Bû wargeha gelek mêrxas û jinxasên leheng Avaşîn. Gelek xwîn rijandin egîdan li ser vê erdê, gelek xwîn vexwar ev ax. Gelek baran barîn piştra, ewran xwe xalî kirin û berf ket cihên nêzî Xweda.
Newal tejî bûn û her dolikek bû rûbarek çavtirsîn ji ber xûme xuma pêlên har. Lê hîn li wire ew xwîn û hîn jî weke dûh. Nayê şuştin xwîna egîdan, jixweber naçe ger nebin bablîsokên tolhildan û bagerên bêrehm li hember çeq û çeqelan. Başe di mîhwera vê şoreşê de peyda dibûn kesayetên wek bageran. Çav li piştê namîne di her çuyînekî parzemîna stêrkan de. Heta hebin yên li dûv û ew jî li dûv rûmetê, çuyîn jî ne nivî ne helbet. Dil rehet, hiş rehet û rih bi aramî xwe dikşîne ji lingên cara dawî gerim. Çek zingar nagirin di vî welatî de û çek bê giyan namînîn wek çoyekî bi çend hesinan hatî pêçan. Heta hebin yên li dûv, wek pêkhatînek bêwate xwe dibîne mirin. Kî bûn ew kesên li dûv dimînin ku bi wan barên pişt qof dike, bi hestên giran. Çend dilan dikare rabike dilên ji xwe tewanbar û çend mirin divê vegere jiyanekî tev tolhildan. Gelo kî dikare di van rojên gir û giran ji her mirinekî bêdem re bibe cellad. Wê çend Adîfe carekî din werin li ser vê dinê û bibin jinên dilwêrek ya Zagrosan. Wê Zagros carekî din kengî şahîdiya serpêhatiyekî wisa bêhemta bike. Adîfe... Şêrejin, canejin, cengawer, pehlewan û hemû peyvên ku di pîrozmendiya giyana te de ji xwe şerim bikin da ku rêz bibin li kêleka navê te. Lê ne bes, ne têr, ne tam û neheq. Ziman bê kêr maye, pênûs bi hibra xwere nakoke, wêje ji merîfetên xwe xeyîdiye û hûner matmayî maye. Lê teqez divê were nasîn, divê were zanîn ku tû bûyî zanista jinên leheng. Xîzan bimîne jî wêjeya pênûsa min û ne ji sedî yek heqîqeta te be jî divê ez deryaya lehengiya te dilopek be jî hilbigrim û bigihînim şervanên vî welatî re. Ew dilopa ku morik bi morik li ser eniya fedaiyên serdemê, ew dilopa ku jan bi jan diherike ji laşên çeleng û ciwan ji bo siberojên azad. Adîfe... Jina ku bi bedena xwe ya ciwan berpirsiyartiyên sedsalekî radike li qadekî wekî Zagrosan. Jina ku hemû kes dixwast weke wê be û di bin fermandariya wê de bibe mîlîtanek jêhatî. Adîfe ew leşkera ku dijmin jê hesûd û matmayî. Adîfe fermandarek dilnizim û şerkerek bêrehm. Hêrs bi hêrs serwextbûna tolhildanê. Neviya Zarîfe, Rindexan û Yaşar Xaniman. Tolhilgera Geliyê Zîlan û 33 gulleyan. Jinek Serhedî ya xwedî çanda qehreman. Heval Adîfe Kanîreş, di nav malbatekî welatparêz ya Serhedê ji dayîk dibe. Malbata wê nivî li Mûşê, nivî jî li Çewlîkê ye û ew piranî li Mûş’ê mezin dibe. Ji xwe navçeya Kanîreş ji ber ku li Bakurê Çewlîk ê dimîne li wir piranî çand û zimanê Serhedê serwere û her wiha hevalên ji Kanîreş’ê xwe Serhedî dihesîbînin. Heval Adîfe dema di dibistanê de dixûne lêgerînên wê, wê di gelek aliyên cûda de dikişîne. Di salên xwe yên dibistana navîn de dikeve nava alîgirên ola hişk, heta di hinek xebatên wan de jî cih digire. Ji ber teybetmendiyên xwe yên pêşengtiyê di demek kurt de di nav van xebatan de erka rêvebir digire. Di nav wan xebatan de piştî ku hîn nêzîkatiyên alîgirên Fetullah û kiryarên dij ehlaqê olî re dibe şahîd vê carê nakokiyên wê yên cûda çêdibin û ew dikeve nava lêgerînên cûda. Bi taybetî dema polîtîkayên fraksiyonên olî ya li hember şagirtên Kurd dibîne fêmdike ku ola ku ew pêre girêdayî ye