Rêhevala Wê Ya Têkoşînê
Biriqîna çavên wê tenê peyva tolhildan digot. Lêvên wê tenê peyva azadiyê dizanîbûn. Di bexçeyê dilê wê de tenê tovên rizgariyê hatibûn çandin. Û di mejiyê wê tenê û tenê hevoka “Heta serxwebûn û azadiya welat têkoşîn” hatibû kolandin.
Li ser xaka pîroz ku mirovahiyê tê de dest bi jiyanê kirine û civaka yekemîn tê de sazkirine jiyan kirin û bûyîna tovekî wê axê serbilindiyeke mezin e. Bêguman ev berpirsyartî û barê xwediyên axê jî girantir dike. Ji ber ew axa ku dayiktî ji mirovan kiriye, di dergûşa xwe de ew lorandine û di hembêza xwe de ew parastine, ger rojekê şûrên neyaran li ser wê bên rakirin, an lingên dagirkeran pêlî wê bikin an jî werin ji xwe re hêlîn çêkin, wê bang li ewladên xwe ên resen bike da ku dayika xwe rizgar bikin. Yek ji wan axên ku ji mirovatiyê re dayiktî kir jî Kurdistana zêrîne. Lê çavnebariya mirovên xwedî hişmendiya desthilatdariyê dihişt ku tevahî sînoran derbas bikin. Bi êrîşkirin û talankirinê ve dixwestin Kurdistanê bikin beyar. Lê li hember wê zarokên welatê rojê qebûl nedikirin ku yek destdirêjî li ser namusa wan bikin. Lewma ji hûr heya gir ketin serhildan û cengên giran.
Yek ji herêmên ku dest ji axa xwe bernedan, çanda berxwedaniyê di lutkeyê de dan jiyan kirin û bi serhildanên xwe rojek be jî serî ji dagirkeran re netewandin gelê herêma Botanê ye. Vaye botana ku şahidî ji dîroka hezarên salan re kiriye, hîn jî bi serbilindî radiweste û dibe kula dilê neyaran. Gelê Botanê bi hişmendiya xweparastinê gelek nifş mezin kirin û perwerde kirin. Bi derketina Partiya Karkerên Kurdistan ve da ku hebûna xwe mayinde bikin, ewladên ku perwerdeya parastina rûmetê û şerefê dabûn wan, bi serfirazî berê wan dan şoreşê.
Di nava malbateke Botanî, di sala 97’an de li Cizîra Botan keçeke mîna xunçeyekê çavê xwe li dinyayê vedike. Ew bi navê Şeyda Eren ve dest bi jiyanê dike. Lê gelo ewê bûba Şeydaya kîjan evînê, wê derbasbûna demê ev bida nîşandan. Şeyda di nava hestên welatparêziyê de fêrî jiyanê dibe. Lewma hîn ji zaroktiya xwe ve dikeve ferqa dagirkeriya li ser welatê xwe. Lê bi perwerdeya ku ji malbata xwe ya serhildêr ve digre fêrî rêbazên têkoşînê dibe. Fêr dibe ku di bin her şert û mercî de dest ji çand û zimanê xwe bernede. Fêr dibe ku çiqas êrîş hebin jî dest ji nasnameya xwe ya Kurdîniyê bernede. Bi vê yekê ve her roja ku mezin dibe di dilê wê de welat mîna evîna ku pêwîste xwe bigihînê ye cih digire û dibe Şeydaya evîna welatê xwe. Ne tenê ya welat heman demê dibe Şeydaya rizgarvanên welatê xwe. Ew hem ji zarokatiyê ve partiya azadiyê nas dike, hem jî bi wan ve tê girêdan. Lewma bi çûyîna dibistanên pergalê ve weke fealiyeteke li dijî dijmin tevlî xebatên ciwanan dibe. Da ku ciwan nekevin bin çanda bişaftinê û ji çanda xwe dûr nekevin gelek xebatên girîng dike. Ji ber vê tevgerê, dibe hedefa dijmin û di kêliyên xebatê de ji aliyê dijmin ve tê hedef girtin û di lingê xwe de birîndar dibe. Lê belê ev birîndarî çavê wê natirsîne berovajî di agirgeha dilê wê de agirê tolê hil dike. Heman demê dizane ku ger mirov bi tirs jiyan bike ewê tenê bibe temaşevan. Ji bo ku ew nebe temaşevan biryarên girîng dide. Ew dibîne ku di bexçeyê Kurdistana wê de gelek gihayên ku zerar didin û dixwazin hişk bikin, şîn bûne. Lewma ew biryar dide ku biçe wan gihayên ku nexweşiyê belav dikin eşêf bike û bexçê welat hîn geştir, zindîtir û şîntir bike. Lewra bi heyecaneke mezin di sala 2015’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Şeyda bi navê Şevîn Çekdar ve sernavê têkoşîna xwe datîne û cilê gerîlatiyê li ber xwe dike. Bêyî ku tiştekî ji heyecan û moralê xwe kêm bike, berovajî bi zêdekirina wê ve tevlî perwerdeya bingehîn dibe. Ew ji bo xwe famkirin û naskirina Rêbertî dike hedefê sereke. Ji ber dizane ger ku Rêbertî rast fambike ewê hem dîroka xwe bi taybet weke jin rastiya xwe, dîroka welat û gelê xwe jî fam bike û nas bike. Dema ku ev hemû pêk werin jî wê pratîkeke serkeftî jî bibe mijara gotinê. Lewma ew herdem bi vê zanebûnê ve tevdigere û tevlî dibe. Mîna her gerîlayekî ew jî herî zêde ji hevaltiya di nava civata PKK’ê de bandor dibe û bi hevaltiya xwe ya nava pergalê ve tîne berhev û hevrû dike. Dema ku dibîne hevaltiyeke ne li ser berjewendiyane, her wiha ewqasî bi hev ve girêdayîne tevî ku her yek ji wan ji cihekî cudaye jî, lê heya asta ku canê xwe di ber hev de feda dikin diçin, ev asta têkiliyê bandoreke mezin li ser wê avadike û êdî têkoşîna bûyîna hevrêyeke rast di şexsê xwe de bilind dike.
