Fermandar Sema Amed ango Leyla Gündoğdu, di sala 1984’an de li navdila bedena Kurdistanê, li Ameda paytext çavê xwe yê xemalî li dinê vedike. Di nava kevneşopiya malbatke welatperwer de mezin dibe û bi şîrê dayika xwere hezkirina xaka welatê xwe berdide hinavên xwe. Hîn zaroke Leyla, lê hêzek di dil û giyana wê de jêre dibêje dest bavêje keviran û xwe bi parêze,dayik û xaka xwe ji dagirkeran bi parêze. Ew jî mîna her zarokeke Kurdistanê çavê xwe li nava zilim û zora neyarên hov vedike. Bi taybetî piştî ku ji neçarî dev ji Ameda rengîn berdidin û berê xwe didin bajarên Tirkiyê, ew hêrs,kîn û kerb di dilê Leyla de hîn bihtir zexim û mezin dibe. Bi xwere dikeve nava monologan de û dibêje; ‘’Ev derketina min ji Amedê wê ne dawî be, wê destpêkeke nû û muhteşem be, destpêkeke tolê be ji evqas barbarî û zilmê re’’. Li zirbajarên bi nexweşiya qapîtalîzim û desthilatî werimandî her kêliyeke bi dirêjahiya salekê bi ser Leylayê de derbas dibe. Mane ew ji şeydayê xwe, ji xaka ejdadên pîroz hatiye dûrxistin, tam,deng û rengê her tiştî li ber çavên wê dibin reş û sipî. Ji wan bajaran dûr, ji nav wê jiyana qerebalix dûr, Leyla dikeve nav lêgerîna jiyana bedew, jiyaneke bi rûmet ku têde bi ser bilindi, bêyî ku mecbûr bimîne bi zimanekî cuda hestên xwe îfade bike, li jiyaneke bi çand,exlaq û nasnama Kurdî lê ne qedexe be digere. Welatparêziya malbata wê serê ta ji zaroktiya wê ve xistibûn deste wê, tene mabû Leyla vî tayê ji hêviyê bi şopîne û xwe bigihîne evîna xwe, warê Leylayên egîd. Di sala 2004’an de bi biryardarî û meraqeke mezin, li ser şîveriyên azadiyê di bilindahiya çiyayan de, gavên xwe yên destpêkê davêje. Piştî Leyla bi navekî din ji bilindahiya asîmanan, bi navê fedayiya rojê Sema jiyana xwe dewam dike. Salên ku têde Sema tevlî tevgera azadiyê dibe, salên mîna ezmûnan e, xeta tesfiyekar di nava gelek tevlîheviyade dixwaze nirxê jiyana Apoyî wenda bikin û ji holê bidin alî, li hember vê qadroyên xweragirtî, girêdayî armancê xwe û bi vîn ev îmtîhan bi serkeftî derbas dikirin û di riya tekoşînê de îsrar û zelaliya xwe raber dikirin. Semaya bîrewer tevlî her şert û mercê zehmet bi şewqa evîna xwe ya ji ax û welatê xwe re, ji Rêbertiya xwe re karî riya heqîqetê rast hilbijêre û rast bi şopîne. Bi awayekî herî zelal û radîkal tevlî nûbûna xwe, li hember xeta paşverû dibe xwedî helwest û sekinke milîtanwarî. Bi vî awayî ew bi teşe girtineke qewîm dest bi meşa xwe dike. Pir zû fêr dibe ku çawa jiyana partiyê bi parêze, çawa xwe û hevalên xwe yên jin ji zihnyeta zilamsar bi parêze. Ev jîr û jêhatîbûna xwe roj bi roj bi xwendina ramanên Rêbertiyê re bi zanist û rêzxistin dike, hîn bihtir dike xwedî berhem û bandor. Bi vê tevlîbûna xwe Sema Amed ji nêvenga xwe re dibe rêncbereke şehreza di riya azadî û serkeftinê de. Bi hezkirin û cewherê xwe yê xwezayî, bi berpisyartiya xwe ya bilind li hember jiyana Partî, di çavê hemû hevalên xwede fermandara jiyanê ye. Ev taybetmendiyên bi esil û behremendiyên rengîn yên di kesayeta Sema Amed de, wê di demeke pir kurt de dixîne bin barê pêşengiyê. Her qada ku berê xwe didiyê bi heman moral, coş û viyanê tevlî dibe, li gelek qadên çiyayê Kurdistanê, li Qendîl, Zagros û Xinêrê dimîne û bi kedeke mezin, dilopên serkeftinê dinuqutîne ser xaka pîroz. Sema Amed îstiqrar û pêşveçûnên di meşa xwe de, ji perwerdeya bi parêznameyên Rêber Apo qezenc dike, ti wextan na fikre ku van perwerdeyan weke agahî komkirinê bigre dest û têrker bibîne, hevok hevok dixwîne û dikeve hewildanê ku terzê jiyana xwe bi van ramanan bi alîne û bedew bike. Bi van hewildanê xwe re, Fermnadar Sema dibe mîna awazeke tije wate li ber guhên hevalê xwe, diba bayekî nazenîn û ji ser dilên wan zor û zehmetiyan dide alî, li hember neyaran jî dibe mîna bahoz û bablîsokeke bi xezeb. Bi hostatiyeke leşkerî di qadê cengê de dibe xwedî roleke diyrker, her heval bi xwesteke ku bi heval Sema re û bi koordîna wê bikeve çalakiyan, ji ber hevriya Rojê bi şêwazê jiyana xwe, îrade û cesûriya xwe mînaka hevaltiya rast, egîdiya jina Kurd û şergeriya wê dabû nişan. Sema dibe pirtûkek bi gelek navan, dibe pirtûka bedewiya ruh, şeydaya azadiyê, gernasa cenga zeferê û her kes wê dibîne û pêre dijî bi dem kurtî be jî, ji çavên wê yên deryayî vê pirtûkê dixwîne û fêmdike. Roja ku nêrgiza Amedê berê xwe dide asoyan, bi armanc û hedefa tolgirtinê dide rê. Tola mehrûmkirina Kurdan ji jiyankirina ser xaka welatê wan, tola qêrînên jinan yên di navê dest û lepên zilamtiya desthilat de radibin erşê li ezmanan, tola dilopên xwîna zelal ya ji bedena keç û xortên leheng hatî rijandin, Sema bi van sond û peymana dide rê. Di her kêliya jiyan xwe de bi asta tevlîbûna xwe, pêşengtî û sekna xwe dide nişan ku ew çendîn li pey van sozên xwe ye. Ji bo vê çelenga Amedê li kuderê cengeke gerim heban, wê pêşinyazî dikir biçe wêderê. Bi hêrseke mezin, bi kîneke rêxistinkirî bi ser dagirkeran digre û wan li poşmaniyê datîne ku fikirîne vê axê bi potînên xwe yên qirêj dagir bikin. Bi heman mebest û niyetê sala 2008’an Fermandara çalak vê carê berê xwe dide wargehê eşqa zaroktiya xwe, berê xwe dide Ameda hoşeng û şepal. Bi cil û bergên gabardîn, bi çek û rext û weke fermandareke bi nasnameya YJA Star, vedigere xaka ku lê ji dayikbûye, xaka ku bi darê zorê jê hetye dûrxistin. Gerdûnê êdî ew wext û zeman saz kiribû ku Sema li ser heman xakê bi celadan re bikeve hesabên kevnar. Şergeşa Apogerî bi lehengî û hostane dikeve nava gelek darbelêdanên bi bandor de, di nav gelek çalakiyan de cihê xwe digre û mil bi milê hevriyê xwe leşkerên metînger ceza dike. Bi şerkerî û coşa xwe gelek bandoriyên erênî avadike, hem li ser hevalên xwe, hem jî li ser asta şerê li qadê. Fermandar Sema Amed, lehenga cengên giran, her bi vî ruhê xwe yê esîl, bi hestên xwe yê resen û xweşik ji bo azadiya welat û gele xwe tekoşîn dide meşandin. Navber,westandin û beskirinê ti carî na nase. Di dîroka 27’ê Mijdara sala 2010’an di salvegera damezrendina Partiya Karkeran de, şoreşgera dilwêrek bi dilşahî û serfiraziyeke bê hed û sînor, li ser rêya şerefê, rêya hezkirina durust û azadiya rasteqîn berê xwe dide dinyaya bê miriniyê. Li şûna xwe, di giyan û dilê her hevaleke/î xwe de, li ser her buhustek axa çiyayên welatê xwe, nîşaneyên mizgîniya rojên bi zafer û serkeftin dihêl e, nîşaneyên ew çendî bi dil û can hiştin ku, heya roja îro û her roja were wê her bibin çavkaniya hêz, moral û îradeyê ji bo hemû hevalên Sema.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 143
Di sala 1974’an de li gundê Helêq yê Dêrika Hemko yê, şoreşgereke hemdem bi rûyekî firîşteyî çavê xwe li dinê vedike. Qehremana ku ti car wê ji dil û giyana hevriyên xwe derneyê, lehenga bi navê Hediye Cuma ango bi navê xwe yê tevgerî Nejbîr Qehreman silaveke tije hêvî dide dinyayê. Heval û fermandara gerîlayên azadiyê heya sala heyştemîn diçe dibistanê, lê di nava hestên bi hezkirina welat û axê tije mezinbûna wê, dibû dîwarekî parêzer ku ew bi giştî aqil û zekaya xwe nede dibistanê sîstemê, hezkirina wê ji welatê wê re, meraq û lêgerînên wê yên li ser azadiyê û fikrên Apoyî li hember wê jiyana heyî bi serdikevin, birayra wê ya dawî û herî xurt û zelal dibe tevlîbûna nava refên tekoşînê. Lewra ew di sala 1993’yan de tevlî nava kar û xebatên şoreşa Kurdistanê dibe. Bi hişyariyeke mezin dikeve ferqa meznahiya şensê ku jê re hatiye dayîn û li gora wê dikeve nava hewildanên kûr ku, bi awayekî herî bi sûd û avaker ji vî şensê xwe qezenc bike. mezinhaiya şense wê di veride bû ku wê li qada Rêberê azadiyê û di hizûra wî de perwerde dibîne. Ew li qada Rojê bi germahiya tîrêjê fikrê wî, qeşaya ku pergala qirker bi ser hest û aqilê jin de berdabû dehelîne, herwiha dizivirîne enerjiyeke herikbar û xwedî berhem. Di sala 1996’an de Fermandar Nejbîr ji bo ku bêrîkirin û hezkirina xwe ya li hember lutkeyê çiyayan derbas bike, rûyê xwe dide ser rêça wan û bi heybeta Zagrosan re dest bi meşa xwe ya gerîlatiyê dike. Ji heybet, şanazî û şemala Zagrosan gelek taybetmendiyên azad di şexsê xwe de ava dike. Neviya xwedawendan bi çiyayan re, bi Zagrosan re rastiya xwe ya parçebûyî carekedin di hembêza xwezaya welatê xwe de peyda dike. Hevpariya giyanî ya di navbera Nejbîr û axê de, di navbera wê û lûtkeya de bala her kesê ku didît dikşand, ji her kesî re hestên wê yên tije eşqa azadiyê diteyisîn. Bi vê yekîtî û hezkirinê re Nejbîr di huner û jiyana gerîlatiyê de bi qasî ku ti kes texmîn nake, zû fêrî jiyan û şerê gerîla dibe, di nav her xebatî de, di her çalakiyê de navê Nejbîr tê zimanan. Ew bi çavkaniyeke tije viyan û dildarî fêrî wê jiyanê dibe. Lewra di serî de di milîtaniya Apo yî de dibe xwedî sekin û roleke diyarker, di pey re jî weke fermandar destê xwe dixe bin giranya barê doza Kurdî. Gernasa Kurdan dibêje ku’’Erkê me yê destpêkê em pîvanê milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de ava bikin, eger em di pêkanîna vî erkî de serkeftî bibin, emê bi nêzîkatiyeke bi