• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. PÊŞENGÊN ME

PÊNASEYA JİNA SERHİLDÊR Û AZADE ŞEVÎN ÇEKDAR

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê

Biriqîna çavên wê tenê peyva tolhildan digot. Lêvên wê tenê peyva azadiyê dizanîbûn. Di bexçeyê dilê wê de tenê tovên rizgariyê hatibûn çandin. Û di mejiyê wê tenê û tenê hevoka “Heta serxwebûn û azadiya welat têkoşîn” hatibû kolandin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Ekim 2024
Görüntüleme: 317

Devamını oku …

Tîna Dijwariya Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ; Fermandar Melsa Tilora

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê

Di sala 1992’yan de, girêdayî bajarê Geverê li gundê Tilorayê,  sernivîsa pêşeroja fermandareke leheng tê avêtin. Fermandara şerê azadiyê Melsa Tilora ango bi navê xwe yê rast Beyan Dara tê dinê.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 04 Ekim 2024
Görüntüleme: 318

Devamını oku …

JI WELATÊ GULBEROJAN LEYLA BOTAN

Mîna keskesora ku dibe bûka baranê û mizgîniya bereketê dide axê, bi têkoşîna xwe ve mizgîniya azadiyê da. Li welatê ku gulberoj her roj berê xwe didin tavê û xwezayê dixemilînin, mîna gulberojekê berê xwe da rojê û bi ronahiya ku jê girtî bi şoreşgertiya xwe ve jiyan xemiland. Bajarê ku beriya hezarên salan bibû paytexta Kurdên Ûrartuyî, bi tekoşîna ku bi salan a li ser axê, bajarê Wanê bi pêşengên xwe ve heya roja îro bi hemû sebilindî, xweşikî û dewlemendiya xwe ve hatiye. Bi saya parêzvanên rasteqîn û esîl ve mîna dareke xwedî temenekî bi hezaran sal kok û rehên xwe berdaye û saxlem sekiniye. Ba, bager û tûfanên zilm û dagirkeriyê nekarîne wê bihejînin û biruxînin. Lewma ew herdem bi van zarokên xwe şanaz sekinî û çanda xwe heya îro parast. Yek ji parêzvanên ku li ser vê xakê, li navçeya Elbakê di sala 1994’an de ji dayik dibe jî, Ceylan Oral e. Ceylan di nava malbateke ji eşîreta welaparêz a Merzikî de mezin dibe. Ji zarokatiya xwe ve çanda Kurdîtiyê fêr dibe û li ser girêdanbûna bi axê ve bingehê yekemîn ê avahiya jiyana xwe datîne. Lewma ew ji pergalên ku ziman û çanda wê bi siyaseteke zirav ve, di dibistanan de didin ji bîr kirin û tune kirin, nefret dike. Lewra naçe wan dibistanan û li nava malbat û nêvenga xwe ya welathez de xwe perwerde dike. Lê bêguman zihniyeta baviksalar a ku jinan kole dike, bê nasname dike û wê weke hebûn nahesibîne jî dibîne. Ev nêzîkatiyên li hember jinan û biçûkxistina wan, tevî ku jin rolê herî diyarker di her warî de dilîzin û bêyî wan jiyan ava nabe jî, lê mîna ku ev jiyan tenê ya zilaman be, bala wê dikşîne. Li hember van nêzîkatiyan, çirûskên lêgerîna destpêkê di dilê wê de pê dikevin. Ceylan ji zarokatiya xwe ve navê partiya azadiya gelan PKK’ê û serokê gerdûnî Rêber Apo dibihîze û nas dike. Li hember wan hezkirineke wê ya mezin ava dibe. Bi hatin û çûyina hevalan ji herêma wê re, hîn zêdetir nas dike û bandor dibe. Bi taybet sekna hevalên jin ên ji xwe bawer, xwedî nerîn û bi çek bûna wan pir zêde li ser bandor dike û dixwaze mîna wan bibe. Ceylan dixwaze bibe pêşengeke ku civaka wê pê serbilind bibe û tevahî jinan ji wê zihniyetê rizgar bike. Lewma bi van hestan ve guh dide dil û mejiyê xwe yên ku mayina di nava jiyana pergalê de nema tehemul dikin û biryara tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiyê dide. Di sala 2010’an de bi navê Leyla Botan, pêvajoyeke nû di jiyana xwe de dest pê dike. Bi derbasbûna çiyayên Kurdistanê, mîna ku di hafîzeya wê de dîroka bi hezarên salan zindî bibe hestên giranbuha jiyan dike. Heman demê hîs dike ku xwedawendên beriya hezarên salan li ser lutkeyên van çiyayan erşê xwe danîne, bi xêrhatina wê dikin. Lewma ew jî bi rûkeniya xwe û çavên ku li azadiyê digerin sipasiya xwe dike û bejna xwe li ber heybeta wan ditewîne. Bi gava yekemîn ve ew soza rakirina tola vê axa ku destdirêjî li ser tê kirin û ewladên wê jê mehrûm kirine didin. Di perwerdeyên destpêkê de gelek tiştan fêr dibe. Lewma dizane ku dibistana herî heqîqî û bi wate ev dibistanên PKK’ê yên ku jiyanê di hemû aliyan de dide nasîn û fêrkirine. Bi vî rengî bi hezkirineke mezin mîna zarokeke şeş salî her ku tiştekî nû fêr dibe, kêfxweşiyeke ku bi dinyayê nede jiyan dike. Ji ber ku ew hem fêr dibe çawa jiyan bike, hem jî dîrok û rastiya xwe, ya welatê xwe, ya partiyê û ya Rêber Apo ku ev jiyan ji tunebûnê heya wê astê aniye nasdike. Lewma heval Leyla digihêje wê baweriyê ku ger xwe di fikirê Rêber Apo de kûr bike û her gotineke wî bike pîvanên jiyan û meşa xwe wê bikaribe bibe ew pêşenga ku her dem di xeyalên xwe de ava dikir. Bi vî rengî her roja ku derbas dibe xisleteke nû ya milîtanên Apoyî dibîne û di kesayeta xwe de ava dike. Wisa lê tê ku di demeke kurt de, di gelek waran de ji derdora xwe re dibe mînak û bar radike. Weke pêşengeke YJA-STAR her sala ku diçe xwe ji bo rakirina barên hîn girantir amade dike. Ji fermandariya tîm, taxim heya yekîne û şûbeyan erkê fermandartiyê bi cih tîne. Her dem di ferqa pêvajo û erkên ku dikeve ser milên wê, bi taybet weke jineke Apoyî û pêşengtiya ku jê tê xwestin de ye. Lewma li ku derê pêwîstî hebe bê dudilî berê xwe dide wir û erkên milîtantiyê pêk tîne. Ew di warê leşkerî de jî xwe perwerde dike û ji cengên giran re xwe amade dike. Bi yekbûna bi çeka xwe re aliyekî din yê milîtanbûna xwe temam dike. Piştî gelek pratîkan, da ku hîn xurtir tevlî pêvajoyê bibe û barên hîn girantir hilgire bi xwestek û hezkirineke mezin ve berê xwe dide akademiya jina azad Şehîd Bêrîtan. Heval Leyla bi gotina “ji bo min akademiya Şehîd Bêrîtan, cihê xwe ji nû ve avakirin, zivirandina li cewherê xwe û bûyîna pêşengeke rasteqîne” armanca xwe diyar dike. Bi tevlîbûneke xurt ve weke jineke şoreşger xwe ji nû ve avadike û gelek tiştên nû li ser kesayeta xwe zêde dike. Bi vî rengî piştî perwerdeyê weke fermandara şubeyê berê xwe dide kordînasyona şervanên nû. Heval Leyla bi hezkirineke mezin ve derbasî wir dibe. Ew di ferqa giranbûna erkê ku rêxistinê daye pêşiya wê de ye. Ew kar, karekî herî pîroze û hem jî pir zehmete. Ji ber li wir ewê ji şervanên ku nû tevlî doza azadiyê dibin re pêşengtî û mamostetî bike. Wê wana fêrî rêzikên jiyana bi rûmet û exlaqî bike. Wê rastiya Rêber Apo, PKK’ê û Kurdistanê bi wan bide nasîn. Lewma dizane ku ji bo vî karî kesayeteke ku destpêkê xwe temam kiribe û pîvanên milîtantiyê di xwe de avakiribe pêwîste. Li ser vî esasî ji bo ku kêmanî di xaleke herî biçûk de jî neke, ked û hewildaneke mezin dide. Bi avakirina mirovên nû ve her roja ku diçe kesayeta xwe jî bi wan re ava dike, nû dike û mezin dike. Heval Leyla bi perwerdekirina bi dehan şervanan, wan ji bo cengên mezin amade kirin kedeke bê hempa dide. Lewma her dema dibihîse ku şervanekî ku li gel wan perwerde dîtiye pêşengtiyeke xurt ji demê re kiriye, kêfxweşiyeke ku bi ti awayî nayê wesif kirin jiyan dike. Lewma Ji bo hîn zêdetir ji dozê re layiq bibe, bê rawestan xebat dike. Bi rûkenî û kenê xwe ya ku xwezayê li derdora xwe zindî dike ve, di dilê tevahî hevalên xwe de cih digire. Ew bi hevaltiyê ve pi girêdayî ye. Lewma carnan bêyî ku xew bikeve çavên wê li ber serê hevalên xwe dirûne û ji bo parastina wan hişyar dimîne. Nêzîkatiyên wê û hezkirina wê ya hevaltiyê, di hevalên wê de bandoreke mezin avadike û dihêle ku ji xwe re bikin mînaka hevaltiya rast ya Apoyî. Bi vî rengî heval Leyla bi dehan şervanên ku evîndarên azadiyê ne perwerde dike, ji bo pêşengtiyê wan amade dike û ji bo qadên tekoşînê wan bi rê dixe. Bi vî awayî heval Leyla di xebatên xwe de roleke diyarker dilîze. Mîna ji gava xwe ya destpêkê ve bi heyecan, hezkirin û pêşengtiyeke xurt ve erkê xwe bi cih tîne. Di mijdara 2016’an de, di encama êrîşên hewayî yên dijminê mirovahî û azadiyê de, li gel hevrêyek xwe digihêje şehadetê. Fermandara ciwan bi têkoşîna xwe ve gelek nirx li ser partiyê û bi taybet di warê xeta jina azad de zêde kir. wê bi perwerdekirina bi dehan hevalan ve ne tenê tovek bi dehan tovên ku ji bo azadiyê serî hildane, li tevahî qadên têkoşînê reşand. Lewma bi şehadeta fermandara pêşeng ve, bi dehan Leyla ji bo berdewam kirina doza wê û pêkanîna xeyalên wê yên nîvçe mayî derketin û soza tolhildanê dan.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 23 Eylül 2024
Görüntüleme: 321