hatiye berovajî kirin û ji armanca xwe hatiye dûrxistin. Adîfe bi navê civakê Dîlan, ji Kurdbûna xwe natirse û li hember kiryarên ku li berambarî Kurdan tê kirin ew dibe xwedî helwestên tûj. Ev bûyerên ku bawerî û kutsiyetên wê yên hişk de derizandinek mezin avakiribûn, Adîfe ji nakokiyên olî ber bi nakokiyên netewî ve dibirin. Vê carê ew xwe zêdetir nêzî xwendekarên Kûrd û sosyalîst dike. Her ku nîqaş û guftugoyên li nava wan de guhdar dike meraqa wê hîn zêdetir dibe û di dawiyê de di kovarekî de li rastî nivîsa kesekî bi navê Alî Firat dibe. Ew nizane ew kes kiye, li kuderêye. Lê ev kesê ku nayê zanîn zanînekî mezin di wê de avadike û ew ji van nivîsan gelekî bandor dibe. Heçkû ev kes di nava malbata wan de jiyan dike, heçkû ev kes di nava civaka wan de jiyan dike û ya herî seyr jî heçkû ev kes dinava cîhana wan de jiyan dike. Ev kes çawa dikare rewşa ku ew tê de qeyranan jiyan dike ewqas bi zelalî û şênber şîrove bike û bidahûrîne. Ew her ku dixwîne hişyar dibe, tevlî nîqaşan dibe, ji hemû qalib û tabûyan qut xwe îfade dike û her wiha cardîn ji ber teybetmendiyên xwe yê pêşeng ji gelek pirskirêkan re dibe hêza çareserî. Di jiyana xwede cara pêşî têgîna azadiyê di şexsê xwede hîs dike, xwe nêzî dibîne Adîfe. Her ku lêkolîn dike li rastî heqîqetên tûj yên mejiyên wê dibirin tê û di dawiya dawî de Adîfe xwe digihîne pirtûkên Serokatî. Dema fêm dike Alî Firat kiye li nezantî, dûrbuyîn û Kurdbuyîna xwe dikene. Bi dehan caran navê Serok ji televîzyon û înternetan, ji derdor bihîstiye lê heçko pirs bike wê gûnehekî bike her tim xwe jê dûrkiri ye. Ew her ku di vê yekê de dûr ketiye di esas deji nasnemeya xwe, ji hebûna xwe, ji zayenda xwe û ji rastiya xwe dûrketiye. Lê vê carê Adîfe dixwaze xwe pir zêde nêz bike, ji nêz ve fêm bike, ji nêz ve bişopîne û ji nêz ve nasbike. Ji bo hîn zêdetir nêzî xwe, nêzî heqîqeta xwe be. Li ser van esasan Heval Adîfe, di payîza sala 2014’an biryara tevlîbûnê yanî biryara rewîtiya xwebûnê dide. Di nava malbatê de tevlîbûna yekem û di nava herêma ku tê de jiyan dike de tevlîbûna jin ya yekem e. Dema derbasî çiya dibe ew yekser derbasî Avaşîn dibe û bi pêşniyara hevalekî kevin navê xwe dike Adîfe. Piştî ku perwerdeya xwe ya bingehîn li Avaşîn dibîne derbasî yekîneya çekên giran dibe û pratîk dide meşandin. Ew piranî li eniya Şehîd Behçet û bi teybetî jî li Govendê pratîk dimeşîne. Di gelek çalakiyan de bi awayek çalak cih digere. Di pêvajoya operasyonên Şehîd Rehîme, Şehîd Gaffur, Tepê Xwedê û Şehîd Elîşer de cihê xwe digire û gelek caran jî tevlî çalakiyên navendî dibe. Şev û roj qet ferq nake, Heval Adîfe eraziya ku tenê carekî lê biçe êdî qet jibîr nake ji ber vê jî hîn di sala xwe ya yekem de pêşengtî ji hevalan re dike û gelek caran di bin balafir û keşfên şer de hevalan dibe û tîne. Ev yek di Heval Adîfe de ezmûnên pir xort dide avakirin û ew piştî demekî derbasî yekîneya Şehîd Medenî ya bitevger dibe. Heval Adîfe, bi gelek fermandarên wekî Şehîd Gulan Gever, Şehîd Medenî Ronahî, Şehîd Arnos, Şehîd Ekîn, Şehîd Erdal û Şehîd Zinar re jiyan dike û ji wan hevalan fêrî pir tiştan dibe. Ew tiştên ku jin wan hevalan hîn bûye ji xwere dike hîmê tekoşîna xwe û di demekî kin de dibe xwedî gelek pratîkên serkeftî. Di zivistana 2017 an de yekîneya Şehîd Medenî weke 3 taximan li