tendurust û rasteqîn nêzî her cureyê xebat û erkî bibin’’ Nejbîra Egîd beriya her tiştî bi berpisyartî û hezkirina xwe ya cewherî li hemberi rêgezên PKK’ê , bêyî ku peyva fermandar bikeve pêş navê wê, ew dibe fermandara jiyanê. Ji aliyê jiyanî, leşkerî de bi ked û xwêdanê xwe pêşdixe û pêşengtiyeke bi bandor ji nêvenga xwe re dike. Lê şagirta mamosteyê azadiyê ji her aliyî zêdetir bi xwesteka xwe pêşxistina di warê bîrdozî de dikeve nava hewildanan. Ji bo gihiştina kesayet û fikrekî bi azadiyê û heqîqetê re peywendîdar, xwe kûrkirina di ramanê Apogerî de şertekî binyadiye bê goman, Nejbîra zana jî vê sirrê fêm dike û lin gor wê xwe bi rêxistin û pîlan dike. Ji xwendina xwe ya ji parêznameyên Rêber Apo re van hevokan bi lêv dike’’ Parêznameyên Rêber Apo di hindirê xwe di her hevokeke xwe de wateyên dîrokî û felsfî dihewîne, gelek pêşbîniyên dûr û kûr bi lêv dike, lewra ji bo fêmkirina van hevokan pêwîstî bi xwe westandin û ponijînên dijwar heye, ji ber fêmkirina me dema ku em vî fikrî bi piratîk dikin çêdibe’’ Di nav şert û mercên tecrîda li Îmraliyê de nivisîna Rêber Apo ji parêznameyên xwe re ku, bi riya wan ji nûve mirovahî li rastiya wê hayil kir, barê Nejbîr hîn girantir dike, dibêje’’ Eger Rêbertiya me di nava zor û zehmetiyê, di bin her cureyê îşkenceya psîkolojik de, ev fikrên giranbuha ji mere peşkeş kirine, ji erkê me yê herî wijdanî ew ku em her ziraviya jiyana xwe bi vî fikrî bi pêçin û pê nefes bigrin, bi xwe re jî em van ramanan bidin jiyan kirin û belavkirin li hemû gerdûnê’’. Zeriya zagrosan bi gelek pirensîb û rêgezên zêrîn tevlî jiyan gerîla dibe û hevaltiyek ji dil û can bi şerkerê welatê xwe re dide meşandin. Dema navê Nejbîr tê pirsin, bersiva li ser zimanê her hevalê ku wê dinase nazenîniya rihê wê û meznahiya hezkirin û dilê wê tînin ziman, tuyê vê hevokê ji hemûyan bibhîzî ‘’Dema ku heval Nejbîr dikeniya pêre gerdûn, cîhan û çiya hemû dikeniyan’’ bi dil nizmiya xwe, fedakarî û cesûriya xwe di nav hevalê xwe de dibe cihê moral, hisyat û hezkirina rast ya di hevaltiiya Apoyî de. Ji xwe ev taybetmendiyên bi nirx hemû çavkaniya xwe ji fêmkirina Nejbîr ya ji felsefa jiyana Rêber Apo diwelidîn. Lewra ew bi van serkeftinên xwe, xwe amade dike bibe hevaleke rast bi Serok Apo re, bi tekoşîn, şer û xebatê xwe dawî li pergala tecrîdê bîne. Bi vê mebestê berê xwe dide nava saziya Hêzên Taybet. Fermndara cenga rûmetê mîna li her qadê xebatê Partiyê, li saziyê jî di nav gelek karên serkeftî de cihê xwe digre û rengê bandoriya xwe lê zêde dike. Ew her bawer dike ku ancex mirov bi şer û tekoşînê bikaribe bigihje azadî û xweşikbûnê, bi xweşikbûna xwe re jî bigihije hezkirina rast û heqîqî. Lewma di sala 2008’an şergeşa çiyayan carekedin berê xwe dide warên xwedawendan, berê xwe dide quntarên Zagrosê. Dildara heqîqetê ti carî wateya tirs û terdûdê na nase di meşa xwe de, lewra di tekoşîna xwe de jî her serkeftiye. Xwezayîbûna jin, hestên wê yên bilind û pîroz, bi zanistê re dihûne û keziyeke bi fikrê Apoyî xemilandî dertîne holê. Ew bi hevsengiya di navbera herdû zekayên xwe de dijî û biryaran dide, ango ew bi perspektîvê Rêber Apo jiyan dike û tevdigere. Dilgeşa welatê rojê bi van xisletê xwe yên hemû wate û manewiyat dikare bibe şervaneke jîr û zane, hevaleke muxlis û wefî, dikare bibe fermandareke mînak û hevriyeke rast bi Rêberê gelan re. Ew bi mirasa Zerdeştê kal dijî rast difikre, xweş vedibêje û baş pêk tîne. Keça xwedî eslên resen bi dilekî pir rengî ku têde cesaret, hezkirin û li hember desthilatan tije kîn û kerb şerên pir mezin dide meşandin, bi xwe re jî hemû hevalên li gel xwe bi moral û motîveke mezin dixe nav şer. Li Zagrosê li herema Gerdiya weke fermandara yekîneyê gelek çalakiyên bi bandor bi rêxistin dike. Bi ser dagirkeran de digre û hesreta di dilê dayikên Kurdistanê de hênik dike, mîna ku biçe şahiyê, di her cengê de serkêşiya elwenda azadiyê dikşîne Nejbîra çeleng. Di sala 2009’an de li heman qadê li herema Gerdiya yê, di encamê êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk de Nejbîra qehreman digihije merteba şehadetê. Dema roj diçe ava fermandar Nejbîr silav dide cîhana nemiran, ji bo zayîna seharên bi tîrêjên azadiyê ew canê xwe feda dike, diçe û li pey xwe şopên ronak neqiş dike. Kanî, ber, dar û zinarên Zagrosê bi serfirazî sînga xwe bilid dikin asîmana ku fermandareke egîd mîna Nejbîr Qehreman di ser wan re derbas bûye, ava wan li rûyê xwe kiriye û ji bo wan canê xwe gorî kiriye.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 145
Pêşengeke dildar ya gelê xwe Şîndar Eser (Halîme Baş) di sala 1984’an de li Mêrdînê çavên xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û ti carî qabul nake ku ji dûrî nirxên pîroz yên gelê xwe bijî. Ji ber vê ew bi girêdanbûna nirxên têkoşîna azadiyê re herdem jiyan dike û di nava van rastiyên gelê şerker de dipije, bi vî awayî tevgera azadiyê ji nêz de nas dike. Bi ruhê xwe yê zindî hîna di temenê xwe yê biçûk de li hemberî zilma dijmin serî hildide û ji bo ku êrîşên dijmin bê bersiv nehêle, bi ruhê serhildan û berxwedanê serde diçe. Lewra ew jî zarokeke serhildana ye, di nava germahiya serhildanan de mezin bûye. Di bingehê welatparêziyekê bi hêz de heval Şîndar di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Weke her milîtaneke APO’yî ji bo ku rexnedayînekî rast bide çêkirin, dikeve nava lêgerînê. Bi vê lêgerînê ve meşa xwe ya di nava rêxistinê de dide destpêkirin. Daxwaziya wê ya herî mezin jî ewe ku li ser xakên Bakûr vê tekoşînê bilindtir bike. Bi vê xeyalê re gelek qadên têkoşînê de rêwîtiyên dirêj dike, di van rêwîtiyan de hevaltiyên pir bi nirx jiyan dike, di gelek kadên dijwar de pêşengtî ji çalakgeriya gerîlayan re dike. Ji xwe ew hîna di gavên xwe yên yekem de baweriya xwe ya bêdawî bi hêza hevalên xwe anîbû lewma bingeha serkeftinên jiyanê de li kêleka rastiya Rêbertî û şehîdan, hêza hevaltiyê hebû. Bi qasî ku ji serkeftinê bawer dikir, ji wê zêdetir dibû xwedî ked û hewldan da ku bikaribe deynê xwe yê li beramberî Serokatî û hevalên xwe yên şehîd bide. Ji ber ku heval Şîndar di nava nirxên pîroz yên welatparêziyê de mezin bibû û tevlîbûna xwe jî di vê bingehê de bi gavên xurt ve dabû çêkirin, ji bo vê di meşa xwe ya gerîlatî de jî her dem di wê hewldanê de bû ku, wek qehremanên dîrokî nirxên mezin ava bike. Ev yek jî hêz û coşekî mezin di jiyana wê de ava dikir. Ji ber ku ‘Kar kirin, ked dayîn azadî bû’ Bi qasî ked dida hîs dikir ku nêzî Rêber Apo dibe. Ji ber vê armanca wê her kêliyekî xwe dagirtî derbas kirin û pêşketin ava kirin bû. Heval Şîndar ji ber van taybetmendiyên xwe yên pêşengtiyê, jineke bihêz bû, ji ber vê sekna xwe ya bihêz hevalên wê jê re digotin ‘Tu jineke serhildêr e’ Ew jî digot ‘‘Raste. Ez jineke li warê serhildanan de mezin bûme. Ji ber ez ji Nisêbînê tevlîbûme. Ji bo vê min vê taybetmendiya xwe ji malbatê girtiye.’’ Lewma di xwezaya xwe de heval Şîndar xwedî sekneke rêxistinî ye û her dem xwedî cesaretekî pir mezin e. Ew li hemberî hemû nêzîkatiyên paşverû ya dijmin yên ku li ser civaka Kurd dide meşandin, ruhê serhildan û berxwedaniyê di cewhera xwe de ava kiribû. Ew wek jineke serhildêr bi ruhê xwe ya ciwan tevlî jiyanê dibe û bi kelecana xwe ve di dilê hemû rêhevalên xwe de cihê xwe çêdike. Bi tevlîbûna xwe ya cewherî û zindîbûna xwe ya jiyanê re di kijan karê de cih bigre teqez serkeftin bi xwe re ava dike. Lewra her dem dixwaze pêşketinan ava bike, wek jineke bibe xwedî hêz û îradeyek ji pola. Her ku di karê xwe de serkeftinan bidest dixe rûkeninya wê zêdetir dibe, ji xwe ne gengaz bû ku mirov heval Şîndar bê moral an jî kêliyek jî bêyî rukenî bifikire lewra Rêber Apo jî digot; ‘Ken, ji azadiyê tê’. Heval Şîndar jî her dem dixwest li gorî vê tespîtê Serokatî tevbigere, ji jiyanê hez bike, bi qasî wê jî ji dil de tevlî bibe. Wek jineke pêşeng di tevahiya jiyana xwe de tevlîbûneke çalak ji xwe re esas digre lewra ew soz da bû gelê xwe. Ji ber vê ewê her dem di dilê dijmin de bibe hêza lêdanê û di têkbirina dagirkeran de bibe xwedî rol. Bi vê armanca xwe ya mezin ve ji Xakurkê heta Heftanînê li gelek qadên Behdînanê û herî dawî jî li qada Botanê de dibe xwedî meşekî serkeftî. Heval Şîndar her bi hêviyek mezin ve xeyalê çûyîna Bakûrê Kurdistanê dike û di sala 2009 an de ev xeyala wê pêk tê, derbasî Gabarê dibe. Ji bo ku li qadên Bakûr de pratîk bimeşîne, li dijî dagirkeriyê helwesta herî tund raber bike, tola salan rabike dibe xwedî ked û hewldan. Dema ku pêngavên xwe ber bi Bakûr ve davêje, di bin ronahiya stêrkan de hêsirên kêyfxweşiyê dibarîne. Lewra ev xeyaleke wê ya mezin bû û waye pêk dihat. Ev kelecana dilê wê mezintir dikir, gavên xwe zêdetir bilez davêt. Êdî ti zor û zehmetî nedikarî wê bide sekinandin. Ji ber ku ew dildareke jin, pêşengeke bibiryar bû, ger xwestek gihîştina xeyalan pêkan be wê demê ti hêz nikare wê bide sekinandin. Wekî ku ne şev be, ronahiya rojê pêçandibû hemû bedenê wê. Wê çaxê ew fêm dikir ku di vê meşê de bêdawîbûn heye. Li Gabarê di demekî kin de gavên pir xurt davêje, fêrî erdnîgariya wir dibe. Ew jineke çalakvan e, ji ber vê dixwaze di dilê dijminê xwe de derbên tinebûnê lêde. Ji ber vê di her rêwîtiyekî de pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike, di hemû erkên girtî de tenê serkeftinê esas digre. Lewma kêliyekî jî nasekine û hêrsa xwe ya li beramberî dagirkeran bi meşa xwe ya bi heybet re dibersivîne. Heval Şîndar ji bo ku di xeta azadiyê de milîtaniya Apo’yî bicîh bîne, temsîla xeta azadiya jin bi serbilindî pêkbîne, li ser zor û zehmetiyan de dimeşe. Weke jineke sewdaliyê azadiyê wê hertimî danî li ser ziman û digot; ‘‘Ger ku evqas sal min xwestekê xwe ji rêxistinê re anî ziman û ez hatim vê qadê, pêwîst dike ku di her qada jiyanê de bibim xwedî tevlîbûneke xûrt.’’ Bi vê sekna xwe ya bibiryar ve nîşan da ku ger xwestek û biryardarî hebe li pêşiya mirov de ti astengî namîne. Ji ber vê sekna xwe ya bi biryar, di demekê kin de li qada Botanê de jî erkên fermandariyê digre ser milên xwe da ku bikaribe pêşengtiyeke hîn xurtir bike. Çawa ku artêşbûna jin li qada Botanê de pêşketiye Şîndar jî di şopa fermandarên qehreman de dimeşe, wek bahozekî hêza jin bi çalakbûneke serkeftî ve nîşanî dijmin dide. Bi vî awayî nirx li ser nirxên artêşbûnê zêdetir dike. Bi vê sekna xwe re ew herdem dibe çavkaniya hêzê. Heval Şîndar ser kîjan karî de bimeşe teqez ew kar weke avekî ku biherike digihîje zelalî. Lewra ew di feraseta xwe ya kar kirinê de heta dawî zelal e. Bi nêzîkatiyekî ku; karê xwe ez ê çawa baş bikim, ez ê çawa xizmeteke dilsoz ji bo jiyana rêxistinê bidim çêkirin, bi ser kar de diçe. Ji ber vê ew di hemû qadên jiyanê de pêşengî ji rêhevalên xwe re dike. Yek ji pêşengên şerê gelê şoreşgerî heval Şîndar, her di nava wê hewldanê de ye ku ji pêvajoyê re bibe bersiv. Li qada Botanê ew jî wek yên berya xwe di serxistina doza azadiyê de heta dawî şer dike, dibe jineke çalakvan. 14’ê Adarê sala 2011 an derbên wiha li dijminê xwe dide ku erd û ezman bi dengê çeka wê deng ve dide. Piştî ku şerekî mezin li hember dagirkerên xaka xwe dimeşîne şûnve digihîje bêmiriniyê. Biryardariya heval Şîndar ya jiyanê, hêz û coşa wê ya bêdawî, bi xwe re şopdarên xwe jî ava dike. Em wek rêhevalên wê xwedî li bîranînên wê derbikevin. Amadekar: Navenda Ragihandina YJA Star
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 145
Şoreşgera dil mezin Newal Mêrdîn (Emîne Şen) li warê serhildanan de, li navçeya Mêrdînê Dêrikê tê dinyayê. Di nava nirxên welatparêzî ya civaka xwe de dîroka gelê xwe nas dike û hêj di wan deman de diyar dibe ku meşa wê gelekî bi heybet be. Hîna di nava malbatê de wek jineke ciwan bi aliyên xwe yên cewherî ve bala mirovan dikişîne. Ji ber vê yekê, ruxmê temenê xwe yê ciwan hemû berpirsyartiyên malbatê digre li ser milê xwe. Wek jineke dixwaze bi cewhera xwe jiyan bike, bi vî awayî êrîşên pergalê beralî bike. Bi van taybetmendiyên xwe yên xurt ve di dibistanê de jî bi jîrbûna xwe derdikeve pêş. Lewra gelek zû têdigihîje û fêm dike. Ji ber vê sedemê di dibistanê de her demî yekemîn e. Bi sekna xwe ya jêhatî ve gelek bal dikşîne û li derdora xwe her demî kombûnê ava dike. Lê belê xwendina dibistanên pergalê her dem wek birînekî kûr di dilê wê de dimîne ji ber ku ew nikare bi zimanê xwe yê dayîkê ve baxive û xwe îfade bike. Ji ber vê êdî naxwaze biçe mektebên dijmin. Di wê temenê xwe yê ciwan de biryarekî radîkal digre û malbat çiqasî israr dike jî êdî naçe mektebê dagirkeran. Wek jineke Mêrdînê ev taybetmendiyên xwe yên bi înad ji axa xwe girtibû. Wek axa xwe ti carî zordariya li ser xwe qebul nake. Piştî vê yekê zêdetir dibe xwedî lêgerîn û nêzî tevgera azadiyê dibe. Sekna gerîlayan ya bi heybet gelekî bandorî lê dike û bi vî rengî biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla dide. Li ser vî bingehî jî, di payîza sala 2006’an de berê xwe dide çiyayên azad yên Kurdistanê. Wargeha wê ya yekemîn qada Botanê ye. Heya zivistana 2006’an li Botan ê dimîne. Yekem warê fêrbûnên gerîlatî Botan e ji ber vê gelekî bi kelecan e. Di warê meş û tevlîbûna jiyanê de hevala Newal gelek çalak tevdigere. Di meşên dirêj de, fêrbûna jiyana gerîlatî de gelek jîr e. Dema ku hevalên wê, vê sekna wê dibînin dibêjin; qey bi salane di hundirê çiyan de dimeşe. Li ser vê yekê hevalê Nurhaq (hevalekî şehîde) her demî jêre dibêje, ‘‘weke ku te perwerdeya meşê dîtiye û bi vî rengî tu tevlî rêxistinê bûye. Tu di meşê de gelek jîr î, wer xuya dike ku tu qet nawestî jî.’’ Lewra heval Newal mîna hevalekî kevin bê rawestandin dimeşe û ji vê yekê gelekî hêz û moral digre. Di her kêliyekî jiyanê de bi zindîbûnekî asta herî jor de tevlî dibe, wekî ku nizanibe di cihê xwe de bisekine lewra enerjiyekî wê ya zêde heye û dixwaze bi derdora xwe re parve bike. Ev enerjiya wê ya bêdawî di mirov de jî xwesteka tevlîbûna jiyanê û têkoşînê hîn zêdetir dike. Piştî ku demekî kin li qada Botanê dimîne şûnve derbasî qadên Başûrê Kurdistanê dibe. Ji ber ku heval Newal bi cewhera xwe ya dilpak re tevlî jiyanê dibe biçe ku derê jî heman germahiyê ava dike. Lewra bi zûtirîn jiyanê re dibe yek, dikare bi hemû hevalan re germ bibe. Weke ku berê jî di nava vê jiyanê de mabe, pir lê şareze ye. Di hemû qadên jiyanê de gelek çalak e lewra tevlîbûnekî herî ji dil raber dike. Ji bo fêm kirina ramanên Serokatî xwedî hewldanên mezin e da ku bikaribe meşa xwe ya şoreşgerî de serkeftinên mezin bidest bixe. Ji ber vê dibêje: ‘‘Min partî her demî di pirtûkan de nas kiriye. Di vê ez partî ne di pirtûkê de, di jiyanê de nas bikim. Bi pirtûkê jî nas kirin, hinek aliyên xwe yên erênî heye. Lê, ne bi qasî yê jiyanê ye.’’ Ji ber vê yekê di warê xwe pêşxistinê de qet guman jiyan nake. Ji bo pêşbikeve, hewldanên wê yên mezin pêşdikeve. Piştî ku demekî li qada Garê dimîne şûnve derbasî qada Zapê dibe. Di yekîneyên çekên giran de cihê xwe digre. Wek jineke jêhatî her xwedî wê hewldanê ye ku di warê pisporî de gavên xurt bavêje ji ber vê meraqa xwe pir zêde ye. Hem hakîmiyeta wê li ser çekan çêdibe û hem jî bi îddayekî herî mezin daxwaza pratîkê dike. Ji bo ku di aliyê birdoziya rizgariya jin de zêdetir kûr bibe derbasî Akademiya Parastina Jina Azad ya Şehîd Bêrîtan dibe. Di nava dorhêla akademiyê de jî tevlîbûna xwe ya çalak bi her awayî dide nîşandan. Di perwerdê de her timî bi kesayeta xwe re dikeve nava lêgerînan. Nîqaşên wê yên cewherî sadebûn û dilpakbûna dilê wê raber dike. Ji bo ku ji nakokiyên jiyan dikir re bersivê bibîne, pir hewl dide. Bi qasî ku xwe di hêla felsefeya Rêber Apo de kûr dike, heman awayî di warê wêje de jî xwedî hêz e. Ji ber vê heval Newal hevaleke pir alî ye lewra sekna yek alî ti carî ji xwe re napejirîne. Bi sekna xwe ya fedakar, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, di hemû xebatan de û li her deverî pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike. Dilê wê tije hezkirine, lewra xweza, ax, çem û kaniyên Kurdistanê, hevalên wê jê re dibûn çavkaniya hêzê. Ji ber vê ev hezkirin hemû sînoran derbas dikir, xwe digihand dilê herkesî. Ev hezkirineke kolektîf bû lewra biçe ku derê jî hêza hevaltiyê di asta herî jor de ava dikir, bi vî awayî dikaribû li beramberî hemû rewşên zehmet bisekine. Lewma hevaltiya wê bawerî di rêhevalên wê de ava dike. Erka ku Newal biçûya ser de teqez gumanê mirov çênedibû lewra ew her dem bi îddaya serkeftinê re nêzî hemû kar û berpirsiyartiyan dibû. Lewra ew jineke pêşeng bû ku dikare biçe ku derê li wir ruhê fetih kirinê ava bike. Serkeftinên mezin bi dest bixe. Ji bo gerîlayên azadiyê yek jî sirrê serkeftinê hevaltiya xurt û bawerî ye. Heval Newal jî wek pêşengeke xeta azadiya jin di asta herî jor de bi hevalên xwe re girêdayî jiyan dike. Her dem ji xwe re dibêje; “di vê ez tu carî dilê hevalên xwe nêhelim. Raste ji bo pêşketin û başiya hevalên xwe ezê her tiştî bikim lê ti carî dilê hevalên xwe nehêlim.’’ Lewra ew, hevaltiya rast û cewherî ji dil de hîs dike. Ji ber vê her xebata ku bi ser de diçe, ji dil û cewherî ye. Lewra ew wek jineke serhildêr cewherê xwe ya dûrûst diparast. Bi keda xwe ve mezin dibe. Lê belê ti carî xwe bes an jî têrker nabîne. Her dem dixwaze li qadên herî germ de li hember dijminê xwe şer bike, hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe bi çalakiyên xwe re nîşanî dijmin bede. Ji ber vê xwesteka wê ya çûyîna Bakûr her tim wek xeyalek mezin kelecana dilê wê zêdetir dike. Lê heval Newal jineke wiha ye ku li kîjan qadê be bila bibe seknekî fedaî, tevlîbûnekî herî xurt raber dike. Li gorî pêwîstiyan vê carê ji qadê Zapê berê xwe dide Zagrosan. Ew di erdnîgariya asî ya Zagrosan de wekî ku ji nûve dayîk bibe bi kelecan dibe lewra xwe nêzî xeyalên xwe hîs dike. Ji bo ku bibe çalakvaneke xurt ya xeta paradîgmaya jiyana azad yê Rêber Apo her tim xwe kûr dike. Çav û dilê wê her di serkeftinê de ye. Ew soz dide ku, çi dibe bila bibe, ewê bibe xwedî meşekî nekeftî û di xeta fedayî ya Zîlan de bibe jineke xwedî armanca azadiyê. Di armanca xwe de zelal e ji ber vê xwe ji her demî zêdetir xurt hîs dike. Li Zagrosan de jî di vê astê de tevlî dibe pêşengtî dike.. Li Zagrosên bi heybet de jineke bi heybet dibe xwedî meşekî nav û deng. Li wir dibe fermandar û di pêşxistina şerê li dijî dagirkeran de erkên girîng digre ser milên xwe. Wek jineke şoreşger ti carî ji meşa zaferê tawîz nade û dilê xwe wek çiyayên Zagrosan bihêz dike. Heval Newal bi vê sekn û meşa xwe ya bi heybet ve bi lûtkeyên çiyayan re dibe yek. Di Îlona sala 2011’an de li Cîlo di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd dibe. Çawa ku heval Newal di hemû jiyana xwe de bû pêşeng emê jî wek wê jiyan bikin û armanca wê ya gihîştina azadiyê pêkbînin. Amadekar: Navenda Ragihandina YJA Star