KULÎLKEK Jİ TOVÊN WELATPERWERİYA KURDÎ

Dîroka Kurdistanê bi egîdiya xortên wê, bi lehengiya keçên wê ve bi destanan hatiye nîgar kirin. Kevneşopiya serhildêriyê, jiyana bindest û koletî nepejirandin, ji destên bi bereket yên xwedawanedên vê xakê xwe berdaye navdila jinên Kurdistanî. Bi navê Besêyan, Rindîxan û Zerîfeyan dest pê kir û bi şewqa roja azad re bi navê Sara, Delal, Çîçek, Hevrîn, Leyman û Dîdaran dewam dike. Her yek ji wan şopînera xeta a beriya xwe ye. Ji dil bi dozê bawer dikin û heya henaseya dawî ji bo ser xisitina wê şer û tekoşîn dikin. Didara şayan, ango bi navê xwe yê din Leyman Hesen dide ser şopa tekoşînvaneke esîl û li pey şopa wê xwe digihîne nava jiyana heqîqî. Heval Dîdar navê xwe ji navê xaleta xwe ya  şoreşger heval Rihan Amûdê (Leyman Şiwîş) digre. Heval Leyman a ku jiyana xwe di oxira Kurdistaneke azad de kiribû diyarî, hîna jiyan dike bi nirxdariya mezin a ku ji tekoşeriya wê re tê dayin navê wê tê ra kirin. Xwediya vî şensî jî dibe heval Dîdar bi rakirina xwe ya ji vî navî re, ew jî para xwe ji taybetmendiyê heval Leyman yên welat heziyê digre. Ji xwe heval Dîdar ji malbateke wihaye ku; bi welatparêziya xwe ya mezin, fedakariya xwe ya di ber şoreşa Kurdistanê de tê nasîn e. Bi vî awayî ji her hêlê de hestên welatperwerî, rêka tekoşîna di ber azadiya welat de li der û dora heval Dîdar dizivirin û di navenda wan de mezin dibe. Bi awayekî xwezayê ev hestên pîroz li ser cewherê wê bandoriyeke mezin çêdikin. Ev bandorî jî dema çeteyên bi navê Daîşê berê xwe didine xaka Rojavayê Kurdistanê û bi niyeta qirkirinê êrîş dikin; wê çaxê ew şopên bandorker yên di giyana Dîdar de, bi awayekî awarte û şênber xwe davêjin der. Weke ciwaneke Kurdistanî û ferdeke malbateke xwedî berdêl, ew yekser ji hestên welatheziya xwe re dibe bersiv. Dev ji zaningeha pergalê berdide û rûyê xwe dide pêkanîna erkên dîrokî. Sala 2012’yan xatirê serkeftinê ji dayika xwe ya esîl dixwaze û bi tilîliyan berê xwe dide nava refên Yekîneyên Parastina Gel. Heya sala 2019’yan Dîdara şareza bi awayekî herî çalak tevlî her kar û xebatên şoreşê dibe, di her eniyê de cihê xwe di çepere herî pêş de digre. Wê bi ewladên welatê xwe re kevirên şoreşê bi xwîn û xwêdanê datanî ser hev. Ji bo dîtina perwedeyeke navendî, Dîdara rewan berê xwe dide dibistana avakirina jina azad ya şehîd Bêrîtan. Çavê xwe bi heybeta çiyayên Kurdistanê ronî dike û henaseyên kûr ji nesîmê bayê wê yê tije hêvî berdide hindirê xwe. Di nêvenga gerîla de, bi têkiliyên hevaltiya di navbera wan de, bi dîtina eşqa jiyana azad ya di çavên wan de kî dikare li ber xwe bide û nehêle di dil û canî wî de bahoz ranebin û bandoriyên kûr şopên xwe çênekin. Di perwerdeyê de di nava awazê ramanên Rêber Apo de, heval Dîdar birçîbûna di hest, mejî û dilê xwe de derbas dike. Nerîna wê ya ji mirovan re, ya ji bûyeran û xwezayê re diguhere. Her ku perwerde bi pêş de diçe parêznameyên Rêber Apo têne vegotin, asta fêm kirina wê zêde dibe. Ji ber vê jî her diçe ku ev guhertin xwe di şexsê wê de bi kok dikin. Lewra wê ji bo wê her tişt weke berê dewam nekiriban û dem hatibû ew bi sozdayina xwe ji PKK û PAJK re van guhertinan bike malê qadroyeke zana a di nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de. Zeka û jîrbûna heval Dîdar mîna çirsîneke dijwar bû, li nava çavê her kesî diket û teysîna xwe di mirovan de çêdikir. Lewra bilindahiya potansiyela wê, dibe sedem ku biryar were girtin ku ew piştî akademiya şehîd Bêrîtan derbasî akademiyên pisporiya leşkerî yên Şehîd Mahîr bibe. Dîdara gernas di biranşa sekvaniyê de perwerde dibîne. Bi xwestek û zanisteke mezin ku ew weke gerîlayeke jin pêwîste di huner û taktîkên şerê demê de xwedî hostatî be, bi awayekî herî baş û encamgir di asta pispor de perwerdeya xwe bi dawî dike. Piştî wê weke perwerdekar tevlî dewreyeke din jî dibe. Fêrbûnên xwe ji hevalên xwe re parve dike û sekvanên mîna xwe zîrek ava dike. Bê dudilî ew ji bangewaziya erkê xwe re dibe bersiv û berê xwe dide nava sotîneriya cenga şoreşê. Heya sala 2019’yan Fermandara ciwan, dîdara azadiyê li ser her bihusteke xaka Rojava li her derke ku êrîşên çetewarî li ser hebe, ew di sengerê herî pêş de amade dibe û tekoşîna azad kirina welatê xwe dide. Bi serweriya xwe ya mezin di biranşa xwe de ew di nava hevalê xwe de bi nasnavê segvana cenga şoreşê tê nasîn. Bi nîşana xwe ew qirêjiya çeteyên ji mirovbûnê bê par ji ser xaka bav û kalen xwe paqij dike û bihina xweseriyê lê belav dike. Li kêleka dijwariya şer heval Dîdar di gelek deman de, li gelek akademiyan dibe perwerdekareke  pêşxistina hevalên xwe. Bi qasî ku hevalên xwe fêr dike ew jî her dem xwe di biranşa xwe de pêşketinan diafrîna û asta pisporiya xwe bilindtir dike. Bê guman serkeftina Dîdar ya di qadên cengê de tenê ji pisporiya wê a li ser çekê nedihat, esasê xwe ji girêdan, dilsozî û biryardariya li ser ramanê Apo’yî dihat. Lewra wê di nava sotîneriya şer de, dizanî çawa zemanê xwendina Rêber Apo veqtîne, dil û giyanê xwe bi felsefa wî canvejîn û zindî bike. Di nava rastiya şerê dijwar de, di kêliyên herî  xeternak û hesas de, wê dizanî bi kîjan hêvî û xeyalê bersiva rast ji wê kêliyê re raber bike. Her demê bi heman biryardariya ku şervana fedaî a Rêber Apo ye, parêzvana nirxên civak û gelê xwe ye, tolhilgira rêhevalên xwe ye, bersiv dide. Ji bo vê heval Dîdar di nava wan pratîkên giran de digihije wê biryardariyê ku ew tevlî saziya Hêzên Taybet bibe. Ji bo wê dem hatibû ku ew pileyeke din xwe berde kûrahiya deriyaya bîrdoziya Apo’yî. Li ser vê qinyatê sala 2019’yan ew erkê xwe yê li qada şoreşê heya dawî bi fedakarî û serkeftî tîne cih û carekedin bi bêrîkirineke mezin berê xwe dide asoyên bi heybet. Di dibistana Zîlanî de Heval Dîdar hewil dide, her aliyekî xwe yê kêm mayî bi felsefa fedaitiya Apo’yî temam bike û bigihîne mukemilyetekê. Weke ku di her demî ew di nêvenga xwe de dîsa, bi taybetmendiyên xwe yên dirust, radîkal, fedakar û rûken, bi hesasiyet û hişyariya xwe ya kûr li hemberî her hevaleke xwe dikarî ji bo her zorahiyê bi wan re bibe palpişteke çiyayî. Lewra ew xwedî meqamekî pir bilinde di fuadê her hevaleke xwe de. Bi naskirina jiyana hevalên ku çalakiya xwebexşiyê kirine. Heval Dîdar di fikir û meyze kirinên xwe de hêza watedayina jiyanê, şer û tekoşînê hîn bihtir kûr dike. Sekna wan mirovên mezin, şêwazê fikirandin û tevlîbûna wan a ku wan gihande vê astê çi bû, rêbazê xwe gihandina vê heqîqetê çiye? Heval Dîdar bi awayekî hûr û kûr li ser van xalan her difikre û dikeve nava hewildanên gewre ku ew bibe şagirteke rast ji wan hevalan re û xeta wan, şêwazê jiyan û tekoşîna wan bi domdarî bide jiyan kirin. Dema dagirkeriya Tirk êrîşên qirkeriyê dibe ser qada Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê,  li Girê Cûdî, di kêliyên herî destpêkê de heval Dîdar asta girêdana xwe ya bi xeta fedaiytiyê re, bi ya pêşengên xwe re dipîve. Bi rihekî ji dijwariya bombeya Zîlan û biryardariya Zinar ew dest davêje çeka xwe û bi dengê fîşeka xwe ji dagikeriyê re dibêje “Bisekine! tu hatiyî kûderê?” Fermandara cengên serkeftî bi pisporiya xwe ya mezin, bi hêza xwe ya çalakger eskerên dagirker ji menzîla çeka xwe dernaxe û bi domdarî rêze çalakiyên serkeftî dike. Fermandar Dîdar bi şerê xwe sekna jina Kurd, ya ku di ber welatê xwe de her tiştî datîne holê nîşan dide, pisporiya hêzên YJA STAR û performansa wan ya şerker nîşan dide, mezinahiya rihê xwe yê biryadar nîşan dide û ji derdora xwe re dibe fermandareke mînak di nava şer û jiyanê de. Sala 2022’yan, li qada Zapê di meha Gulanê de û di nava bihareke ku tê de bayê azadiyê ji her hêlê de xwe li nav dilê gerîla dide. Dîdara rewan bi rengê tekoşeriya xwe, bi bêhna azweriya di giyana xwe, li wê Biharê rewneqeke cûda zêde dike. Fermandara ciwan bi dilekî ji polayê, bi cesûriyeke destanî heya henaseya xwe ya dawiyê bi heman helwestê teqez li hemberî dagirkeriyê disekine û bi ser bilindiyeke layiqî pakrewanê ku dabû ser şopa wan, ew digihîje mertebeya şehadetê û govenda pakrewaniyê bi hebûna xwe bi heybetir dike.    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 05 Eylül 2024
Görüntüleme: 323

