Rêber Apo bi derbasbûna xwe a ji Rojavayê Kurdistanê re, şensekî mezin ji bo gelê wê derê xêz kir. Gelek malbatan şensê dîtina Roja azad qezenc kirin, gelek kar û xebatên ku ketin xizmeta wî gelî de û ew li hemberî jiyana pergalê zane kirin, bi rêvberiya Rêber Apo hatin meşandin.
Di dirêjahiya 20 salan de, her hêviya jiyaneke nû di dilê wî gelî de çand, kokên welatperweriyeke saxlem avête bexçeyê dilê wan, evîna welat di giyana wan de kolan. Lewra eger roja îro gelê Rojava xwediyê şoreşeke wiha bi heybet û mezine, hemû bi saya dilopên xwêdana Rêber Apo û keda nemirên vê dozê ye. Di Sala 1996’an de, li gundê Beyandûr yê girêdayî bajarê Tirbespiyê heval Canda bi navê xwe yê rast Jiyan Ebdullah, di nava malbateke bi dîtina Rêber Apo bextewar de hatiye dine. Malbata wê heya dawiyê bi keda Rêber Apo ve girêdayiye, dilêşê gerîlayê xwe ye û ji bo azadiya xaka xwe amadeye her bedelî bide. Lewra heval Canda li ber vegotinên dayika xwe yên li ser jiyana gerîla, çiya û bedwiya Kurdistanê mezin dibe. Hesret û keserên ku dayê ji bo carekedin dîtina Rêber Apo dikşandin sînga xwe, mîna neqşa li ser latekê şopên xwe di giyana Canda de dihêle. Lewra ewê her li bende bana ka wê kengî mezin bibe, da ku berê xwe bide wan bilindahiyê ku her qala xweşikya wan jê re hatiye kirin, bi kelcan û meraq li bendeye wê kengî bibe ew şerkera bi hêz, ji bo azadiya Rêber Apo tekoşîn bike û kesera hesretê ji dilê dayika xwe û bi hezaran dayikên Kurd derîne. Bi bişkivîna şoreşa Rojava re, kulîlka temenê heval Canda jî dibişkive, germahiya cenga şoreşê jî dibe sedemeke baş ku ew bi lez biryara xwe a tevlîbûnê bide û xwe berde nava refên YPJ’ê. Ji bona me hemûyan hevala ku em destpêkê wê dibînin, an jî hevala ku em bi rêka wê tevlî nava şoreşê dibin, cihekî xwe yê taybet ji hestên hezkirina me de digre, yê heval Canda jî wê ev taybetî ji bo heval Warşîn Cûdî peşkeş kiribana. Dema ew yekem car wê dibîne bi heybeta sekna wê, ji xwe baweriya wê a bê sînor li ser Canda bandor dike, û yekser wê xeyalê dike ku ew jî rojekê wiha kevin bibe û bi hizrên Rêbertiyê re wiha bi heybet û bedew bibe. Ji bo heval Canda em nikarin bêjin ku miroveke ji rêzê bû, ji ber ku ew hîna beriya tevlî bibe di nava malbata xwe de, di nava hevalên xwe de, bi şehrezayî, zekaya xwe bi jêhatî bûna xwe tê nasîn, bi nazenîniya hestên xwe û mezinhaiya dilê xwe tê hezkirin. Ji bo wê ew dema tevlîbû bi vê bingehê kesayeta xwe a zîrek pir zû di dibistanên Rêber Apo de pêşket û karî ziraviyên jiyana şoreşgerî dawerivîne kesayeta xwe. Ne tenê di jiyanê de wê ev fêm kirina xwe di şerê xwe de jî her raber dikir, yê ku li cesaret û lehengiya wê a di çeperên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê didît, ne gengaz bû ku fêmneke ka, heval Canda çiqasî xwedî baweriyeke mezine bi vî şerî, çiqasî êşa gelê xwe hîs dike û ji bo wan xwe feda dike. An jî di wê tabloyê de, zehmetbû ku eşqa wê a li hember xaka welat nehatibana fêm kirin. Bê guman wê beşek ji vê hezkirina mezin ji bo têkiliyên wê yên rêhevaltiyê hatiban veqetandin. Heval Canda wiha bi kûranî hevalê xwe hîs dikir, mîna ku bikaribe dil û aqilan bixwîne wan hîs dikir dikir û yekîtiya xwe bi wan re çêdikir. Dizanîbû nirxdayina xwe a ji hevalên xwe re bi wan bide hîs kirin û dilşadî li giyan wan bar dikir. Lewra bi şehadeta wan re jî ew pir xemgîn dibû û agirê tolhildanê giyan wê disojand. Hele dema yê şehîd bikeve heval Warşîn ya ku wê tevlî refên azadiyê kiribe, li kêleka wê jî Zîlana ku bi Canda re gava xwe avêtiye van refan be, wê ev sotînerî û jan hîn kûrtir be, heyf û tola wan wê hîn girantir be. Lewma heval Canda tolhildana mezin tenê di kuştina hijmareke mezin a çeteyên DAÎŞ ‘ê de nabîne, ew di xwe kûr kirina di