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 149
Tê gotin xweşikî û başî li kûderê bin hevdû dikşînin, di salê 1980’yan de dema ku li çiyayê Kurdistanê bi ramanê Rêber Apo tekoşîna jiyana nû û xweşik dihate destpêkirin. Li Cizîra Botan dilekî bi xweşikî û başiyan tije vê tekoşînê pir nêzî xwe hîs dike û dikeve hewildana xwe gihandina wê. Gerdûna dayik jî, rê vedike û destê keziya bedewiyan li serê çiyayê Kurdistanê dihûnîne. Bê gûman dilê ku qala wê tê kirin ya fermandara mezin Çîçek Gabar ango Guhar Çekîrge ye. Guhara bedew zaroka xaka berxwedan û serhildana ye. Dema hevala Bêrîvan (Binevş Agal) kar û xebatan li nav gelê Cizîrê dide meşandin, Guhar hîn zaroke lê ji ber sekin û gav avêtinê hevalan hîs dikir ku, ew mirovên esîl û dûrustin, lewma pir zêde bala wê dikşînin û her xwe dide dora wan. Tevlî ku giftugoyên ku tên meşandin zêde tênagihije lê dîsa bi saetan dirûne û li hevalên jin temaşe dike. Bi mêyzekirina xwe re di ûtopiya xwe de, dest bi avakirina xeyalên xwe dike û bi meraq difikire kengî ewê jî mezin bibe û bibe mîna van mirovên xweşik, ji bo gelê xwe şer û tekoşîn bike. Di wan civînan de hevokê herî di bîra Guharde dimînin, dema ku heval ji jinan re hêz û îradeya jin şîrove dikin, wê çaxê girêdana wê li hember tevgerê xurtir dibe û tevlîbûna nav refên gerîla di dil û aqilê xwe dimeyîne. Sala 1989’an di nav germahiya agirê serhildanê li Bakûrê Kurdistanê dihat jiyîn, Guhar wê zilim û zora hovane ku dijminê dagirker li sere gelê wê dida meşandin, nepejirand û serê xwe li hember jop û çekên wan netewand. Ji bo hesabê wan komkujiyan ji dewletê bixwaze, bi serfirazî û hezkirin berê xwe dide lutkeyên çiyayê azad. Guhar Çekîrge nunereke herî sade û xurte ku mirov têde xwezayîbûn û resentiya jinên Botanî bibine. Ji bo ku Guhar bi cewhera PKK’ê re bibe yek, ew kesayeta wê a safî û paqij pêre dibe palpişteke xurt. Guhar ji hindir û dervede xwedî bedewiyeke dilbir bû, lewra ancax navê Çîçek ji sipehiya ruhê wêre biban bersiv. Keça Cizîrî wan dîmenê qetil û îşkenceya ku dewleta Tirk bi hovane li ser gelê wê dida meşandin yek xulekê jibîr nake, bi hêrs û kîneke mezin dixwaze xwe bike gerîlayeke xurt û bi awayekî aktîv bikeve nav hesab lêpirsînê bi dewleta Tirk re. Çîçek bi jîr û jêhatîbûna xwe pir zû baweriya nêvenga xwe qezenc dike, her kes wê şahidî û baweriyê dide ku dikare di sengerê herî pêşde bi dagirkeran re şer bike. Lehenga gelê xwe bi hêrsa tol rakirina xwîna bi sedan ciwan û zarokên bê guneh, bi zekayeke leşkerî ya bilind ve bi nûbûna xwe darbên pir giran li metîngeran dixe. Tevlîbûna heval Çîçek a nav jiyanê û şer dibe cihê hêz girtin û moral ji hemû hevalên wê re, herwiha gelek ji hevalên derdora wê di raporên xwe de, ji Rêbertiyê re pêşniyar dikin heval Çîçek derbasî qada Serokatiyê bibe. Çîçeka şerzan wî şensê dîrokî qezenc dike û di sala 1993’yan de li qada Rêber Apo dibe şagirteke doza azadiyê. Bi hêza enerjî, zanist, manewiyat û nirxdayina mezin a Rêber Apo dide hevalê jin, Çîçeka dilêr gelek pêşketinên mezin di kesayeta xwe dide avakirin. Bi baweriyeke mezin û dilsoziyeke bilind ku bibe bersiv ji keda Rêber Apo û hevalê şehîd re, Çîçeka dilgeş carekedin berê xwe dide wargehê xwedawendên pîroz. Bi sekneke hîn ji xwe bawer, bi zanisteke zayendî û kîneke rêxistinkirî li hember neyar, vê carê Fermandar Çîçek mîna lehiyeke ji vîn û azweriyê bi ser dagirkeriyê de diçe. Ji bo artêşa Tirk navê Çîçek Gabar(Kiçî) dibe tirsa şev û rojan. Bi vê sekin û biryara xwe ya bi istikrar, Çîçeka çeleng, li gelek qadên Çiyayê Kurdistan digere û her dem bi rol, misyon û berpisyartiyeke bilind tekoşîna xwe û hevalê gel xwe bilind digre û bi rêve dibe. Herî zêde li Botanê, herwiha li Mêrdîn, Zap, Metîna, Qendîl, Xinêrê û li qadên Behdînanê salên dirêj gerîlatî dike û têdikoşe. Çavên ku Femandar Çîçek di nav xwezaya Kurdistanê didîtin, yekser ev gotin dilê wan de dihat ser ziman ‘’Ti dibe qey Çîçek ji bo çiyayan hatiye dinê, çiya jî ji bo wê hatine afirandin’’ewqas bi çiyê re û bi jiyana xwezayê û gerîlatiyê re yekpare û dinavhevdebûye Çîçek. Milîtana Rêber Apo tenê bi dijminê derve tekoşîn nade meşandin, di rojên nû ku artêşbûn û partiya jin têde tê avakirin, Çîçek mîna mertalekî ji pola li hember her cureyê paşverutî û zihniyetê zilam disekine. Ew dema hîn zarokbû axaftinê gerîlayên jin di bîra wê de mane ‘’jin xwedî hêz û îradeyeke gerdûniye’’ Lewra Çîçek ji bo parastina xeta jina azad û xweseriya jin dibe xwedî kedeke diyarker û mezin. Ji bo vala derxistina gelek ferasetên çewt, Fermandar Çîçek her pêşengtî kiriye. Di şer de û di jiyanê de ji her kesî re dide nişan ku, jin xwedî wê hêzê ye ji bo welat û gelê xwe şer bike û têbkoşe, ev şer û tekoşîna wê jî hêjaye di bin navê partî û artêşeke serbixwe de were meşandin, ne girêdayî tu baskan be, ne jî dibin sîwana giştî de be. Bi vî awayî Çîçeka şerker her xwedî li perspektîf û gotinê Rêber Apo derdikeve û hewil dide pratîze bike û bike rêgezên esasî di jiyanê de. Çîçeka şehreza dibêje ‘’li hemberî Rêbertiya me, li hember dîrokê erkên ku dikevin li ser milên me divê em tavilê bînin cih, ji bo em bibin layiq ji nasnameya Apo’yî re, pêwîste em bibin xwediyê jiyan û mirineke bi wate û bi rûmet’’. Çîçeka dilpak li ser esasê van lêhurbûnên xwe yên kûr û tije wate, herdû perwerdeyên xwe yên li dibistana navendî ya PKK’ê, herwiha ya ku li akademiya jina azad a şehîd Berîtan dibîne, dike binyadekî nehej ji bo ku xwe bigihîna kesayeta jina azad û militana demê a ku, ji bîrdoziya Rêber Apo fêmkiriya û pêktîne. Bi ruhê Apogerî ji nû ve xwe diafirîne û bi sekna jina azad her ziraviya di jiyana xwe de bi wate dike. Di dîrokê de her dema ku xetimînê mezin li hember desthilat û zilmê qewimîne jin bi fedakarî û cesûriya xwe ev xetmîn çareser kirine, di dîroka PKK’de jî di şexsê Bêrîtan û Zîlanan ev rastî xwe carekedin dûbare dike. Bi baweriyeke mezin ji vê hêza jin û ji vê kevneşopiya pîroz, Çîçeka qehreman bi dilêşî û wijdanekî hişyar li hember rewşa Rêber Apo, pêşniyaziya pêkanîna çalakiyeke canbexşane dike. Zimanpakî, sozdarî û girêdana milîtana Rêber Apo wê digihîne nîrvanayê, ew dibîje ‘’yê ku me afrandiya û em kirine Roja me bixwe ye’’. Çîçeka dilxwaz ji afrînerê jiyana azad re bi ked, tekoşîn û ruhê xwe ve dixwaze dilsozî û girêdana xwe bide ragihandin. Salên dûr û dirêj Fermandar Çîçek di nava refên PKK’ê de weke fermandareke herî diyarker tekoşîn dike, şer dike, ji bo avakirina avahiya Partiyê û bilindkirina çawaniya artêşê, kedeke giranbûha dide. Heval Çîçek fermandareke pijiyayî a şerê gele Şoreşgerî bû, bi serwerî û tecrûbê xwe ya salan di qadê şer de, koordîna gelek pêngav û çalakiyên merkezî û bi bandor dike. Ji bo ku paradîgmaya jiyana demokrat, ekolojîk û azadiya jin were pêkanîn, heval Çîçek her fedekarî û xizmetê peşkeş dike, bi şer û jiyana xwe ev her dem raberdikir. Wê bi xwe ev paradîgma jiyan dikir û di barê pêkanîna wê de jî rolekî mezin di leyist. Heval Çîçek bi şexsiyeta xwe ya rêxistinî û bi taybetmendiyên xwe yên azad, dibe endama konseya leşkerî ya Hêzên Parastina Gel. Mîna ku bi dilgeşî û azweriyeke mezin di roja destpêkê de tevlî jiyana PKK’ê bû, di hemû erk û berpirsiyartiya xwe de bi derbasbûna ewqas sal re hîn heman heyecan, azwerî û xwestek ji rûyê heval Çîçek diteyisî. Bi giraniya erkê li ser milê xwe, bi perpirsiyariya nasnameya jina azad û milîtaniya Rêber Apo Fermandara mezin bi ked û xwêdan şev û roj dixebite. Fermandara şer û jiyanê bi dirêjahiya 22 salan, her deqeyek ji temenê xwe di xizmeta doza azadiyê û pêşxistina wê de xerçdike. 22 salan hesabê qirkirin û zordestiya li ser gelê xwe ji dagirkeran dixwaze, 22 salan bi hemû hezkirin, bawerî û hêza xwe ji bo fikir û ramanê Rêber Apo şer û tekoşîn dike. Roja 29’ê meha Îlona sala 2011’an di encama êrîşên dewleta Tirk yê dermirovî de digihîje mertebeya şehadetê. Şeydaya xweşikî û başiyê berê xwe dide nav karwanê mirovê herî bedew. Çîçek Gabar(Kiçî) di jiyana xwe de ji bo hemû hevalên xwe mînaka milîtana azad û bi Rêbertiya xwe re jî dilerî dikir. Bi şahadeta xwe re dibe sembola jina dilawer, egîd û dilsoz bi gel û axa xwe re. AMADEKAR: Navenda Ragihandina YJA STAR