GUVEN DOZA; FERMANDARA JIN A CESÛR, ESÎL Û DILWÊREK

Ji ber zordariya dewleta Tirk ya qirker, sewdaliyeke Kurdistanê bi dileke kesk, sor û zer çavê xwe li ser xakeke xerîb vedike. Dar, av, ba û barana metrepolan jê re giranin û bêhnê li cîgera wê diçikînin. Lewra ew her di nava lêgera henaseyeke azad de ye. Henaseyeke ku hebûna wê ji kûrahiyan pê bide hîs kirin. Ji ber ku ew di nava wê nêvenga bê reng de rastiya xwe peyda nake, her tiştekî ji xwe kêm hîs dike. Em qala keçeke ji tovên Serhedî dikin. Cansel Dursun, ango Guven Doza. Em qala serpêhatiya fermandara şerê azadiya Kurdistanê dikin, xwediya lêgerînên mezin, şer û jiyana mezin. Bi naskirina Tevgera Ciwanan re, ew hinekî din Tevgera Azadiyê nas dike. Di nava agahî û naskirinên wê de ya herî zêde meraqa wê hişyar dike û her wê dikşîne ber bi xwe; Rêber Apo ye. Derketina Serokekî bi vê mezinahiyê, ji gelê xwe re ewqas fedakarî pêşkeş kirin, jina Kurd û pê re jî hemû jinê cîhanê kişandina nava jiyaneke azad, ev hemû ji bo Cansel dibin kiryarên pir balkêş û xwedî nirx. Lewra ew heya dawî li pey meraqa xwe diçe û nikare dest jê berde. Di sala 2015’an de ew ji rêkên dûr berê xwe dide bilindahiya çiyayên welat û xwe berdide nava kûrahiya çavkaniya jiyana Apo’yî. Fermandar Guven, hîn ji zaroktiya xwe de, bi pirs û tehîlên xwe, bi tevger û zekaya xwe, herkes pê hisandibû ku ew zarokeke ji rêzê nîne. Bi heman taybetmendiyan ew di nêvenga gerîlayan de jî tê nasîn. Ew hîn di rojên xwe yên destpêkê de ye tiliyên desta wê îşaret dikin û dibêjin “Ev heval pir jîr û jêhatî xwiya dike”. Guven gavên xwe yên yekem li ser zinarên Cîlo avêtiye, ew di pêşî de fêrî meşa xezalan dibe û wiha jî dewam dike. Ew her mîna bazekêye li asîmanê Kurdistanê, li ser lat û çiyayê wê digere. Piştî perwerdeya xwe ya bingehîn bi dawî dike, derbasî qada Zapê dibe. Bi şehrezayiya xwe ew mîna brûskê her kelemê li pêş xwe dişewitîne û ji bo xwe bigihîne rastiya Rêber Apo, her pêşveçûnê ji bo xwe esas digre. Naskirina Rêber Apo û fêmkirina wî navenda lêhûrbûn û pîlanên jiyana wê ne. Lewra ew ji seharan heya tarîtiya şevê her di wê hewilê deye ku bi tevlîbûna xwe, bi hevaltî û sekna xwe, bibe pêkhînereke rast ji wî fikrî re. Ev azweriya  wê ya ji naskirina Rojê re, wê ber bi refên Hêzên Taybet ve dibe. Sala 2017’an fermanadar Guven bi derbasbûna xwe ya xebatên Hêzên Taybet re, bi awarteyê avakirina şoreşa kesayetî di şexsê xwe de îlan dike. Ew her xisleteke xwe ya şoreşgerî bi pîvanê kesayet, jiyan û çalakiya Zîlan re dipîve û li gora wê gava xwe ya li pey were pîlan dike. Di nêvenga fedayiyan de, ew li ser mîrasê taybetmendî û ezmûnên jiyana gelek fedaiyên mezin xwe perwerde dike. Û kesayeta xwe ji nû de ava dike. Ji bo xwe zanist kirina di rastiya Rêber Apo de, ew di dema guncaw de, li cihê guncaw e. Lewra ew vê firseta zêrîn ji bo xwe bi hesasî dinirxîne û heqê wê dide. Fermandar Guven her ku diçe hîn bihtir bi rastiya sosyolojiya civaka Kurd re rast tê. Heqîqetên bi paçê serdestiyê hatî veşartin dibîne. Bi vî awayî ew her diçe di tercîh û biryarên xwe de, mîna tîrêjên tavê tûj û zelal dibe. Di şopandina rêka jiyana azad de, sekna jina tekoşer de, şagirtiya Zîlan de, di dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re dibe xwedî girêdan û biryardariyeke bê dawî. Ew dibêje “Her ku ez li rastiyan hayil dibim, hîn bihtir di biryar û şerê xwe de zelal dibim, dizanim ezê çawa bimeşim û çawa şer bikim” Bi meşa xwe û şerê xwe re, Guven her diçe xweşik û bilind dibe Dema hevalê wê li çavên wê meyze dikin, biriqîna dirustiyê, bedewiya rihê şefaf, dilpakî û cewherê zêrên dibînin. Di dengê kenê wê de jî hêviyên jiyana azad, xweşî û wata jiyanê dibihîzin. Ew hostaya avakirina têkilyê hevaltiya Apo’yî ye, li ser esasê hev pêşxistin, temam kirin û azad kirinê dibe rêheval. Ji bo hevalên xwe jî van gotinan dike “Her hevalekî/e ku ez pê re jiyan dikim, ji bo min dîrokeke zindiye, her hevalek cîhanek û pirtûkeke fêkere ji bo min” Lewra Guven her nirx bilinde û hêjaya ber dilê her hevalekî/e xwe ye. Ji bo xwe gihandina asta kesayeta jineke bi îrfan û azad, Guven her xwedî hewil, proje, lêkolîn, ked û lêgere. Wê tesbîtên Rêber Apo yên dibêjin “Jina azad civaka azade” Ji bo xwe kiriye hîm û li ser dimeşe. Ew her bi xwe re monologan pêşdixe û wiha dibêje  “Eger ez şoreşgera modernîteya demokratikim û ji bo ava kirina civakeke bi etîk û azad erkdarim, di civakê de ya herî destpêkê ez ji bo azadiya wê şer bikim jin e. Lewra ev şer wê di kesyeta min de destpê bike” Bi vî awayî ew şerê li hember her taybetmendî û paşverûtiyeke li dijî xeta jina azad re şer dike. Û derbas kirina wê hedef dike. Fermandar Guven her xwedî jiyaneke bi vî rengî rêxistinî û tije tekoşîne. Rêber Apo vê tesbîtê jî datîne “Mirovek di jiyana xwe de çi be, di şerê xwe de jî wiha ye” Lewma Guvena leheng di qadên cengê de jî, bi heman rihê Apo’yî û bi heman tekoşeriyê şer dike. Piştî operasyona Siyanê, ew xwe amade dike ku tevlî Cenga Xabûrê bibe. Soza layiqî û xwedî  derketina li sekna fermandar Şoreş û qehremanên li gel wî, ne bi gotinan bi pratîk û şerê xwe dide Guven. Hêviyên Rêber Apo bi ciwanên Kurd û bendewariyên wî anîna cih armanca heval Guven yê serekeye. Ji bo ku bibe bersiv ji van bendewariyan re, ew bi dil û can dilopên kedê li ser rûhinarkê çiyayan dibarîne. Kaniya moral û hêza wê jî, her ji nava ramanên Rêber Apo ye. Lewra ew wiha dibêje “Em her şev beriya birazin ji gerdûnê hêvî dikin ku Serok Apo were xewna me. Ji ber di xewnê de be jî dîtina wî ji bo me dibe hêz û coş. Ji bo dîtina Rêber Apo û qedandina kêliyeke azad pê re, ezê bê dudilî şerê xwe bilind, geş û mezin bikim” Bi vê îdîayê ew berê xwe dide qada şerê giran. Fermandar Guven bi qasî ku rastiya xwe lêkolîn kiribû û xwe tê de zanist kiribû, ewqasî jî ya neyarê xwe jî lêkolîn kiribû û wî baş dinasî. Lewra wê di şer de qezenc bi dest xistibû. Avahiya xwe, çeper û hazirtiyên xwe temam dike. Dil û giyana avahiya xwe bi yê xwe re bi eşqa jiyana azad bi mertal dike. Ji bo nivîsandina kêliyên dîrokî pênûsa dilê xwe amade dike. Di Nîsana Sala 2022’yan, dema dijmin êrîşan li ser qadên Parastina Medya pêktîne, heval Guven bi rihekî Zîlanî, ji namlûyê çeka xwe bi dengê guleyên xwe pêşwaziya dijmin dike. Bi serweriyeke zirav di taktîkên şerê gerîlatiyê de, ew roleke girîng digre ser milên xwe û di rûyê dagirkeriyê disekine. Ji xwe asiya Serhedê beriya biçe qada şer ev jî gotibû “Cihekî ez lê bim wê dijmin min derbas neke û pêl xaka Kurdistanê neke. Ez şehîd bikevim jî, ewê dijmin ji cenazeyê min bitirse û gav navêje” Ew bi qasî gotin û heybeta xwe mezin û cesûr şer dike. Fikir, zikir û çalakiyê di zik hevde dihûnîne û keziya serkeftinê bi canê xwe di xemilîne. Di Tîrmeha sala 2022’yan de, Fermandara Fedayî bi şer û sekna xwe layiqî perwerdeya dibistana Zîlan derdikeve. Bi israra xwe ya jiyana azad xwedî li ramanê Rêber Apo derdikeve, cardin bi azweriya xwe ya bi dozê re, dilsoziya bi pakrewanan re mîsoger dike û tevlî karewanê wan dibe. Da ku çavên Şehîdê şoreşê vekirî nemîne, Guvena dilwêrek ji bo tola wan her şer û tekoşîn kir. Bi mîrasa keda wê û bi pîroziya fedakarî û fedaiytiya wê, îro rêhevalên wê li ser her bihusteke xaka welat tekoşîn û şerê azadiyê mezin û bilindtir dikin. Hêz, bawerî û hêviya xwe ya bi serxistinê jî, ji dilperiyên mîna Guven û bi hezaran zeriyê weke wê digrin. Lewra ewê her şemala rêka hevalê xwe be, ronaka şevên bê taveheyv be. Ewê mînaka jina cesûr, esîl û dilwêrek be.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 25 Ağustos 2024
Görüntüleme: 317