Dola Maran û Dola Bizinan perwerde didîtin. Taxima hevalên jin li Dola Bizinan diman. Heval Adîfe di bihara 2018’an de weke fermandar derbasî qada Şukê dibe. Dibêjin di hemû jinan de teybetmendiyên dayîktiyê hene. Ne şerte ku ew jin bi awayekî biyolojîk xwedî zarok be. Yanî di xwezaya jinê de ev yek ji xwe heye. Di hevala Adîfe de ev teybetmendî pir li pêşde bûn. Wek dayîkan nêzî hevalan dibû, kesayetek pir atifî û dilrehim bû. Siharê beriya me hemûyan radibû, çay dikeland, taştê amade dikir û piştre dihat me şiyar dikir. Mirov li hember Heval Adîfe şerim dikir. Ji dest wê bihatana wê xwarin bixista devê me jî. Dema hewa sar ba me bi kefî û parkeyan dipêçand, dema baranê li me kiriba diçû dar berhev dikir û agir pêdixist û dema me bi pişta xwe barekî anîba ew heta nîvê şevê pişta me miz dida, wisa bi şefqet, wisa dilmezin bû Adîfe. Serokatî dibêje; ‘Divê hûn bibin dildarê hemû kesan’. Heval Adîfe jî dildarê hemû hevalan bû. Ji ber teybetmendiyên xwe yên kedkar û ji ber hevaltiya xwe ya bêhesap giştî heval wê esas digirtin û guhdar dikirin. Di nîvengê de otoriteyek wê yê xwezayî hebû. Gotinekî Heval Fûat heye ku dibêje “Heqîqetê bi awayekî vebirî hertim di serkeftinê de gerandin wê rê li ber şkestinên xeyalan vebike. Çawa ku di her serkeftinê de heqîqet tûneye, her binketin jî ne şaşitî ye”. Lê belê hinek dem hene ku mirov xwe di bin giranahiyek de hîs dike, di kêliyên wisa de jî mirov herî zêde pêwîstiya xwe bi serkeftinê dibîne. Di demên wisa de jî mirov li kêleka xwe hevalek wekî Adîfe dixwaze. Mirov ji hebûna kesên wiha hêz digire, baweriyek tûnd qezenc dike û bê tereddût diçe ser armanca xwe. Ya rastî ewê baş dizanî bû li ku derê çi bike, çawa tevbigere û çi biaxive. Bi keda xwe, xwe mezin kiribû û di nava şerên dijwar de fêrî jiyanê bibû. Bi xwehdan û xwînê hûnandibû kesayeta xwe. Ketibû, rabibû, birîndar bibû, bi bîjangên kizîrî gelek mirinên sotîner li pey xwe hiştibû û her pêş de diçû Adîfe, li pişt xwe meyze nedikir, li piştê çi hebû nedizanî. Ewê her tim hemû zehmetî bi singa xwe, bi eniya xwe pêşwazî dikir. Li hember ti zor û zehmetiyê pes nekiribû Adîfe. Di dawiya pratîka sala 2018’an de bi israra hevalan li ser esasê perwerdeya fermandarî bibîne derbasî qadekî din bibû. Piştî perwerdê cardî vegeriya eyaletê û vesaziya wê ji bo fermandariya taxima Şehîd Hêvî ya girêdayî yekîneye bitevger a Şehîd Medenî çêbû. Demekî şûnde ew derbasî herema Basya bû. Di pratîka 2020’an de jî wekî fermandara tîmê ew derbasî Herêma Çarçella bû. Ji xwe wê salê herêma herî çalak û herî zêde ji pêvajoyê re tevkarî dan çêkirin jî herema Çarçella bû. Hevalan gelek çalakiyên bibandor lidarxistibûn. Skorsky xistibûn xwarê, sabotaj, sekvanî û gelek teqtîkên din yên dewlemend ve warê Bager, Devrîm, Laşer, Nuşînda, Simko û Dîrenan ji dijmin re kiribûn jehr. Bi pêşengiya Adîfe, Hebûn, Dewran, Şervan, Çiyager û Kawa yan li wê heremê gelek serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Çarçella ya ku Heval Adîfe berê erkê fermandariya tîmê lê dabû meşandin wê vê carê di sala 2021 an de wê erka taximê bidaya meşandin. Dema operasyon destpêkir Heval Adîfe jî di navde hemû hevalên grûba Çarçella li Dola Mara bûn. Di nav wan hevalan de ya ku eraziya Avaşîn herî baş nasdikir Heval Adîfe bû. Ji xwe di nava gruba ku demildest