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 140
Fermandara jiyana azad rêheval Rûken Zelal, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo tê dinyayê. Rûken, ji malbateke xwedî kok û esalet re dibe tîrêjeke hêviya jiyana nû û azad. Lewra ji bo ku dayik û bavê wê heqê wê nûr û cemala di rûyê wê de bidin, navê wê dikine Emel ji ber ancax ew hizûr û ronahiya di çavê Emel de bi vî navê bi wateya hêviyê werin pênase kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê hemûyan ew rûmet qezenc kirine ku Rêber Apo li ser wê xakê tekoşîna azadiya Kurdistanê mezinkir û belavkir. Pêlên germahiya îdeolojî û zanista Rêber Apo a di hezkirina welat û mirovbûnê de, ji Şamê belavî giştî Rojava û Sûriyê bibû. Malbata heval Rûken jî dil û giyana wan bi van pêlan gerim bibû. Xwedî li nasnama xwe ya netewî derdikevin û di ferqa zilim û zora ku li ser wan têmeşandin de ne. Lewra bi dilsoziyeke mezin dibin palpişt ji kar û xebatê Partiyê yên di wan herêman de. Di hembêza dê û bavekî wiha de mezinbûn, herwiha bi çûn û hatina hevalan ya malbata Emel re, di dilê wê de hestên şoreşgerî ava dike. Şilêra welatê rojê behremendî û zekaya xwe ji xizmeta sîstema Baas re ti car nake mal û mîras. Bi xwendina xwe re her dikeve nav xebat û aktîvîteyên ciwanan de. Ew bi fîzîkî li bajarê Qamişlo ye lê di dil û xeyalê xwe de her li dinyaya gerîlaye, dinyaya ku bi hezkirina hevalan ve ji xwe re hunandibû li wir dijiya. Bi rabûna bahoza şoreşê li Rojavayê Kurdistanê Emel û malabata xwe weke gelek malbatên welatperwer yên Rojavayê Kurdistanê xwedî li keda Rêber Apo a li ser wan dayî derdikevin, ji heval û partiye re dibine pişt û destek. Lehenga şoreşê bi xwe jî bi awayekî aktîf û diyarker dikeve nava xebatên şoreşê de. Ji bo rizgarkirina axa xwe ji deshilatiya Baas û ji hovîtiya Daîşê, bi vîneke mezin bi şev û roj dixebite. Piştî du salan a di nava van xebatan de Emel vê firseta dîrokî yekser dinirxîne û biryar dide berê xwe bide qada tekoşîna giran li sere çiyayên Kurdistanê. Dem hatibû ku êdî bi fîzîkî jî derbasî wê cihana muazam a ku di xeyalê xwe de bi salaye pêre dijiya. Di sala 2014’an de Emela çeleng kulma xwe datîne ser dilê xwe û dikeve ser riya çiyayan. Di tarîtiya şevê de Emel digihije bilindahiya çiyayan, wê şevê ji eşq û kêfa çiyayan re xew nakeve çavê wê, serê deqê li demjimêra xwe dinêre ka kengî bibe sehar û çavê xwe bi bedewiya çiyayên Kurdistanê ronî bike. Tekoşera fedayî li deştê mezin bibû, lê asîbûneke ezdayî di hindirê wê de hebû. Mirov digot qey ew di dergûşa çiyê de hatiye dinê û dinav daristan û newalê wê de mezin bûye. Lewma hezkirina Emel a ji çiyayan re weke hezkirina wê ya ji dayika wê a şîr re bû. Bi derketina rojê re zeriya Kurdistanê silaveke ji dil û can dide tavê û spasiyê xwe jêre dike, ku hebûna a li wêderê jêre kire qismet. Bi wergirtina cil û bergê gerîla re û li xwekirina pêlavekî sor re dilşahiya Emel temam bû. Qehremanê Emel, Rêber Apo bû, wê zarokatiya zimanê xwe li navê wî vekiribû. Bi wê girêdan û hezkirinê, navê meskenê Rêbertî ji xwe re digre û dibe heval Ruken Zelal. Li Qada Garê perwerda xwe a şervanê nû dibîne. Derbasbûna roja ji heycan û dilgeşiya Ruken ya hebûna wê li çiya û di nav gerîla de kêm nedikir, berovajî her sehareke nû, bi xwe re bi barekî giran ji moral û heyecanê dianî nav dilê wê. Her roja derbas dibû kelecana wê zêdetir dibû, mîna xezaleke ciwan bi enerjî û dînamîkbûneke taze reng û tameke xweşik bide nêveng û jiyana hemû hevalê li dor xwe. Ev jêhatîbûn, zîrekî û hezkirina Ruken a mezin li hember Partî û Serokatiyê hemû hevalê wê bandor dikir û bala wan dikişand. Ji ber ku ew di hezkirina xwe de ne tenê bi anîna ser ziman re sînordar dima, ew di her kêliyê de di nav jiyanê de, di mektebê de û li ser çekê bi hemû hêz û xîreta xwe ve, xwe diwestand. Ji bo ku zû bibe xwedî danehev, zanist û berhem, di nava vê jiyanê de Delala çiyayan her fedekarî dikir. Piştî qedandina perwerda şervanên nû, yekser derbasî saziya Hêzên Taybet dibe. Ew dibe zaroka nêvenga fedayî. Hîn bi nûbûna xwe di gerîlatiyê de derbasbûna wê ya Hêzên Taybet gelek pêşketinan pê dide qezenc kirin. Xwedawenda azadiyê li gorî rêgez û pîvanê jiyan û biryardariya Zîlan xwe avadike, perwerde dibîne û teşe digre. Rûken bi zayina xwe weke jineke Kurd û li ser xaka Kurdistanê pir serbilind bû. Ji bo layiq be ji vê nasnamê re, ji bo azadkirina xaka xwe, bi zanist û bîraweriyeke rêxistinî bi leza tîrêjên ronahiyê, roj bi roj xwe pêşdixe. Rûkena tekoşer şensê jiyan kirina bi fedayên mezin Doxa Jiyan û Zinar Raperîn re qezenc dike. Hîn dema bi wan hevalan re jiyan dike, bi sekn û tevlîbûna wan bandor dibe. Piştî ku rêhevalên ku bi wan re jiyan kiribû çalakiyên herî mezin yê fedaî pêk anîn şûnve cihê wan di çav û dilê Rûken de bilindtir û mezintir dibe. Sewdaliya heqîqetê ji bo xwe gihandina Doxa û Zinaran, ji bo layiq li hevaltî û fedekariya wan derbikeve, asta tevlîbûna xwe derdixe asta herî jor. Beriya şer û çalakiyên fedaî, Rûken di çalakiya jiyanê de jî bi fedayî tevlî dibe. Fedayiya Rojê di her kêliyê de xwe ji rewşa giran a li Îmraliyê tê jiyîn berpirsiyar dibîne. Dibêje ku; ‘’Weke fedayiyeke Rêber Apo ji kêliya yekem ez têde derbasî Hêzên Taybet bûm, li hember Serokatiyê ez ketim bin giraniya erkên li ser milên me. Her rojeke ku derbas dibe em bi vî deyin û barî re jiyan dikin, ji bo min bi êş, azarî û îşkenceyeke giran derbas dibe’’. Şoreşgera kêliyê weke hevalake jin a Rêber Apo bi giraniya erkên li ser milê xwe dijiya û nefes dikşand. Rûkena dilpak di her gotin û bûyereke jiyana xwe de keda Rêber Apo li ser xwe weke jin hîs dikir û didît. Rêber Apo destê xwe dirêjî jinê kir û ew rakire bilindahiya erşê. Nasnamaya wê ya di nav lingê desthilatê de wendayî, bi bîrdoziyeke zêrîn re carekedin pêşkêşî wê kir. Ev fedekarî û fedayitên ku Rêber Apo di ber azadiya jin de dayî û roja îro di nav çar dîwarê giraveke de dîlgirtî mayina wî, wijdanê Rûken ji hindir de diêşand. Lewra rêhevala Rêber Apo 24 seat di nava tekoşîn şer û berxwedanê de bû. Ji bo deqekê berê zûtir dawî li tecrîda bê edalet were kirin û Rêber Apo bigihîje azadiyê, Rûken bi lêhûrbûneke kur diçe biryara çalakiyeke dîrokî. Hevrêya Zîlan, Jiyan û Zinaran bi mîrasê wan jiyan dikir. Di demeke ku têde dagirkeriya Tirk bi hovane êrîşê xwe li ser Qadên Parastina Medya giran dike, li ser senger û tûnelên berxwedaniya gerîla çekên nûkleer û termobarîk bi kar tîne, Rûkena şerzan bi cêwiya xwe ya ruhê fedayî re, bi fermandar Sara Goyî re dest didin hev û berê xwe didin nava dilê metrepolên Tirkiyê. Ji bo ku dersekî dîrokî ji dewleta Tirk û dagirkeran re bidin, dikevin nava hazirtiyan. Şeva 26’ê meha Îlonê a sala 2022’yan Rûken û Sara bi dilekî ji pola, bi giyanekî bi hêviya jiyana azad û heqîqeta Apo’yî dikelîya berê xwe didin mala Polîsan a li herema Mezîtliyê li bajarê Mersînê. Wê şevê dîrok her kesî ji ser dika xwe dadixe û dika dîrokê ji qehremaniya Rûken û Sara re dihêle. Qelemê hemû nivîskaran dikevin seferberiyê ji bo belgekirina vê govenda ji agir. Bi vala derxistina hemû teknîk û teknolojiya istixbarata dewleta Tirk, xwedawendên azadiyê Rûken û Sara bi çekan digrin ser polîsan. Bi gûleyên çeka xwe wan didin fêmkirin ku fedayiyên Rêber Apo bi îradeya xwe ya mezin pêl her cûreyê astengiyan dikin. Ji bo geşkirina meşeleya li derdora Serokatiya xwe bê didulî, bi rûgeşî bi ser diyardeya bi navê mirinê de diçin. Wê şevê Rûkena şerzan bi periya kêleka xwe re, di nava mejiyê dagirkeriyê de mîna volkanekî ji bizotên zafer û azadiyê re xwe diteqînin, berxwedaniya li hemû qadên çiya silav dikin û destê hevalê xwe yê berxwedêr bi hêz dikin, bi baskê pepûlekan ber bi pakrewanên pêşeng ve hildikişin jor. Wê şevê li navê fedayiyên Rojê navê Rûken Zelal û Sara Goyî zêde dibe. Rûken wê şevê digihîje merama xwe, bi dengê teqîna xwe di guhê hemû cîhanê de qîr kir ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’, ji Rêberê azadiyê re peyama hezkirin û girêdana xwe a bê dawî ragihand. Amadekar: Navenda Ragihandına YJA STAR
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 153