Heval Şevîn bi berpirsyartî û fedekartiyeke mezin li gelek qadan xebat dimeşîne. Bi taybet weke gerîlayeke jin di her qada ku lê dimîne de bi rola pêşengtiyê ve radibe. Ew bi zanebûna sekna jina azad ve jiyan dike û dide jiyan kirin. Da ku vê astê xurtir bike û hîn zêdetir bi awayekî aktîf rolê xwe bilîze, hem di warê leşkerî hem jî îdeolojî de perwerde dibîne. Ew di milekî de dibe sekvaneke pispor, di milekî de jî nasnameya fermandartiyê digire. Bi van nasnameyan ve dizane ku barê wê girantir bûye, lê ji ber ku jina esîl ya Botanê ye, wê berpirsyartiyê bi ji xwe bawerbûneke mezin ve pêşwazî dike. Heval Şevîn her dem di ferqê de ye ku ev pêvajo wê çarenûsa gelê wê bide diyar kirin. Heman demê bêyî derketina Rêbertî ji zindana Îmraliyê, dizane ku wê azadî ne pêkan be. Lewma asta têkoşîna xwe bilindtir dike. Ji ber ku wê wateya jiyanê bi naskirina Rêbertî ve naskir, tama xweşiyê di jiyana ku Rêbertî avakiriye de girt, nasnameya xwe weke jinekê di heqîqeta Rêbertiyê de dît, bi Rêbertiyê ve kete ferqa hêza xwe û bi Rêbertî ve azadî çawa tê bidestxistin fêr bû. Lewma ew jiyaneke bê Rêbertî tehemûl nake. Her dem naveroka lêhûrbûn û jiyana wê dibe Rêbertî. Ji ber wê her dem dibêje, “Ez naxwazim sala 2023’yan bi esareta Rêbertî re pêşwazî bikim, naxwazim saleke din Rêbertî di bin tecrîdê de bibînim û naxwazim saleke din bêyî hebûna Rêbertî ya fîzîkî di nava jiyanê de bibînim û jiyan bikim”. Ji ber vê yekê ew bi israra re xwe dixwaze di qadên şer de cih bigre .
Heval Şevîn bi idîaya serkeftinê berê xwe dide qadên operasyonê, weke fermandareke demê pêşengtî ji tîmên bi tevger re dike. Bi sekna xwe ya mutewazî, kesayeta xwe ya dagirtî û îdeolojîk ji tevahî hevrêyên xwe re dibe mînak. Li ser xeta Bêrîtanan fermandartiyeke mukemel dide meşandin. Lewma her kes dixwaze di bin fermandartiya wê de cih bigire û bi wê re xebatan bide meşandin. Bi operasyonên ku dijmin li ser Herêmên Parastina Medya de zêde dike ve li gel tîma xwe berê xwe dide qada Metîna. Bi pêşengtiyeke ku ji pêvajoyê re bibe bersiv dest bi pratîkê dike. Ew demê rast dixwîne û dijminê xwe baş dişopîne. Bi vî awayî li gel tîma xwe derbeyên giran li dijmin dide. Heval Şevîn bi çalakiyên xwe yên sekvanî ve nefesê li dijmin diçikîne. Heman demê da ku barê hevalên ku di tunelan de li ber xwe didin sivik be, di qadê de bê navber çalakiyan plan dike û pêktîne. Fermandara ciwan bi tîma xwe ya ku rawestanê nas nake mîna xeyaletan tevdigerin û li her derê li dijmin didin. Ev sekn di tevahî qadê de bandor dike û ji tevahî hevalan re dibe cihê hêz û moralê. Her çendî di qadên operesyonê de û di eraziyeke ku dijmin xwe bi cih kiribe de zehmetî hebin jî, lê ew tu carî vê ji xwe re nake derd û bi pisportî tevdigere. Bi vî rengî gelek çalakiyên bi hêz dike û dijimin pûç dike.
Fermandara demê di 24 îlona 2022’an de di encama êrîşên dijmin de digihîje şehadetê û ruhê xwe bi bêmiriniyê şa dike. Heval Şevîn mîna ewladeke baş ya axa pîroz ji kêliya ku dest bi famkirina jiyanê dike heya kêliya şehadetê bi ax doza azadiyê ve girêdayî ma. Ji hevrêyên xwe re berhemên giranbuha dihêle û di ezmanê têkoşîna wan de dibe stêrkek û riya wan ronî dike.