JI DEŞTA GEVERÊ ŞILÊREKE APOGERÎ

Sal 1988’e, li Gevera berxwedêr  dengê qêrîna zarokekê radibe di tarîtiya şevê de. Bi wê qêrîna xwe, perda bêdengî û xemgîniya ku dijminê mirovahiyê bi ser Kurdan de berdaye diqetîne û dike du parçe. Wê şevê ji malbata Tekîn re rûperiyeke ku serê wan bilind bike esîmanan tê dinê, Şehla Tekîn tê jiyanê. Gundê ku Şehla tê de mezin dibe di hembêza çiyayan de ye. Dengê qlêşa Gerîla dema digre bi ser dagirkeran de her tê guhê wê. Dema li bilindahiya çiyayê dora xwe dinêre, tenê dîmenê Gerîlayê Azadiyê bi çek û rext di rêza meşê de tê ber çavê wê, wiha bi heyranî dinêre û pêre xwe jibîr dike. Te digot qey Şehla hatiye diniyayê ji bo bibe gerîla. Ji xwe şeva tê de ji dayika xwe re çêdibe bi qêrîna xwe gotibû ‘’Ez li vê sîstemê jiyan nakim, ez ya welatê xwe me, ya gelê xwe me. Ez ya PKK’ê me û ti car nabim a vê pergala rizî’’ Evîna wê bi hatina wê a dinyayê re diwelide û roj bi roj pê re mezin dibe. pir caran di wî dilê xwe yê biçûk de hezkirinên bi deh qatan girantir lê bar dike. Rêber Apo bandoriyeke pir mezin li ser dide avakirin û dibe xala merkezî di jiyana wê de. ji bo azadiya Rêbertî tekoşîn kirin tevlî Partiya wî bûyin, tiştê herî esasî bûn ku, ji bo girêdana xwe ya pê re şênber bike. Ji bo vê di sala 2010’an de biryar dide derkeve serê çiyê. Lê ji ber hinek astengiyan di wê demê de rê li ber çûna wê tê girtin. Bi evîna xwe re jiyana xwe dewam dike û her lêgerînê xwe didomîne. Di sala 2013’an de dema Qetilama Parîsê çêdibe, Pêşenga Tevgera Jin Sakîne Cansiz bi du rêhevalên xwe re, Ronahî û Leyla re digihîjine şehadetê, Şehla mayina xwe ya nav wê sîstemê deqeyek din tehmûl û qebûl nake. Bi hêza vîn û îrada xwe, di ser her cure astengî re derbas dibe û berê xwe dide asoyên heqîqetê.Li Xakûrkê Şehla hesreta evîna xwe ya zaroktî tîne cih. Êdî ew jî dikete rêzemeşa gerîlayan de, ew jî xwedî çek û rextê lêgerîna jiyana azad bû. Li wir perwerda xwe ya bingehîn dibîne û ji nêz de rastiya PKK’ê û Rêber Apo dinase û fam dike. Hezkirina wê a ku berê bi dil dihate bi rêve birin, bi hestan dimeşiya, piştî perwerdê û nasîna felsefa Rêber Apo, bi fêmkirina ramanê wî re, bû hezkirineke rêxistinkirî û bi hêza dil û aqil bi hevre edî dihate bi rêve birin. Vê evînê êdî berhemên bi bandortir û mezintir bi xwe re ava dikir. Dewleta Tirk a qirker di dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd de, ti car sînor nenasiye. Ji xwe tenê di êrîş kirinê de Kurdistan dibe yek parça li gel wan. Vê carê bi navekî cuda bi navê çeteyên Daîşê êrîşî ser xelkê wargeha Mexmûr û bajarê Musilê dikin. Ji xwe Partiya Karkerên Kurdistan mîna hewariyan li her cihî diçûn bi hewara gelê herêmê ve. Ji bo gel ji bindestî û zilma wan hebûnên sosret xilas bikin her cure fedekarî kirin. Di nav wan karwanê hewariyan de Şehlaya ku navê xwe kiribû Ezda jî cihê xwe girtibû. Ezda bi siwariyê kêleka xwe re li hespê egîdiyê siwar dibin û bi çeka îdeolojiya Apoyî berê xwe didin deşta Musilê, wargehê evîna Derwêş û Edûlê. Heval Ezda jî weke hemû kadroyên HPG’ê û YJA Starê ji bo rizgar kirina gel ji wê zoriyê, çi ji destê wê hat bi comerdî anî cih. Şer kir, xebitî, li berxweda û têkoşiya. Weke ku li Şengalê, li Rojava jî çêbû Gêrîlayên Azadiyê piştî qedandina erkê xwe yê wijdanî û însanî berê xwe carekedin dane çavkaniya jiyana bi wate, berê xwe dane wargehê li çiyayê bi heybet. Piştî wî şerê giran û dîtina rastiyên dermirovî ku derdiketin pêşbirî wan, bi lêhûrbûneke kûr, di çarçova parêznameyên Rêber Apo de, wan pratîkê xwe dinirxîne, gelek  wane û ezmûnên bi sûd jê werdigre. Êdî di aliyê tecrûbê leşkerî de fermandar Ezda bibû xwedî qezenceke ber bi çav. Ji bo xwe bigihîne armanca xwe û riya xwe ya şoreşgerî bi serkeftî domdar bike, li kêleka leşkertiyê pir girîngî dide avakirina kesayeta xwe ya ji hêla bîrdozî de jî.  Bi taybet di eksena xeta jina azad de dikeve nav nakokî û lêgerînên dijwar de. Hem bi kesayeta xwe re, hem bi cinsê xwe re û bi zihniyeta zilamê serdest re tekoşîneke bi zanist û li ser hîmên felsefa Apo’yî dide meşandin. Yek ji lingên esasî ji bo pêkhatina Şoreşa Rojhilata Navîn, bi rengê îdolojiya Apo’yî azadiya jine. Wekhevî û demokrasiya di navbera herdu zayenda de ye. Ji bo vê Ezdaya şehreza her dixwaze xwe di van xalan de perwerde bike û bibe xwedî bandoreke erênî di tetbîqkrina vê regezê de. Dema mirov heyecan û moralê di nêvenga ku Heval Ezda tê de didît, bi hesanî mirov tê digihişt ku ev mirov çiqas eşqeke mezin li hember jiyanê û hevaltiyê, di fuadê xwe de radike. Dema hevalên wê lê dinerin di çavên wan de wê biriqînê ji te re digot ew hezkirin du miliye û hevpare. Bi lehengiya xwe, bi fedekariya xwe ya şer û jiyanê wê dilê hevalê xwe dîl girtibû û nirxekî mezin jê re dihate peşkeş kirin. Di  sala 2016’an de, tekoşera asî bi pêşinyar û xwesteka xwe ya mezin dikeve ser riya Bakûrê Kurdistan û berê xwe dide qadê cenga giran, dide Botana bi nav û deng. Piştî berxwedana xweseriyê li Bakûrê Kurdistanê, piştî nivîsîna destanên dîrokî yê bi destê Çiyager, Zeryan, Nûcan û bi dehan qehremanên bi wan re, bi biryaya ku biçe bibe dewamî ji wê destanê re, ew berê xwe dide Cûdiyê miradan. Bi dirêjahiya şeş salan Ezdaya şerker li ser xaka pîroz, li warê Egîdan û Delalan, li warê Çîçekan gêrîlatî dike. Nahêle yek bihust ji axa Botanê dilê xwe jê bigre, li her derê digere, bedewî û resentiya çiyayên kevnar di hafîza dil û çavê xwe de qeyid dike. Ezdaya çiyayî mîna ku zû bi jiyana çiyê re bibû yek, pir zû bi erdingariya Botanê re jî dibe yek û hevaltiyek ji dil û can pê re datîne. Şeş salan bi kanî, dar, gul,asîmanê Botanê re bi hevaltiyeke watedar jiyan dike. Ji bo parastina wan manewiyatan kete pir şer û cengan. Bi neyarê mirovahiyê re kete gelek hesaban û pir caran ew ceza kir. Ezda bibû xeyalê xof û tirsa  di dil û rihê leşkerê artêşa dagirker. Di roja 7’ê Îlona sala 2022’yan de, li herêma Mistê Elî a girêdayî çiyayê Cûdî, artêşa dagirker bi operasyonekî dixwaze serweriya xwe bavêje ser xaka pîroz. Li vir heval Ezda bi rêhevalê xwe Mahîr re, dikevin cengeke giran bi wan re û rê nadin pêla xwe ya dagirkeriyê pêk bînin. Di wê cengê de Ezdaya leheng bi heval Mahir re heya gula xwe ya dawî bi dagirkeriyê re şer dikin û digihîjin jiyana ebedî bi şehadeta xwe.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 22 Ağustos 2024
Görüntüleme: 327

Fermandara Pêşeng û Dilwêrek: Berçem Roj

Ewladên Mezopotamya ya zêrîn ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet bê navber di rêka azadiyê de têdikoşin. Berdêla vê rêka pîroz giran e. Lewma lehengên vê axê, di oxira vê rêkê de fedekartiyeke mezin dan ber çavên xwe. Keç û xortên Kurd tevî di zanebûna vê yekê de ne dîsa jî bê dudilî dest avêtin çekê û derketin serê çiyayên azad. Ji ber ku hêviyên herî azad di dil û mejiyê wan de lêdida. Lehengên vê serdemê xwedî vê îdayê ne ku wê ji bo gelê xwe siberojên azad biafirînin. Yek ji van lehengan ku ji bo azadiya gelê xwe, berê xwe dide çiyayên azad Berçem Roj e.

Di berbangê de bi hilatina rojê re Ayşe Ayhan çavê xwe li dinê vedike. Ew di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Bi çanda Kurdewarî teşe digre. Her ku mezin dibe dikeve ferqa dagirkeriya ser welatê xwe. Bi ketina zanebûna dagikeriyê re bi gelek nakokiyan re rû bi rû dimîne û dibe xwedî lêgerîn. Di encama van lêgerînên xwe de tenê tevgera PKK’ê weke rêka azadiyê dibîne. Ji bo wê jî di sala 2009’an de berê xwe dide nava refên gerîla.

Ayşe Ayhan bi navê xwe yî nû Berçem Roj, çavê xwe li jiyaneke nû, li jiyaneke bi rûmet, li jiyana Apoyî vedike. Ev jiyana ku berê xwe dayiyê, wê jê re bibe bingeha têkoşîneke rast ya li hember dagirkeriyê. Lewma ew pratîka xwe ya yekemîn li Xakûrkê dimeşîne. Rêber APO di nava nirxandinekî xwe de dibêje: “Eger hûn gavê xwe yên yekemîn di nava tevgera azadiyê de ser bingehekî saxlem biavêjin, heta dawiyê çi zor û zehmetî derkeve pêşiya we jî hûnê bi serkeftî van astengiyan derbas bikin.” Berçem ev perspektîfê Rêber APO ji xwe re esas digre, ew jî gavên xwe yî destpêkê li ser bingeheke saxlem davêje, lewma ti zehmetî li pêşiya tekoşîna xwe nake astengî û bi gavên serkeftî dest bi meşa xwe ya li Xakûrkê dike. Ew di nava salekê de pratîkeke têr û tije dide meşandin û ji Xakûrkê berê xwe dide Zap’ê.