Dem û cih dema kamil dibe hebûnekî nû tê ava kirin. Tê gotin, ku her tişt demekî xwe û cihekî xwe heye. Carna cih kamil e, lê dem nehatiye, carna jî dem hatiye lê ne di cihê xwe de ye. Di wan dem û cihan de hebûn nîv bi nîvî ye. Lê ev nayê wê wateyê ku wê hebûn nîv bimîne. Lewra divê mirov ji zimanê gerdûnê rêya temambûnê fêr bibe. Teqez her rûbarekî digîje ûmmanê, teqez her mirov digîje heqîqeta xwe. Çawa ku rûbar di nava herikbariyê de digîje çavkaniya xwe, însanên ku digîjin heqîqeta xwe jî teqez di nava lêgerînên de ne. Yên li cihê xwe nalivin, yên ku lêgerên xwe kûştine, ne dikarin cihê xwe, ne jî dikarin dema xwe her wiha nikarin hebûna xwe bi afirînin. Lê kêsên wiha hene ku sekinandinê wekî mirinê dibînin; ji ber wî ye ku dibêjin, em jiyanê ‘nefes bi nefes dijîn’. Berfîn jî di nava lêgera hebûna xwe de her dem yek ji wan kesan bû ku tim û daîm digot; ‘’Jiyanekî nefes bi nefes’’. Nexwe mîna lîlavên ji çiyayan bi herikin, xwe herikand nava rûbarên dîrokê û heta nefesa xwe ya dawî bi herkînekî coş tevlî dem û cihê xwe bû. Ew yekê ku cih û dema xwe kamil kiribû bû, ji wî bû ku hebûna wê di her demî de û di her cihê de bi bandor diyar dibû. Berfîn hebûna xwe ya bi wate di 4 Nîsanê de, li cihê Rêber Apo fikra azad pêş xistûbû de derxist holê. Wê bi bawerîkî mezin hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dît û di roja çêbûna Rêber Apo de tevlî qlana Apo bû. Keça Apoyî di rêya Rêber Apo de mîna Îştar û Staran bû xwedî rista pêşengtiyê. Ji tevlîbûna xwe heta roja şehadeta xwe her dem mîna fermandarekî çalak tevlî pêngavên azadiyê bû. Ti caran lêgerînê xwe nesekinand. Ji ber bawer kiribû; ‘’Sekinandin mirin e!’’. Nefes bi nefes li erdên Rojava ber bi eniyên azadiyê ve beziya, nefes bi nefes ber bi çiyayên heybet ve hilkişiya. Wisa dijiya ku yê ji dûr ve wê temaşe dikirin, digotin qey Berfîn ji jiyanê re dereng maye, lê ne wisa bû. Ew di esas de dixwest bigîje dîroka jin ya hatiye wendakîrî, ji bo wî bû leza wê ya nefes bi nefes. Bi taybetî jî di milê leşkerî de xwe pêş xistinê kiribû navenga leza xwe, ji ber sedemên wê yên maqûl hebûn. Berfîn digot; ‘’Jin pênç hezar salin hatine kole kirin. Qadên jiyanê ji jinê xalî bûne. Divê jin xwe lêpirsîn bike, bêje; min çima wenda kir, min li kur wenda kir’’. Berfîn jinekî bi lez, jêhatî û bîrewer bû. Lewma digot; ‘’Dema ez ketim nava lêpirsînê min dît ku jin herî zêde li hember nîzama zilam yê artêşbûyî têk çûye. Wê gavê wekî jinekî pêwiste ev amûrê destê zilam jê bê girtin’’. Berfîn bi van lêhûrbanan berê xwe dida qadên şer, di qadên şer de wekî fermandar û pîsporekî sekvanî erk û berpirsiyartiyan radikir. Ew êdî amadebû ku amûrên zilamê serdest ji destî wî bigire. Di qadên şer de li ser hev bû xwedî serkeftinên mezin, ew şervana li pêş yê eniyên şer bû. Cihê ku ew lê amade teqez serkeftin lê hebû, cihê ku ew lê ji hevalên xwe re çavkaniya piştrastîyê bû. Di şer de herkes dixwest Berfîn li kêleka wê be, hem bi xwe bawer bû hem jî vê diteyisand dora xwe. Bi lez bû, atîk bû, li ser çeka xwe ya sekvanî serwer bû. Ji dijmin re şevan kiribû dojeh, bi wêrekî dajot ser neyarê xwe, kêziyên xwe li hev badida mîna Starên serdema nû bi şewqa Roja xwe ve jiyanê ronî dikir. Bi ezmûnên salan berê xwe da Zapê. Dîsa di Nîsanekî de ji partiya xwe re nivisandibû û wisa digot; ‘’Ez niha li Zapê me. Ev pêvajoya ku em têde a ku xwe ji nûve avakirinê de wekê jinekî dixwazim erk û berpirsiyartiyên dikevin ser milên min rast pêk bînim. Ez dixwazim ku ji pêvajoyê re bi sekna xwe, tevlîbûyina xwe ya jiyanê, çalakiyên ku tên xwestin ji Serok Apo re bibim bersivekî. Ev tecrîda ku li ser Rêber Apo ji bona min wekî mîlîtanekî pir giran e. Bersivdayina vê tecrîdê rast xwe perwerde kirin û rast pêvajo fêm kirin e’’. Keça rojê ji bo bersivekî bide dagirkeriyê di bihara jiyana xwe de ket sengerên şer. Ji bo diwarên li dora Rojê hatine ava kirin hilweşîne bi hêrsekî mezin şer kir. Ew yek ji wan bû ku dem û cih kiribû yek û hebûna xwe bi rojê re teyisandibû dîroka ku hatiye reş kirin. Di raporên xwe de li ser dîrokê gelek caran dinirxand, bîrewera welatê xwe û wiha digot; ‘’ Dîrok li gorî cih, dem û bûyeran tê gûhertin. Dîroka ku pergalê fêrî me kiriye, dîrokekî ku tenê li gorî berjewendiyên pergalê bi xwe ye. Ji ber pergal di van fêr kirinê xwe de armaç dike ku vîn, hêz û baweriya civakê bişkîne û mirovahiyê tenê ji bona xwe bide şixûlandin. Dema ku mirov dîroka PKK’ê mêze dike dîrokeke ku tenê bi nirxên mirovahiyê û rastiya Rojhilata Navîn ve cewherek rast dayina avakirin e. Ji qonaxa dayiksalarî heta roya me ya îro dest digire ku ev qonax her ji aliyê desthilatdaran ve tine hatiye hesibandin. Sedemê vê jî ewe ku di cewherê vê qonaxê de wekhevî û edaleta dayikê heye. Dîroka PKK’ê li hemberî dîroka çewt ya zilam helwestekî herî xurt û ji nûde nivisandina heqîqeta mirovahiyê ye’’. Keça Rojê, ji ber li ser fikrên rast meşiya ti caran neket, ji ber bi zanistekî dîrokî rakir çeka xwe her dem serkeftî bû, ji ber Nîsanê kiribû dema çêbûna xwe, di Hezîranekî de wekî simbilên sorgûlan li ser axa bi bereket, li Xîlala Zêrîn wekî Stara demê tovên xwe reşand. Di pêçeka dayika xwe Zagros de bû perçekî ji Zagrosê. Di rojên herî zehmet de, di rojên ku jê re digotin, axir dewrane de xwe da bin destarê dîrokê û ji nêviyên Zerdûştan re şoreşekî mîna ‘şoreşa nan’ da ava kirin. Şoreşe jina azad, şoreşa ekolojiyê, şoreşa civaka demokratîk, şoreşa zihniyetê, şoreşa dil û mêjî diyariyê neviyên Zerdûştan kir. Emê her dûbare bikin, ewin ku yê di sibê de dijîn e. Berfîn jî lîlava çiyayên Zagrosê, keça Rojê, wê her di siberojê de be, wê her bijî mîna fikra azad. Hevalên Wê Yê Tekoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 140
Sara û Ruken, her du xwedavendên azadiyê, di 26 İlonê de wekî tirejên rojê şewq dan û dil û mejiyan ronî kirin. Wan bi çalakiya xwe behsa xwe kirin û mîna xwedavend Zîlan bûn pêşengên demê. Hindek dem hene ku herkes bê deng dibe. Ji tirsa ti kes ne wêre li çavên hev binêre. Berpirsiyarî hene û divê pêk bên. Di wan deman de pir kes hene ku li lêviya yekê din in. Lewra, tenê çirûskekî bes e ku zikê tarîtiyê biqelişî ne. Tenê dengekî bes e, dengê mîlyonan berz bike. Di wan deman de pêwiste yek kes be jî dengê xwe bilind bike û bêje; ‘qral tazî ye’. Pirî caran yê vê dengê bilind dikin xwediyê dilên masûm yê wekî zarokekî ne, mêjiyê wan paqij wekî avekî zelal e. Ji ber di wan deman de tarîtî di mejiyan de belav bûye, berçavk qirêj bûne. Lewra tenê çavên zarokên paqij dikarin rastiya qralan bibîn in. Lewra tenê ew dikarin dengê xwe li beranberî qralan berz bikin. Em di wan deman re derbas dibin. Van demêm ku herkesî çavê xwe ji ronîtiyê re kor kiriye, dilê xwe ji tirsa reş kiriye, zimanê xwe ji tujitiya rastiyan re lal kiriye. Ev dem, ew dem in. Ew dem e ku herkes li lêviya herkesî ye. Lê ev rastiye; ger tarîtî kur bûbe, ronahî nêzik e. Ger Çile ji serma di qerisîne, di pey wî re Adar heye. Sara û Ruken wekî xwedavendên azadiyê bi masûmiyeta zarokekî dil pak ji qralan re gotin hûn tazî ne. Ew ji tarîtiyan re bûn çirûska despêkê, bûn tirêjên berbangê. Ji seqema Çileyê re bûn Berfîn, bûn Newroz, bûn Adar. Wan di zivistanên sar de dilê xwe bi germahiya hevaltiya PKK’ê germ kirin, di şevên tarî de hêviya ‘Roja Azad’ bû ronahiya wan. Sara û Rûken rihê xwe bi rihê PKK’ê ve girêdan û ji kaniya zelal ya PKK’ê vexwarin. Di damarên wan de, di bedena wan de enerjiya azad ya PKK’ê herikî û xwe gihîştand rûbara heqîqetê. Lewra yê şevê tarî dikir nebûna rojê bû, yê zivistanê sar dikir dîsa nebûna rojê bû. Ger rastî ewqas pak û zelal be, wê gavê divê roj bibe qiblegah. Wan jî berê xwe dan rojê û di rojê de sirrên jiyanê kişif kirin. Fêm kirin; Taritiya demdirêj, zivistana bê roj wê dawî li jiyanê anîbana. Ji ber vê Sara û Rûken derketin rêvitiya Rojê, bûn aşiqê rojê û evîndarên ronahiyê. Lewra deriyên gerdûnê yek bi yek li pêşiya wan vebû û ew gihîştin heqîqeta; ‘Bê roj jiyan nabe’. Ger di gerdunê de razaya jiyanê roj be, wê gavê di cihana mirovan de razaya jiyanê çiye ango kîye? Bersiva vê pirsê di nava PKK’ê de di rastiya gelê rojê de, di kesayeta jina Kurd de û di hebûna Rêber Apo de veşartî bû. Jiyanekî bê jin, mîna lawirekî miriye. Jiyanekî bê Serok mîna gerdûnekî bê roj e. Ji bo wî ew bûn parasvanê PKK’ê, ew bûn parasvanê gelê Kurd, ew bûn parasvanê jina Kurd û xwe kirin mertal li pêşiya Rêber Apo û bûn xwedavendên azadî û evînâ rast. Her tiştên di gerdûnê de di nava hevsengiyekî efsûnî de di liviya. Ger efsûn xirap bibe, wê gavê reşatî xwe ber dide dilê cihanê û her tiştî tarûmar dike. Sara û Ruken vê rastiyê herî zêde di hevaltiya PKK’ê de ceribandibûn û dîtibûn ku hevsengiya di navbera jinê de rêya sererast kirina xirabiya dilê cîhanê ye. Di her hevsengiyekî de pîvanên hatine ceribandin, zagonên zayina azadiyê de ne. Lewra rêgezên sererast kirina cîhana ku dil û mejiyê xwe radestî xirabiyê kiri ye, rêgêzên jina azad in. Heval Sara û Heval Rûken di sekna xwe de, di şerê xwe de, di çalakiya xwe de bûne rêgez, bûne zagonê zayina azadiyê, bûne pîvanên rast jiyan kirinê. Dilê xwe ji çiyayên Kurdistanê pêk anîn û birînên gelên xîlala zêrîn li ber ax û avên pîroz yê vê xakê kewandin. Lewra ew welatperwer bûn. Çavên wan wekî karikên li ser zinarên Zagrosan digeriyan ji şewqa rojê diçirisîn û yek kêliyekî nedihêştin devên gûrên hov bigîje canê nazik yê Kurdistanê. Ew bi qasî ji rojê hes dikirin, ewqas jî ji Kurdistanê, ji gelên Kurdistanê hes dikirin. Rêgeza pêk anîna heskirinê di jiyan, şer û çalakiya xwe de pêk anîn. Wan got ku yê hesdike dibê biparêz e. Li ser axa rengîn, di nava gûl û kûlîlkan de, li ser çiyayên wekî bihûştekî de ditîn ku her tişt di nava parastinê de ye. Ji lawira herî biçûk heta ya herî mezin di her