweş dibe. Mîna ku li lutkeyên Kêla Memê be li Botanê temaşe dike û nêzî warê xwe bûyî, bi eşq jiyana çiya hembêz dike. Erê Rewşen tevgera Apoyî nas dikir, lê bûyîna yek ji endamên vê tevgerê ji bo wê mîna jiyanek û dinyayeke nû dihat. Lewra ji gava destpêkê ve dema ku civata hevalan dibîne, kombûna wan a li gel hev, bi hev re sohbetkirina wan, bi hev re xwarin xwarina wan û di her tiştî de komînalbûna wan bala wê dikşîne û pir zêde bandor li ser dike. Lewma ew jî bêyî ku xwe ji wê çêja jiyanê mehrûm bihêle mîna ku gerîlayeke bi salan be, pir zû tevlî wê jiyanê dibe û dibe parçeyekî wê. Ev komînalbûn girêdana wê zêde dike û êdî gelek tiştên nû fêr dibe. Bi dîtina perwerdeyê ve hîn zêdetir Rêber Apo ji nêz ve nas dike, fikirê ku gelê Kurd ji mehkumbûna mirinê rizgar kiriye bêtir fam dike û pêve tê girêdan. Lewra her roja ku diçe xwe hîn zêdetir deyndarê Rêber Apo û keda wî dibîne. Ji ber vê êdî hedefên xwe bi zelalî datîne. Êdî dizane ku ji bo serxistina dozê û dawî li esareta Rêbertî anînê pêwîste barên giran hilgire. Bi van hestan ve êdî rêka ku dê li ser bimeşe di ronahiya fikirê Rêber Apo û şehîdan de xêz dike û dest bi rêwîtiyê dike. Bi her perwerdeyeke ku dibîne ve êdî rastiya dîroka ku hatiye jiyankirin fêr dibe. Lewma biryar dide ku wê bi awayekî aktîf cihê xwe di nivîsandina dîroka azadiyê de bigire û dawî li vê çarenûsa reş ku li ser welat hatiye birîn bîne. Ev idîayên Rewşen, zelalî û sekna wê ya bi biryar dihêle ku di nava hevalên xwe de bibe mînak. Lewma di demeke kin de berpirsayartî radike û barê pêşengtiyê hildigire ser milên xwe. Heval Rewşen li her qada ku têde cih digire, bi fedekarî, kedkarî û girêdana xwe ya bi hevaltiyê ve tê nasîn. Bi taybet bi dîtina akademiya jina azad a Şehîd Bêrîtan ve xisletên xwe yên têkoşînê zêde dike. Êdî ew bi wê nasnameyê ve berpirsyartiyên hîn mezintir werdigire. Lewma dibêje, “ Hedefa min ewe ku ez xwe bînim asta fermandara şer û jiyanê ya mezin Şehîd Bêrîtan û her wiha tevahî hevalên xwe jî bînim vê astê. Ji ber vê yekê yek ji hedefên min ên sereke jî her dem hevaltiyeke xurt avakirine”. Bi vî awayî Rewşen erkê fermandartiyê werdigire û dest bi pratîkê dike. Ew bi hezkirin û bêyî ku westandinê nasbike di ber fêrkirina hevalên xwe de ked dide. Bi taybet weke pêşengeke YJA-STAR di xeta azadiyê de bi tevlîbûna xwe ve dibe mînak. Lewma ew di perwerdekirina gerîlayên ku nû tevlî dibin de roleke diyaker dilîze. Di fêrkirina wan de her dem Rêber Apo dayîna nasîn dike xala sereke. Heman demê jiyana azad çawa pêkan dibe bi sekna xwe ya di jiyanê, tevlîbûn û pratîka xwe ve dide nîşandan. Bi vî awayî xwedî li soz û hedefa ku ji bo xwe diyar kiriye derdikeve û di pêşxistina hevalên xwe de pêşengtî dike. Ev hezkirina wê û girêdana wê dihêle ku bi dehan heval wê ji bo xwe bikin palpişt û biryarên xurt bidin. Ji ber dizanin û dibînin ku Rewşen rêxistinê bi wan dide nasîn, jiyan rast çawa pêkan dibe dide nasîn û rêbazê têkoşînê dide nasîn Fermandara asî bi vî awayî cihê xwe di gelek xebatên girîng de digire û barên ku dikeve ser milê wê bi hezkirineke mezin ve hildigire. Heman demê tevahî erkên xwe bê qisûr pêk tîne. Bi van taybetmendiyan ve jî dibe sembola milîtantiya heqîqî ya PKK’ê û PAJK’ê. Heval Rewşen bi vê tevlîbûnê ve her roja ku diçe derbeyên giran li mejiyê dagirkeriyê dide. Ji ber dizane ku her ciwanek ji nava lepên wê pergalê xelaskirin çalakiyeke herî mezine, her wiha mejiyê dijmin pûçkirine. Bi vî awayî tola zarokatiya xwe bi tevlîbûneke xurt ya nava refên azadiyê ve hildigire. Heval Rewşen di Mijdara sala 2016’an de di encama êrîşeke dijmin de digihêje şehadetê. Ji roja tevlîbûna xwe heya kêliya nefesa xwe ya dawî jiyaneke bi têkoşîneke pir xurt ve dagirtî jiyan dike. Ew dide diyarkirin ku xewdî derketina li çanda welatparêziyê bi çi awayî pêk tê. Her wiha tola mezin çawa tê rakirin di kesayeta xwe de dide nîşandan.