ramanên Rêber Apo de û di ziwa kirina zihniyetên ku van çeteyan xwedî dikin de dibîne. Ji bo vê; ew sala 2014’yan berê xwe dide dibistanên çiyayî û xwe xurtkirina di hembêza wan de ji bo xwe dike armanc. Heval Canda çîrokên dirêj li ser bedewiya çiyayên Kurdistanê bihsîtibû, lê Heftanîna heft reng di sehara yekem di sihir û cemala xwe li ber çavên wê radixe, bi nazanîniyeke ji xwe bawer jê re dibêje çîrokan ti carî nekariye xweşikbûna min bi heq pênas bikin. heval canda jî li pey wê heman hebokê dûbare dike û dibêje tu rast dibêjî xweşikbûna ku niha çavên esîr girtiye kesî ji min re ewqasî rasteqîn pênase nekiribû. Bi vî awayî Heftanîn bihûştiya çiyayên Kurdistanê di bejin û bala xwwe de nîşanî heval Canda dide û di saetên destpêkê de dil û çavên ji xwe re digre. Heya nêzî du salan heval Canda li nava wê heftrengiyê de gerîlatî dike, girêdayî terzê tevgerîna gerîlatî, ziraviyên jiyana fêr dibe. Pisporiya xwe a di şerê bajaran de di nava perwerdeyan de bi rêhevalên xwe re par ve dike, ew jî taktîkên şerê gerîlatiya li çiyê fêrî wê dikin. Di nava du salan de heval Canda li wê qadê bingehekî qayim ji bo xwe çêdike û hedefên xwe mezintir dike. Derketina heval Canda a ji qada Heftanînê ber bi akademiya bîrdozî a şehîd Haqî Karer ve dibe. Hatina çiyê gelek nûbûnên xweşik di giyana heval Canda û hestên wê de çêkiribû, bi hatina xwe a perwerdeyê re hemû hewlên wê ewbûn ku wan nûbûna bi xurtî rêxistin bike, bikaribe hemû hêza xwe a fikrî, aqil û hestên xwe bixe bin xizmeta şoreşa azadiyê de, kesayetê jineke zane, bi hizrên azad xemilandî di xwe de biafirîne. Lewma heval Canda bi gelek teybetmendiyên xwe re dikeve nava şerekî giran de û di runiştandina rêgezên Apo’yî de îsrar dike. Ji xwe yek ji mebdeyên heval Canda ew ku mirov bixwzibe çi ava bike şerte ku gava yekem ji kesayeta xwe de dest pê bike. piştî perwerdê heval Canda li qada Qendîlê sal û nîvekê piratîk dide meşandin, di nava wê piratîkê de di her kêliyê de, hem fîzîkî hem, fikrî û ruhî xwe ji bo qadên Bakûr amade dike. Sala 2019’yan dema girevên birçûbûnê ji bo azadiya Rêber Apo hatin destpêkirin, fedakerî û fedayibûna ku gelê Kurd ji bo Rêbertiyê didan nîşandan, bûne sedem ku hazirtiyên heval Canda bi hestên awarte ve temam bibin û biryara destpêkirina merheleyeke nû di tekoşîna xwe de dide. Ji erdnigariya Bakurê Kurdistanê Serheda asî bû xwediya wê bextewariyê, sala 2019’ye, rêwitiya heval Canda wê ber bi şox û şemala Serhedê ve destpê bike. Xeyalên ku wê bi salan hunandibûn pêkhatin, êdî ew gerîlayeke wan çiyayên bi heybete. Pîlan û projeyên xwe yên li ser lêdana dijimin bi salan di mejiyê xwe de teswir kiribûn dixiste piratîkê de, û darbeyên giran bi agirê tolhiladanê bi ser dijmin de dibarand. Heval Canda bi jêhatîbûn, zanist, rêxistibûyîn û ezmûnên xwe yê mezin tevlî gelek çalakiyan dibe, bi rêhevalên xwe yên li qadê re rihekî wiha raber dikin ku bi şerê qada Serhedê bersiveke xurt bidine neyar. Li kêleka xwe kûrkirina di gerîlatiya Bakur û şerê wê de, heval Canda dinyaya xwe ya manewî jî li wê qadê hîn dewlemend dike. Di nava mercên herî zehmet de, di nava derfetên sînordar de, li hemberî êrîşên herîş dijwar ew dilekî tije hêviya serkeftinê dest dide yên hevalên xwe û bi ser her kelmî de diçe. Dagirkeriya Tirk her dem ji hebûna mirovên wiha xweşik û zana bi derde, lewra ew êrîşên xwe yên namerdane bê navber didomîne. Roja 20’ê Cotmeha sala 2022’an, li herême Kirê Halac ya girêdayî Gilîdax’ê, li hemberî operasyona ku artêşa Tirk a dagirker li wê qadê dest pêkiribû, heval Canda bi rihê xwe fedayî, bêyî ku yek saniyayê dudilî jiyan bike, şerekî mezin dike, heya henaseya xwe ya dawî xaka welatê xwe di parêze û digihije şehadetê. Rêhevalê Wê Yê Têkoşînê