zindiyekî de pergala xwe parastinê heye. Gûl bê sitîrî, şêr bê penç, gûr bê diran nikare yek rojekî zindî bûna xwe biparêz e. Wê gavê rêgeza azadiyê ye ‘xwe parastin’. Jiyan bê ku bê parastin ne gengaze ku berdewam bike. Ji bo wî bi vînekî ji pola xwe bi rê xistin. Ki gotibû jin nikare xwe biparêz e ango nikare bibe xwedî rêxistin. Sara û Rûken bûn rûhekî, bûn nasnameyekî azad û redda herî tûn ji feraseta ku bawerî nade jinê re. Ji xwe rêya azadiya jinê ewe di rihekî hevpar de bigîjij hev û di xwe de hevsengiya gerdûnê pêk bînin. Navê rihê wanê hevpar bû tîmê otonom û di qirna 21. de rêya rizgariya ji koletiyê nîşanî giştî jinan û civakên bindest dan. Di her gavekî xwe de bi ser dagirkeriyê de çûn, di her nefesekî xwe de koletiyê bê nefes hêştin. Ji pergala dewletê re, ji pergala di bin navê ewlekariyê de koletî ferz dikere îspat kirin ku kes nikare li pêşiya îradeya azad bisekine. Ew ji herkesî re bûn hêvî û keştiya bazirganan bi tekoşîna xwe ya bê hempa noqî avê kirin. Ev bist hezar salin jinên Kurd li ser vê xakê şer dikin, bi şerê xwe xweşikî ava dikin û dibin xwedavendên evîn û azadiyê. Ji İştar’an heta Zîlanan, Ji Star’an heta Berîtanan, ji Ninhursag’an heta Sema û Viyanan şerê jina Kurd yê azadiyê ti caran nesekiniye. Sara û Rûken di şopa xwedavendên xwe de bi mamostetiya Sakîne Cansizan rihê xwedavendî di xwe de zîndî kirin. Wan carekî din da îspat kirin ku yê li hember koletiyê şer neke kirêt e, nexweşik e, nayê hes kirin. Lewra wan çeka xwe rakirin ser milên xwe û li dijî polîsên tecawûzkar, li dijî dewleta ne xweşik û qirêj şer kirin. Bi şerê xwe xweşik bûn, şane bi şane ronahiyê di bedena xwe de pêxistin û pêşiya gel û hevalên xwe ronî kirin. Ruken û Sara mîna Doğa, Zinar, Şoreş, Jinda’yan, bi tarzê teyrê baz neçîra xwe diyar kirin û yekser bi ser wî de çûn. Bi lêdana xwe ya teqtîkî serdeme ku nû vekirin. Ew ji Rêberê xwe re bûn rêheval, ji gelê xwe re bûn hêz û moral, ji hevalên xwe re bûn mamoste û fermandar. Ew di şerê mirovahiyê de di xeta azadiya jin de fermandartiya serdemê kirin. Ew ji pergala ku dibê di despêkê de li jinê bixin re gotin; ''Tu nikarî li jinê bidî. Ger tu bixwazî li jinê bixî wê di despêkê de jin li te bixe. Jin ne yên lêdanê ne, jin ne yên kuştinê ne. Jin yê azad kirinê û jiyanê ne. Jin parastina xwe dikin, ji bo parastina xwe jî li dijmin dixin, li faşîzmê dixin û bi vê awayê parastina xwe ya cewhwerî û ya civaka xwe dikin''. Heval Sara û Heval Rûken bi sekna xwe ya çalak, bi çalakiya xwe ya afirîner, bi afirîneriya xwe ya xwedavendî bûn rêya serkeftin û azadiyê. Wan jî rêya Zîlanan şopand û xwestin mezin jiyan bikin. Armanca wan wekî rojê pak bû û pê bawer kirin. Gotin wê dawî bi heybet be û bûn xwediyê dawiyekî bê mirinî yê bi heybet wekî xwedavenên rojê, wekî xwedavendên evînê, wekî xwedavendên şer û azadiyê…
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 144
Asli Ozkaya sala 1976 de li Îzmîr’ê tê dinê. Dema ku li Çanakkaleyê zaningehê dixwîne, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd nas dike. Di wê demê de ji bo Rêber Apo û tevgera azadîyê sempatîya wê pêş dikeve. Nakokiyên Aslî Ozkaya li beranberî jiyana ku di metrepolên Tirkan’de Kurd dijîn û koletîya jin û înkar kirina Kûrdan pêş dikeve. Aslî di sala 1997’an de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide tekoşîna azadiyê. Di saha Rêbertî’de, li gel Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dibîne. Di dema perwerde dibîne de malbata xwe di dahûrîne. Taybet li ser taybetmendiyên malbata xwe ya ji çîna navîn û înkarkirina netewê dahûrandin dike. Li ser esasê bi îddîaya di gerîlabûyînê de xwe kurkirin û di fermandarbûyînêde pêşengtî kirinê re, berê xwe dide heremên Zagrosan. Ew êdî dibe Azê’ya çİyayên asê û bedew… Azê Malazgîrt; di çîyayên Kurdistanêde bû xwedî meşekî azad. Di deride Zagros, Botan, Qendîl, Metîna, Xinêrê û di pir qadên din de gerîlatî kir û bû fermandarek pêşeng ya Yekîneyên Jinen Star. Di heman demê de demên dirêj di fermandariya aqademiyên Apollo de cih girt û bi hezaran şervanan hem di milê birdozîde hem jî di milê leşkerîde perwerde kir. Azê Malazgîrt; bi îddîaya ku xeyalên hevalên li cem wê şehîdbûne pêk bîne ve dubare berê xwe dide herema Botanê. Fermandar Azê Malazgîrt, di eyalêta Botanê de hema hema di her cihê de dibe xwedî kedek gelek mezin. Fermandar Azê, di dîroka 11’ê Mijdara sala 2017’an de di qada Besta de, bi opêrasyonên hewayî û bejahî ya dewleta Tirka dagirker de,bi fermandarên YJA STAR’ê Delal Amed û bi 15 hevalên xwe re digîje asta şehadetê. 
‘Gişti taybetmendiyê jina azad ya Apoyî, di kesayeta xwe de şenber kiribû’
Azê Malazgîrt; di tekoşîna azadîyê de bi biryarbûyin, bi azwerî û bi tevlîbûna xwe ya jiyanê ve ji aliyê hevalên xwe ve wisa hat ziman: Ji wan hevalan Endamê Konsêya Rêvebira PKK’ê, Dûran Kalkan wê bi van gotinan anî ser ziman; ‘’ Meşa me ya serkeftinê berdewam dike. Xwesteka dijmin zeîf kirin û asteng kirina meşa azadiyê ye. Li ser vê esasê dijminê me bi êrîşên pir dijwar ve bi ser tevgera me ve tê. Di van erîşên hovane de hevalên me yê ku gihaştin şehadetê, yek ji wan hevalan jî hevala Azê Malazgîrt’e. Bi hevala Delal Amed re li hemberê van erîşan, berxwedanîyek rêxistin kirin û bi awayek qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Li ser vê esasê ez hevala Azê bi mînnetdarî bi bîr tînim. Ji bo hevala Azê em dikarin bi taybetî van bêjin; bi rastî jî hevalek ku pewîste bê lekolîn kirin, bê nirxandin û bê fêm kirin. Bêgûman giştî taybetmendiyên jina azad ya Apoyî, di kesayeta xwede şenber kiri bû. Di heman demê de xwedî tarz û ûslubek xwe yê xwezayî ve dijîya û dida jiyan kirin. Sala 2002-2004 pevajoya tasfîyeyan bû. Gelek kes dev ji qadên azad berdan. Di serîde ber bi Maxmûr, Başûr û Iraqê ve belavbûyîn derxistin holê. Di ortameke wisa de grubek heval hatin Xakûrkê. Ez çum ziyareta wan, grubekî ji jin û xortan ve pêk dihat bû. Ya li herî pêş hevala Azê hebu. Dema ku min heybeta wê dît, ez ketim kelecanê. Gotinên wê hîn zêdetir mirovan dida kelecanê. Got; ‘‘Herkes ji xwere rêkek xîz dike, hinek kes diçin, em jî berê xwe didin Botanê’’ Ev gotinên hevala Azê moralek pir mezin da me. Gotinên wê bi wate bûn. Piştre jî Rêbertî gotibû;’’ Kesên ku ji min hez dikin,bila berê xwe bidin Botanê’’. Berî ku Rêbertî vê bêje, hevala Azê vê derxisti bû zanebûnê. Hevala Azê bi vê helwesta xwe li hember tasfiyegeriyê sekinî û gerîlatiya jin parast. Ji ber vê sedemê ber bi Botanê ve meşiya. Serkeftina meşa me ya azadîyê teqez wê di bin fermandariya hevala Azê de bihata dest xistin. Bi taybetî jinên Serhedê, ciwanên wê, welatparêzên deşta Mûş û Malazgirtê, mirovên welatparêzên mezin in. Ji wê heremê demên berê de şerkerên mezin beşdarbûne, a niha jî beşdar diben lê ev herema me pêwîste hîn zêdetir beşdarbûyinan çêbike, bangawazîya min ewe ku ciwanên vê heremê bi taybetî jî jinên ciwan, ji bo hevala Azê hîn nêzde nas bikin û xwedî lê derbikevin, li ser vê esasê wan gazî tekoşîna azadîyê dikim.’

‘Em dixwazin di qadên azad de Rêbertî bibinin.’
Hevala Azê, hem di qadên perwerde hem jî di qadên pratikî de ji 20 salan zêdetir ked da û xwîdan rijand. Fermandar Azê Malazgirt her tim soza da bu Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘ezê li berxwe bidim!’ danî bîra xwe û ser wê esasê tevdigeriya. Azê Malazgirt berî ku şehîd bibe vana goti bû: ‘’Em hem tekoşîna jin, heman demê de tekoşina netewî didin meşandin. Di nav tekoşînekî ewqas mezinde, me hedef û armancên gelek mezin dan pêşîya xwe. Gelê Kurd, gerîla û rêhevalên me yên zindanan di nav berxwedanîyêk gelek mezinde ne. Armanca giştî hewildan û berxwedanîya me azad kirina Rêberê me ye. Yê ku herî zêde jin fêm dike û dahûrandin dike Rêberê me ye. Em êdî dixwazin bi Rêberê xwe re, di qadên azad de bi hevre bijîn. Di serîde jinên ciwan yê Kurdistanê û bi giştî jin; pewîste bibînin ku pergala heyî vîn û hêst di me de nehiştîye û dixwazin me tûne bikin. Li hemberê van erîşan ji bo ku em xwe biparêzin, em van çiyayan ji xwe re wek qela dibînin. Cihê pirsgirikên nasnameya jin û pirsgirêkên azadiyê bên çareser kirin, ev dere. Cihê wê tekoşîna azadîya jin, cihê wê qadên azad in. Li ser vê esasê bangawaziya min ewe ku, giştî jin û ciwan bila werin qadên azad’’ Navenda Çapemeniya YJA STAR
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 152

Fermandara YJA Starê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) ku di sala 2006'an de li Heftanînê, li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, biryardarî û vîna têkoşînê û evîndariya azadiyê weke mîrateyekê ji hemû jinan hişt.
Viyan Soran girêdanbûna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re di nameya li pey xwe hişt de ev gotibû: “Ev çalakiya min bersive li siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.”
Soran keça malbateke ji eşîra Caf e. Ev eşîr yek ji mezintirîn eşîrên li Başûrê Kurdistanê ye. Soran li Silêmaniyeyê ji dayik dibe.
Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran) sala 1997’an li gel xwişka xwe biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Malbat dixwaze vegerîne û li ser vê Viyan wiha dibêje: “Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim.”
Soran hê salek bû tevlî gerîla bûbû, di demek kin û nava zorî û zehmetiyan de giha asta fermandariya Yekîneyên Jinê yên Azad (YJA Starê). Soran di her kêliya jiyanê de, di mijara hişmendiya jinê de bi israr û biryardar, bi rola pêşengiyê rabû. Di heman demê de bi fermandariya xwe ya li nava YJA Starê re, di nava PKK'ê de jî bi sekna xwe deng veda.
Salên ku Viyan Soran li çiyan di nava têkoşînê de bûn, komplo li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan gerîla û welatparêzî li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an di ser de li girtîgeh û derve bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ çalakiyên fedayî hatin kirin.
Di sala 2006'an de rêyeke cuda hilbijart. Soran li ser girankirina tecrîa li ser Rêberê Gelê Kurd û bûna parçeyek ji çalakiyên fedayî yên ‘Hun nikarin roja me tarî bikin’ destpêka meha sibata 2006’an li Hefanînê bedena xwe da ber agir û şehîd ket.
NAME JI BO MALBATA XWE NIVÎSÎ

Soran di şeva çalakiyê de nameyekê ji malbata xwe re dinivîsîne û wiha dibêje:
"Beriya her tiştî ez silavan li dayik, bav, xwişk, bira, xizm û hemû dostan dikim. Hêvîdar im wê her tim baş bin û yek bi yek çavên hemûyan maçî dikim.
Malbata min a xoşewîst;
Nêzî deh sal in, ji ber şert û mercên têkoşînê, her wiha ji ber hinekî aciziya xwe ya ji we, min name ji we re neşand. Mijara tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Serok Apo û PKK'ê, tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya jinê, me bi hev baş nedan fêhmkirin, lewma hin pirsgirêk derketin. Hêvîdar im hûn ê piştî deh salan vê rêyê û vê têkoşîna ku bi hezaran jin û xortên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didinê, fêhm bikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî hûn malbateke vê şoreşê ne. Li we nayê ku hûn derî û dilê xwe li hevalan, li nêrîn û armancên bi mîlyonan mirovan bigirin, ku keça we jî dildara van armancan e!
DEM HATIYE HÛN JÎ BIRYARÊ BIDIN; EM HENE EM Ê JÎ XIZMETÊ BIKIN
Di nava civakê de cihekî we yê rêzdarî û hêja heye. Hûn ji wan Kurdan e ku Helebçe, Enfal, qurbanî û welatparêziya li sirgûnê dîtine. Hûn ji wî gelî ne ku bi felseya 'şêr şêr e, çi jin e çi mêr e' têdikoşin e. Lewma nabe ku hûn tevlîbûna jinekê ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî û hebûna vîna wê, weke cihê şermê û mijara namûsê bibînin. Girîng e hûn êdî nedin dû aliyên paşverû û kevneperest ên civakê û mikur bên ku jin hebûneke civakî ye. Ji ber ku qebûlkirina jinê weke mirovekê tê wateya erêkirina vîna gel û civakê. Eger bi vî rengî nebe, wê jiyan nîvco bimîne. Êdî dem hatiye hûn jî biryarê bidin. Divê hûn jî xwedî li dîrok, berxwedan û lehengiya gel û mirovahiyê xwedî derkevin û mîna her Kurdekî bi şeref û namûs bêjin, 'em jî hene û li gorî hêza xwe em ê jî xizmetê bikin'.
'PIRTÛKÊN SEROK APO BIXWÎNIN; WÊ DEMÊ FAM BIKIN ÇIMA RÊYEK WIHA HILBIJART’

Dema ez ji we qut bûm 15 salî bûm, niha jî 24 salî me. Rica dikim, hinekî objektîf bifikirin û vê pirsê ji xwe bikin; 'Ev keça me çi dike û çima û çawa têdikoşe. Gelo ew jî mîna Awaz, Xalit û hinekî din nikarîbû vegeriya û ji bo xwe bijiya?' Bila ji niha û pê ve heval karibin bên mala we, bên serdana we. Hûn jî biçin serdana hevalan. Nameyên min bixwînin û li jiyana min û ya hevalên min bipirsin. Timî li ROJ TV temaşe bikin û li Dengê Mezopotamyayê guhdarî bikin. Pirtûkên Serok Apo bixwînin. Hûn ê hingî fêhm bikin bê çima keça we serî li rêyeke bi vî rengî daye û fêhm bikin, bê çima di nava vê jiyanê de me. Ez nabêjim bi vî rengî yan jî wî rengî bikin, tenê dibêjim destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bi xwe biryara xwe bidin.
'EZ ROJEKÊ JÎ LI NÊRÎNA XIYANETÊ NEFIKIRÎM, MIN GELEK TIŞT JI PKK’Ê GIRT; SERBILIND IM’
Têkildarî xwe ez ê tenê tiştekî bêjim. Ev 9 sal in, ez rojekê bi tenê jî li nêrîna xiyanetê û poşmaniyê nefikirîm. Min gelek tişt ji PKK'ê girt û ji ber vê yekê jî serbilind im. Yek ji rastiyên bingehîn ên min jê fêhm kir; hezkirina dê, bav, xwişk, bira û tevahiya mirovahiyê ye. Ez wextekê gelekî ji we aciz bûbûm û min digot, 'çima min şaş fêhm dikin, çima xwe li derveyî PKK'ê dibînin'. Bi demê re min fêhm kir ku yê sûcdar ne tenê hûn in. Ji ber ku helwesta we, ji pirsgirêka zîhniyetê û siyasî ya sedan salan, ji kevneperestiya sedan salan dihat. Ji ber ku min îmkan çênekir ku bi we re nîqaş bikim, ez jî di vî warî de kêm mam. Ji ber vê yekê lêborîna xwe ji we dixwazim. Dixwazim hûn zanibin, hem weke malbatê hem jî weke mirovên Kurd di dil û mejiyê min de ne. Ji bo afirandina jiyaneke bextewer ez amade me jiyana xwe feda bikim. Bersiva min a li keda we ji bo min dane, wê ne xiyaneta li xwîna şehîdan be, wê xwedîderketina li wan be û fedakirina xwe be.
'ÇALAKIYA MIN BERSIV E J BO ÎNKAR Û TECRÎDA LI SER SEROK APO YE; XWEZÎ JI CANÊ MIN HÊJATIR TIŞTEKÎ DIN HEBÛYA KU MIN BIDA'
Ev çalakiya min bersive li siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.
‘PÊŞIYA KEÇ Û XORTAN NEBIN ASTENG’
Dil dixwest ji bo we hemûyan gelek tiştan binivîsîne û yek bi yek ji bo we tiştna bêjim. Lê belê ji bo pêkanîna çalakiyê çend saet man e. Ji ber wext kêm e, ji vê zêdetir nikarim binivîsînim. Ji ber ku xwişk û birayên min, mirovên me yên ku divê ji bo wan, bi qasî we û ji we bêhtir tiştan binivîsnim, hene. Herî dawî dixwazim tiştekî bêjim. Eger hûn li ser bingeheke rast ji hev hez dikin, rica dikim ji we ku armanc û rêbaza min rast fêhm bikin û şaş nenirxînin. Ji ber ku ez ji bo vê jiyam û ji bo vê jî di destê min de plana min a şehadetê heye. Wasiyeta min e ku Awaz careke din tevlî nava refên gerîla bibe, rahêje çeka min û li hembêza çiyayên azad veger. Ji ber ku ez gelekî jê hez dikim. Ji ber ku ew hêja ye ku di nava hevrêyên xwe de be. Wekî din li pêşiya keç û xortên din jî nebin asteng ku xwe û siberoja xwe nas bikin û bibin xwedî vîn. Herî dawî silav, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî we dikim, hêvîdar im hûn ê her tim bextewer û serbilind bin.
Bi silav û hurmetên xwe... Keça we Leyla Walî Huseyîn - Viyan Soran 01 Sibat 2006."
NAMEYA JI BO RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN
Nameya Şehîd Viyan Soran ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsiye wiha ye;
‘HESRETA WÊ BÛM KU ROJEKÊ KÊLIYEKÊ TE BIBÎNIM….’
“Ji roja ku min navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kîme û divê çawa bijîm. Yanê hizir û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de çi qas min zahmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber ku min ji te hêza wateyê kifş kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe. Min wek jinekê û wek Kurdekî azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz ve bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim.
‘TU BÛ MÊHVANÊN XEWNA MIN’
Lê belê di sala 1998’an de komploya qirêj a navnetewî ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de bûn. Dîl ketina we di min de zêdetir hejandineke bi hêz û biryara azadiyê çêkir, min hêvî û bêrîkirina dîtina we tu car winda nekir. Lê min her dem hewl dida ku pir ji nêz ve te hîs bikim. Lewma min gelek caran di hundurê xwe de bi te re diyalog dikir û min hîsdikir ku tu wek deng û enerjiyekê dikeve hinavên min û min jê îlham digirt. Çend car jî tu bûyî mêvanê xewnên min û ez pir pir pê kêfxweşbûm. Bi rastî jî ez nikarim bi tevahî hest û ramanên xwe di derbarê we de bilêv bikim.
Lê belê ji sala 1999’an şûn ve her dem rastiyekî di mejiyê min de deng vedida ew jî ev e ku min nekarîbû dîl girtina mirovekî mezin wekî we dahurînim û min digot ev mirov ew der heq nekiriye. Bêguman ez berpirsiyarên dîlgirtin, tecrida rêbere gelekî û rênasê mezin yê mirovatiyê tenê dewletên rûreş ên cîhanê nabînim. Bi qasî sextekarî, durûtî û xiyaneta dewletên desthilatdar lewazî û nebesiyên hevaltiya xwe û hevalên dîtir jî berpirsyar dibînim. Lewma her dem li hemberî we, gel û jinên ku bengiya xwe ya azadiyê bi we ve girêdane, xwe şermezar didîtin.
‘BI AGIRÊ BEDENA XWE DIXWAZIM PEYAMEKÊ BIDIM’
Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pir eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her çaraliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şaristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo dest nîşan kirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.
‘HÛN BÛNE MALÊ DÎROK Û CIVAKÊ’
Rêberê min! Ev çalakiya ku ez li dardixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê dê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku birdoziyê di kesayetiya we de tunebikin û nehêlin. Lê ez vê pir cidî nagirim û wekî îdîayeke pir vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn.
Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û pradigmaya nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; “Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira” Piştî girtina we di sala 1999’an de jî her dem biryara li darxistina çalakiyeke wisa di mejiyê min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji tiştekî wisa re ne guncaw bûn, bi taybetî jî ji bo ku we aciz nekim min hewl da di jiyanê de duristbûyin û girêdana xwe ya bi we re nişan bidim.
‘EVÎNDARBÛNA MIN JÎ EV E’
Îro jî dizanim ku dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikin, lê çi bikim Serokê min? Hinek evîndar dibin destê hevûdu digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e. Dilê min bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara xwe di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a dîlketin û dûriya we dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.
‘PIR BI HÊVÎ Û MORAL IM’
Dixwazim vêya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîta ji nû ve avakirina PKK de te navê min anî ser zimên û pirsa min kir, min hîs kir ku te xelata herî mezin daya min. Ez vê wek rûmetekî pir mezin dibînim. Her dem perspektîfa we ji bo şoreşa başûr ku we nola ‘şoreşa jinê’ behs dikir, di min de moralekî mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna min.
‘DIXWAZIM WEKE JINEK BAŞÛR DEYN Û BERDÊLA KED Û QENCIYA WE BIDIM’
Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li Başûr heye de, dixwazim wek jineke ji başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên we bidim. Pir şad dibim ku encamekî serkeftî bi destxînim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir bêriya we dikin, pir bêriya we dikin…”
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 576