Bi heyecan û kelecaneke mezin ve ber bi Zagrosan, Eyaleta Zap’ê ve dikeve rê. Evîndara azadiyê li eyaleta Zap’ê, di nava asîbûna çiyayên Zap’ê de, di nava zor û zehmetiyên pratîkên Zap’ê de kesayeta xwe mîna asîbûna van çiyayan ava dike. Kesayeteke wiha asî di xwe de ava kiriye ku ti bahoz û bager nikarin têleke ji porê wê jî bihejînin. Ew her dem bi xizekê ve di nava pêşketinên bê navber de ye. Taybetmendiyên mîna dilnizmî, ji xwe bawer, fedekar û şerkerî di kesayeta xwe de ava dike. Ev xisûsên ku di şexsê xwe de daye ava kirin yekbûyinekê di navbera wê û rêhevalên wê de dide ava kirin. Ji ber ew dibîne ku ev têkiliyên hevaltiyê yên di nava PKK’ê de xwedî girêdanbûneke xurt û yê ku wan dibe zafere jî ev têkiliyên hevaltiyê ne. Bi hevalê xwe re bûyina heval, bi Roj ê re bûyina heval pîvanekî milîtanên Apoyî ye. Gerîlaya azadiyê, dildara welatê rojê li xakên Zagrosan yê asî derbasî eniya Cîlo dibe.

Cîlo bihûşteke li ser rûyê erdê ye. Bi xweşikbûn, asîbûn û dewlemendiya erdnîgariya xwe ve di dilê her gerîlayekî de xwedî nirxekî giranbûha ye. Her zinarekî wê ji lehengên dilwêrek re malovanî kiriye, hembêza xwe ji gelek keç û xortên leheng re vekiriye. Şikêrên asî yê Cîlo bi bedewiya xwe ve dilê gerîlayên azadiyê germ dike. Hêza serxistina hemû zor û zehmetiyan di gerîla de ava dike. Jina pêşeng Berçem her bi xwesteka tolgirtina êşên salan yê gelê xwe jiyan dike û bi îddaya serkeftinê tevlî gelek çalakiyan dibe. Di van çalakiyan de rol û misyoneke giring dilîze û serkeftinên mezin bi dest dixe. Cîlo qehremaneke dilwêrek û pêşeng dike mêvana lûtkeyên xwe. Berçem li qada Cîlo şerê azadiyê bilind dike û lehenga dikwêrek weke şerkereke fedaî di şer de cihê xwe digre. Her ku dem derbas dibe di nava şer de pêketinên mezin di kesayeta xwe de ava dike û ezmûnên hîn mezintir bi dest dixe. Bi pratîka xwe ya serkeftî û sekna xwe ya jiyanê ve dibe fermandareke pêşeng ya YJA Star’ê. Fermandara ciwan piştî vê pratîka xwe ya serkeftî, ji bo bûyina milîtaneke xurt di xeta jina azad de û ramanên Rêber APO ji nêz ve nasbike berê xwe dide akademiya jina azad ya Şehîd Bêrîtan. Ji bo wê di akademiya Şehîd Bêrîtan de li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan perwerde dîtin rûmeteke mezin bû. Di nava perwerdê de her dem fikrên Rêber APO yê ku nirx dide jinê pir bala wê dikşîne. Ew di nava vê perwerdê de dixwaze taybetmendiyên jinê yê ku Rêber APO radixe ber gerîlayên jin ew jî para xwe jê bigre. Ji bo wê jî ew di nava perwerdê de hêza guhertin û veguhertinê ji xwe re dike bingeha tevlîbûna perwedê. Bi dawîkirina perwerda xwe ve û qezenckirina van taybetmendiyên jina azad ve berê xwe weke fermandar dide qadên pratîkê. Fermandar Berçem li qada Garê, bi îrade, cesaret û zanebûneke hîn bilindtir tekoşîna xwe didomîne. Bi sekna xwe ya berxwedêr li her qadeke tekoşînê ji xwe re xeta Apoyî esas digre û ser vê hîmê dimeşe.

Fermandar Berçem bi biryardarî û baweriyeke mezin ve dixwaze bigihîje hesreta di dilê xwe de. Di xeyalên bedew yê fermandar Berçem de çûndina Bakûrê Kurdistanê heye. Ji bo bigihêje vê hedefa xwe, ked dide û her roj îddaya xwe ya serxistina şerê azadiyê mezintir dike. Di dilê wê de kelecan û germahiya xakên bedew bilind dibe û dilê dildara welatê rojê bi eşqa azadiyê lêdide. Êdî dem hatibû ku ew bibe rêwiya rêyên dûr û bighêje hesreta dilê xwe. Gerîla Berçem bi vê heyecanê ve dibe rêwiya Bakûrê Kurdistanê.

Li ser axa Bakûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran şerkirin û agirê azadiyê bilind kirin ji bo her gerîlayekî rûmeteke. Li ser her çiyayekî Bakurê Kurdistanê yê bi heybet meşandina tekoşîna azadiyê di xeyalê her gerîlayekî de cihê xwe digre. Êdî Berçema dilderyayî ji bo çûndina Bakûrê Kurdistan di sala 2016’an de dikeve rê. Ji ber ku xwedî xeyalên mezine, hemû zor û zehmetiyan derbas dike û di xaçerêyên dirêj de baweriya xwe ya jiyana azad her dem nû dike. Bi ketina xaka Bakûrê Kurdistanê berê xwe dide qada Botanê, herema Wanê.

Fermandar Berçem bi îddaya zaferê, weke gerîlayeke têgihiştî û pispor tekoşîna xwe di asteke hîn bilintir de dide meşandin. Li herema Wanê bi sekna xwe ya ji xwe bawer weke fermandareke pêşeng dibe bersiveke mezin ji dijminê mirovahiyê re. Ji bo azadiya gelê xwe û derxistina dagirkeran ji ser axa qedîm beşdarî gelek çalakiyan dibe. Berçem weke fermandareke YJA Star’ê ya şerker, ji xwe bawer û asê di eyaleta Wanê de tê nasîn. Ew fermandareke fedekar, kedkar û cesûr e. Ew fermandareke ku ti caran ji pîvanên şoreşgertî tawîz nade. Ew fermandareke ku bi heybeta xwe çiyayan dihejîne.

Dewleta Tirk ya dagirker di Hezîrana sala 2017’an de ji bo dagirkirin û xelaskirina gerîla ji axa Bakûrê Kurdistanê operasyonekê li herema Wanê didin destpêkirin. Gerîlayên Azadiyê fedaiyên gelê xwe ji bo pûçkirina vê operasyonê bi xizekê ve dikevin nava tevgerê de û bersiva van dagirkeran tûj didin. Rojeke wiha ye ku çiyayan bi hemû heybeta xwe ve bejna xwe li hember fedaiyên şerker ditewand. Gerîla ji bo parastina rûmeta gelê Kurd bi qehremantiyeke bêhempa ve şer dikin û agirê ji namlûyên çekên wan derdikeve li asîmanên Kurdistanê vediguherî agirê azadiyê. Dengê şerê her sê fedaiyên axa pîroz li tevahî Kurdistanê deng vedida. Di vî şerê dijwar de, di berdêla ku dagirker van çiyayên azad dagir nekin fermandar Berçem tevî du rêhevalên xwe, xwe feda dikin û digihêjin bêmiriniyê. Fermandara welatê rojê Berçem Roj bi cesaret, vîn, çalakvanî, şerkerî û sekna xwe ve mîras û şopên hêja li pey xwe hişt ku wê dîkor ti carî vê fedaiyîtiya wê jibîr neke.

Rêhevala Wê ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 19 Temmuz 2024
Görüntüleme: 329

WÊ TEŞIYA JIYANA XWE BI KED Û HEZKIRINA RÊHEVALTIYÊ VE DA RÊSANDIN

Ger ku jiyana PKK’ê bi deryayê re were şibandin, mirov dikevin nava lêpirsînên ku ewê bi çi rengî cihê xwe di nav de bigirin? Li ezmanên deryayê, ewrên şîn, li ser rûyê wê keştiyên zîvîn, di hundirê wê de masiyên zer û di binê wê de kevzên kesk hene. Gelo ez bibim ewr, an keştî, gelo bibim masî, an jî bibim kevz. Bi bersivên cuda cuda ve her kes cihê xwe diyar dike. Lê ger ku jiyan ji kuranî ve were fam kirin û mirov wêrek bin ewê bibêjin ezê bibim derya, bi ewr, bi keştî, bi masî û kevzên wê ve. Yek ji van kesên ku biryara bûyina deryayeke ku jiyana PKK’ê bi her tiştê wê ve di hundirê xwe de bihewîne daye rêheval û fermandara kedê Axîn Seydo ye.

 Ew ji Botana dîrokî û dilê Kurdistanê ye. Botana ku malxweyî jî gelek împeratorî û mîrnişîniyan re kiriye û xwedî mîrateyeke dewlemend e. Bi deşt û çiyayên xwe, bi gel û çanda xwe ve, ew warê berxwedanî û serhildanê ye, warê cengên girane, ew cihê ku şoreşa me ya çekdarî lê destpêkiriye ye, ew malzaroka guleya yekemîne ku mejiyê dagirkeriyê perçe kir û bi roja 15 Tebaxê ve mizgîniya rizgariyê û hatina cejna vejînê daye gelê Kurd e. Çi serbilindiyeke ku mirov di bajarekî bi vî rengî de ji dayik bibe û mezin bibe. Belê di sala 1989’an de caneke nû bi ruh dibe û bi navê Menfiyet Elçîçek mizgîniya hebûn û hatina xwe dide gelê Botanê. Li ber ronahiya find û çirayan bi kilçîva kildanka hêviyê ve çavên wê kil dikin. Ew ji eşîreta welatparêz ya Sorî ye. Menfiyet weke pîvokeke zozanan bi çanda Kurdîtî di nava jiyana koçeriyê de mezin dibe. Ew weke her koçerekê, dilpak û zaroka xwezayê bû. Li zozanan weke xifşeke nûgihayî li ser lat û zinaran dibeziya, jiyan nas dikir. Ew xwedî dilekî tije hezkirin bû û bi kedê mezin bibû.

Ji ber welatparêziya malbatê, Menfiyet ji zarokatî ve partiya azadiya Kurdistanê nas dike. Partiyê ji nêz ve nas dike û xwe weke perçeyeke ji wan dihesibîne. Ev mezinbûna li ser çand û exlaqê Kurdî her wiha ji sîstemê dûr, di çiyayan de jiyan kirin, dihêle ku hîmê jiyana xwe bi awayekî saxlem deyne.