destwerdana operasyonên qadên Mêzê û Kanî Bîyê kiribû, Heval Adîfe jî hebû. Ew ji destpêka operasyonê heta roja şehîd ket her tim li erazî bû. Li Dola Mara Andok, li Tabûra Ereban Dewran li gel wê şehîd ketibûn. Bi rastî jî xwedî bîranîna wan derdiket. Li ti deverî valatî nedihişt Adîfe, li ti deverî nehişt dijmin bi aramî çeperan çêbike. Li Dola Mara, li Tabûra Ereban, li Dola Konferansê, li Mêzê, Kanî Biyê, li Mamreşo, li Mervanos, li Şehîd Dilgeş, li Şehîd Serdar û herî dawî li eraziya Werxelê di bin dehan keşîf û balafiran de, di sermaya bihar û peyîzê de, di germahiya havînê de, carnan birçî, carnan nîv têr, carnan jî bi xwehdana mehan, bisvînga wê li ser milên wê çeper bi çeper digeriya Adîfe. Divê her çeperekî dijmin bi roketa wê re li hev bihatan, her roketa ku ji çeka wê derdiket û hedefa xwe dîdit ji bona wê ne tola tayekî porê hevalek jî bû. Bi dehan caran hevalan gazî wê kirin, vesaziya wê çêbibû. Ev 7-8 sal bûn li Zagrosan, li Avaşîn, li Çarçella bê navber pratîk dabû meşandin. Lê sondxwarî bû Adîfe, bi taybetî piştî ku hevalên li Werxelê şehîd ketin divê wê Werxelê ji dijmin re kiriba dojeh. Ji şehadetên Werxelê pir bandor bibû. Ji vê yekê yekem xwe berpirsiyar didît û her tim digot teqez tola van hevalan standin yekemîn berpirsiyariya min e. Ew yek roj jî nesekinî, yek roj jî zuha neraza Adîfe, pişta wê, porên wê ji xwehdanê şil û dilê wê tijî hirs li benda çalakiya mezin bû. Şerekî ku li fermandarê xwe digeriya li holê bû lê êdî ew şer fermandarê xwe dîtibû. Li ber çavên min Adîfe ew fermandar bû ku ev şer bi wê re ketibû konaxekî din. Divê dijmin di her tevgerekî xwede hesabê vê fermandarê başkiriba, divê dijmin zanîba rêhevalên ku gerîlayên li Werxelê şehîd xistiye hîn ji li derdora wanin û wê hesabê vê yekê ji wan bipirsin. Heval Adîfe, heta kêliya şehadeta xwe jî bê rawestan an di nava çalakiyan de an jî di nava amadekariya çalakiyan de bû. Dilê wê li dijmin rehet nedibû, lewre ji bo tola her hevalek xwe cezakirina sed leşkeran jî kêm didît. Her tayekî pora wê bibû tolhildan, ji serî heta neynûka ling bibû tolhildan Adîfe. Her tişt li pişt mabûn û hedefa jiyana wê û armanca her hênaseyek wê bibû tolhildan. Heval Adîfe piştî çalakiyek bibandor ya li ser dagirkerên ku xwe li warê Serhed Giraviyan bi cih kirin ango li Herêma Mamreşo di 8’ê Cotmeha 2021 de bû rewiyê parzemîna stêrkan. Sekna Heval Adîfe ji me tevan re, kakilka hevaltiya rast raber dikir û ji me tevan re bangawaziya tolhildanekî bi rûmet dikir. Carek din ew nîveng û em dorhêl bûn ku ewê berê me dizivirand li ser rastiyan. Rastî çiqas dijwar û sotîner jî ban ew xwedî xisletekî azadkir bûn û Adîfe tenê di nava rastiyan de dikariya hênase bigire. Ewê jiyana xwe bi hevaltiyek rasteqîn ve bi wate kiribû û lewra jî tolhildana ku şehadetên hevalan li ser ferz dikir wê kiribû armanc. Jiyan û tekoşîna Heval Adîfe ne tenê bû tolhildana ji artêşekî bêhn pêketî di heman demî de bû tolhildana ji zilma 5 hezar salî. Ji xwe Rêber Apo jî digot “pêşxistina jinê, tolhildana ji koletiyê ye”. Heval Adîfe pêşketinek welê jiyan kir ku ewê çend serdem derbas kir. Pêşketina Heval Adîfe raberkir û xist di bin xizmeta azadiyê de ronahiya rêça me ye û emê heta hênaseya xwe ya dawî bi vê ronahiyê re girêdayî bimînin.
Rêhevala Wê Ya Tekoşînê


