SERPÊHATIYA ‘HAVÎN ÇIRAV’
Kenên wê yên ciwan dilê mirovan li xwe dipêça, mîna şewqa rojê diçirîsîn çavên wê yên xweşik, ji roja tevlîbû ve her hêmanekî bingehîn ên jiyanê bû. Bê wê şer, bê wê jiyan ne dihat fikirandin. Li pey xwe gelekan hişt, gelek keçên herî bedew navê wê rakirin û ber bi azadiya xwe ve meşiyan. Ew keça ciwan, keça Kurdan digot; ‘’Navê Min Havîn Çira ye, ne Çirav ha Çira!’’. Piştî wî erd û ezman ji coşa kenê wê radibûn dîlanê, dil germ dibûn ji rûkeniya wê. Wê wiha hûnandibû hevaltiya herî rast di navbera xwe Rêber Apo de.
Rastiya Dagirkeriyê
Havîn Çirav di temenekî pir ciwan de bi du tiştan hesiya bû. Ji vana yek bindestiya gelê wê ya din jî wekî jin hêza wê ya guhertina vê rewşê bû. Her du tişt bûn rêzanên jiyana wê û wê dan meşandin. Di vê meşa xwe de gelek şopên payîdar hiştin li pey xwe, ji gelek şeran derbas bû, jiyana xwe ya şoreşgerî bi gelek serkeftinan têrî û tijî dagirt. Ji ber vê ye ti caran nehat jibîr kirin, di tekoşîna azadiyê de gelek caran mînaka sekna wê hat dayin, gelek caran keç û xortên delal li ser hêmanên fermandartiya wê xwe perwerde kirin. Niha jî kî berê xwe bide Gabarê destpêkê ewê Havîn Çirav nas bike. Ji ber hin jî lat û zinarên Botanê bi dengê wê diqîrin, av û kaniyên wê bi xweşikbûyina zelaliya wê diherikin, gelê Botanê hîn jî navê keçên xwe dikin Havîn, navê kurê xwe dikin Çirav. Lewra yê Havîn Çirav ewqas balkêş kiribû çibû gelo?
Du Bijartêkên Polîtîkayên Helandinê
Havîn Çirav dema dibe şahidê gelek ne heqiyan hêna deh salî ye. Li ser bavê wê zexta wî kirina cerdewan heye. Salên 90’ye û şer giran e. Li ber îşkenceyên der mirovî gelê Kurd di nava du bijarteka de hatiye hiştin. An ewê cerdewaniyê, ajantiya dewletê; bûyina Mît, Jîtem, kontra û hizbûllatiyê qebûl bikin an jî ewê bikevin rêya sûrgûnê, ewê ji mal û axa xwe, ji dewlemendiya welatê xwe bên qut kirin û li xizaniyê mûxtacê parîkî nan bibin. Tenê du bijartek hene ku her du jî ji mirinê xiraptir in. Ew gelê ku bi hezaran salin li ser axa xwe serwerbûn, bi eşîrtî malovaniya dîrokê dikirin, ewê ji kokên xwe yên rêzdar bên qût kirin û li ber bêhna koletiyê defê jiyana bê nirxbûyinê bibin. Ewê ji xwe derbikevin, ew kesên ku ti kes nikare ji wan re bibêje; ‘’Siya te xware’’ bi gotinên herî çors re rû be rû bên. Bibin xûlamên herî erzan, karkerê bê nirx ên ber destan ku keda wan jî ti caran nayê dîtin. Ewê ji kokên xwe bên qut kirin ku roj bi roj wekî gulekî bi çilmisin, mirina kêliyê di giştî jiyana xwe de kêlî bi kêlî bijîn. Havîn di nava vê atmosferê de şahidiya şewitandina gundê xwe de dike. Di vegotina jiyana xwe de wiha behsa wan kêliyan dike; ‘’ Dema gundê me hat şewitandin, min pêlîstokên xwe hemû kom kirin û li cihekî veşart, ew kêlî ji bo min pir bi êş bû. Ez hîn pir biçûk bûm. Temenê min neh an deh sal hebûn an tinebûn. Lê min êşa şewata welatê xwe di rihê xwe de hîs dikir. Gundê me dan ber agir û heta bû xwelî min li şewata gundê xwe temaşe kir’’.
Wiha destpê dike çîroka jiyana Havîn. Di wan kêliyan de biryar dide ku ewê vê êşê jibîr neke û li ku derê dibe bila bibe lê ewê rojekî wekî şervanekî li vê axê bizivire û wan pêlistokên di bin kavilan de maye ji wir rizgar bike.
Gavên Destpêkê
Di sala 1998’an de dema tevlî refên gerîla dibe di bîra wê de wan sozan hene. Gerîlatiya xwe ya destpêkê li warê Egîdan li Gabarê dike. Ji ber temenê wê hîn biçûk e, hevalên wê, wê naxin nava şerê dijwar, salên wê yên li vir bi perwerde û fêrbûna jiyana gerîla ve derbas dibe. Li vir tiştên herî zêde bala wê dikşînin yek jê hevaltiya partiyê ye. Rûxmê wan salan li Botanê şerekî pir dijwar jî heye hevalên wê mîna dayikekî wê di paxila xwe de vedişêrin û nahêlin ku neynoka wê jî xwîn bibe. Ne pir di demekî kurt de derbasî Herêmên Parastina Medya dibe. Ew çiyayên ku her behsa wî dihatin kirin Qendîl dibe wargeha wê ya azad ya destpêkê. Her wiha li vir tevlî şerê Qendîlê yê yekemîn dibe. Hevalên nû nas dike, asoyên dilê xwe bêhtir berfirehtir dike, strana jiyanê bi wan re disitire. Ji azmûnên pir hêja re ku dibin bingeh jê re derbas dibe. Azweriya wê ya jiyanê ewqas xurt e ku di demekî pir kin de di nava hevalên xwe de pir tê nas kirin û digihîje asta fermandariyê. Di wan salan de fermandarî kirin jî ne pir hêsan e. Lewra ji bo kesekî bibe fermandar divê bi salan di qadê şer de mabe û perwerdehiyên xwe yên bingehîn temam kiribe. Lê Havîn van merhaleyan pir zû derbas dike. Hevalan li dora xwe kom dike, bi enerjiyekî mezin wan dixe dorhêla xwe. Di wan salan de hevalekî ku pê re maye Heval Axin wiha behsa fermandartiya wê dike;’’ Min di sala 2004’an de wê nas kir, bi naskirina destpêkê re hevaltiye xurt di navbera me de ava bû. Rûxmî me cara yekê hev didît wiha min hembêz kir û min nezanî ez çi bikim. Min dilê xwe de got, ev çi hevalekî dil germ e. Gelo rûxmî min nasnake çawa dikare vê baweriyê bide min ku wiha ji dil min hembêz bike? Bi demê re min naskir ku taybetmendiya wê ya herî xurt naskirina însana ye. Di kêliya didît de biryar dida ku ew kesatetekî çawa ye. Ji ber vê yekê jî şervanên li dora wê kom dibûn, her wê hêz didîtin. Dizanibûn ku hewildanekî pir cuda li gel Heval Havîn pêwist nake. Wekî xwe tevgerin bes e. Her wiha cihê ew lê bû de cewherê kesayet derdiket holê û bi hêz û moralekî mezin tevlî jiyanê dibû’’. Kurt be jî wiha behsa wê dihat kirin. Têkiliya wê bi jinê re, bi xweza re, bi herkesî re pir xurt û germ bû. Wê dema digot; ‘’Ez herî zêde ji hevaltiya PKK’ê bandor bûm’’. Di esas de ew jî bibû ew kesa ku hevaltiya PKK’ê di xwe de dihewîne û herkesî ji hevaltiya xwe bandor dike. Dema berê xwe dida Botanê tecrûbeyên Qendîl, Xakurkê û Zagrosan di tûrikê wê de bû. Hevaltiya Delîla û Hebûnan di dilê wê de bû. Pir bi îddîayekî mezin diçû ser wargehên pîroz yê Botanê ku gerîlatiya xwe ya destpêkê li wir kiribû.
Got: ‘Êdî Bes e’ û Berê Xwe Da Bakur
Di pêngava bi pêşengtiya gelê Bakur de hatibû destpê kirin, pêngava; ‘’Edî Bes e!’ de bibû rêviya Botanê. Ew xeyala ku ewê pêlîstokên zarokên Kurdistanê ji bin kavilan rizgar bike de bi hêz û bawerî, bi dil wêrekî û rûkenî ber bi çiyayên Botanê ve meşiya. Digot; ‘’Em wekî gerîlayên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku wê dijminê qirker li ser axa xwe tine bikin. Niha dijminê me hindek ceribandina li ser me dike. Dixwaze Botanê bê gerîla bihêle. Lê emê wê derfetên nedinê, heman demî de dijminê me hêvî dike ku ew êrîşê gelê me bike lê em ê jî bêdeng bimînin. Lewra ev ne gengaze. Ji ber em di xeta parastina rewa de şer didin meşandin emê ti caran seknekî pasîf qebûl nekin. Dijminê me yek li me bide em du caran li wan bidin. Ew hêza me heye ku em bi gelê xwe re mil bi mil dijminê xwe têk bibin’’.
Mîlîtanekî Mîna Bizot
Kesayetekî wiha bû Havîn, bi rik, bi îddîa, xwedî bawerî bû. Mîlîtanekî mîna bizotê bû. Hevalekî dilderya xwedî heskirina gerdûnê bû. Fermandarekî ku bi tena serê xwe jî bimîne dikaribû plansazî çêbike, bikeve nava çeperên dijminê xwe û bi derbên mirinê ve wan tar û mar bike bû. Ew kesayet bû ku ew soza xwe ya zarokatiyê di vegera xwe ya Botanê de pêk dianî. Xeyalên zarokatiya xwe ji bin kavilan derdixist û bi lorîkan dixist xew ew zarokên di agirê dagirkeriyê de şewitîbûn. Wê ti caran wan rojan jibîr nekir û her du bijartekên ku ji mirinê xiraptir yên xwînmijan li nava rûyê wan da. Got ku; ‘’ Ez ne mecbûrê sîxûrtiyê me, ne jî mecbûrê xizmetkariya we me. Ez her du rêkan jî qebûl nakim. Ez rêya xwe bi xwe vebikim. Di rêya sêyemîn de, di rêya şeref û rûmetê de bimeşim’’ . Ji bo wî dema koçberê Edenê bûn, li wan deran salekî jî nema û hat tevlî refên azadiyê bû. Dayika wê ya şanaz bi çûndina wê jî, bi şehadate wê jî serbilind loriya. Ji ber bi qasî tevlîbûna wê çalakiyekî li hember dijminê rûmeta Kurdan bû, bi ewqasî jî di gerîlatiyê de her xwedî seknekî çalakvan bû. Şehadeta wê jî di nava şer de, di nava çalakiyê de, di kêliya ku li dijmin dida de pêk dihat. Li wargehên egîdan di sala 2010’an de wê jî navê xwe di egîdiya jin de li dîrokê zêde kir, ew xeyala wê ya zarokatiyê wê rojê, di wê kêliya şehadeta wê de pêk dihat û dibû fermandarekî nemir ên jinên Kurdistanê. Ji ber vê ye ku ewê ti caran neyê jibîr kirin û strana jiyana wê her ewê li ser lêvan bê vegotin. Em wekî hevalên wê yên tekoşînê wê sozê didin ku em ê nehêlin hevalên me bên jibîr kirin û em ê her tim şopdariya bîranînên wan yên bê hempa bikin.
Hevalên Wê Yên Tekoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 146
Ji bo mirovên bi hêz demên zehmet hîn dijwartir in. Ji ber ew sedema di demên zehmet de jiyînê bêtir fem dikin û êşên wê demê bi kûrahî hîs dikin. Her wiha bi heybet derketina wan ji kûrahiyan û firîna wan a li asoyan. Ew kesên mezin in ku fikir, gotin û çalakiyên wan rêveçûna dîrokê digûherîne. Yek ji wan kesên mezin fermandara fedaî Doga Viyan. Hevalen ku pê re jiyan û şer parvekirine di lênûska xwe de wiha ji bo wê nivisandine. Em vê bi we re parve dikin.
PERÇEYEKÎ JI XWEZA
Rêhevala Wê Ya Têkoşînê Çarçel Gilîdağ
Tiştên Xweşik Ti Carî Nayên Ji Bîr Kirin.
Dîrok bi gelek qehremantiyan hatiye dagirtin. Ew qehremanên ku bê emsalin di astekî mûezem de hêz dide mirovan. Lê ya girîng qehremanên ku di keleka me de bi me re jiyan dikin, bi me re parvekirina dikin jî hene. Hin caran berpirsiyartiyên herî mezin hildigirin ser milên xwe û bê ku xwe bifikirin bi mirinê re şer dikin. Bi cesaretek mezin di armanca xwe de kîlît dibin û diçin ser de. Mirin ji bo wan dibe destpêkirina jiyanekî nû. Ew ji bo zayîn û paşerojên nû canê xwe feda dikin. Bi van qehremanan re jiyan kirin, meşa wan a bê dûdilî, bê tirs, bi cesaret û di armanc te kîlîtbûna wan hêz û moral dide mirovan. Behsa van qehremanan kirin jî deynê me yê sereke ye. Fermandara fedaî Doga Viyan yek ji wan rêhevalanaye ku mirov her behsa wê bike. Dibe ku peyv nebes bimînin, ti peyv peyda nebe ji bo penasekirina wê. Lê belê kêm jî bimîne, vê xweşikbûnê mirov dixwaze biherikîne dîrokê. Em hemû jî baş dizanin ku tiştên xweşik ti carî nayê ji bîr kirin wek navê Doga. Rêheval Doga kesayetekî sade û bi hevaltî re heta dawiyê girêdayî bû. Ne mimkine ku mirov hêrsa wê ya li hember dijmin pênase bike. Ji ber carek dil dabû axa xwe û gelê xwe ji bo vê bê tirs bû. Dayika xweza ew bi sadebûnekî herî xweşik bi baldarî wê afirandibû. Rêheval Doga bi xwezayê re yêk bû. Ew çalakiyên xwe yên bi nav û deng jî bi vê yêkbûnê li darxist û encam girt. Bi fedaiyane tevlî bû, jiyan kir û gihîşt bê mirinî yê. Warê xwedavendan Zagros di şexsê Rêhaval Doga de xwedavendek din qezenç kir. Hem jî xwedavenda herî xweşik…Bi Rêheval Doga re jiyan kirin şansek cuda bû ji bo me. Lê belê hevalên ku perê jiyan nekirine jî, ji hemû xweşikbûnên wê agahdarin. Ji ber ku Doga wekî navê xwe, bi enerjiya xwe di dilê hemû hevalên xwe de ji nûve rih dît û zindî bû.
GULA ÇIYA NAÇILMISE
Rêhevala Wê Ya Têkoşînê Sorxwîn Avesta
Ew ji nava hembêza gelê Sêrtê yê herî welatparêz de hatibû û li ser axa fermandarên Egîd jê dayîkbûyî de meşiya bû.
Kurdistan wisa ye ku bi hemû xweşikbûn û berhemdariya xwe bala herkesê dikişine û mest dike. Hemû xweşikbûn û berhemdariya vê erdnigariyê yek bi yek di hemû zarokên vê axê de hatiye neqş kirin. Heval Doga wekî ewladekî ku di axa Kurdistanê dayik dibe û hemû xweşikbûnan di xwe de dihewine mezin dibe. Jiyanê di destê dayika xwede fêr dibe, bi soza girêdanbûna dayîkê re ti caran îxanet berhemdariya dayikê nake. Her ku wext diherikiya ew jî di hûndirê xwe de diherikiya û şîn dibû. Madem ku ev ax azad bûn çima niha mecbûrê di vê halê de jiyînê bûye. Van pirsan di serî wê de hêza derketin û şer kirinê dabû ava kirin. Di demekî kinde rewşa heyî, xeterîya heyî ferq kir. Dema ferq kir, ket lêgerîna xwe peyda kirine. Dîviyabû ev bindestî êdî biqediyana. Kurdistan gihiştibana mirasa xwe ya berê. Diviyabû dîsa biba welatê ‘NAN’. Lê ev rewş berdêl, ked û xwîn dixwest ango ji xwe de pêşnediket. Dema gihîşt vê heqîqetê berê xwe da çiyayên azad.
Di sala 2015’an de tevlî gerîla bû. Di çiya de gavên yêkem yê gerîlatiyê ji bo wê dibe herema Çarçela. Pir bi heyrantî û bi têgihiştî rêhevalên xwe temaşe dikir. Rûxmî kesayetek bêdeng bû lê dîtina yekem de hevalên wê fem dikirin ku di hûndîrê wê de bahozên pir mezin diqewimin. Yek bi yek destê xwe her kevirekê, axê, kulîlkekê da û wek pepûleyek di dile hevalê xwede xwe da hîs kirin. Di stuyê xwe de laçika dayika xwe radikir. Dema ji bo laçikê hevalê wê pirs dikirin wiha bersiv dida; ‘’Em zarokên dayîkên xwe ne. Tiştên wan dane me hemû ji bo me rûmete. Ez niha bi vê rûmetê bûm gerîla û ez dayîka xwe tacîdar dikim’’.
Doga, di qadê Zagrosan de dibû gerîlayek jêhatî. Di nava çiya de rengê çiya digirt. Eniya wê ya qemer bûyî de lib lib xwêdan hebû. Bi xwezayê re bibû yek. Xwezayê hemû bêhnên xweş diyarî wê dikir. Ronahiya di çavê wê de bi hêviya paşerojê pêdiket. Doga bi Zagrosan re, Zagros bi Doga re ewqas li hev hatibûn ku wan ji hevdû cûda kirin ne gengaz bû. Niha di stuyê wê de tenê laçika dayika wê nebû. Êdî bi gelek lehengan re jiya bû, wan di dilê xwe de kola bû. Lewra tolhildan bibû deynê wê. Doga ketibû nava lêgerîna herî baş a ez vê deynê li kûderê bidim. Her ku lê geriya, pirs kir navê cihê ku biçe bihîst. Her ku pirs kir nêzî bersivên pirsen xwe bû. Çiya derbas kir, di şîvereyan de bîranîn jîyan kir û derbas bû û gihîşt cihê ku dixwest. Hat keleha fedaiyan Girê Cudî. Li ser fedaibûn fikirî. Tevlî dîrokê bû, piştre bû lêhî û herikî. Her ku diherikî Doga zêde dibû. Her ku zêde dibû xwe di hevalên xwe de didît. Navê Şehîd Doga rakir. Ewê jî wekê wê bibûya fedaî. Ewê wekî wê azad bibûya. Ewê wekê wê dilsozê jiyanê û tije heskirin bibûya. Wek wê lê bi rengê xwe cewherê xwe Dogayek din mezin dibû di van mekanan de. Di serîde perwerdeya bingehîn dît. Piştre ji bo karên girîng dem kurtî ji qadê derket. Piştî ku erkê xwe bi serkeftî cîh anî şûnde dîsa berê xwe da Girê Cudî. Ew ketibû nava lêhûrbûna bibe fermandarek çawa? Vê carê ewê ferî rêhevalên xwe kiriba, wan perwerde kiriba. Rêhevalên wê ewqas bi wêre bibûn yek lê temaşe dikirin û fêrî dibûn. Ew, fermandar û şervanên şerê gelê şoregerî, yên tûnelên şer û zaferê bûn. Doga di nava van amadekariyan de bê hesap tevlî dibû. Fermandar bû û di hemû xebatan de pêşengtî dikir. Tûnelên şer hemû bi desten xweyê xweşik amade kir. Derbas kirina kêmasiyên xwede jî di nava hewldanan de bû. Doga bû ya temamker, ya dike, fêr dike û ya fedakar. Her ku pêş diket, xeta jina azad de xwe ava dikir xweşikbûna wê hin berbiçav dibû. Him jiyanê de him di şer de her tim cihê xwe herî pêş de girt. Her tim pir hesas û cîdî nezî hemû karan bû, ji ber wê di hemû karên xwe de serkeftinê bi dest xist. Dema ku Doga di tûnelên şer yê Girên Cudî de bû; dewleta dagirker a Tirk di 25’ê Gulana 2022’an operasyonekî berfireh da destpêkirin. Rûxmî hemû zor û zehmetiyên jî wê di sala 2022’an de ji şer re pêşengtî kir. Şer kir û da şer kirin. Ev ax gelek pîroz bûn. Ji bo wê bibûn dayik, her hîs dikir di nava vê axê de ji dayîk bûye. A niha jî zalim hatine û dixwazin vê axê dagir bikin. Hêrsa wê zêde bû, berê xwe da dagirkeran. Di her ser çûyîna dijmin de bê ku derb li wan nede gavek paş de neavêt. Di her çalakiyê de mora xwe li serkeftinên mezin da. Hevalên xwe parast, cihê ku hevalê wî bikeve xeteriyê de xwe her da pêş. Di pir karan de wekî çiyayek bû û hevalên ku pêre bûn jî dizanibûn pişta wan ti carî nakeve erdê. Di gelek çalakiyan de ji mermî avêtinê bigire, heta dîmen kişandin û heta koordine kirinê de her li pêşiya me meşiya Doga. Ev sekn lê dihat û yê ku wê xweşik dikir, heyrantiya hevalan mezin dikir ev sekna wê bû. Keda ku dida her tim kêm didît, ev tişt bi çavê xwe ve di jiyanê de ji me re diqêriya. Digot; ‘’Divê em hînê zêdetir li celadan bidin, lêdanên me divê pir bi bandor, tûj û hejîner be’’. Bi van lêhûrbûnan ket sala 2023’an. Operasyona 20’ê Tîrmehê jî bi van îdîa û fikirandinan pêşwazî kir. Kêliya ku bi dijmin re rû be rû hatiba, wê ti carî efû nekiriba. Ji ber deynê hevalên xweyê şehîd tevdigeriya. Diviya bû tola Şahînan, Adaran, Heqiyan, Yilmazan, Medyayan û Rênasan rakiriba. Dema ku di 9’êTebaxê de wekî fermandarê baskê êrîşê çû çalakiyê bi vê armancê şer kir û hevalê xwe da şer kirin. Di wê çalakiyê de dersek dîrokî dan dewleta dagirker a Tirk. Wekî wan digot; ‘’Doga û ekîba xwe lêdanek tacîzê kiribûn’’. Ji ber vê 5 kûştiyên xwe didan. Lê belê ew roj Doga û ekîba xwe him di tûnelan de him dî arazî de ketibûn pey leşkerên Tirk. Bi pêşengtiya rêheval Doga ve di rojekê de bi 44 çalakiyan de leşkerên dagirker tarûmar kirin. Heval Doga heta ku gihîşt şehadetê jî bi heman rihî tevlî bû, şer kir. Di 12’ê Cotmehê dema leşker dixwestin bikevin tûnelên şer de dîsa heval Doga ket nava tevgerê de. Li hember van leşkeran herî pêşde di çalakiya êrîşê de cihê xwe girt. Wê rojê herî zedê bi qasî hejmara tiliyan leşker xilas bûn, yê din hemû di xezaba gerilayan re derbas bûn. Wisa tûj hatibû lêdan leşkerên man jî tiştên xwe hemû li pey xwe de hiştin û reviyan. Di vê çalakiyê de heval Doga di kelîya êrîşê de dema diçû ser dagirkeran gihîşt şehadetê. Heval Doga dibe ku fîzîkî ne li gel me be lê bele tarzê lêdana wê, biryardarî û israra wê ji bo me hemûyan bû pîvan. Emê di şopa wê de wekî şervanên wê tola wê bigirin û bimeşin.
YÊN DI DÎROKÊ RE ŞOP DIHÊLIN
Rêhevala Wê Ya Têkoşînê Arjîn Mîrza
Hindek kêlî hene ku kêliyên xwe guhertin û veguhertinê ne û ev demên çebûnê wiha pir hêsan nînin. Kêliyên kedên mezin tê dayin, di nava şertên giran de bi xwere şer kirine û demên mirov rih û mejî de yêkbûnê heman wextî ava dike ev pêkan dibe. Ji bo vê ji danehevek, fikirandinek kûr û hişmendiyek xûrt ya berbirsyartiyê pêwîst dike. Ji bo di xwe de hişmendiyekî wisa avakirin, pêwîst dike ku mirov ji xwe bide û taca hezkirinê bikaribe li xwe bike. Tiştê ku em nikarin di xwe de pêk bînin, serbixin ev rastî ne. Bi rihê Apoyî mîlîtanbûyîn bi hûnandina heqîqetê re pêkan dibe. Ji ber vê di nava PKK’ê de fedayîbûn mertebeyek çêbûnê ye. Yên ku digihîjin vê mertebêyên ku kêlî bi kêlî xwe avakirinê de serkeftî ne. Hezkirinê dizanin û bi vê zanînê ava dibin. Ji ber tûjbûna têkoşînê, di tûjbûna hezkirinê de ye. Heval Doga bi efsûna eşq û hezkirinê ve meşiya. Di tûnelên Şehîd Çekdar de ya ku ev şer di destpêkê de pêşwazî kir ew bû. Bi qerîna azadî û sonda tolhildanê meşiya ser celadan. Wek şervanek YJA-Starê şer kir da şer kirin û hevalê xwe parast. Sengerên herî pêşde xwe xist mertal. Bi hişmendiya azadiyê, xaka xwe parastinê bû nezîkatiyên wê. Ji ber vê bi berpirsyartî tevlî jiyanê bû, dîrokê bû. Li hember keliyê xwe berpirsyar di dît. Ti carî baweriya xwe de dudilî ne jiya, di meşa xweya şorêşê de bi eşq û azwerî ber bi serkeftinê ve meşiya. Ew herî zêde ji parvekirinan hezdikir. Danehevên xwe ji hevalên xwe teqsîr nedikir. Carna bêdeng dibû lê ya ku bi bêdengiya xwe herî zêde diaxivî ew bû. Heger pirs bikin mêze kirinên herî tûj yê kê bin, yê mirovên herî kûr dibe bersiv. Ew qehremana dema xwe bû. A niha qehreman do, îro û sibê ye ew. Xwedî bîrek kûr, baweriyek bilind û cesaret bû ji ber hêza xwe ji birdoziya xwe digirt. Baldar bû di hemû kêliyên jiyanê de şopa wê hebû. Ji ber hûrmet û heskirin da avakirin bi wê rengî hat bîr anîn, hîn ji tê bîr anîn. Xwe bi felsefeya Rêbertî ji nûve avakir. Bi qehremantî şer kir û bi egîdî tevlî karwanê şehîdan bû. Taca bê miriniyê, bi sonda tolhildanê li xwe kir. Ew her hebû û ewê hertim jî hebe. Lewra wê ji sûlava azadiyê vexwar bû xwedavenda me ya şer.
RIHÊ ŞEHÎDAN RONAHIYA RÊYA ME YE
Rêhevalê Wî Yê Têkoşînê Abbas Baran
Ev demek bû dijmin hem ji aliyê Şehîd Savuşka hem jî ji aliyê Şehîd Şilan dixwest xwe nêzî tunelên şer yên Şehîd Çekdar bike. Lewra bi taqtikê xwe yê nû dixwest vê merama xwe pêk bianiya; ji bo vê hem sengerên xwe yê sala derbas bûyî berda bû, hem jî li ser tûnelên şer yên Şehîd Çekdar bi dronên bombe barkirî teqîn pêk diani. Me jî hem li ser esasê dijmin li Girê Cuûî paqij kirinê guftûgo dikir û hem jî pilansaz û vesazkirinan çê dikir. Li aliyê din jî li hember hewildanê hatina li ser tunelan ya dijmin hem vesazî hem jî cîhê tîman ji bo dest werdanê hatibû diyarkirin. Şeva 12’ê Cotmeha 2023’an, di seat 21:50’an de di zêrevaniya hevalan de hevalan ji nişka ve hem hevalên zîrevan hem jî hevalên Şehîd Yunus agahdar kirin ku; ‘’Dijmin li ser neqeba Şehîd Çekdar e û berê wî ber bi zîrveyê ye’’.
Dijmin vê carê ji bo xwe mayînde bike hatibû. Ji bo vê jî bi komên ji 40-50 kesan pêk tê ve bi teqemenî û amadekariyekî mezin ve ber bi zîrvê ve dihatin. Armanca wan li ser tûnelan bi çekên xwe yê qedexekirî ve teqînan çêbikin. Hemû hevalên di sengerên şer yên Şehîd Çekdar de xwe amadekiribûn û ji xwe ev demekî bû li benda dijmin bûn. Ev rewş karên hevalan yên her roj bû. Tîma yekem ya heval Doga bi şeklekî 2 tîman derketin derve. Perspektif ev bû kû her du tîm, dijmin bixin nava xwe û bi bandor lê bidin. Heval Doga, bi tîma xwe ve yekser derketin derve.
Hevalên Wargeha Şehîd Yunus bi çekên navin û sekvanî dest bi gulebaranê kirin. Pisti lêdana hevalan dijminek hate kuştin û ber bi jêr va gindir bû. Yên din jî rev bi revî xwe avetin bin dara nêzî neqeba Şehîd Çekdar. Ev koma reviyabû bi daran pir bê şans bû. Ji ber ku Heval Doga û hevalên pêra di neqeba Şehîd Çekdar de kemîn avetibûn û li hêviya hatina wan bûn. Dijmin hem li milê çep hem jî li yê rastê yê neqebê xwe bi cih kiribûn. Dengê wan dihat hevalan. Heval Doga û hevalên pêre plansaziya xwe ya lêdanê bi dengekî nizim çêkirin û dest bi bombebaranê kirin li ser serê dijmin. Bombeyek çep, yek rast, sê, çar, pênç û şeş bombe... Heger lêdana bi bandor teoriya wî bê kirin pratika wê di tarzê vê tîmê de dihat xûya kirin. Bi taybet Rêheval Doga hem tîma xwe ji êrişa dijmin diparast hem jî bi azametekî mezin ve lê dixist. Li kêlaka vê lêdanê jî xwe di çuyina li ser cenazeyên dijmin de kilît kiribû. Tîma hevalan bi bombeyên destan û çekên ferdî heger gotin di cîh de be dijmin perîşan kirin. Di vê navberê de ji koma di bin darêde xwe veşartibûn de sê, çar kes mabûn.
Sekin û keseyata Heval Doga hem bi bandor bû hem jî pir balkêş bû, çavên hemû hevalan li ser balkêşiya Heval Doga bû. Balkêşiya Heval Doga çibû? Di hizrê wê de rêya şikandina tecrida li ser Rêbertî di binxistina dijmin di Girê Cûdî de derbas dibe, hebû. Ewqasî bi bîranina şehîdan ve girêdayî bû ku her kêlî xwe li hember giyana wan lêpirsîn dikir û bi sonda tolrakirina wan xwe tevlî şer dikir. Di piratîka wê de xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derketin esas bû. Ev jî fedayîtî bixwe bû. Heval Doga hem di jiyanê de hem jî di şerde mamosteyeke hînker bû. Bi hurmet, aram û dilnizim bû. Her çiqasî têgehên delal hebin hemû jî layiqên wê ne û heta peyv jî têrê nakin mirov bine li ser ziman. Heger mirov di yek hevokê da heval bîne ser ziman; ‘’Ew hemû wateya gotinê xweşik bû’’. Di çalakiya ku wê pêşengtî kir de dijmin ji komek 40-50 kesî encax dikaribû sê, çar kes bifilitîne û bireve. Ev çalakî ji aliyê rexistinê ve hate piroz kirin. Weke hilweşandina planên dijmin hate nirxandin. Rihê Heval Doga talimat dide me û dibêje; ‘’Demê we yê xemgîniyê nîne, min ala azadiyê dewrê we kiriye. Bi hemû hersa tol rakirinê bi ser dijmin de biçin û bi moral tevlî kar, xebat û jiyana xwe bibin’’. Ji bo me hevalan jî ev talîmatê bibe bingehê rêveçuyîna jiyana me û sonda me jî ewe kû emê tola şehîdên xwe rakin. Hêviyên wan li erdê nehêlin. Bi bîranînê wan ve heta dawiyê girêdayê bimînin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 152
Bihar mîna navê xwe nûbûyînê bi xwe re daniya. Bayê demsalê bi xwe re hemû nebaşî û xirabiyan belav dikir, şuna wan kelecan, evîn, hes kirin bar dikir hemû dilan. Zivistan ber bi qedandinê ve bû. Ewrên reş û giran êdî dûr diket ji ezmanên bedew. Dîsa şuna xwe ewrên şîn û spî cih dikir dayika xweza û heta salêk din xatirê xwe dixwast ji ezmanên bê dawî. Gelê Cizîra Bota jî bi hatina biharê ve dest bi amadekariyên xweyê zozanan dikirin. Çiya û newalên Botanê îsal jî li benda wan bû. Çiyayê Mirada wê îsal jî gelê Cizîra Bota re malowantî kiriba. Li Cizîra Bota cihêk welatparêz û nîştîman perwer bû. Piraniya Botanê ji xwe wiha bû, lê ji bo Cizîra Bota ji bo girêdanbûna xweya axê û girêdanbûna xwe ya tekoşîna azadiyê heremêk mîna ‘‘dilê Kurdistanê’’ tê bi nav kirin. Ev pênasekirinek cih de ye. Lewra gel ê heremê bi girêdanbûn û bi dilsoziya xwe ya tekoşîna azadiyê de qasî ku bi biryare ewqas jî ji bo serkeftinê bi israr e. Lewra salên 1990’an de gelek berdel dane û êş kişandina. Yek ji wan malbatên ku dilê wan bi êş û keser hate barkirin jî malbata Acet e. Malbata Acet rûxmê ewqas êrîş û zextên dijmin dev ji axa xwe bernedaye û heman demê de li dijî gerîla nebûne xwedî çek. Sala 1996’an de dema bihara rengîn xwe nîşanê rûyê erd kiri bû, wê çaxê dayika Azîme, keçêk por xelek û çav zeytûnî anî dinê. Navê vê keça por xelek û bedew dibe Şehrîban. Bêyî dayik bibe çarenûsa wê hatibû diyar kirin. Dayika wê vê fermanê dabû. Ser vê esasê Şehrîban li gorî vê rastiyê tê mezin kirin. Temenêk biçûk de bi çîrokên lehengan, bi rastiya dijmînê xwe û bi rastiya gel ê xwe tê mezin kirin. Hîn di biçûkahiyê de bi awayêk wêrekî tê mezin kirin. Fêrî dilmezinî, fêrî çavsorî tê kirin. Bi jêhatî bûn tê mezin kirin. Ew jî zanabûna vê rastiyê de ye. Roja kû dema wê hate wê berê xwe bida çiyayên xwe, wê roja hesap pirsinê destpê kiriba ji neyaran... Roja Xatir Xwestinê Bi coşa pêşwazî kirina pengava 15’ê Tebaxê jinên heremê bi kiras û xiftanên xwe bejn û bala xwe xemilandi bûn. Kilên reş li derdorê çavên xwe gerandi bûn û egalên kesk û sor û zer li derdorê porê xwe pêçandi bûn. Xortên heremê jî bi şal û şapik bi egalên xweyên reş û spî berê xwe dabûn qadên pîrozbahiyê. Rojêk wiha bi wate de Şehrîban jî bejn û bala xwe bi kiras fistanê xemiland, kilên reş li derdora çavên xwe gerand û egala kesk û sor û zer li serê xwe pêçand. Govenda xweya azadiyê digerine. Destê dayika xwe ya delal ramûsand û xatirê xwe jê xwest. Dayika Azîme dema wê oxir kir jê re got; ‘‘Here keça min, here delala min, şîrê min helale ji te re...’’ Şehrîban, 15’ê Tebaxê sala 2013’an de berê xwe dide Cûdiya Mirada. Dema ku digihîji hevalên xwe ji coş û kelecanê gulpa gulpa dilê wê ye. Keyxweşiyê dilê wê çavê wê yên mîna zeytûnî de xwe dide der. Şehrîban re gelek nav dibêjin hevreyên wê. Ew li hemberê peşniyara her hevalê xwe bi dilnizmî û bi kenêk şermokê mîna bêje; ‘Na!’ serê xwe dihejîne. Herî dawî bi xwe dibêje; ‘‘Bêyî ku ez dayik bibim, çarenûsa min hatiye diyar kirin. Dayika min gotiye; ‘Keçik be jî, ger xort be jî ezê diyariya welatê xwe, ezê diyariya Kurdistana xwe bikim.’ Lewra ji ber vê gotina dayika xwe ez dixwazim navê xwe bikim Kurdistan!’ Şehrîban dema van gotinan dikir bi serbilindî û serfiraziyêk dijiya. Jiyana xwe ya nû da navê Kurdistan xwe dike û ji bo azadiyê bîne welatê xwe paşnavê Roj bi xwe dike. Şehrîbana Cûdiya Mirada edî dibe ‘Kurdistan Roj’, dibe parçeyek ji rastiya Kurdistanê... Gerîlatî û Fermandartiya Kurdistan Kurdistan pir zû fêrî jiyana gerîlatiyê dibe. Lewra bi xwe jineke Botî, jinêk çiyayî û li zozanên Cûdî mezin bûye. Lê yekbûna wê bi jiyana gerîla re demêk kin de pêk tê. Kurdistan bi zîrekbûna xwe, bi jîrbûna xwe zû dikeve çavên hewreyên xwe de. Her erkê ku derdikeve xwe pêşniyar dike, her karê zehmet de destpêkê xwe dide pêş, herî karê ku herkes bêje nabe de Kurdistan bi hêrsa xwe wê karê ser dixe. Kurdistan perwerdeyên xweyên destpêkê li qada Garê dibîne. Bi jîrbûna xwe hevalên xwe re dibe mînak. Bi sekin û tevlîbûna xwe hevalên xwe dide îqna kirin ku li Zagrosan dikare gerîlatî bike. Ser vê esasê sala 2014’an de berê xwe dide Zagrosan. Li Zagros’an de vesaziya wê ji bo qada Çarçella tê çêkirin. Kurdistan dema ku derbasî Çarçella dibe, hemberê xweşikbûna Çarçella hayî dimîne. Çarçella sedan nebatan û gelek ajalan di nava xwe de dihewîne. Ger mirov saetên demdirêj jî behs bike têra xweşikbûna Çarçella nake. Gerîlayên ku li wê qadê mane, bi salan jî ji behs kirina erdnigariya wê têr nebûna. Lewra Çarçella bi gotinan nayê pênase kirin, ji ber tu gotin li ber xweşikbûna wê têrker nabe. Xweşikbûna wê na yê gotinê, ya jiyan kirinê ye. Kurdistan jî dibe gerîlaya qadên wiha. Çiyayê Zagrosan bi qasî xweş bû, ewqas jî qadên zehmetbûn. Qadên Zagrosan vîn, jîrbûn û zîrekbûn dixwest. Ev taybetmendî hemû jî Kurdistana delal de pêkan bû. Her karî de cih digirt, her karî bi awayêk serkeftî pêk dianî. Cihê ku Kurdistan lê ba ya li wê derê karên serkeftî derdiket holê. Hevalên xwe hez dikir, bawerî dida û dihat hezkirin. Hemberê her hevreyê xwe bi awayêk rêzdar, dilnizm, rûken bû. Ev taybetmendiyên wê di bû sedem ku dilê her hevreyê xwe de cih bigre û bibe xwedî baweriyêk mezin. Kurdistan ji ber jêhatîbûna xwe zû dibe fermandar. Mîna ku ciwane û rûxmê ku gerîlayek pir kevin nîne, fermandarên wê guncav dibînin ku wê erkdar bikin. Ji ber ezmûnên ku wê nav çend salan de dest xistibû gelek bû. Ji ber wê fermandarên wê jê bawerbûn ku erka ku dan ser milên wê bi awayêk serkeftî cih bîne. Şerê Fermandar Kurdistan Sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê li ser welatê me Kurdan didin destpê kirin, wê demê Kurdistan li Zagrosan tevlî şerê germ dibe. Kurdistan vî şerê de fermandar e. Hevreyên xwe re pêşengtî dike. Çalakiyan de herî pêş de diçe û hevreyên xwe re êrîşê dagirkeran dike. Fermandar Kurdistan bê tirs li ser neyarên xwe de diçe. Li Çarçella çalakiyên ku li Mergê, Şehîd Fîkret, Şehîd Hozan û gelek çalakiyên din tevlî dibe û piraniyan de jî mîna fermandara şer cihê xwe digre. Her çalakiya ku tevlî dibe de bi hevalên xwe re serkeftinên mezin dest dixe. Ew li hemberê neyarên xwe xwedî hêrs û kînekî gelek mezine. Ew sonda zarokên Cizîrê ye, ew tolhildana Dêrgûlê, ew diyariya dayika xwe ye... Fermandar Kurdistan Roj sala 2016’an de dîsa li ser neyarên xwe de diçe. Çalakiyêk mezin tê plansaz kirin. Kurdistan jî yek ji wan fermandaraye ku cihê xwe li vê çalakiyê de bigre, şer bike û ferman bide hevreyên xwe. 29’ê Tirmehê sala 2016’an de çalakiya ku li hemberî girê Şehîd Hozan tê lidarxistin de, heta fişeka xwe ya dawî şer dikin, gelek leşkerên dagirker ceza dikin. Encamê vê çalakiyê de bi rêhevalên xwe Dicle, Med, Cesûr, Mazlûm, Canfeda û Nûman re digihîje asta şahadetê. Kurdistan Roj jiyana xwe ya şoreşgertî de zû fer dibe, zû fam dike, zû dibe fermandar û zû digihije rastiya heqîqet ê. Rêhevala Wê Ya Têkoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 152
Zinarîn Întîkam (Guler Yarıcı) li Agirî Bazîd’ê li gundê Ortîlî (Örtülü) yê çavên xwe li cîhanê vedike. Gundê ku heval Zinarîn lê mezin dibe her dem dengê fîşêkên gerîlayê azadiyê tê bihîstin. Deng û rengê fîşêka gerîla tarîtiya şevê belav dikir û şewq dida taritiyên herî kûr. Di malbatek çand û nirxê xweyê Kurdistanî ve girêdayî mezin dibe. Ji ber her dengê ku ji namlûya gerîla tê bihîstîn bi dayik û bavê xwe, bi xwişk û birayê xwe ve serkeftina gerîla bi çepik û tilîliyan pêşvazî dike. Ew hesreta dilê wê ya ku rojek bibe gerîlayê Kurdistanê hîn zêdetir tîne li ber çavên wê.
Gundê ku lê dijî hemberî gerîlayan, evîn û heskirinek pir mezin hildigrin dilê xwe de. Lewra her ku berê xwe dide rêzê çiyayan, xwe mîna gerîlayek xeyal dike. Milê wê de çeka wê, pişta wê de rexta wê û bê westan dimeşe. Çavên wê ji gerîla cudatir tiştêk din nabîne, guhên wê ji dengê namluya gerîla zêdetir tiştek din nabîhise ji ber wê çavê wê herdem rêzeçiyayan dinêre ka wê gerîla derkeve were û bibe mêvanê mala wan... Hîna di temenek ciwan de biryara jiyana azad dide. Bendê hewrêyên xwe ye ku ji bo berê xwe bide jiyana xwe ya nû. Dema ku demjimêr sala 1998’an nîşan dida êdî amade bû ku li pey legerên xwe de bimeşe. Ew di turikê xwe yê hêviyan da pişta xwe û berê xwe da rêzeçiyayên ku herdem li wan dimêzand...
Kelecana Bûyîna Şoreşger
Navê Zinarîn Întîkam ji bo heyînekî nû radike. Ew neviyê Brahîm Heskiyane lewra paşnavê tolhildan ji bo xwe hildigre. Ew ê bibe tolhinerê Serhildana Agirî, ewê bibe dengê gelê Geliyê Zîlan û ewê bibe dengê Bazîdê, lewra ew neviyê Celaliya ne. Zinarîn gavên xwe yên yekem davêje xaka pîroz a herêma Xinêrê. Perwerdeyên xwe yên bingehîn dibîne, fêrî jiyana gerîla dibe. Bi coş û kelecanek mezin tevlî jiyana gerîla dibe. Ew jî êdî dibe gerilayên ji rêzeçiyayên bê sinor. Jiyana gerîla de tu caran sînor nîn bû, ji xwe ji bo gerîlayên Kurdistanê jî sînor bê watebûn, lewra ew ji bo rakirina sînoran canê xwe bexşandi bûn. Zinarîn bi vê zanabûnê derbasê qada Xakûrkê, meskenê fermandara mezin Berîtan dibe. Qada Xakûrkê jî bi heman tevlîbûna xweya bi coş û kelecan çavên hewreyên wê diçe ser wê. Xweşikbûna dilê wê dabû rûyê wê jî. Di nav gerîlayan de gotinêk mîna; ‘‘Dil rast bifikire xweşik dibe, dil xweşik bibe teyisandina wê rûyê mirovan de xwe dide der’’ heye. Ev gotin wekî ku bi taybetî ji bo Zinarîn hatibû gotin. Dilê Zinarîn xweşik difikiriya, dilê wê xweşik dibû û xweşikbûna dilê wê jî derbasê rûyê wê ya mîna dişibe heyvê dikir. Mîna heyvêk ronî dida derdorê xwe û hevreyên xwe ronî dikir. Zinarîn salên 1999’an heta sala 2000’an li qada Xakûrkê dimîne dûv re dubare berê xwe dide Xinêrê. Sala 2000 heta 2001’an li Xinêrê dimîne û piştre berê xwe dide Qendîlê. 2001 heta sala 2003’an li Qêndîl’ê dimîne û piştre berê dide Bakurê Kurdistanê derbasê eyalêta Dersîm’ê dibe.
Zinarîna Dersîmê
Ew jinek ji hembêza axa kevnar a Serhedê ye, lê hevreyên wê ji bo wê dibêjin Zinarîna Dersîmê. Lewra ew bi keda xwe ya salan a ku li Dersîm’ê dide dibe evîndara Dersîm’ê. Dersîm ji bo wê dibe perçeyek giyana wê. Zinarîn dema berê xwe da Dersîmê ew êdî gerîlayek têgihiştî ye. Gerîlayêk xwedî ezmûn, xwedî zanabûn, xwedî pîvanên jiyana azad e. Zinarîn mîna rojên xweyên yekem di ferqê de ye armanca xwe çiye. Qada Dersîmê jî ji bo wê dibe mamosteyek baş. Cihên ku Zinarîn lê kêm di ma dayika Dersîm jê re dibû rêzanek baş. Rênîşana wê ya yekem hevreyên wê, ya duyem çiyayên Dersîmê bû. Zinarîn salên 2003 heta salên 2007’an li Dersîm’ê gerîlatî dike. Bi deşt û zozanên Dersîmê re dibe heval, gelek ji Dersîmê hez dike û Dersîm jî mîna heskirinek bêdawî Zinarîn dilê xwe de dihewîne. Lewra ew dibe Zînarîna Dersîmê.
Bi Heskirinek Pir Mezin Girêdayî Jin û Jiyanê Bû
Di xeta jina azad de pîvan û rêgezên sereke heskirina zayenda xwe ye. Heval Zinarîn jî ji jinê hez dikir û bi nirxên azadiyê re girêdayî bû. Ferqa zanabûna zayenda xwe de bû. Di milê birdozî de jî heman demê de milê hestan de jî girêdanek wê ya xurt bi rêgezên jina azad hebû. Hezkirin, hîs kirin û fam kirin hestên herî pêş a fermandar Zinarîn de bû. Xwedî hestên mezin bû, fermandarek dil mezin, hevreyek dilnizm bû. Bi heskirinek pir mezin jin hembez dikir, dilê xwe berdida nava jiyanê. Gotin di cih de be mirov dikare bêje dilê wê mîna deryaya hêstan bû. Xwedî hestên bi aqilane bû. Ji ber wê tu cara nedihîşt ku navbera jin de perçebûn çêbibe. Herdem ji bo yekbûna jin hewil dida û li ser vê diponijiya. Ew zanabûna azadiyê de bû. Ferqê de bû ku jinek tenê dikare nava rastiya PKK’de bi wate û azad bijî. Di bingeha rastiya Rêber Apo de rastiya jin bi taybetî jî rastiya jina Kurd dest digirt û hewil dida mîna jinek azad para xwe ji vê rastiyê bigre.
Dizanî bû ku girêdana bi Rêber Apo re, ji girêdana jiyana bi wate û azad re derbasdare. Lewra heta hêza xwe ya dawî bi hewreyên xwe re û bi jiyana PKK re girêdayî bû. Ev felsefeya jiyana Apociyan bû. Li kû derê têkoşîn bisekini li wê derê jiyan disekiniya, lewra herdem di nava tekoşînêk dijwar de bû. Fermandar Zinarîn tû caran nesekinî, herdem mîna pelên çeman bi awayêk dijwar her di nava herikînê de bû. Her ku herikî xwe zinde kir û pêlên xwe meztir kir.
Fermandar Zinarîn Întîkam ji ber fedakariya xwe ya jiyanê derbasî xebatên hêzên taybet dibe. Mîna fedaiyek Rêber Apo, mîna fermandarek fedaî tevlî jiyan û şerê demê dibe. Fermandar Zinarîn sala 2010’an de tevlî perwerdeya Akademiya Jina azad a Şehîd Zîlan ango Zeynep Kinaci dibe. Piştî perwerde navbera salên 2011 û 2013’an de qada Garê tevlî kar û xebatên rêxistinê dibe. Piştre demek kin li Heftanînê dimîne û sala 2014’an de berê xwe dide Bakurê Kurdistanê li qada Amedê wekî rêveberiya qadê tê erkdar kirin. Sala 2014’an heta sala 2016’an li Amedê tekoşînek bê hempa dide meşandin. Şer dike û li hemberê dagirkeran çalakiyên ku tê saz kirinê de hem koordîne dike hem jî bi hevalên xwe re tevlî çalakiyan dibe.
Sala 2016’an de dijminê xwînxwar li Bakurê Kurdistanê operasyonên berfireh ên dagirkirinê dabûn destpê kirin. Amed jî yek ji wan qadên operasyonê bû. Operasyonên ku navbera 18 û 30’ê Tirmeha 2016’an de pêk hatî de Fermandar Zinarîn bi hevreyên xwe; Agir Amed, Egîd Kahraman, Masîro Yûnûs, Şervan Penaber, Zinar Firat re digihîjin asta şehadetê.
Fermandar Zinarîn fermandara şer û cengê bû. Ew li Amedê bû xwedî deskeftiyên mezin, ewê herdem bi heskirina xwe ve dilê hevreyên xwede bijî...
Rêhevala Wê Ya Têkoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 154
Dîroka tekoşîna azadiya jînê, dîrokek bi hezar navên lehengan hatiye ava kirin. Her rûpelên dîrokê de em bi wan lehengan dibînin, dibihîsin û dibin şopdarê wan. Navê salan, mehan, rojan û kêliyan bi navê wan tên nasîn û zanîn.
Dîrokê de navê xwe wiha neqş kirine ku, ne salên dûv û dirêj, ne jî demên derbas dibin qet ji wan ji bîr nakin. Bi awayêk fizîkî dur ketina wan, tenê ne wan keliyan de heta dawiya emrê mirovan mîna agirêk sotîner dibe roniya dilên gelên xwe. Rêka wan ronî dikin û dibe rênîşanêya wan a herî zelal. Rastiya wan di her keliyê jiyanê de herdem tê bîra mirovan, lewra wan bi sekna xwe, bi vîn û tekoşîna xwe bûn rêzanên herî berbiçav. Rêber Apo dibêje; ‘‘Ji bîrkirin xiyanet e.’’ Raste bi awayêk zelal mîna pênase kirina Rêberê me ye. Lewra kesên ku ji bo tekoşîna azadiyê û ji bo gelê xwe berdêl daye, xwîn û canê xwe dane tu caran nayên ji bîrkirin. Lewra şehîd ew kesin ku tu kesan û tu pirsgirêkan nekirina navbêra xwe û Rêber Apo de. Lewra wan bê dudilî û bê tirs canê xwe razandin rêka Rêber Apo. Jinên ku bi îddaya azadbûyînê dijîn tu caran ji rastiya şehîdan xwe qut nakin. Lewra kesên ku gihaştine heqîqet û azadiyê şehîd bi xwe ne. Her yek ji wan rengêk cûda, her yek ji wan perçeyêk cûda lê heman rêkê de dibin yek reng û yek dest. Ya girîng ew e ku, kesên azadixwaz dibin şopdarê wan û ew jî dibin yek ji wan rengan, ew jî dibin perçeyek ji vê heqîqeta bê sînor. Her şehîdek dibe temsîla pîvanên azadiyê, dibin remza wateyê. Hilgirtina barê şehîdan jî dibe watêya berxwedan, îdîa û hêviyên azad.
Kî bûn şehîd? Kesên çawa re digotin vê peyvê? Şehîd çawa jiyan kirin? Ji bo çi canê xwe kirin mertal? Bersiva van pirsan mirovan digihijîne lêgerînên azad. Ev lêgerîn dibin bingeha jiyanê û jiyan dibe wateya hebûna te. Ango şehîd dibe rênasêk baş û pêşeng. Dema mirov fêrî jiyana wan a bi nirx dibe mirov dikeve ferqê ku çiqasê deyndarê wan lehengan in. Lewra pêkanîna deynê xwe erka her şoreşgerek e. Bi taybetî xwedî derketina xeyalên şehîd, girêdayî mayîna şerê wan deynêk herî mezin a hevreyê wan e. Ya herî girîng jî lehengên ku nehatine nasîn, şerkerên ku navê wan nehatine bihîstîn danasîna wan ji bo me ya herî esasî ye. Em jî dixwazin îro behsa jineke leheng bikin. Ew jina ku ji bo gihaştina azadiyê tevlî meşa heqîqatê bûye, ew jina ku ji bo azadiya gelê xwe û ji bo pêşeroja zarokên gel ê xwe, xwe feda kiriye ew jina Kurd Ezîze Onkol’ê.
Ezîze Onkol ango bi navê xwe yê tevgera azadiyê de Dîcle Avaşîn sala 1991’an de li paytexta Kurdistanê Amedê di nav malbatêk tekoşîna azadiyê de gelek berdêl dane li gûndê Çemê Alîkê de dayîk dibe. Ji ber welatperweriyê malbat û ji ber tevlîbûnên malbatî, Ezîzê temenêk ciwan de rastiya gelê xwe dinase û bi çîrokên lehengan re mezin dibe. Ew jineke bedew a Amedê bu. Zanabûna Kurditiya xwe, hîs kirina êşên gelê xwe ji bo şer kirin û tekoşîn kirinê zanabûnên têrker bûn. Li kolanên Amedê mezin bûyîn jî şansêk mezin bû ku, rastiya dijmînê xwe re pir eşkere rû bi rû werê. Ew jî temenêk ciwan de zanabûnêk mirovan de ava dike, hêrs û kînêk bi zana li hember neyar derdixîne holê. Ezîze jî bi van rastiyan re pir zû tê rûyê hevdu û bi van rastiya dijminê xwe tu caran dilê xwe de nahewîne. Ew zarokek ji Amedê bû, lê dîtina leşker û polîsên dewletê di nava taxa xwe û di nava Amedê de tehemmûl ne dikir. Li ser vê esasê Ezîza sala 2008’an de ji bo ku dijminê xwe têk bibe bi awayek zanabûn berê xwe da nava tekoşîna azadiyê. Navê Dîcle Avaşîn li xwe dike.
Di nava tekoşîna dijwar da ji bo ku mîna çemê Dîcle zelal û mîna çemê Avaşînê wêrek be bi awayêk zanabûn vê navê li xwe dike. Salên 2008 û 2009’an de li qada Amed û Xerzanê perwerdeyên xweyên bingehîn dibîne û tevlî karên pratikê dibe. Dawiya sala 2009’an de berê xwe dide herêma Behdînanê û heta 2010’an li qada Garê dimîne. Navbêra sala 2011 û heta 2014’an li qadên Haftanîn û Metîna tevlî pratîkan dibe. Heta demekî dirêj di nav xebatên perwerde kirina şervanê nû da tê erkdar kirin. Vê erka xwe bi awayêk serkeftî cih tîne û bi sedan hevreyên xwe perwerde dike. Ezmûnên ku dest xistine re hevalên xwe fêrî jiyana gerîlatiyê dike. Sala 2014’an de berê xwe dide aqademiya jina azad a Şehîd Bêrîtan. Dîcle li aqademiyê de xwe perwerde dike û ji bo şerên demê pêş xwe amade dike. Bi awayêk aktîf tevlî jiyana aqademiyê dibe û ji aliyê hemû hevreyên xwe ve tê heskirin.
Piştî perwerdeyekî serkeftî vesaziya Dîcle ji bo qada Xakûrkê gûncaw tê dîtin. Dîcle mîna fermandara yekîneyê derbasî qada Xakûrkê dibe.
Çiyayên Xakûrkê di nava sîlsîleyê çiyayên Zagros – Torosan de cih digre. Ew jî perçeyêk ji wan çiyayên pîroz e. Heman demê de çiyayên Xakurkê di nava tevgera azadiyê de xwedî dîrokêk mezin e. Lewra çiyayên Xakûrkê wargeha fermandara mezin Berîtan ango Gulnaz Karataş e. Fermandar Berîtan li hember hevkar û xiyanetkaran, li hember bangavaziya teslîmiyetê mîna kevokek azad di zinaran da bi bask bû. Bi vê helwesta xwe hemû dijminê xwe kiribû nava şermek mezin. Fermandar Berîtan bi vê pratîka xwe jinên pêşerojê re tarzê berxwedanê nîşan dabû. Lewra wê Dîcle û 4 hevreyê xwe jî mîna fermandara xwe Berîtan wê hemberî xiyanet û neyaran berxwedaniyêk mezin raber kiriban.
Sala 2016’an de şerekî pir dijwar li qada Xakurkê diqewimiya. Jin û xortên Kurdan, mîlîtanên Rêber Apo hemberî dewleta Tirk a dagirker sond xwaribûn ku, wan qadên pîroz ji dijminê xwe re nehêlin. Cengek mezin, şerekî dijwar hebû. Dîcle jî yek ji wan fermandara cengê bû. Hevreyên xwe perwerde dikir, cesaretek mezin dida û bi hevrêyên xwe re berê xwe didan neyarên li ser axa xwe. Gelek çalakî pêk anî bûn, gelek leşker ceza kiribûn û gelek çekan ji ser dijminê xwe rakiribûn. Serkeftin ya gerîlayan bû, serkeftin ya fermandar Dîcle û ya hevreyên wê bû.
Sala 2016’an de fermandar Dîcle û hevreyên xwe meha Tebaxê plan dikin ku dîsa berê xwe bidin ser dijminê xwe. 5’ê têbaxê 2016’an de çalakiya girê Genîş (Genîş Tepesi) pêk tînîn. Di vê çalakiyê de mîna fermandarek, mîna jinek şerker erk û berpirsiyartiya xwe cih tîne. Heta hêz û gule xwe ya dawî şer dike û bi çar hevalê xwe re digihîje şahadetê.
Fermandar Dîcle herdem perwerde kirin û peşxistina hevalên xwe esas girtibû. Lewra jiyana xwe de jî wiha bû, şerê xwe de jî. Ji ber ew xwedi dilekî mezin bû.
Hevalên Wê Yên Tekoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 152
Li welatê Kurdan, hemberî dehaqên serdemê hêrsekî mezin ava bibû. Zarokên agir û rojê bi hilhatina rojê re dest bi govenda azadiyê kiribûn. Li quntara çiyayên Zagrosan hem li eniya Cîlo û hem jî eniya Çarçella xwe amade kiribû li hemberê her tiştê. Ji bo başî jî amade bûn, ji bo ne başiyan jî. Ji bo biratiyê jî amadebûn ji bo hemberê xiyanetê xwe parastinê jî. Ji bo aşitiyê jî amadebûn ji bo şerekî dijwar jî. Kêliyên wiha dijiya çiyayên Zagrosan. Cîlo her çiqas negihaştibû Çarçellaya xwe jî, lê dîsa jî tu caran hêviyên xwe qut nekiribû. Ji ber ji dil da hezkiribû Çarçellaya rengîn. Bê berjewendî dilê xwe dabû destê Çarçella. Her çiqasî Belkız û Çeko ketibû di navbêra wan de jî, lê dîsa jî Cîlo dest ji Çarçella berneda bû. Ji ber ku ji dilda heskiribû ji Çarçellaya xwe, ji dilda pê ra hatibû girêdan... Zarokên agir û rojê jî pir bi şans bûn ku li ser axek wiha bi nirx, li gel heskirinêk wiha bi wate cîh digirtin. Li ser evînên wiha bi nirx ew jî evîna xwe hîn mezintir dikirin. Yek ji wan zarokên rojê ku fermandara pengava şoreşgerî a Şehîd Reşîd Serdar de cîh girt fermandar Nûda Evîn bû.
Sala 1988’an de li Mêrdîn Nusaybînê li gundê Çalê zivistana Çileyê de zarokek por xelek çavên xwe li dinê vedike. Dayika Rahîme navê Emîne li vê zaroka xwe dike. Emîne bi şans bû ku di nav malbatek welathez û bi çanda Kurdêwarî ve girêdayî her wiha li dorhêlek nîştîmanperwerde mezin dibe. Ji mezinên xwe dîrok û tekoşîna gelê xwe gohdar dike. Êş û azarên gelê xwe temenêk ciwan de nas dike û ji dil de dijî. Emîne bi malbata xwe re li gundê xwe jiyanek sade û pak dijî. Ji gelek xirabiya neyaran dûr, ji her cûre sextekarî bê par û qomployan bê agahî jiyana xwe didomîne. Ta ku heta êrîşên li ser gundê wan didin destpê kirin. Emîne dema ku bi çavên xwe dibe şahîdê hovitiyên dewlêta Tirk, wê demê her çiqas wate nede jî dema mezin dibe soz dide xwe wê êrîşên li ser gundê xwe bê bersiv nehêle. Emîne bi malbata xwe re neçar dimîne ku berê xwe bide metrepolan. Malbat berê xwe dide bajarê Îzmîrê. Emîne vê yekê her çiqas nava dilê xwe de nahewîne jî, lê ji ber neçarin diçin, lê gundê xwe jî bi dilê xwe re dibin...
Emîne tu caran fêrî jiyana bajaran nabe, herdem bêriya gundê xwe, herdem bêriya axa xwe û mala xwe dike. Ew jî ferqê de ye ku ne aîdê van deverane. Dema ku tê emrêkî tegihiştî wê demê ji bo tolhildana gundê xwe û gelê xwe berê xwe dubare dide welatê xwe û tevlî tevgera azadiyê dibe. Ji ber ew tu caran ew êrîşên li ber çavên wê pêk hatibû ji bîr nekiribû...
Sal 2011 Emîne bibû xwedî vînekî ji pola, zana û jineke têgihîştî. Ew êdî jiyana xwe ya nû de bibû Nûda Evîn. Tevlîbûna xweya di nava refên gerîla bi navê Nûda, mîna jinûve dayîkbûna xwe girtibû dest. Ji ber vê navê Nûda li xwe kiribû. Ev jiyana xwe ya nû de pir bi kelecan bû. Bi kelecan û evînek pir mezin dimeşiya. Li qada Garê perwerdeyên xweyên sereke dibîne û wiha tevlî kar û xebatên pratikî dibe. Nûda ji ber atîkbûyîn û jêhatîbûna xwe yekser derbasî qada Zagrosan dibe. Çiyayên Zagrosan bi bilindahî û xweşikbûna çiyayên xwe ve, çavên Nûda dadigre. Nûda li vir fêrî jiyana gerîla dibe. Nûda jiyana xweya şoreşgerî de pir bi meraqe ji ber vê pir zû ferî her tiştî dibe. Ji bo ku bibe gerîlayek xurt bi heskirin û zanabûnek ve tevlî jiyanê dibe. Di her kêliyê de xwe perwerde dike û hevalên li cem xwe jî fêrî vê yekê dike. Gavên wê yên destpêkê li Zagrosan, jê re dibe hîmê gerîlatiyê. Li Zagrosan mezin dibe û dibe gerîlayeke jêhatî. Dema ku bi vê zanabûna xwe bi perwedehiya Rêber Apo re temam dike, edî tu kes nikare li pêşiya pêşketin û pêşveçûnên Nûda bigre. Nûda dibe jinêk şerker, Nûda dibe tirsêk mezin li dilê neyaran de.
Şerê Dijwar De Dibe Fermandara Cengê
Sala 2015’an de dema ku pevajoyê bê çalaktiyê bi dawî dibe êrîşên topyêkûn a dewleta Tirk a metinger despê dike. Hemberî gerîlayên azadiyê êrîşên dijwar û êrîşên bê ser û ber her roj xwe dubare dikir. Gerîlayên Kurdistanê hemberî van bêbertek nediman. Ew jî bi hêrs û kînêk mezin berê xwe didan dijminê xwe. Dijminê ku welatê wan dagir dikir, pewîst bû ji ser axa welatê xwe biqewitan dana. Nûda ji vê bawer dikir. Bi vê baweriyê ve hevalên li cem xwe di milê leşkerî de xurt dikir û berê wan dida li ser dijminên hov. Dijmin operasyonên berfireh dabûn despê kirin. Armanca wan ew bû ku çiyayên Zagrosan ji destê gerîlayan bigrin. Lê hesap nekiribûn ku ew kesên ku li Zagrosan cih bûne, fedaiyên Rêber Apo ne. Ew kesên ku li çiyayên Zagrosan cih bûne fedaiyê gelê Kurd e. Dijminê xwînxwar bê ku vê hesap bike berê xwe dabû Zagrosan. Vê pevajoya ku şerê dijwar diqewimiya de Nûda jî li çiyayê Zagrosan li eniya Cîlo hatibû erkdar kirin. Wek fermandara şer ew di nav vê cengê de cih girtibû. Şer dikir û dida şer kirin. Sond xwarî bû wê dijminên xwe ji ser axa Zagrosan biqewitanda. Nûda tevlî gelek çalakiyan dibe. Pêşengtî dike û her carî bi serkeftinêk mezin vedigere wargeha xwe. Serkeftinên ku dest dixist çavên wê de ronahiyek mezin dida ava kirin. Ew ronahî nîşanêya serkeftinên wê dida dest. Ger Nûda ji çalakiya vegeriya bê ku biaxive te çavên wê bimêzanda te fambikira ka encamê çalakiyê çi rengî ye. Xweşiya dilê wê derbasî rûyê wê bibû. Nûda herdem rûken bû. Rûkenî gelek li wê dihat.
Rûbiken dayîk bû, rûbiken jiyanê û rûbiken gihaşt bêmiriniyê. Nûda Evîn sala 2015’an li çiyayê Zagrosan de li eniya Ciloyê mezin çalakiyek êrîşê de dema ku diçe li ser dijminê dagirker digihîje asta şahadetê. Dema ku dîrok 28’ê îlona 2015’an nîşan dide Nûda Evîn bi awayêk qehremanî digihîje asta şehadetê. Nûda dibe yekemîn şehîda pengava şehîd Reşîd Serdar...
Ev bi wate jiya, ew jiyana şoreşgerî de hewreyên xwe re bû fermandarek herî berbiçav. Ew li pey xwe de mîrateyek tîr û tije ya tekoşînê hîşt...
Ew jî bû yek ji xwedawendên Zagrosan...
Rêhevala Wê Ya Tekoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 320
Hebûna Kurdan heta roja îro, bi her cûre êrîşan, bi her cûre dagirkeriyê re rû bi rû maye. Dî kêleka van qirkirinan gelê me dîsa jî bi azweriyekî mezin xwe li jiyanê pêçaye û hertim ser lingan maye. Gelek berdêlên giran dabin jî, bi van berdêlan serî netewandine berovajî bi serbilindî meşiyan e. Di nava van rastiyan de rastiyek din heye ku di axa Kurdistanê de hindek herem, hindek bajar bi berxwedan û serhildêriya xwe derketiye pêş. Yek ji wan bajarên ku bûyê navê berxwedanê, remza serhilderiyê Nisêbîn e. Bêguman pêşengtiya van hemû serhildanan jinên ciwan û dayîkan kiriye. Lewma zarokên vê axê dem tê her yêk dibin fedaî û qehremanên gele xwe. Jina Biheybet a Nisêbîna Serhildêr Leyla Leyla jî wek jineke Nisêbînê di nava rastiya dijmin û welatparêzî ya malbat û hawîrdora xwe de çavê xwe li dinê vedike. Hîn di demên xwe yê zarokatiyê de, her çiqas wate ya wê nezani be jî; bi çavên xwe şahidiya howîtiya dijmin û serhildêriya gele xwe dike. Ji ber vê hîn di wan deman de tovên jina azad di dile wê de tên çandin. Ji ber ku di malbatê de tevlîbûn çêbû ye, PKK’ê hîn temenê biçûk de nas dike. Piştî şehadeta xale wê Abdullah di malbatê de têsîrek mezin ava dibe, ev bûyerekî destanî ye û malbat bi zarokê xwe nade jibîr kirin. Ji bo her di hafiza wan de bimîne her dem vedibêjin. Leyla bi van destanên qehremanan têşe digire û kesayetiyekî şerker tê de tê çandin. 12 salan li dibistanên dijmin de bi zimanê biyanî dixwîne lê belê ti carî dev ji çanda xwe, zimanê xwe, Kurdbûyîna xwe ber nade. Tovê dile wê de hatî çandin hêdî hêdî zîl didin, dema ev hîs dike, bi bandoriya şehadeta xalê xwe Abdullah ve dikeve nava lêgerînên tevlîbûnê. Demek dirêj dixwaze tevlî bibe lê belê rêya derketinê peyda nake. Piştî hin bûyerên ku dibîne, dibihîse şûnde tevlîbûna xwe de tam bi biryar dibe. Yek ji şehadeta Şehîd Akîf yê ku li Nîsêbînê bi fedaîtî şer kirin û şehîd ketina wî, yek ji şerê Rojava bandorî li ser çêdike û sala 2014 an 6’ê Tebax ê tevlî nava refên azadiyê dibe. Bi navê Viyan soza doza Kurd dide. Piştî perwerdeyek dem kin derbasî sengerên herî pêş dibe. Di nava rastiya şer de zû têdigihîje. Jixwe kesayetek şerker e, di nava PKK de jî wek jinek zane û şerker têşe digire. Di çeperên pêşde keleka rêhevalên xwe li hember dijminê mirovahiyê DAÎŞ ê şer dike. Di piranî pêngavan de cîh digire, pêşengtî dike. Di kêliya pêvçûnan de ti carî gav paşde nade. Di her guleya xwe de hemû êşên gelê xwe, berdêlên ji bo şoreşê hatiye dayîn dihizire, çeka xwe hîn şidandî digire û di mejiyên dagirkeran de lê dide. Viyan, tenê ne li Rojava li hember çeteyan şer dike, dema şer de diçe hawara jinên Êzîdî, dayîkên Êzîdî jî. Li wir jî bi erka xwe yê demê radibe û ji bo rizgarkirina gelê Êzîdî şer dike. Bi pêşengtiya xwe, bi hez û wêrekî ya xwe ji bo tevahî jinan dibe çavkaniya hêz û vîn ê. Li van qadan de him di aliye leşkeri him jî di aliye birdoziya Rêber APO de dibe xwedî danehevên pir xûrt. Keça rojê Vîyan rûxmî pratîkên dijwar jî ti carî xwe ji perwerde kirine qut nake. Her derfetê de kesayetiya xwe perwerde dike, Serokatî dixwîne. Pêşenga xeta jina azad Viyan di her qadê de di her erkê de pêşengtî dike, lê belê ti carî vê seknê ji xwe re têrker nabîne û ji bo bibe fermandara serkeftinê dixwaze xwe hîn bêhtir kûr bike û hertim hewildana wê dide. Pêşenga Demê Gihîşt Xeyalen Xwe Jina şerker, jinek çiyayî bû dema hîn di civakê de bû bi xeyalê lûtkeyên çiyayan de jiyan kirine dikir. Ji ber çiyayî jiyîn di rihê wê de hebû. Her tim bi xwesteka bigihîje xeyalê xwe, xeyalê xwe pêk bîne jiyan dikir. Bi xwestek û îdayek pir bilind di sala 2019’an de berê xwe dide wargehên xwedavendan, meskenê jinên azad. Dema derbasî çiya dibe bi rêhevalti, fedakarî, pêşengtî û coşa xwe bala hevalên xwe dikişine. Di nava hawirdora diçe de bi van taybetmendiyên xwe derdikeve pêş. Ji ber van taybetmendiyên xwe pir tê hezkirin û di dilê her hevalê xwe de cihek taybet digire. Dema Viyan tê gotin; ken dikeve ser lêvên hevalên wî. Di pir demekî kinde fêrî derfetên çiya, rêbazê çiya dibe pir aktîf tevlî dibe. Ji bo ku van tevlîbûnên xwe bizivirîne hêzê, pêşengtiyek rast a demê derbasî akademiya fermandartî a Şehîd Mahsum Korkmaz dibe. Di destpêka perwerdê de hedef û armanca xwe tîne ser ziman û li gorî gotinên xwe, bi soza xwe tevlîbûnek serkeftî ava dike. Hemû danehevên xwe dike malê giştî û enerjiya xwe diherikîne nava derdorê xwe. Pêşenga demê Viyan dema derbasî akademiyê dibe; lêhûrbûnên xwe, hedef û armancên xwe wiha tîne ser ziman; ‘’Piştî pratîkên min dîtî şûnde min pêwîstî dît ku ez perwerdeyekî birdozî re derbas bibim. Di vir de ez hîn bêhtir lêhûrbûn bikim. Ji bo şaşitiyê xwe, kêmaniyê xwe derbas bikim an ji wek şervanek, qadroyek Serok APO di vê pêvajoyê de ji min çi tê xwestin li gorî wê tevlî bibim. Hevala jî ev derfet da min ku ez werim di perwerdeyek re derbas bibim. Ji bo vê jî hatina min a Akademiya Mahsum Korkmaz derfetek pir bi nirx û mezine ji bo min. Ez xwe ji bo pratîkên herî giran amade dikim. Dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî ser qadê me dike, li beramberî vê şerekî pir bi qehremani derdikeve pêş. Lêhûrbûnên min hemû ser van tiştane, kurtasî di her dem û her qadê de ez dixwazim rol bilihîzîm. Ez dizanim em çiqas xwe perwerde bikin ewqas em nêzî Serok dibin. Ji ber vê jî ji bo nêzî Serok bibim ezê di her milî de xwe perwerde bikim. Bi taybet wekî jineke ez dixwazim xwe bigihînim xeta jina pêşeng, dixwazim bibim wek fermandar Şehîd Delal Amed.’’ Di van gotinan de jî diyar dibe ku Viyan xwedî armancên mezin in. Mirovên ku armanca xwe mezin û zelal be teqez dawiya wê ji wek armanca wê bi heybet û bi nirx dibe. Piştî perwerdê derbasî qada Garê dibe. Di vê qadê de erk û berbirsyariyên dikeve ser milên xwe bi cîh tîne. Dû salan bê navber ked dide, pêşengtî dike. Dile wê ji bo qadên şer lê dide û dixwaze biçe qadên operasyonan. Keça tolê pişt re derbasî tîmen bi tevger dibe û diçe qada Metîna. Demên şer herî giran de tevlî gelek çalakiyan dibe. Fedaiyane şer dike, derb li dijmin dide. Bi lêdana xwe dijmin dixe pêxirtengiyek pir mezin de. Soza ku dabû armanca ku dabû pêşiya xwe pêk tîne. Xwedî soza xwe, xwedî doza gele xwe û keda Serokatî derdikeve. Viyan bi her awahî bê dûdilî tevlî cenga azadiye bû. Bi sekna xwe bû xwedavenda şerê rûmetê. Viyan, di 1’ê Tîrmeha sala 2023’an de di êrîşên dewleta Tirk de digihîje şehadetê. Keça rojê heta hinasêya xwe ya dawî her bi vîn û eşqek pir mezin jiyan kir. Demên tekoşîna xwe de mîrateyek pir bilind rêhevalên xwe re hişt. Piştî şahadeta wê wekî rêhevalên wê me xeyalên wê dewirgirtin û li pey şopa wê em ber bi armancên wê ve dimeşin. Heta ku gelê Kurd û PKK hebe wê Viyan hertim jiyan bikin. Hevalên Wê Yên Tekoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 153
Milîtanên APO’yî ji bo avakirina jiyaneke azad bê navber di rêka azadiyê de dimeşin. Berdêla vê rêka pîroz gelek giranbûha ye. Dil dixwaze, hiş dixwaze, can dixwaze. Ev rêk rêkeke wisaye ku di oxira wê de hêjayî hemû berdêlan e. Keç û xortên vî welatî ruxmê di zanebûna vê yeke de, dîsa jî bere xwe dan rêka azadiyê. Ji bo hêviyên herî azad di bexçeyên herî berhemdar ê dilê wan de hatibû çandin, da ku şîn bibin. Ew in yên ku ji şerê azadiyê re pêşengtî kirin, ew in yên ku bûn lehengên welatê rojê, ew in yên ku tevlî meşa azadiyê bûn. Yek ji van lehengên pêşeng jî, Mizgîn Aşkara e. Mizgîn Aşkara di sala 1993’yan de li bajarê Sêrtê çavên xwe li dinê vedike. Di nava malbateke welatparêz de bi çanda Kurdewarî ve li ser axên qedîm mezin dibe. Ji ber zextên dijmin yên ser gelê Kurd dibîne, hêrs dibe û dibêje; ‘’Hûnê hesabê van kiryarên xwe bidin’’. Mizgîn bi vê zanebûnê ve roj bi roj mezin dibe. Di dilê xwe de her dem xeyalê gerîlatiyê jiyan dike. Di sala 2014’an di bihara rengîn de berê xwe dide Xerzanê û biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla dide dide. Bi jiyaneke nû ve di nava refên gerîla de navê xwe dike Avesta Tekoşîn. Bi heyecan û eşqeke mezin ve ber bi wargehên gerîla ve dikeve rê. Li Xerzanê pratîka xwe yê yekemîn dike. Xerzan bi bilindahiya çiyayên xwe ve û xweşikbûna xwe ve, Avesta digre nava hembêza xwe. Li wir fêrî jiyana gerîla dibe, ji bo ku bibe gerîlayeke xurt û pêşeng bi zanebûn û hezkirineke mezin ve tevlî dibe. Gavên wê yên destpêkê li Xerzanê jê re dibe hîmê gerîlatiyê. Li Xerzanê dipije û dibe gerîlakî jêhatî. Avesta ji bo tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla wiha dibêje: ‘‘Nava partiye de tiştê ku herî zêde min bandor dike, tiştê ku dihêle ez bi vê jiyanê ve werin girêdan ev e; di vê jiyanê de her tişt bi wate ye, jiyakirina te bi wate ye, şehadeta te bi wate ye. Di nava partiyê de tiştekî ji rêzê nîne her tiştek wateyeke wê heye. Yanî tu dizanî tu ji bo çi jiyan dikî, ev tişt jî min hîn zêdetir bi jiyanê û Rêbertî ve dide girêdan.’’ Piştî ku li Xerzanê piratîkek têr û tijî ya ku jê re bû bingehek meşand, ber bi Heftenînê ve dibe rêwî. Li Haftenînê jî ji bo bûyina gerîlayeke xurt û pêşeng çi pêwîst dike pêk tîne. Di meşa xwe yê azadiyê de pêngavên mezin davêje. Ew di demeke kin de gelek taybetmendiyên milîtanên APO’yî di xwe de ava dike. Avesta bi van taybetmendiyan ve di nava hevalên xwe de dibe mînak. Herwiha ji bo ku bibe jinek pêşeng û asêbûyî mîna çiyayên Kurdistanê, xwe di bîrdoziya rizgariya jin de kûr dike. Xwe hînî dîroka jina berxwedêr û pîvanê jina azad dike. Ew xwe bi van pîvanên azadiyê ve dixemilîne û dibe şopdarê Sara û Bêrîtanan. Avesta, li Heftenîn bi hêza xwe tevlî jiyanê dibû. Ji bo wê hemû rojên bi nirxin, ji bo vê jî her roj ji roja beriya wê zêdetir bi eşqeke mezitir tevli jiyanê dibû. Di hemû aliyên jiyanê de bi hevalê kêleka xwe re dibû alîkar. Ji ber ku ew bi wate li her tiştî meyze dikir. Bi hevalê kêleka xwe re hevaltiyeke xurt dida meşandin, ji ber dizanî ku hevalên wê her tiştin ji bo wê. Di rojên herî zehmet û kirîtîk de ew ê jî hevalên xwe li kêleka xwe bibîne. Ji bo bûyina bersiveke xurtir ji pêvajoyê re û deha zêdetir bi hevalên xwe re bibe alîkar, pêşniyarê perwerdeyeke leşgerî dike, pêşniyarê wê tê qebûl kirin û di akademiyên leşkerî de perwerdeya leşkerî dibine. Perwerda xwe bi baldariyeke mezin guhdar dike û xwe di warê pisporiyê de pê dixe. Perwerdeya xwe serkeftî bi dawî dike û dibe xwedî gelek zanistin leşkerî. Ji ber ku hemû kêliyên jiyanê weke perwerde digre dest. Dibe gerîlayeke şerker ku di hemû şert û mercan de, di hemû zor û zehmetiyan dibe xwedî meşeke serkeftî. Avesta’ya dil wêrek weke jineke pêşeng êdî erkên dîrokî hilgirtibû ser milên xwe. Ji ber di armanca azadiyê de bi biryar bû. Bi vê biryardariyê re soz dabû ku wê nehêle gaveke dijminê dagirker ser axa zêrîn bimîne. Ji bo wê jî berê xwe dide Xakûrkê. Li Xakûrkê jî dibe xwedî piratîkek ku bi danehevên dewlemend ve dagirtiye. Di jiyan û şerê xwe de pêşengeke ku mînak dihate girtin. Di gelek çalakiyan de cihê xwe digre û dibe xwedî gelek tecrûbeyên leşkerî. Avesta, di sala 2022’yan de ji bo ku bersiveke xurt bide dijminê Kurdan, ku careke din cesaret neke were ser axa pîroz, ji bo tekoşîneke mezintir ber bi Metîna yê ve dibe rêwî. Li Metînayê ve bi hevaltiya xwe ya dilpak, bi jîrbûn û zanebûna xwe ve li qadê dibe gêrîlayeke jin ya pêşeng. Di nava operasyona cenga Xabûrê de cihê xwe digre. Di nava gelek çalakiyan de weke fermandareke çalakvan cihê xwe digre û ji hevalên xwe re pêşengtî dike. Derbeyên giran li dijmin dide û gelek kuştiyên wan çêdibe. Ew ji bo azadiya gelê xwe canê xwe kiribû dike feda. Avesta’ya dilwêrek di Hizêrana sala 2023’yan de digîje bêmiriniyê. Ew li welatê rojê tevlî karwanê şehîdan dibe. Li Xerzan, Heftenîn, Xakûrkê û Metînayê dibe xwedî kedekî mezin, dibe fermandar û pêşengek ku wê dîrok ti carî wê jibîr neke. Ji ber ku wê ji bo heqîqetê û azadiyê şerkir û xwe fedakir, ewê ti caran neyê jibîr kirin. Hevalên Wê Yên Tekoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 147
Tovên hebûnê reşandin li welatê agir û rojê. Her ku roj hilhat evîna azadiyê şîn bû. Rêyên ku digihîjin xeyal û hêviyan wek Dîcle û Firat zelal bûn. Wê demê li ser axên herî pîroz, dildarên agirê azadiyê bi şerê jiyanê re pêşeroja xwe di hembêza çiyayan de risandin. Lewma ew demên ku tê de jiyan dikin derbas dikin, nexşerêya jiyana xwe bi xwe xîz dikin. Ji bo zayîna xwe her dem di nava şer de ne. Carna di zinaran de digihîjin heqîqetê carna jî bi xeyalên xwe yên azad re berê xwe didin heyînek bêdawî. Çawa ku wênesazekî hestên xwe yên herî ji dil zindî dike û ew wêne dibe zimanê dilê wê, mirovên ku dil didin azadiyê jî di berbangê de digihîjin lûtkeyên çiyayan û di bilindahiyan de resmê evîna xwe xîz dikin. Devrîm Hejar yek ji wan jinên esîle ku bi cesaretekî mezin li hember zordariyê serî radike û gavên xwe jixwebawer davêje. Wê bi vê meşa biheybet Devrîm re deriyên herî binirx ya çiyayan heta dawî vebin û avên herî zelal bi wê re xwe bigihînin kulîlkên li ser zinaran. Vaye ev e evîneke efsûnî, ev e wateya jiyana wê. Sedemê wê yên şerê azadiyê gelek in. Hîna di demên kevin de fêr dibe ku ji bo parastina welatê xwe divê şer bike. Lewra Devrîm zarokê dayîkeke şerker û serbilind e. Di serdemên ku tarîtî dixwaze li welatê herî qedîm de tarîtiyan belav bike, xwişka wê dest bi rêwîtiyeke herî watedar dike û nav li xwe dike dibe Devrîm. Îrade û cesareta jinên Kurd di qadên şer de nîşanê dijminê xwe dide û bi şerekî nav û deng digihîje şahadetê. Lê ew ne ya dawî ye, li pey xwe de gelek dildaran dafirîne. Lewma rêwiyên rêya heqîqetê dil didin hevdu û xwe digihînin dilê hev. Di hembêza vê dayîka serhildêr de jineke din ya serhildêr mezin dibe, dide pey şopa Devrîm. Ew şîrê helal ya dayîka xwe vexwaribûn, ew ji axa xwe fêrbûbûn rastiya gelê xwe. Ji ber vê ti carî nabe li hember zilimdaran serî bitewînin, nabe tufana mezin ya li ser welatê xwe nebînin. Ji ber vê Devrîm jî bibaya tovekî jiyanê ya welatê xwe. Ji xwe ji roja roj ve gerdûn ronahiya xwe nîşanê wê dabû ji ber vê ew sînorê dem û sînorên cîh derbas kiribû. Dixwest bigihîje wateya hebûna xwe lê bendêye ku gerdûn nîşaneyek bigîhîne dilê wê. Rojek ji rojan tîrêjên berbangê xwe digihîne dilê wê, bayê welat bang dike û edî meşa Devrîm destpêdike. Her ku lêgerê heqîqetê de kûr dibe û di nava çiyayên Kurdistanê de nêzî cewhera xwe dibe zêdetir zimanê gerdûnê nas dike. Ji bo bigihîje rojê soz dide ku hesreta di dilê xwe de pêk bîne, xwe bigihîne latên herî asî ya welatê xwe. Lewra Devrîm ti carî jiyanek ji rêzê qabûl nake, ger jiyanek hebe diviya coş û kelecana şoreşê tê de habûya û hemû dîwarên zilimkaran hilweşandibaya. Ji ber vê bi wate jiyan kirin di hemû kêliyên jiyana wê de armanca wê ya sereke ye. Dema ku soza xwe pêk tîne û digihîje navserê çiyayan navê Devrîm li xwe dike. Lewra ew di hinavên xwe de heskirina Devrîm, di şîverêyên dirêj de jî şopên Devrîm dibîne. Dibe ku bêhna çiyan di heman deman de nekişandibin hinavên xwe lê ew dizane ku bi heman armancê re girêdayî ye û di serxistinê de ew jî wek yên berya xwe bibiryar e. Ji bo hebûnek birûmet bijî û bigihîje cewhera xwe ya rast dibe Devrîm û di nava şoreşa azadiyê de wek giraniya navê xwe jiyan dike. Di berbanga gerîlayan de rojekî biharê ya sala 2011 an berê xwe dide asoyên welat. Pirsa çawa bijîn wek efsûnekî ku benda bersivê xwe bû ji bo Devrîm. Dema digihîje lûtkeyan û têkoşîna azadiyê di hemû şaneyên xwe de hîs dike wê demê zelal dibe ev pirs. Ne rengekî hezar rengên heyînê di dilê wê de zindî dibe. Di dilê xwe yê ciwan de hêviyek bi qasî gerdûnê mezin kiribû û ber bi heyînek nû bibû rêwî. Veger an jî sekinandin nînbû di vê zayîna nû de. Ji ber ku wateya jiyanê di roj û stêrkên asîmanan de her tim ber bi bilindahiyan ve diherikî. Her ku diherike ew dibe jineke bihêz ku li hember hemû tarîtiyan serî radike. Çawa ku di hembêza dayîka xwe de çîroka egîdên gelê xwe gohdar kiribû vê carê jî ji çiyayên asî destanên qehremanên welatê xwe dibihîst û ji bo ku bigihîje wana her roj ronahiya dilê xwe de zêdetir dike. Ne di kêlekê de, Devrîm her tim di nava şerên herî dijwar de cîh digre. Ew Devrîm e, li pey eşqa bêdawî dixwaze xwe bigihîne kûraniya heqîqetê. Bi dilê xwe yê tije heskirin ve bêtirs dimeşe. Dibe rêwiyek evîndar ya rojê. Bi bedewiya dilê xwe tovên nû direşîne li ser axên berxwedêr. Devrîm dizane, her ku ked bide bi çiyan re bibe yek wê çaxê bigihîje wateya demê. Ji ber vê hestên azadiyê ji kûr de hîs dike. Berê xwe bide kîjan qadê têkoşînê li wê derê resmê azadiyê bi hestên xwe yên bedew xîz dike. Ew gerîlayek xwedî evîna azadiyê ye. Ji bo vê Devrîm di çiyayên asî de dibe gerîlayek asî û serhildêr. Li qadên Metîna, Garê, Xakurkê û Zapê bi evîna xwe ya tije hersa tolhildanê ve di sengerên ku şer herî dijwar dimeşê de cîh digre, ji rêhevalên xwe re pêşengtî dike. Di salên ku şer bi dijwarî tê meşandin de çekê xwe digre ser milên xwe û bi meşa xwe ya bi heybet re şerê rûmetê li hember dagirkeran dimeşîne. Li çiyayên asî ya Zapê dibe şerkerekî nekeftî ku ti hêz nikare wê bin bixe. Li zinarên Xakurkê yên dengê Bêrîtan jê te de goh dide dilê Bêrîtan û dibe tofanekî li ser neyaran. Di cenga Xabûrê ya Metînayê de jî dibêje ez qirîna Bêrîtan, şopdarê Delal im, şerê xwe bi qasî wan mezin bikim û mezin jiyan bikim. Bi qasî ku şer dike, têdigihîje wateya heyînê. Çiya mamosteya jiyana wê bû, rêhevalên wê fêrkerên şerê hebûnê bû, lewma ji her hevalekî xwe fêr dibû ku çawa bimeşe, çawa jiyan bike û wek jineke çawa dikare bibe xwedî jiyanek mezin. Di vê wateyê de yek ji rêhevalên wê ku herî zêde bandor li ser jiyan û meşa wê ya şoreşgertiyê dike fermandar Delal Amed e. Ji ber ku ew bi girêdanbûna xwe ya ax û gelê xwe re baweriyek bêdawî jiyan dikir. Ji ber vê heta dawî xwe deyîndarê gelê xwe hîs dikir û ji bo ku vê deynê xwe bide bêhênase têdikoşiya. Ango sekna biheybet ya fermandara efsanewî Delal dibû rênîşana Devrîm. Lewma êdî ew jî her kêliyekî jiyana xwe da xwe deyndarê gelê xwe hîs bikira û ji bo azadiya gelê xwe ji şerên herî dijwar derbas bibûya. Ji bo ku pêşengtiya gelê xwe bike her toj bi heyecanekî mezintir berê xwe dide rojê lewra ew şervaneke dildar ya fermandar Delal bû. Di şopa fermandar Delal de dibe xwedî meşekî biheybet. Dibêje ‘Min her tim xwest wek Devrîman, wek Delalan jiyan bikim ji ber vê bi xwe re her dem di nava têkoşînekî pir dijwar de bûm.’ û diha didomîne… Devrîm, di tevahiya jiyana xwe de serkêşiya govenda azadiyê ku ji agir e dike. Di her govendekî de stranên evîndaran vedibêje. Di hembêza çiyayan û bilindahiyan de dilpakiya xwe digihîne dilê herkesî. Lewma rukeniya wê xeyalên herî jidil ya herkesî wekî ku di asîmanan de nîşanê gerdûnê dide. Kenê Devrîm bi bayê welat re diherike nava dilê herkesî. Ev hezkirineke bêdawî ya Devrîm e. Bi qasî bedewiya stêrkan ronî dike şevan, bi qasî bedewiya şîlêran rengîn dike çiyayan. Ji ber ku ew di her şert û mercî de li pey xelayên xwe yên mezin û watedar de bê tereddût dimeşe. Di qadên herî dijwar wa şer de xwedî têkoşîna azadiyê derdikeve lewra ew xwedî armancên mezin e. Kesên ku xwedî lêger û armancên mezin bin dikarin mezin jiyan bikin. Devrîm jî dizane ku şoreşgertî xwedî wateyên gelek giranbûha ye ji ber vê her dem bi xwe re di nava têkoşînekî pir dijwar de ye da ku mezin bijî. Dibêje; ‘Wê ev şer dîrokê de gûhertinên mezin û bi kok çêbike’ Dema ku vê hevokê bi lêv dike hezkirin û baweriya xwe ya li hember Serokatî tîne bîra xwe. Di Rêber Apo de azweriya azadiyê ti carî bidawî nabe ji ber vê xwe gihandiye dilê herkesî. Her jineke ku berê xwe daye şewqa rojê bi azweriya bêdawî ya jiyanê ve têgirêdan û bi heyînê re soza bêdawîbûnê dide. Devrîm jî yek ji wan jinên pêşeng e ku çavkaniya xwe ya jiyanê ji rojê digre û hezkirina xwe wiha tîne ser ziman… Vegotina armanc û meşa şoreşgerên dil pola ne hêsan e. Lewra PKK, warê kesên berxwedêr, şerker û xwedî cesaret e. Yên PKK’yî wek Delalan jiyan dikin, wek Devrîman li pey şopa fermandarên xwe dimeşin. Ji ber vê herkes dixwaze xwe bigihîne asta herî jor ya berxwedêran. Ji ber vê her qehremanekî wekî yên berya xwe dibêjin ‘Ewê dawî bi heybet be’. Şoreşgera dil wêrêk Devrîm jî her bi vê biryardariyê re jiyan dike. Ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe herî dawî di pêngava Cenga Xabûrê de pêşengtî ji rêhevalên xwe re dike. Li hember dagirkeriyê hêrsa xwe ya bi salan ya dilê xwe de bi biryardariya xwe ve nîşan dide. Sengerên xwe dike kelehekî berxwedanê û qadên cengê de şerekî mezin dimeşîne. Di gelek operasyonên şoreşgerî de li hember dagirkeriya dewleta Tirk şer dike. Di 27’ê cotmehê sala 2022 an li qadên berxwedanê ya girê Hekarî digihîje bêmiriniyê. Ew dibe jiyan, lewra dil dabû rojê. Ew dibe sitranên li navsera çiyan, lewra her diherike nava dilê xakên kurdistan. Her gotinekî ku ji dilê Devrîm diherike jiyan dide û hembêz dike. Ev vegotina evînekî bêdawî ye lewra di xwe de heqîqeta heyînê radigre. Ev şer ne yê dawî bû lewra di nava bêdawîbûnê de jineke tolhildêr û rêhevalên xwe dibûn perçeyek heyîna azad. Di qadên cengê de dem û wext êdî hatibû. Wek Egîd û Delalan şer dikin. Devrîm, bi rêhevalên xwe re digihîje bêmiriniyê.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 153
PKK’ê şoreşê di nava şoreşê de hûnand û heta roja me anî. Vaye nêzî pêncî salin Rojhilata Navîn di agirekî İbrahîmî de dişewite û di van salan hemûyan de PKK bi hemû hêza xwe li ser linga ye. Lê yê vê hêzê avakiriye çiye, çawa di vê dojehê de PKK’ê dikarî ewqas hêz bixûliqîn e? Teqez tenê bersivekî vê pirsê heye. Ew jî Rêber Apo û mîlîtanên wê yên can bexşane ne. Emê behsa yek ji wana bikin; ’Destan Botan’ Beriya her tiştî ev rastiyekî ku di şexsê Destan Botan de jî cardin hat diyar kirin. Mirov di jiyanê de çawa be, di şer de jî bi heman rengê ye. Taybetmendiya yekemîn ya ku di xisletê Destan de xwe dida der; sekna wê ya fedaiyane bû. Ev sekin di jiyanê de di karekî herî bîçûk de heta karekî herî mezin de dixûya. Ya din Destan her tim vê tiştê digot; ‘’ Em di nava partiyekî wisa de ne ku naşibe ti tiştekî din. Ev partî bi xwînê hatiye ava kirin. Ji bo wî divê em nirxê her tiştekî bizanibin. Divê em yek mermiyekî vê rexistinê jî vala xerç nekin, divê em libekî xwarina wî, dilopekî ava wî jî nerjîn in’’. Bi zanistekî pir mezin Destan nirxên partiyê diparast. Lewra wê xwe bi felsefeya Rêber Apo xemilandibû, xweşikbûna wê diteyisî her tiştî. Ji xwe wê perwerdehiya xwe ya parastina nirxan yekemîn ji dayik û bavê xwe, dûyemîn jî ji Rêbertî girtibû. Destan hên di biçûkaniya xwe de bi nirxê kedê hesiyabû. Dema di kolanên Cizîrê de diçû dibistana asîmîlasyonîst haya wê ji her tiştî hebû. Dizanibû van dibistanan dixwazin wê ji çanda wê dûr bixin. Lê ji ber malbata wê mesref lê dikirin, ked li ber didan ji bo wî jî di van dibistanan de binkeftinê ji xwe re qebûl nedikir. Hên di wê temenê xwe de ji xwe re kiribû pîvan. Dest biavêje çi wê serkeftî be û qîmeta kedê bizanibe. Parazvana Nirxan Bû Dema Destan hat nava partiyê van taybetmendiyên xwe yên xweşik hên xûrtir kir û kesayetiya xwe dewlemend kir. Di dahûrandinekî de Rêbertî behsa çeka despêkê dikir û wisa digot; ‘’ Me bi demançeyekî despê kir. Wê demançê jî me di nava hezar potan de diveşart da ku tiştekî lê neyê’’. Ev gotinên Rêbertî Destan pir bandor kiribû. Di roja îroj de bi hezaran çekên PKK’ê hebûn. Dîsa jiyana Heqî Karer wekî pîvanekî di jiyana Destan de hatibû rûniştandin. Ji ber Heval Heqî ji bo partiyê diçû di înşaatan de dixebitî û pereyên qezenç dikir bê ku li ser hesaban bike radestî partiyê dikir. Wê vê sozê dabû, hem ewê çeka xwe biparêz e, hem jî di nava van derfetên dewlemend de hewil bide ku ji partiyê re derfetan bide ava kirin. Çûndina Wê Ya Akademiya Leşkerî Ji bo di asta herî bilind de çeka xwe bişûxîlîn e, berê xwe da akademiya leşkerî ya Şehîd Mahîr. Li wir wekî sekvanekî xûrt derket û ji ber pir serkeftî bû vesaziya wî wekî perwerdekar ji akademiya Şehîd Mahir re çêbû. Ev serkeftin Destan pir kêfxweş kir. Ji ber hên di temenekî pir ciwande bû lê barê partiyê radikir. Hîs dikir ku ew êdî dikare ji partî û gel re hên karên mezintir jî bike. Di vê akademiyê de gelek şervanan perwerde kir. Ne tenê wekî sekvan di heman demî de ji bo bibin mîlîtanên xeta Apoyî gelek ked li ber wan da. Lewra çiqas ked da ewqas jî hat hes kirin. Di demekî pir kurt de xelekekî evîndaran li dora wê kom bibûn. Hem hevalên jin, hem jî hevalên xort pir nirx didanê. Ew bi sekna xwe rêzdarî dabû ava kirin, bi keda xwe jî bibû çavkaniya evînê. Mirov Ji Çi Vexwe Dibe Ew Ji ber keça Cizîra Botan di hemû kêliyên xwe de bi Rêbertî re, bi şehîdan re bû, her roj wekî avê zelal dibû, her roj wekî bayê bi lez dibû û her ku diçû wekî rojê şewq dida li dora xwe. Ne xwe mirov ji çi bixwe û vexwe ewê bibe ew. Destan jî ji kaniya Rêber Apo û şehîdan vedixwar her roj dişibiya wan. Ewqas xweşik bibû mirov dema lê dinêrî dizanî ku êdî ew ne aidê vê dinyayê. Mîna pîroziyekî li ser rûyê erdê bi şemal dimeşiya. Wekî nûwazekî dilê herkesî qezenç dikir. Dema dest bi gotinê dikir, lawirên ku dibên ji gotinê fêm nakin jî lê baldar dibûn. Dema bê deng dibû kevir dest bi axaftinê dikir ku tenê wê dengê keviran jî dibîst. Bi enerjiya gerdûnê re bibû yek. Xwe gihiştandibû leza atomê ku wê di demekî nêz de ev atom bigîştina armanca xwe. Gotina Wan Yek e Gelo çima wisa ye, çima hindek kes hên dema jiyana dikin ewqas pîrozî dixwe de kom dikin? Gelo çima ev kes heta îro tenê di nava PKK’ê de hatine peyda kirin? Rastî jî em niha nikarin bersiva van pirsan bidin. Lê em dibînin û dizanin, ji Zîlan heta Berîtan, ji Doğa heta Sara û Ruken, ji Mazlûm heta Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn, hemû jî nîşaneya vê tiştê ne. Ew cûda ne, naşibin ti kesekî din. Di dilê xwe de heskirinê kom kirine, nefsa xwe biçûk kirine û xwe razandine xeta fedaiyan. Bê ku kes ji wan re bibêje, ew di dilê xwe de vê rastiyê hîs kirine. Ji wan kîjan bê gohdar kirin heman tiştê dibêjin;’’ Pirsgirêka gelê Kurd tenê dikare bi xeta fedaî ya mîlîtantiya Rêber Apo bê çareser kirin’’. Wan hev nedîtine, bi hev re ne axifîne, lê çawa dikarin di heman gotinê de bigîjîn hev. Gelo ev nepenî di navbera fedaiyan de ye lewra ji bo wî tenê dilê wan pê dihese? Destan Botan jî heman tiştan digot, mîna Zîlan, mîna Berîtan, mîna Sara û Ruken. Wê jî digot; ‘’Roja me di nava çar dîwaran de ye. Gelê me, jin û dîrok ji me serkefetinekî bi rûmet dixwaze. Ew mafdarin. Ji ber me xwe ji bo vê berpirsiyar dît û em tevlî bûn. Wê gavê hêjayê berdêla canê me ye em serkeftinê diyariyê wan bikin’’. ‘’Divê Jin Çeka Xwe Bernede’’ Ji bo vê armancê pêk bîne şev û roj di nava kedekî pir mezin de bû. Wê li Şengalê êşên jinên bindest di dilê xwe de hîs kiribû. Bi taybetî dema jinên ji destê DAİŞ’ê dihatin rizgar kirin didît bi wan re diaxifî. Dixwest fêm bike. Çima pirsgirêka jina ewqas kûr e, ev xelekên koletiyê kengî li ser beden û rihê jinê hatine ferz kirin? Li pey bersiva vê gihiştibû hindek rastiyan. Ketibû wê zanistê ku jinê dema şûrê destê xwe berda ango şûrê destê wê şikiya wê gavê jin ket rewşa koletiyê. Ji bo wî pêwiste jin ti caran xwe bê çek nehêle. Çeka li pişta jina gerîla rûmeta xilas kirina jinê ji koletiyê ye. Wê bi vê zanistê qlêşa xwe bi heskirin diavêt pişta xwe. Dema keziyên xwe li ser çeka xwe badida ji heybeta wê erş û asîman radibû ser piyan û silav didan vê keça azad. Jina hatî parastin jina herî xweşik bû, jina ku xwe ji koletiyê rizgar kiribû bi hezaran caran xweşiktir dibû. Gelek caran Destan vê tiştê digot; ‘’Baş e PKK heye û baş e me PKK’ê naskiriye. Gelo ger PKK nebana wekî jin me yê çi xweliyê li ser xwe kiribana’’. Ev gotina wê ye û bi dehan caran ev gotin ji devê wê dihat bîstin. Çûndina Bakur Di zanista azadiyê de, bi felsefeya Rêber Apo dervayê jiyanekî azad li xwe heram kiribû. Çûndina wê ya her erkekî bi vê zanistê pêk dihat. Dema çû Bakur jî pir kêfxweş bû. Kelacana wê di hinarokên rûyê wê de dilerizîn. Bi salan bû xwe ji bo vê erkê amade dikir. Fîzîkî be jî hindek din xwe nêzî Rêbertî kirin, ji bo şikandina tecrîdê ketina nava şerekî bê eman dabû ber çavên xwe. Dizanibû ev çûndina wê, wê berdêlên pir giran jê bixwaze. Lê ji bo azadiya vî gelî, ji bo azad kirina Rêber Apo di roja roj de xwe amade kiribû ku wê berdêlê bide. Bê dûdûlî, bi biryardariyekî mezin çû qadên Bakur. Dostan Ji Sekna Wê Şanazî Jiya Dema hat bîstin ku Destan li Nisêbînê ketiye dorpêçê û heta gûleya xwe ya dawî şer kiriye, yên wê nas dikirin, gotin; ‘’Ji xwe sekna jê dihat hêvî kirin ev bû. Destan kesayetiyekî wisa bû ku ti caran wê rêyekî din hilnebijartina’’. Ji ber Destan wekî cihê wêrekî û baweriyê dihat naskirin sekna jê dihat hêvî kirin bi şemal pêk anî. Wê çawa di girên herî bilind de, di kaşê herî hewraz de barê xwe nedanî, di dorpêça herî dijwar de jî wê barê xwe nedaniya. Dizanî ew barê ku radike barê Kurdistana azad, Rêbertî û gelê azad e. Nabe ew bar di zehmetiyan de li neverasta dijmin bê danîn. Ger wisa be wê dost ji kerba biêşên, wê dijmin ji kêfa coş bikin. Lê wê dosta nekiriband, kêfa dijmin li xwe û hevalên xwe neanî. Dost ji sekna wê kêfxweş bûn. Dijmin ji sekna wê qehir bûn. Jinekî din yê Apoyî ala fedaîtiyê li ba kir bû mîna Berfîna ku di şerê bajaran de li Amedê bombeya xwe di mêjiyê dijmin de teqand, bû mîna Ekîna ku li naverasta Vartoyê hat qetil kirin serî da lê sir neda, wê jî ev sekna jina azad ye fedaiyane kir para xwe. Dîsa derket holê ku ev kevneşopî ti caran namire, wê di sekna Berfîn, Ekîn û Destanan de her carî bi koktir zindî bibe. Ew jinên fedaî rûmeta me ya azadiyê ne. Emê jî her bibin şopdarên wan. Hevalên Wê Yên Tekoşînê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 151