Bihara Jiyana Xwe Bi Haveyna Azadiyê Ve Meyand

Her roja ku Menfiyet mezin dibû bêhtir bi hevalan ve dihat girêdan. Her wiha di malbata wê de gelek tevlîbûn çêdibûn, ev li ser wê bandoriyek ava dikir. Lê tevî temenê xwe yê ciwan jî xebatê milîstiyê dikir û kedeke pir mezin dida. Wê jiyana xwe bi kedê dida rêsandin, weke ku pêşiyên me dibêjin ‘’Heya ku kefa dest reş nebe tama dev jî xweş nabe’’ Felsefeya jiyana Menfiyet jî bi ked dayinê, jiyan xweşik kirin bû. Êdî hatin û çûyîna hevalan bibû perçeyek ji jiyana wê. Lê dema ku cara yekem şehadeta hevalên ku wana nas dikir û dihatin gel wan dibihîze, di kûraniya dil û mejiyê xwe de pê dêşe û bandor dibe. Ev şehadet dibe nuqteyek li pêşiya jiyana ku heyanî wê demê jiyan kiribû û dihêle ku bi şêweyekî nû hevoka jiyana xwe ya nû binivîse. Şehadeta hevalan kîna wê li hember dijmin pir mezin dike û biryara ranewestandinê ta ku tola wan rake, dide. Bi vî rengî bi haveynê biryara bûyina gerîlayeke azadiyê ve bihara jiyana xwe dimeyîne.

Wê Carekê Berê Xwe Dabû Germahiya Tavê, Pê Re Keniya Bû û Pê Re Bibû Yek

Menfiyet di rojeke pîroz de, roja 15’ê Tebaxa sala 2011’an de bi navê Axîn Seydo ve tevlî nava refên gerîla dibe û vejîneke nû pêk tîne. Her çendî ji jiyana li çiyan ne dûr be jî, lê niha ne weke koçerekê li ser wan çiyayan jiyan dike, êdî ew şoreşger e. Heval Axîn di her rojeke ku derbas dibe de, dixwaze Rêbertî ji nêz ve nas bike, ji ber ku wê xwe gihandiye wê qinyatê û di ferqa vê de ye ku ancax bi naskirina Rêbertî ve dikare bibe ya xwe, dikare bibe pêşengeke rasteqîn û kesayeteke serkeftî. Di jiyanê de her dem di nava ked û hewildana qezenc kirina vê rastiyê de ye. Ji ber ku wê berê xwe dabû germahiya tavê û dixwest pê re bibe yek. Heval Axîn di dibistanên pergalê de nexwendibû, di vê mijarê de xwe pir bi şens didît. Ji ber ku di asteke pir jor de mejiyê wê neketibû bin nîrê dibistanên sîstema faşist û di devê keftarên sîstema lîberalîzmê de nehatibû cûtin. Wê weke zarokekê bi çavên tije meraq û hêvî ve dest bi xwendina xwe ya bingehîn di dibistana PKK’ê de kir. Ji xwe jiyana PKK’ê bi her kêliyeke xwe ve ji bo wê mamoste û fêrkera herî mezin bû. Heval Axîn her roja ku tiştekî nû fêr dibû, dixist nava jiyana xwe û bi vî awayî kesayeta wê bi taybetmendiyên zêrîn ve teşe digirt. Taybetmendiya ku herî zêde di heval Axîn de bi awayekî berbiçav derdiket û her kes jê bandor dibû, kedkariya wê bû. Kê bidîta wê bigota qey ev bi salane tevlî bûye, lê ji ber ku ew keçeke koçer bû, her tişt bi kedê bi dest xistibû. Yek ji felsefeya jiyana wê jî ev bû ku çêja jiyanê kede, ked jî hezkirin û mezinkirina jiyanê ye, jiyana mezin jî buyîna xwedî armanceke mezine, armanca mezin jî xwe gihandina azadiyê ye. Li ser vî esasî tevlî civata pkk dibû.

Ramanên Xwe Bi Destara Felsefeya Azadî û Xwebûnê Ve Hêrand û Li Bêjinga Heqîqetê Da

Rêheval Axîn piştî ku tevlî bû, Mawayê sê salan li qada Botanê gerîlatî kir û di nava pratîkê de pijiya. Êdî şitla wê hinekî din mezin bibû û dixwest ku hîn xurtir û geştir bike. Ji bo ku koka dara wê bi berfirehî xwe berde nava axê û berheman bide, di sala 2014-2015‘an de berê xwe dide herêmên Parastina Medyayê û derbasî akademiya Şehîd Bêrîtan a jina azad dibe. Bi tevlîbûneke xurt ji tevahî hevalan re dibe mînak, her wiha xwe di gelek lêpirsînan re derbas dike, da ku bikaribe di şerê gelê şoreşgerî de rolê pêşengtiyeke rast hilgire ser milên xwe. Wê bi xwendina pirtûkên Rêbertî ve ramanên xwe di destara felsefeya azadiyê de hêrand, li bêjinga heqîqetê da û bi vî rengî bi awayê jina azad xwe ji nû ve vejand. Bi girtina bawernameya xwe ya fermandartiyê perwerdeya xwe bi dawî kir. Ew ne tenê fermandara jiyan û şer bû, esas ew çavkanî û avzema manewiyatê bû, di nava dil û mejiyê her rêhevalekî xwe de bi leza xezalekê cih digirt. Wê bi xwe jî herdem ev tişt tanî ser ziman ku di nava PKK’ê de tişta ku herî zêde wê bandor dike û dihêle ku bi benên tu carî nayên qetandin ve were girêdan, mijara rêhevaltiya di nava partiyê û hezkirina hevaltiyê ye. Ji ber vê yekê, herdem weke rêhevalekê dûv re jî weke fermandarekê tevlî dibû. Rêheval Axîn di nava salên tekoşîna xwe de bi erka pêşengtiyê ve rabû û li alanên Botan, Garê, Qendîl, Zap û Şengalê gerîlatî kir û şerê bi dagirkeriyê re bi awayekî hostane da meşandin .

Ew Abîdeyeke Kedê Bû

Piştî tekoşîneke çend salan, Axîn dixwaze careke din berê xwe bide Botanê û xeyalên gelek rêhevalên xwe pêk bîne. Bi pêşniyara xwe ve di sala 2017’an de, dibe xwedî wî şensî ku careke din bikeve ser riya Botanê û xeyalên xwe hembêz bike. Ewqasî kêfxweş dibe ku wê careke din reşkên çavên wê bi dîtina zozanên Feraşînê ve xwe ronî bikin û dilê wê li ber bayê çiyayên Gabarê azad lêbide. Rêheval Axîn çûyîna xwe wisa pênase dikir ‘’Raste çûyina Botanê xeyalekî mine, lê esas xeyalê gelek rêheval û pêşengên me bû, ew hogirên ku nebûn xwedî şensê ku di Botanê de gerîlacîtî bikin, ez jî şopdareke riya wanim û dixwazim bibim bilêvkirin û pêkanînera xeyalên wan ’’Her wiha her dem digot’’ Ezê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikim û emê hêviyên tevahî zarokan pêk bînin, da ku di Kurdistaneke azad de bijîn’’.

Di wan salan de li Bakur êrîşên dijmin pir zêde bûn, gel koç dikrin, ev êrîş, careke din hestên tolgirtinê ku tu carî di dil û mejiyê wê de kêm nebibû, hîn zêdetir kûr dikir gur dikir. Êdî di çavên wê de alavên agir geşbibû û li her devera ku dijmin tê de didît de, bi wî agirî ve bi ser de diçû û dişewitand. Ji ber wê asta êrîşan, rêxistin di sala 2018’an de li Qadê pêngava şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besta’yê da destpêkirin. Di vê pêngavê de gelek derbeyên giran li nava qereqolên dijmin hat xistin. Fermandar Axîn jî bi awayekî aktîf tevlî van şeran bû, di gelek çalakiyên serkeftî de cihê xwe girt û di 15 Îlona sala 2018‘an de li qada Kato Marînos ya girêdayî navçeya Beytûşebabê, di nava pevçûnên bi dijmin re li gel hevalên xwe heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer kirin û gihîştin mertebeya şehadetê. Ew jineke azad bû ku bi keda xwe, bû abîdeya jiyana bi wate.

 

Rêhevala Wê ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 18 Temmuz 2024
Görüntüleme: 152

EDESSA CEJNA; FERMANDARA CENGA AZADIYÊ YE, NAVÊ JIYANA BI RÊGEZ Û WATEYE

Li Mezopotamya yê û bi taybet li ser xaka Kurdistana kevnar tovên bedewiya jiyana xwezayî, jiyana bi exlaq û azadiyê xemilandî vehatiye avêtin. Jiyana bi heqîqetê bi rastî û duristiyê honandî li ser vê xakê û bi destê jina esîl hatiye avdan. Lewra her çiqas bigere çerxa zeman, her çiqas bizivire dem û dewran weke ku her nebatek li ser koka xwe şîn dibe, jinên vê erdingariyê jî li ser tovên ku dayika pîroz ji wan re hiştiye mezin dibin. Jiyana bi sexte û fîlbaziyên zilamê hîlekar hatiye alandin napejirînin, bê nirxiya jin û xistina wê ya ji her aliyê ve red dikin û li hember disekinin, civaka ku bi pîvanê wê hatiye lîstin û bi cewherê xwe re berovajî bûyî qebûl nakin û pişta xwe didinê. Ew berê xwe didin bilindahiyan, berê xwe didin hêlînên azadiyê û kelehên tekoşînê. Di sedsala 21ê de û di serdema şerê desthilatdar û pêşbirkên hikumraniya li ser mirovahiyê de, dîsa li ser heman xakê ala keske sor bi destê afrînerê jiyana nû bilind bû. Lewra her dilekî ku bi heyacana vê jiyana nû hildavêje berê xwe dide vê nîşaneyê û xwe lê digre. Mîna ku ûmmeta Îslamê ji her deverê berê xwe didin Kabeya şerîf, ji her devera Kurdistanê jî keç û xortên herî bijarte berê xwe didin vê axa pîroz. Ji Êliha Egîdan jî çelengeke bi navê Ece Yilmaz dikeve ser xaçerêka vê heqîqeta ebedî.

Di sala 1986an de li ser xaka bav û kalan Ece silav dide jiyanê, heya deh saliya xwe ew bi malbata xwe re li hember zordariya neyarên gelê Kurd, li berxwe didin û dev ji xaka xwe bernadin. Lê dema zilm û zordariya Romiyan ji hed û sînoran derbas dike, Ece bi malbata xwe re neçar dimînin berê xwe bidin bajarên Tirkiyê. Lê me gotibû jinên vê xakê bi mîrasên xwe ve girêdayîne û bi tovên dayika xwedawend mezin dibin, lewma Ece di navdila bajarên mezin de, di singa xwe de her eşqa xaka welatê xwe xwedî dike û ti caran jê dûr nakeve. Di ciwaniya xwe de bi çavekî analîzker li dorhêla xwe dinêre û bi ziravî li ser rewş û rola ku ji jinê re hatiye veqetandin diponije, ev lêhûrbûn deriyê gelek nakokiyên kûr di mejiyê Ece de vedike. Lewra ew li ronahiyekê digere ku pêre xwe ji tarîtiya van nakokiyan rizgar bike. Ece Yilmaz di vê ronahiyê de tîrêjên felsefeya Rêber Apo dibîne û çirisîneke ji gelawêjê di dilê wê de belav dike. Dûv re komploya namerdane ya ku li hember afrînerê vê felsefe tê pêkanîn bi nakokiyên Ece re dibe yek û dibe xaleke biryardayinê ku berê xwe bide nava refên têkoşînê.

Li cîhana Ece tîrêjên tavê edî bi dijwarî hiltên, dengê çivîkan, hejîna şaxê daran, nesîmê pêlên bayê diguherin. Her tiştî bi rengê wî yê nû dibîne, her tiştî hîn bêhtir kûr û tîr hîs dike, edî gerîlaye ew. Cil û bergên şoreşgerî, çek û rextên li ser milan, siharan çavê xwe li heybeta çiyayên Zagrosê vekirin di hest û keyanê Ece de erdhejekê ji nûbûyînan çêdike. Bi nûbûna cil û bergan re, bi guhertinên di hest, hizir û meyzekirinan de, Ece navê xwe jî nû dike û bi navê Edessa Cejna dikeve rêza şerzanên azadiyê.

Zagros bi asîbûna xwe, bi îhtîşam û zengîniya xwe dibe mamosteyekî fêrker û yekem ji Edessaya leheng re. Ew jî dibe şagirteke gelekî şareza û jîr ji mamostê xwe re. Usûlên jiyana gerîlatiyê, şêwaz û şeklê jiyan û tevgerîna gerîla ji bo wê dibin waneyên bingehîn di dibistana Zagrosan de. Li Xakûrkê, Xinêrê, Avaşîn û her bihosteke wê xaka muqedes digere û bi her yekê re dueloyekî bi awazên azad saz dike Edessa.

Rewana Kurdan bi cewherê xwe yê pîr û pak, bi kesayeta xwe ya hindirîn dibe xwedî qezenceke xurt ku di demeke kurt de bi çand û exlaqa civaka PKK’ê re bibe yek. Dilnizmî, fedakarî, di kar û xebatên xwe de bi berpisyarî û hesas nêzbûn dibine navê taybetmendiyên ku Edessa pê were nasîn di nava hevalên xwe de. çawa ku ji her hevalê xwe re dibe mînak, ji her yekî jî ji bo xwe mînakekî digre û bi vî awayî ew dibe mîna qadeke Buharê û bi her xisleteke wê ya xweşik dibe guleke rengîn di taca serê wê de. Lewra bi wate jiyan kirin, hevaltiya bi rêgezên Apo’yî û avakirina têkiliyên şoreşgerî çawa dibe Edessaya jîr baş fêm dike, fêr dibe û baş pêk tîne.

Zagros tenê mamostetiya jiyanê ji Edessa re nake, li serê lutkeyên xwe yên bi ezemet wê fêrî qûral û qayideyê şerê gerîlatî dike, tarz û taktîkên ku teknîka dewletan vala derdixe çi ne, li ser sînga xwe, wan bi şênberî û bi tecrûbeyên têr û tije fêrî wê dike.

Ji sala 2001an heya 2006an Edessaya çeleng 6 salên têr û tije bi xwezaya Zagrosê re derbas dike,di hembêza wê de fêrî gav avêtinên yekem dibe, xwe nas dike û avadike, li ser xaçerêkên wê fêrî rijandina dilopên kedê dibe, di dijwariya şerê li hember xeta tesfiyekar de fêrî rastiya tekoşînê û sekna zelal û radîkal dibe, di pala lat û zinarên wê de fêrî şer kirin û xwe parastinê dibe. Weke şervaneke nû silava destpêkê dide, niha jî weke gerîlayeke pijiyayî, ji her aliyê de xwedî danehev û hêz xatir jê dixwaz e.

Sala 2006an qehremana cenga azadiyê ji Zagrosan ber bi qadên Bakûrê Kurdistanê ve, ber bi çiyayê Dêrsimê ve dikeve rê. Vê carê Dêrsim, Edessa hildigre nav bihuşta xwezaya xwe û erka mamostetiya ku Zagrosan destpê kiribû dewir digre û bi asteke hîn dijwar û mezintir dewam dike. Li Dêrsimê Edessaya wêrek di nava zorahiya mercan de dibe tekoşereke dijwar, dibe palpişt ji her hevriyê xwe re, dibe xwedî hêzeke mezin ya afrîneriyê, li pêşiya hedefên wê asteng û kelem çi ne ew nenas e.

Tecrûbeyên jiyanê fêrî mirovan dike ku; her mekan û zeman, her şert û merc însanê xwe ava dike. Edessaya berxwedêr jî li Dêrsimê dibe qadroya zor û zehmetiyan, qadroya manewiyat û hevaltiya kûr, ew dibe qadroya şerê herî giran li hember dagirkeriyê.

Xuşîna ava Mûnzûrê, lat û zinarên li jora wê, her dengê qêrînê jinên Dêrsimê vedidane guhê Edessa, lewra wê her soza xwedî derketina li sekna Zarîfeyan dida, soza tolgirtina kezî dirêjên ku xwe avêtine nav wê avê li xwe dibirî. Sozên xwe jî bi tevlîbûna xwe ya bi bandor û çalakgeriya xwe pêktanî. Her ku roj û şev derbas dibin sal û meh li paş dimînin tekoşera azadiyê bi xwendina ramanên Rêber Apo re, dibe xwedî kûrahiyeke diyarker û di paradîgmeya jiyana demokratik de dibe xwedî serwerî. Bi avakirina yekîtiyeke xurt wê dikarî fikrên Rêberê azadiyê derbasî jiyana xwe bike û wê kurahiyê bi awayekî domdar bi parêz e. Li Dêrsima asî Edessa Cejna asta şerê xwe di her eniyê de girantir dike, di serî de şerê li hember xwe mezin dike, ji ber wê fêmkiriye ku qezencên din di serkeftina vî şerî re derbas dibin. Lewra ew her şer dike ewqas xwe nas dike, her xwe nas dike ewqas zayendê xwe nas dike û ewqas hêz digre.

Di sala 2015an de vî şerê xwe bi awayekî akademik û bi pergal li dibistana jina azad ya Şehîd Bêrîtan dewam dike. Di wir de pratîka salan datîne ser dika tehlîlan û bi hevalên xwe re bi mîchera paraznameyên Rêber Apo tehlîl dikin, tespîtan dikin, kêmahiyan rexne dikin û alternatîfên û planên nû pêşdixin. Bi vî awayî qehremana gelê xwe bi hêzeke hîn mezintir berê xwe dide ser erk û berpisyartiyên nû. Li qada Garê encamên ku ji perwerdê girtiye di asta serxistina erkê xwe dide nişan dan.

Piştî qedandina pratîkeke serkeftî vê carê gernasa gelê Kurd bi îdîaya xwe gihandina kuraniya xeta jina azad derbasî akademiyên PAJK dibe. Bi avakirina lêhûrbûneke berfireh û ji her aliyê ve rast nirxandina perwerdeya xweser de, Edessaya dilwêrek di asta avakirina kesayeta jineke azad de gelek gavên mezin û ber bi çav davêje. Erkên ku dikevin li ser mile wê, berpisyartiyên demê yên ku jê têne xwestin çine hemûyan carekedin di ber çavan re derbas dike û peymaneke xurt bi kesyaeteke hîn xwegirtî û xwedî hêza çareseriyê ji akademiye berê xwe dide qadên pratîkê. Şagirta Rêber Apo hewildanê wê hemû ewin ku bi felsefa PKKê jiyan bike, bi pîvanê vê felsefê hevaltî bike, hez bike ,kar bike û bi van pîvanan bigihîje serkeftinê. Lewra ew di her gaveke xwe dikarî pileyekî hilkişe ber bi azadiyê ve.

Bi hilgirtina erk û misyoneke girîng fermandara demên giran gelek kar û xebatên girîng dide meşandin, ew fermandara pir alî û pir rengiye. Bi her karkterî re bi her temen û kesayetê re xwedî baxekî fêmkirinê û avakirnê ye. Cihê ku fermandar Edessa hebe li wê derê manewiyata hevaltî bilind dibe û hevgirtina wê mezin dibe, pîvanê hevaltiya rast şênber dibe. Mîna Zagrosê, Dêrsim û Garê, Edessa dilawer li Geverê jî bi xurtkirina xeta partiyê, bi parastina rêgezê jina azad, bi pîlan û koordînekirina xwe ya çalak dikare bibe barhilgireke xurt ji erkên şoreşê re.

Di sala 2022an de li perestgeha Şehîd Berîtan careke din di bin sîwana ramanên Apoyî de meşa xwe ya nav şoreşê digre dest û bi xwe re dikeve nava hesaban de. Hesabên mezin bi xwe re dike Edessa ji ber ew xwedî armancên mezin e. Ew li hember bê heqiya li ser jinê di nava şer deye, li hember sîstema Îmraliyê di nava şer deye, li hember bê exlaqî û bê nirxiya li ser gel û civakan tê ferzkirin di nava şer deye. Lewra ji bo xwe avakirineke mezin, ji bo meşeke mezin, hesabên mezin bi xwe re dike ew. Bi vê nêzîkatî û sekna xwe weke ku di her nêvengê dibe mînak di akademiyê de jî ji her hevala kêleka xwe re dibe çavkaniya îlhama lêhûrbûnên kûr. Fermandara egîd bi xisletên xwe yên rêxistinî, bi terz û şêwazê têkiliyên xwe, bi sekna xwe ya bi pîvan û radîkal dibû dikarî bibe sedema bandorkirina hemû nêvengê. Lewra dema heval Edessa dihate gotin li wêderê nirxên partî parastin dihate bîra her kesî, zelaliya xetê û rakirina jinê dihate bîra herkesî.

Bi vê tempoya xwe çalak û xwe nû kirina daîmî ya ku heval Edessa di şexsê xwe de dide avakirin dibine sedemê bi pêşde çûyînên mezin di rêwîtiya wê de. Lewra ew piştî qedandina perwerdeyê careke din berê xwe dide warê evîna xwe ya mezin, berê xwe dide çiyayên Dêrsimê. Piştî dûrketina salan ewê careke din berê xwe bide hembêza mamosteyê xwe, lê vê carê ewê ne şagirt be ew jî mîna mamosteyeke zane, mîna hostayeke mahîr biçe hevdîtinê. Bi daneheva tecrûbeyên mezin di warê leşkerî û bîrdozî, bi hêza zanista ku ji fikrên Rêber Apo girtiye vê carê Edessa ya qehreman bi soza tolrakirina mezin, bi soza hilweşandina tarîtiya îmraliyê berê xwe dide pratîkê. Ew careke din xwezaya Dêrsimê hembêz dike û û jêre sedaqeta xwe dibêje ku ew careke din lê vegeriya. Bi ezim û baweriyeke mezin dikeve nava xebatan û tekoşîna xwe li ser wê xaka pîroz mezin dike. Di dîroka 14 Cotmeha sala 2023an de lehenga Kurdistanê di encamê êrîşên nemerdane yên dagirkeriya Tirk de digihije merteba bêmiriniyê.

Di alema stêrkan de di nava rêza egîdên Kurdistanê de cihek jêre tê veqetandin, li wê derê Edessa soza xwe ya bi Rojê re pêktîne, ew li ser rêka tekoşîna azadiyê gihişte pakrewaniya pîroz, rêka fedayitî û fedakariya mezin hilbijart, lewra ew di dil, giyan û di çav her hevalekî xwe de, di dilê hemû gelê Kurdistanê de bi vî sernavî wê were bi bîranîn ‘’EDESSA CEJNA FERMANDARA CENGA AZADIYÊ YE, NAVÊ JIYANA BI RÊGEZ Û WATEYE’’

                                                             Rêhevala Wê Ya Têkoşînê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Haziran 2024
Görüntüleme: 329

Beybûnek Di Nav Lat û Zinarên Cûdiyê Mirada De Şîn Bûyî: Şehîd Çavrê Gelhat Cûdî

Şîlan Bakşî, bi nasnav Çavrê Gelhat. Di dawiya hefteya qehremantiyê di 29ê Adara sala 1996an de li deşta Silopiya di quntara çiyayê Cûdî  de çavên xwe li cîhanê vedîke. Ew zaroka yekemîn a dê û bavê xwe ye. Şîlan jî mîna gelek zarokên welatê xwe dema nû dest bi axavtinê dike bi gotina Apo zimanê wê digere. Ew di dergûşa dayîka xwe de ne bi lorikan, bi çîrokên lehengiya Kemal û Şerîf Spertî yan mezin dibe. Şîlan her ku mezin dibe hezkirina welat a di dilê wê de, ji wê zêdetir mezin dibe. Ew ruhê xwe herdem bi manewiyata hevaltiya gerîlayan ve têr dike û bi evîna welat dipêçe. Lewra dilê wê pîr û pak e, keçekî esîl, fêmbar û rêzdare Şîlan. Şîlan 11 salan di dibistana pergalê de dixwîne, lê ti car navbera wê bi wan helînên pişaftinê re baş nabe. Pergala ku tecawizî hemû nirxên Kurdwarî dike, xwe mîna şerbetê li ber Şîlanê radixîne, lê ew yek rojê qîma xwe bi dilopeke ji wê şerbetê nayine.

Dibêjin ku li Kurdistanê zarok zû mezin dibin. Dema strana ‘’Gerîla me ez evîndarim’’ digot 7 salî bû, dema ji girtîyên azadiyê re name dinivîsand 13 û dema paraznameya Rêber Apo girt destê xwe 15 salî bu Şîlan. Ew di derûbereke welatparêz de mezin bibû. Wê welatperwerî  ji serî de bi pîvanên rast naskiri bû. Fermandarê wê yê yekem Salih Yîgît, bi nasnav Gelhat Pirosî bû. Gelhat pêşengê rêveberîya xweser bû, li beramberî polîtîkayên dijmin yên tepisandinê, di bajarê xwede dest avêti bû qilêşê û bi ser tang û panzêran de çûbû û bi vî awayî gihiştibû merteba şehadetê. Bi vî rengî wî ferman dabû şervanên xwe. Şîlan jî wê biba rêheval û şervanê herî dilsoz ê Gelhatan.

 Li Rojavayê welat û Şengala Êzîdxan ferman hebûn wan salan, Derwêş û Edûleyên hemdem ji çiyayên bi qudret, li ser hespên spîboz xwe berdidan deşta kevnar. Ji bo zarokên welatê xwe, xwe bê didûlî feda dikirin. Gelek ji wan lehengan bi ala xwe ya serhildanê ve, ji deriyê sînor ê Xaburê re derbasî Silopiya dibûn. Şîlan fêmkiribû ku girêdana şehîdan ne di merasîman de rondik barandin e, ji bo wê girêdana şehîdan bi şehîdan re, xeyalên wan pêk anîn bû. Evîna welat û hersa tolhildanê a di dilê Şîlanê de her ku diçû hîn bêhtir bi tundî lêdida. Edî tehemûla wê nemabû, lewra Şîlan di 18 saliya xwe de biryar da ku bibe Çavrê. Wê biryar da ku çavê wê her dem li yek rêyekê be; ew jî rêya şeref û rûmeta mirovatiyê, rêya heval û hogirbendiyê, rêya azadiya Kurdistan û Rêbertiya wê…

Çavrê Gelhat di roja aştiya cîhanê di 1’ê Îlona sala 2014’an de, berê xwe da çiyayê Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt derbasî herema Metîna bû. Cara yekem li vir cilên leşkerî li bejn û bala xwe kir û qileş da pişta xwe. Wê ew soza ku heta dawiya jiyana xwe her kêlî pêk anî li vir da. Rêheval Çavrê mîna ku ji nûve çavên xwe li cîhanê vekirî be xwe tevlî birdozîya PKKê kir. Ew bû keçeke PKKyî, ew bû rêhevaleke dilsoz ya Reber Apo. Ji xwe ew di destpêka jiyana xwe de ferî navê Rêberê xwe bibû. Salên dûr û dirêj li herêma Metîna yê ma. Di hembêza dar û berên çîyayê Metîna de raza, ji zelaliya kaniyên wê av vexwar, şopa pêlavên xwe yên sor li her şîverêyeke wê hişt û dilop dilop xwêdana xwe rijand bin darên berûyên wê. Herî zêde jî dîroka wî çiyayî berda hinavên xwe. Li heman heremê di Akademiya Şehît Rojîn Gewda ya leşkerî re derbas bû. Li wir di demek kurt de xwe bi xisletên gerîlayên modernîteya demokratîk gurçûpêç kir û bû fermandarek jîr û jêhatî. Bi salan bi fermandarên mezin Leyla Amed û Peyman Bagokan re rêhevaltî kir. Ji wan gelek ezmûnên jiyanê û şer fêr bû. Çavrê şagirtê wan fermandarên bi qudret ên artêşa jin bû, ne gengaz bû ku ew ji xwere tevlîbûnek ji rêzê qebûl bike.

Heval Çavrê, di sala 2017an de di Akademiya Şehîd Bêrîtan de perwerdeyek birdozî a bingehîn dibîne. Li wir di sekna Şehîd Bêrîtan a bi rûmet û pêşeng de xwe kûr dike, di felsefeya Rêber Apo û birdozîya rizgariya jinê de bi berfirehî diponije. Ew dibe şervan û fermandara şerê azadiya jinê, dibe fedayiya rûmeta mirovatiyê. Rêheval Çavrê piştî vê perwerdê êdî bi biryardariyeke mezin xwe ji bo qadên Bakûr, bi taybet jî ji bo herema Cûdî pêşnîyar dike. Cûdî xemla hemû xeyalên wê ye, xeyala wê ya zarokatiyê ye û wê ti car pişta xwe nedaye wan xeyalan. Çavrêya zane çanda PKKê di xwe de hindirîn kiriye, her çiqasî pêşinyazê wê hebin jî lê dîsa ew biryara dawî ji nerînê rêxistinê re dihêle. Lewra ew li her derî bi watedar tevlîbûna xwe ya xebatan didomîne. Lê Cûdî bi hemû heybeta xwe ve xwe kiriye xemla dilê Çavrê. Piştî demekê li ser esasê israra xwe ya pratîkên qadên zehmet ew vê carê derbasî ji Metîna derbasî qada Heftanîna heft reng dibe. Ew vê carê nobedar û parazvanê herema Partîzan û Girê şehîd Canşêr e. Rêheval Çavrê li wir fermandara wî girî ye. Ew li wir bi fedakarî tevlîbûna xwe a kar û nezîkbûnên xwe yên baldar ve di dilê heval û şervanên xwe de cihekî pir mezin digre. Ji Gulaberan re dibe hevrê û fermandar. Bi kenê xwe yê beybûnî û fermanên xwe yên pîrozî ve hemû erk û berpirsyariyên xwe bi awayek helbestwarî pêk tîne. Lê ew eşqa Cûdî ya di dila de hîna jî zindiye. Ew li vir careke din hemû fikr û ramanên xwe bi hestên xwe ve disitrîne û pêşnîyara xwe, ji bo çuyîna Cûdî dike. Vê carê hemû hevalên xwe jî îqna kiriye ku edî ew bi qasî bikare vî barî ragire di agirê çiyayan de pijiyaye. Pêşinyara wê vê carê tê qebûl kirin û ew dibe rêwiya Cûdiyê Miradan. Heval Çavrê dema li ser rêkêye rastî êrîşên dijmin tê, li vir bi awayek lehengî li beramberî neyarê xwe disekine û şer dike. Heval Çavrê ji ber ku li vir birîndar dibe, bi hemû hersa dilê xwe ve neçar dimîne paşde were. Lê di wê keça Botanî de bes kirin tuneye. Piştî demeke kurt tedawî dibe û carek din tê û dibêje ez ji bo çuyîna Cûdî amade me. Careke din dikeve nava karwana rêwiyên Bakûr. Ew li Heremên Parastina Medya, ji aliyekê ve amadekariyên şer dike, ji aliyekê ve jî amadekariyên rêka Cûdî dike. Dema di encama qezayeke bextreş de gihîşte mertebeya şehadetê jî rêwiya Cûdî bû…

Mîna sosina avê bû Çavrê. Dilpakiya wê ti caran şîlo nedibû. Wê fermandara efsunî, bi taybetmendiyên xwe yên dirûst, fedakar, rûken, dilgeş, fêmbar û dilsoz ve di hiş û dilên şervan û rêhevalên xwe de cih digirt. Yê ku wê nasdikir, ne gengaz bû ku ji dilpakiya wê ya hevaltiyê bandor nebe, ew miroveke wisa bû ku nedihat jibîr kirin. Ew, her dem bi çavên xwe yên di biriqîn, rûyê xwe yê sayî ku mîna heyvê bû her ku tarîtiyek diket wê cardin di her şevêde riya hewrêyên xwe ronîbike. Rêheval Çavrê ji bo gelê xwe û hevalên xwe her dem kakilka şanazî û bextewarî yê ye. Ew timsala xweşikbûna rast a keçên Kurd e, ew beybûna çiyayê Cûdî ye.

Berjîn Onur
Ayrıntılar
Oluşturuldu: 12 Haziran 2024
Görüntüleme: 327

Sayfa 3 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • JINA SERHILDÊR Û DILSOZ; ŞEHÎD DOĞA PÎRDOĞAN

  • Di Dîroka Artêşbûnê De Şehîdên Me Yên Cotmehê

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere